Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

P.G: Berxwedaniya zîndana ji bona tevgera me tê çi wateyê?

Îsa Başkele: Ji bo tevgerên şoreşger ezmûna zîndana pir girîng e. Tevgerên ku di ezmûna zîndanê de sernekeve, zehmete ku têkoşîneke serkeftî bide meşandin, hebûna xwe biparêze û domandina wê tevgerê jî dikeve xeteriyê. Wek xelekeke dîrokî ya herî girînge û bingehîne. Piratîka zîndanan, bi teybetî jî heya ku zîndana Amedê neyê fêmkirin, ew sekin û vîna bi heyebet ya li vir hatiye reberkirin, têgîhîştineke kûr tê de neyê çêkirin, tevgera PKK ê, dîroka wê, milîtantiya wê, yê neyê fêmkirin.

Li zîndana Amedê berxwedaneke çawa hate raberkirin? Bi dilekî çawa, raman, hest, bawerî û bi dilsoziyeke çawa bû? Ew çi berxwedanî bû ku dijmin bizdan? Ew çi dil bû ku rûmet û şanaziya mirovahiyê li ser hatibû nexşandin? Ew çi bawerî û dilsozî bû ku vîneke polayî raçand? Ew çi hest û ramanên kûrbûn ku rêya heqîqetê ronîkir û bû rûbarekî evînê berbi dilê milyonan herikî?

Di dîroka şaristaniyê de hêzên serwer; mêtînger, desthilatdar û dewletdar ji bo pergala xwe têkûz bikin, mayînde bikin û bidomînin gelekî rê û rêbaz bikaranîne. Ji ajo, hest û raman bigire heta qudûm û şêweyên hewldanê, tevayî pêvajo û qadên jiyana civakê, jiyana mirovan xwestine li gorî armancên xwe bi rêk û pêkbikin. Ji bo vê jî, hemû kategoriyên bi wate, yên weke mîtolojî, ol, felsefe, zanst, huner û hwd, xistine bin xizmeta xwe. Binesazî, rêxistin, sazî û dezgeh damezrandin e, rêzik, zagon, pergalên cihêreng avakirine, hişmendî raçandine. Her weha hêzên serwer desthilatdar, serdestiya xwe û derazên xwe li ser civakê ferzkirine. Kes û komên ku bûne xwediyê vê îrade û sepandine, zagonên van hêzan û kesayetên wan nasnekirine. Bi lêdan, işkence, tirsandin, dardekirin, kuştin û gelek cureyên êrîşan re rûbirû mane. Kes û komên serhildêr, yên xwedî ruhekî azad, xwedî îrade, ewên ku koletî û bendî nepejirandine, yên exlaq û wicdanê civakê xwestine biparêzin, hertim bûne hedefa hêzên desthilatdarî û dewletdariyê.

Pergalên desthilatdariyê rêbazên pirşêweyî û piralî, yên mîna qedexekirin, tune hesibandin, înkar, sûrgûn, bêdengkirin, sansûr, redkirin, derew, astengkirin, berterefkirin, xapandin, fêlbazî, hîle, tirsandin, sorkirin, tehrîk, cahîl, nezan hiştin, serkûtkirin, çewsandin, kirîn, tehdît, geflêxwarin û gelek rengên dîtir mirov neçar û bê îrade kirine û mecbûrî radestbûnê kirine. Bi vê şêweyê hatiye xwestin ku civak bê kontrolkirin û têkeve bin xizmeta serweran.

Pêkanînên mijara gotinê ne, ciyê ku herî zêde dikeve meriyetê, mekanek pêkanînê pir tûj û dijwar jî zîndanin. Girtîxane, bendîxane(zîndan) ji van mekanin ku hêzên serwer û desthilatdar kes û komên dijber, serhildêr û muxalifên xwe tê de zevtdikin, dixin bin venêrînê û bê zardikin(bê ziman). Kesayetên tên girtin ji hêzên xwe, rêxistinê xwe, civaka xwe tên qutkirin. Rê û rêbazên cihêreng ve têxwestin îradeya vî kesî bişkînin. Bê bawer bibe, ji nirxên xwe, ramanên xwe û bîrdoziya xwe dûrbikeve. Nirxên moral û manewî pêdayîna redkirinê tê wateya ku ew tunekirin armanckirine. Nirxên jiyanek azad, wekhev, dadwer û civakî qutkirin, ji hemû pîrozahiyên mirovîn dûrxistin, ji bona vê yekê cî bi cî bikin jî, her cure qels û lewaziyên kesayetê bi giştî ajoyên jiyanî û işkence tê bikaranîn. Zîndan û mekanên bendkirina mirovên civakparêz, yên dixwazin hêz û xwezaya civaka exlaqî û polîtîk derxin holê, biparêzin, bidin zanîn, geşbikin, pêşbixin, êrîş û xeteriyên heyî, astengî û hêmanên dij- civakî, dercivakî eşkerdikin, dij radibin, xulase parêzvan, hişyarker, zanyar, hozan û rêberên civakê tê de têne dorpêçkirin, tecrîdkirin û bêbandorkirine. Di kesayeta van de giyanê azad, vîna serbixwe tunekirin armancê wan yê esas e.

Zîndan, baregehên zor û tunekirine, meskenê dîlgirtin, gefxwarin û rizandinê ne. Ciyên ku sahm, tirs û xof afirandinê û rehîngirtina pêşengên civaka azad e.

P. G: Di kîjan şert û mercan de berxwedanî derdikeve pêş?

Îsa B. Bi seranser dîroka mirovahiyê, yekalî neherikiye. Li ku û kengî çîn, tebeqe, serdestî, mulkiyet, mêjokî, serwerî, destserî, sînor, desthilatdarî û dewlet hebûye, di heman demê de berxwedaniyek piralî û pir rengî jî heye. Berxwedanî, ango mêjokî, koledarî redkirin, serwerî û desthilatdarî nepejirandin ji pergala serdestan qutbûn, li ser wî hîmî têkoşîna hest, ramanî, binesazî û pergalî bi şêwazên cihêwaz hatiye pêşxisitin.

Di wê babetê(konu) de têkoşînên bêhempa, şerên azadiyê hatine dayîn. Li hemberî pergala zor û derewkar, hîlekara nirxên hevparê yê mirovahiyê desteser dike, bêhempa, şerên azadiyê hatine dayîn, bê pîvan, ked û xwîn hatiye rijandin.

Nûnerên wicdana mirovahiyê ew qehreman û lehengên parazvanên nirxên civakê bilêvkirin, serpêhatiyên van derbirîn, têkoşîn, îrade, berhem û kesayeta van vegotin, armancên van pênasekirin karek ji rêzê nîne û nehêsane. Lê, em deyndarê wanin. Ji bîrkirina wan ji dîrokê qutbûne, wendakirina hişe, ji mrovbûna xwe xerîbketine, biyanîbûne û nezanîne.

Nefêmkirina wan nefêmkirina heqîqetê ye, ji nirxên civakbûyînê yên pîroz dûrketine, zuhabûne, dûrketine ji evînê ye û wendakirina jiyana azad e.

Dîrok bê wan nayê nivîsîn û nikarê bê vegotin. Bê wan cîhaneke bi watedar nayê avakirin. Ev berxwedanvan di nêv diyalektîka yekbûna zeman û mekan de nûnerê giyana azada dêrînin.

Xelekê herî resen ê zincîra dîrokê ne. Baskê eslîl, ava herî zelale ku can dide di nava rûbarê dîrokê de ye.

Di dîroka Kurdistanê de bi taybetî sedsala 20 an de zîndan ristek neyênî rabûne. Însan girtin, avêtina zîndanan, rizandin, radestbûn li ser sepandin, îrade şikenandin, ajankirin, itîrafkarî û xayîntî pêşxistin, wana li hemberî gel û civaka jê hatiye bikaranîn û dayîna şerkirin.

Piştî avakirina komara Tirkiyê, di çarçevê siyaseta imha û înkarê ya li ser Kurdan hatî meşandin de, qadek pêkanîna vê siyasetê jî zîndanin. Serhildan û berxwedanên gelê kurd ê ji 1925 an heta 1938 an dewamkirin, piştî ku pêşengên van hatin girtin, hatin tunekirin şûnde, polîtîkayên imha û înkarê, kurdîtî ji binîve ji holê rakirinê ketin dewrê. Nîşaneke herî piçûk, liv û tevgerek kurdîtiyê jibîrdixe, bûyer û diyardeyek ku derbarê kurdan de şik çêdike, gumanek nediyar jî dibû sedemê êrîş û girtin e. Kurdistan wergeriyabû goristaneke çandan û zîndaneke mezin. Netew dewleta Tirk hemû polîtîkayên faşist xistibûn warê pêkanînê. Rist û roleke mezin jî dabû zîndanan.

Pêşengên sosyalîst hatibûn qetilkirin. Yên ku mabûn jî bi rêya zîndanan dixwestin terbiyebikin. Yên weke Nazim Hîkmet, Hikmet Kivilcimlî, kurdên xwendevanê yên ku guman hebû kurdîtiyê bikin, fikir û meylek wisa yan jî xwedî potansiyelek wisa bûn, berê wan didane zîndanan, mînak Apê Mûsa Anter û hwd. Hejmarek zêde tevgerên sosyalîst, çepgir bi rêya zîndanan hatin fetisandin, di kesayeta qadroyên wan de hatin qedandin û bê bandorkirin. Heta ji wê jî wêdetir hinek qadro û endamên van rêxistinan veguherandin, teslîm girtin, berdane nava gel û kirin bela. Wana perçebûn çêkirin, mejiyê ciwanan tevlîhevkirin, şêlebûn, bê bawerî sextekarî, oportûnîzm pêşxistin. Dema ku rûyê wan ê rast derkete holê, eşkere bû ku hingê çûne nava refên kontirgêrîla, istixbarat û faşîzmê de bi cîbûn e. Mînak Doxû Perînçek.

P. G: Rolê girtîgehan di polîtîkayên dijmin de çiye?

Îsa B. Li perçên Kurdistanê yên din jî, zîndan heman rolê fonksiyonê radibûn. Li Rojhilatê Kurdistanê tesfiyekirina Hizba Demokrat, Komale û gelek rêxistinên dîtir rist û rola zîndanan gelekî pêşçave. Li Rojhilat zîndan weke ku bûne navendên bê bawerî û bê îradekirinê. Polîtîkayên dewleta Îranê, bi taybetî rê û rêbazên li zîndanan dimeşîne, hemû xisletên mirovên di kesayet de dikuje. Însan tîne rewşeke wisa êdî îxanetê, rûreşiyê normal dibîne. Kesayetên ku vêna qebûlnakin jî, fîzîkî ji holê radikin. Bêguman perçên dinê yên Kurdistanê Îraq û Sûriye zîndan bi fonksiyonek heman rengî radibûn.

Li Tirkiyê bikaranîna zîndanan, ji bo armancê tunekirina sînordarkirina tevgerên demokratîk û sosyalîst hatiye berdewamkirin. Sala 1970 yan bi wan polîtîkayan ve tevgera 1968 an ya şoreşgerî, di wê heyamê de tevgera Denîzan û Mahiran ya ku pêşengên wan (THKO, THKP-C, TKP-ML) li zîndana pêşengên wan hatin sêdaredan û tunekirin. Yên ku man jî hatin helandin, perçekirin û belavkirinê. Bi polîtîkayên zîndanan yên ku hatin sepandin ve tevlîheviyek û aloziyek ji hêlê ruhî, bîrdozî, rêxisitinî, çandî û hew, li ser bereya çepên Tirkiyê hat çêkirin. Heta roja me ya îro jî li ser xwe ve nehatine. Her weha nexweşî mîna ku di bedena wan de çandiye, nexweşî tim dewam dike, zêde dibe û belavdibe.

Dî dîroka tevgera me de bi zîndanê re rûbirû mayîn, dikare bêgotin li Enqerê piştî çalakiya ji bo şermezarkirina kuştina Mahîr Çayan û hevalên wî, çend mehan bi girtina Rêber APO destpêdike. Lê belê êrîşên berfereh yên tunekirin û girtine di pêvajoya ku tevgera azadiyê berê xwe da Kurdistanê û destpêkirin. Sala 1977 an şehadeta heval Hakî Karar şûnde de, biryara partîbûnê, têkoşîn bilindikirinê û geşkirina tevgera şoreşê tê girtin. Her weha gelek waran de têkoşîna partî tê meşandin. Di sala 1979 an de dewleta Tirk (artêş) biryar dide ku di serî de PKK ê, tevayî hêzên çepgir, demokrat û şoreşger ji bo careke dîtir li ser xwe ve neyên biperçiqînin û serkûtbikin. Li hêlekê rewşa awarte tê meşandin. Di heman demê de ji her alî ve pêvajoya girtinê destpêdike. Tevgera Rizgariya Netewî ya ku di bin pêşengiya PKK ê de girseyî û gelêrî dibe, hêzên dagirker ditirsîne. Ji ber hindê amadekariya derbeyeke leşkerî tê kirin.

Di sala 1979 an de li Elezîzê zehf girtin pêktên. Bi van girtinan re, di dîroka PKK ê de, pêvajoya zîndanê destpêdike. Bi girtina Şahîn Donmez û encama itîrafên wî girtinên komî destpêdikin. Şahîn dikeve nava îxanetê, bê ku berxwebide her tiştê ku dizane itîrafdike. Di wê pêvajoyê de bi temamî îxanet li tevgerê dike armanc. Ciyê Rêber APO lê dimîne têzanîn. Bi girtina Rêbertiyê re têxwestin ku tevger bi yekcar bê tunekirin. Lê belê xwegihandina Rêbertiyê çênabe. Rêber APO derdikeve derveyî sînor. Her weha jî girtin tenê bi Elezîzê ve sînor dimîne.

Pêvajoya zîndanan, bi Elezîzê ve destpêdike, roj bi roj girtin zêde dibin, her wisa bi rastiya zîndanan re rûbirû mayîn destpêdike. Di sala 1979 an de polîtîkayên êrîşker li ser qadro û sempatîzanên PKK ê tên rêvebirin. Di encamê de provukasyonekê de şehadetek û hinek birîndarbûn çêdibin. Hewldanên komkujiya qadroyên PKK ê destpêdike. Di heman salê de nêzîkabûnekî nû dikeve dewrê. Stratejî, plan û polîtîkayên nû tên pêşxistin. Rewşa zîndanên Kurdistanê û yên Tirkiyê ji hev cuda dibe. Ji bona zîndanên Kurdistanê plansaziyeke nû tê pêşxistin. Ji bo girtiyên PKK ê zîndana Amedê tê amadekirin. Her tişt ji nûve tê sazkirin. Rêveberî û qadroyên taybet yên di navendên NATO yê de hatine perwerdekirin, têne wezîfedar kirin. Di zîndana Amedê de armanc tevayî ewe ku endam û şervanên PKK ê li vê navendê kombikin û bêbandor bikin. Ango tesfiyekirina tevgerê ye. Ev tesfiye ji aliyê fêzîk û hişmendî ve tunekirine. Di kesayeta endamên pêşeng de qedîne û xistinê bide ferzkirin, paşê jî vê rewşê û vî ruhî di nêv tevayî sempatîzan û alîgirên wê de belavkirin, tê hedefkirin. Gava ku ruhê berxwedaniyê hat şikandin, bawerî hat lewazkirin, dilsoziya nirxên şoreşgerî û dozdarî hate tunekirin û hêza moral, manewî û bîrdozî ji holê hat rakirin, ji xwe wek fîzîkî, biyolojîk mayîn an jî neman tu wateya xwe tune ye. Mirina herî xirab, kambax, kirêt û rûreş mirina bîrdozî û siyasiye. Li zîndana Amedê bi êrîşekî hovane, işkenceyeke kûr hate pêşxistin. Pergaleke işkencê ya ku mirov diqedîne, tunedike, ji mirovahiyê dûrdixe tê pêkanîn. Di zîndanan de dixwestin tevgerên şoreşger di kesayeta PKK ê de biqedînin. Li ser gel bi tevayî çewsandinê ve, bi dexteke giran ve, ji bo çi taqet û hêza wê ya xweragiriye û berxwedanê nemîne hewildan hatin dayîn.

Cûnta 12 ê Îlonê piştî ku derbe kir, dest danî ser rêveberiya dewletê, heta berbi dawiya sala 1980 an zîndan tejîkirin. Esas pêvajoya işkenca giran di destpêka serê sala 1981 an de destpêdike. Li dijî zextên dijmin berxwedan jî pêktê. Qadro û şervanên PKK ê çalakiya rojiya mirinê pêşdixin. Ev berxwedan çil û pênc rojan dajo. Lê ezmûnek û tecrûbeyek hevalan ya rojiya birçîbûnê nîne. Rojiya mirinê wê çawa bê girtin nayê zanîn. Ji ber wê çendê ew berxwedanî bi serkeftî encam nabe. Dev ji çalakiya birçîtiyê tê berdan. Dijmin ji vê yekê sûd werdigire, dext û işkencê li ser hevalan zêdedike.

P. G:Armanca dijmin ji işkenceya bi rêbazên hovane çi bû?

Îsa B. Dijmin di vir de tiştek ku newergerabe işkencê namîn e. Bi şev û roj, her cî û her pêdivî dibe sedemê işkencê. Zordarî û sîtemkariyeke demdirêj tê rêxistin kirin û meşandin. Her cureyên zextên fîzîkî bi rêbazên herî hov û kirêt ve tên kirin. Bi tenê ev jî bes nayê dîtin, ji wê wêdetir ji bo mirov rastiya xwe înkarbike, ji mirovahiyê derkeve, dev ji baweriyên xwe berde, ji partiyê qutbibin û ji nirxan bên dûrxistin rêbazek ku neyê bikaranîn, namîne. Îxanet tê sepandin, têxwestin herkes îxanet bike, bibe itîrafkar û nirxên gelê xwe lanetbike. Ji bona vê yekê dext, xistina hucreyan, însan li hemberî hevdû xistin, zanyarî û agahiyên derew belavkirin, tirs û xof pêşxistin, tê kirin. Armanc mirov xistine. Her weha PKK ê di zîndanê de binxistin tê armanckirin. Şervanekî PKK ê carekê di zîndanê de binxistin tê wateya ku li derve jî êdî nikare tiştekî bike. Girîngiya helwesta zîndanê di vir de ye. Bi vî awayî têxwestin ku ruh, nasname û berxwedana gelê Kurd ji holê rabe, hêvî bên tefandin û îxanet bikeve dewrê. Xayîn û itîrafkarên mîna Şahîn Donmez û Yilidirim Merkîk di bin navê (Genc Kemalîstler) de tên rêxistinkirin. Ew jî beşdarî êrîş û işkencan dibin. Ji bona ku herkes bikeve rewşa wan de tiştekî ku neyê kirine, namîne. Di zîndanê de tevayî qadro û şervanên dixwazin têxin rewşeke dijber. Bi vî awayî Rêbertiyê û qadroyên PKK ê yên ku ji derve mane li ber çavên gel prestîja wan, itîbar û rêzdariya wan bixin, îrade û hêviyên mayî bişkînin. Li ser vî esasî her cure rêbazên şerê derûnî dihatin pêkanînê. Dijmin hêdî-hêdî digihîşte armancên xwe. Di hinek kesan de tirs û xof da çêkirin. Meyleke radestbûnê û itîrafkariyê pêşdiket. Hinek kes qutdibin. Di wê rewşa xeter de hevalê Mezlûm Doxan di 21 ê Adara 1982 an de çalakiya xwe pêktîne û li pêşiya wendakirin, imha û tunebûnê digire. Berxwedan û çalakiya hevalê Mezlûm helwesteke milîtantiya demê ye û sekneke dîrokî ye. Bi çalakiya xwe peyama ku pêwîste, dide herkesî. Bersivek di cî de dide dijmin. Wateya wê çalakiyê eve; şûna ku ji partiyê, bîrdoziya wê, nirxên netewî û çandî bên berdan, bi vî şêweyî dawî li jiyana xwe anîn, jiyaneke bê rûmet û bê nasname nepejirandin e. Li hemberî ferzkirina dijmin ya radestbûnê berxwedanê ferzdike.

P.G: Li hemberî vê radestbûnê qadro bi kîjan helwestan dest bi têkoşînê dikin?

Îsa B. Ji wê çalakiya hevalê Mezlûm pêvajo berevajî dizîvire. Di 17 ê Gulana 1982 an de çalakiya çaran pêktê. Dema ku tê bihîstin hevalê Mezlûm xwe şewitandiye û şehîd ketiye, hevalê Ferhat Kurtay û çend hevalên dîtir jî vê yekê mîna rêbaz dinirxînin û xwe bi rêxistin dikin. Hevalê Ferhad, Mehmûd, Eşref û Nemcî di salvegera şehadeta hevalê Hakî Karar de, agir berdidin bedena xwe û xwe dişewitînin. Ji kesên ku dixwazin agir bitefînin re dibêjin “ agir netefînin, gur bikin.” Bi îradeyeke di asta jor de, bi biryareke bilind çalakî pêktê û çar heval şehîd dikevin. Wê şûnde li dadgehê hevalê Xeyrî Dûrmûş di 14 Tîrmeha 1982 an de biryara ketina rojiya mirinê eşkeredike. Bi taybetî piştî şehadeta hevalê Mezlûm, heval di navbera xwe de nîqaşdikin, dixwazin çalakiyeke di cî de, berketî û yekgirtî pêşbixînin. Ji bona vê yekê li fersendekê digerin. Dijmin naxwaze fersend bide, dixwaze asteng bike. Heval Xeyrî li dadgehê firsendekê dibîne û bi zehmetî mafê axaftinê digire û biryara çalakiyê eşkeredike. Ev xwesteka hevalê Kemal Pîr jî bû. Dixwest ku hevalê Xeyrî bîryarê îlanbike, ji ber ku di neserkeftina çalakiya berê de xwe berpirsyar didît(çalakiya sala 1981 ê). Hevalê Xeyrî di axaftinên xwe yên dadgehê de, ferzkirinên li ser wan, pêkanînên heyî tîne ziman û rojiya mirinê îlandike. Piştî wî hevalê Kemal Pîr daxive û tevlîbûna xwe diyardike. Hinek hevalên din jî beşdardibin. Gava ku vedigerin zîndanê, biryar tê bihîstin û deng vedide. Gelek heval beşdarî çalakiyê dibin. Her weha di Tîrmeha 1982 an de li zîndana Amedê berxwedaneke mirovahiyê ya mezin destpê dike.

Di encam de piştî du mehan şehadet pêktên. Destpêkê hevalê Kemal Pîr digihîje şehadetê. Paşê hevalê Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek şehîd dikevin. Dema ku şehadet çêdibin, tirs û xofa dijmin zêde dibe. Dijmin xwestekên hevalan qebûl dike. Li ser vî esasî dawî li çalakiyê tînîn. Ji xwe beriya ku heval Xeyrî û Kemal Pîr şehît bikevin biryareke bi wî rengî girtibûn. Gotibûn “pêwîste zêde mirin pêkneyên” lê ev jî gotibûn, “heya ku mirin çênebin jî serkeftin nayê bidestxistin”. Dixwazin pêvajo baş bê nirxandin. Hevalên sax dimînin jî wisa dinirxînin û çalakiya xwe bi dawî dikin. Her weha çalakiya berxwedana mezin ya rojiya mirinê, ku weke çalakiya berxwedana 14 ê Tîrmehê tê binavkirin bi serkeftinê encam dibe.

Berxwedana zîndanê li wê û şûnde jî hebû. Herdem seknek û berxwedanek hebû. Ji sala 1999 an û vir ve pergala Îmralî dereket holê û berxwedan derbasî asteke nûbû. Ji xwe em vê yekê rojane û herdem jiyandikin û dinirxînin.

Gava ku berxwedana zîndana tê gotin, berxwedana di sala 1982 an de tê bîra mirov. Di rewşeke êrîşên hov û dijwar, faşîzmeke reş û astê harbûnê de, ku her dever kiribû tarîstan, berxwedana zîndana Amedê weke findekê, fena şewlekê ronî da. Ev têkoşîneke mezin ya mirovahiyê, şerekî îrade, bawerî û bîrdoziyê bû. Di kesayeta Kemalan, Xeyriyan, Ferhadan û Mezlûman de mirovayî serkeft. Gelê Kurd serfiraz bû, PKK ê bi hêz bû, faşîzm, mêtîngerî û paşverûtî binkeft. Pergala imha û înkara li ser Kurdistanê hatibû sepandin, derbeke mezin xwar. Di wê pergalê de qelşek vebû. Ji bo çûyîna ber bi jiyana azad ve rêyek ronî û gelek têkûz çêbû. Wan hevalan ji bo jiyana azad mirin dane berçav û mirin hesan kirin. Bûn wateya jiyanê, bûn pîvan û wêneya rasteqîniyê. Hevaltî, bawerî, idîa, îrade, dilsozî çiye, wan pekrewanan fêrî me kirin. Xeta berxwedana PKK ê, pîvanê wê danîn. PKK ê, Rêbertî û hevaltî parastin.

PKKê ya ku di van şert û mercan de kariye serbikeve, êdî ispat bû ku dikare li her derê têbikoşe û serkeve. Berxwedana zîndanê, berxwedana beriya 1980 î veguhast pêngava 15 Tebaxa 1984 an, di navberê de bû pir. Berxwedana zîndanê, xeta me ya çalakiyê, ruhê dilsoziyê, xêza cangoriyê û fedayîtiyê, şêwazê milîtantiyê afirand. Pîvanên partîbûnê zelalkirin. Bandora wê ji her aliyê de gelekî mezin bû.

Biryarbûna berxwedana 14 ê Tîrmehê encax bi serkeftinên mezin ve dikare bê bersivkirin. Di dîroka mirovahiyê de hinek serdem, hinek kêlî û hinek çalakî hene ku mora xwe li dîrokê xistine. Hinek kesayetên di wan heyamên dîrokê de diyarker hene. Bê wan kesan dîrok nayê bilêvkirin. Sala 1982 an û berxwedana zîndana Amedê bi xisletên xwe ve yek ji xelekên dîrokê ya wisa ye.

Erka meya yekemîn, divê em wê heqîqetê bigirin, dawervînin. Hêza me ya herî mezin rastiya pekrewanên meye.