Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn İngîlîzan ji ber çavkaniyên petrolê dixwestin Musil û Kerkûkê ji derveyî herêma Mîsaqî Mîllî yê Tirk bigrin. Komara Tirkiyê ya di bin serokatiya Mistefa Kemal de nû hatibû damezrandin jî, nedixwest dev ji van herêmên ku Osmaniyan serwerî dikir berde. Kurd û Tirk dixwazin pêwîstiya Mîsaqî Mîllî çibe ew pêk were. Di van rewşan de lîstoka İngîlîz ya tê zanîn kete dewrê. Ji bo bi kevirekî du çûkan bikuje dek û dolaban amade dike. Ji Kurdên nêzikê xwe re soz dide ku ewê alîkarê wan bibe û bi vê awayî wan hêvîdar dike. Hêzên sexte dibêjin: ger hûn serhildan bikin ezê alîkarî bidim we. Dema serhildan jî despêdike bi hukumeta Kemalîst re lihevdike. Bi vî awayî perçebûna herî kûr a çarenûsa Kurd û Kudistanê pêktîne. İraq dibe para İngîlîzan. Di dema herî zor de Tirkiya Kemalîst nêzîkî xwe kiriye. Komar ajotiye ser Kurdan û bi vê awayî xistiye nava xefika herî taluke de. Ango careke din bi polîtîkaya “perçe bike û bimeşîne” an jî ya “seg berdana segê”. Carekedin lîstoka “kivroşk bireve tajî bigir” bi serkeftî lîstîye.”

Serhildana gelê Kurd ya dibin pêşengiya Sêx Seîd, di van hol û mercan de despêdike û cehekî xwe yê giring di dîroka gelê Kurd de digre. Amedekariyên vê serhildanê hêj di despêka salên 1920’an de des­pê­ki­ri­bûn. Xebatên rêxistinên Kurdan di Bihara 1923’yan de di nava rêxistina bi navê “Qomîteye Îs­tîqlala Kurdistan” de hatibû komkirin. Vê rêxistinê xebatên xwe yên ji bo serhildanê pir veşartî dimeşandin.

Serokê qomîteyê Xalid Begê Cibranî bû. Xalid Begê Cibranî, di Mektebên Eşîran de xwendibû û piştre jî dinava Alayên Hemîdiyê de weke fermandar cih girtibû. Xalid Begê Cibranî, di nava demekê kurt de bi Hacî Mûsa Begê serokê eşîra Mûtkiya, bi serokê eşîra He­se­nan Xalid Begê Hesenanî û bi serokeşîrên cûda re jî peywendî sazkiribûn. Vê komîtê di nava artêşê de jî xwe bi rêxistin kir û hinek fermandarên Kurd yên di nava artêşa Tirkan de kardikirin, kişandin aliyê xwe. Di nava van femandaran de yên ji Iraqê jî hebûn. Bi rêya van kesan bi Bexda û Helebê re jî peywendî hatin çêkirin.

Komîta Azadiya Kurdistan, da kû kesayet, axa û Şêxên welatparêz bikşîne nava xwe xebat da meşandin. Di vê navê de Sêx Seîd, bi heskirin û rêzdariya xwe ya di nava gel de bal dikişand. Yek ji rêveberê qomîtê Yûsûf Ziya, di dawiya havîna 1923’yan de ji bo bi Sêx Seîd re hevdîtinekê pêkbîne diçe Xinisê. Di vê hevdîtinê de Sêx Seîd di hemû alide desteka xwe ya ji bo tevgera Kurd û serhildanê dide diyarkirin.

Demek şûnde Yûsûf Ziya bihara 1924’ê li Erzirûmê bi Xalid Begê Cibranî re hevdîtinekê pêktîne. Di vê hevdîtinê de biryara sazkirina peywendiyên bi Şêx Mehmûdê Berzencî û Simkoyê Şikakî re tê standin. Dîsa li gorî encamên vê hevdîtinê, wê bi rêya Kurdên Sûrye peyamek ji bo Koma Netewan bihatiba şandin da kû arîkarî ji bo Kurdan bihatibakirin. Piştî vê hevdîtinê Yûsûf Ziya navçeyên li derdorê Mûş, Çewlîk û Amedê ziyaret dike û xebatên xwe yên ji bo despêkirina serhildanekê li dijî dagirkeriya Tirk ji bo wan bide ragihandin.

Ev xebat û tevgerên pêşengên Kurd bala rêveberê Tirk dikişîne li ser xwe. Li ser fermana Mistefa Kemal cotmeha 1924’ê Yûsûf Ziya û di Kanûna heman salê de jî, Xalid Begê Cibranî hatin girtin û ji bo darezandinê şandin Bidlîsê. Piştî vê bûyerê ji rêveberiya qomîtê Hacî Mûsa Beg jî hat girtin û ji bo girtina xebatkarên din jî ferman hat derxistin.

Dema ev rêveberên Kurd têne girtin, hêj serhildanê despênekirî, tevger bê serî dimîne. Li ser vê çendê bi pêşniyara Xalid Begê Cibranî, Sêx Seîd ji bo serokatiya Qomîteya Îstîqlala Kurdistan tê hilbijartin.

Bi hilbijartina Sêx Seîd re, qomîte biryara serhildanekê giştî û rizgarkirina girtiya ji zindanên Tirka distîne. Hêj Xalid Begê Cibranî nehatî girtin, kurê Sêx Seîd yê binavê Elî Riza ji bo rêxistinkirina serhildanê çûyibû Helebê. Kongreya kû li Helebê kombûyî de, kesayetiyên Kurd yên ji Tirkiye, Sûrye û Iraqê beşdar bibûn. Di kongrê de rewşa Bakûrê Kurdistanê bi giştî hatibû destgirtin. Di kongrê de weke dîroka despêkirina serhildanê jî 21’ê Adarê (roja Newrozê) hatibû destnîşankirin.

Sêx Seîd hewildanên xwe yên ji bo tevlî serhildanê kirina hêjmarekê mezin axa û begên Kurd zêde û fireh kir. Bi vê armancê bi Kurdên Elewî yên li herêma Dêrsimê re jî peywendî pêkanîbûn. Ev hevdîtinên kû bi Seyîd Riza û serokeşîrên Kurd re hatîn pêkanîn kû rewşenbîrên weke Elî Şêr û Dr. Nûrî Dêrsimî jî beşdar bibûn, encamekê erênî dernaxe holê. Di vê de nakokiyên meshebî yên di nava Kurdan de û xirabiyên Kurdên Sunî yên di pêvajoya Alayên Hemîdiyê de çêbûyîn, bandora xwe dabû nîşakirin. Kurdên herêma Dêrsimê soza ji paşve lênexistina serhildanê dabûn. Lê destekekê zêde ji serhildanê re çênekiribûn.

Despêkirina Serhildanê

Coş û xurûşa amedekariyên serhildanekê berfireh, di nava navçe û bajarên Kurdan de her kû diçû zêde dibû. Sêx Seîd hêja jî ger û seredanên xwe didomandin. Li hemû gund û bajaran bi awayekê keyfxweş û bi rêzdarî dihat pêşwazîkirin. Bi sedan şervanên Kurd beşdarî hêzên wî dibûn. Sêx Seîd dawiya çileya 1925’ê de bi arîkarên xwe ve navçeyên Dêrahênê, Lice û Hanî ziyaret dike.

Şêx Seîd 5’ê Sibatê bi komek serokeşîr û bi sedan leşkerên xwe ve hat gundê Pîrana serbi navçeya Erxeni yê. Li vê derê li mala birayê xwe Şêx Evdirehîm bicihbû.

Di meşandina van amedekariyên serhildanê de, dewleta Tirki jî li gorî xwe tedbîrên xwe yên ewlekariy girtibûn. Ji destpêka amedekariyên serhildanê heya wê demê, bi arîkariya ajanekê binavê Qasimê Cibranî dewleta Tirk rojane agahî digirtin. Qasim ji fermandarekê Alayên Hemîdiyê bû û hevlingê Sêx Seîde.

Hêj amedekarî temam nebûyîn, mudaxeleyê amedekariya hat kirin. Bi vê armancê komekê leşkerên Tirk heman şevê çûn mala birayê Şêx Seîd kû Şêx Seîd bi xwe jî li wê derê bû. Fermandarê leşkeran deh kesên Kurd kû li wî gundî bûn, ji wan xwestin. Lê Şêx Seîd ev daxwaza leşkerên Tirk red kir. Li ser vê çendê, di navbera wan de şer derket. Leşkerek hat kuştin yên din jî dîl hatin girtin. Ev bûyera kû 8’ê Sibata 1925’ê despêkirî derbe li pilana serhildanê dide.

Birayê Şêx Seîd, Şêx Tahir dema vê bûyera li Pîranê qewimiyî dibihîse, di 10’ê Sibatê de li gundê Serdî, li ser postexaneya Lîceyê de digre û dest datîne li ser tiştên heyî. Bi 200 leşkerên Kurd ve 11’ê Sibatê tê cem Şêx Seîd û belge û pereyên bi destxistî radest dike. Ev bûyerên qewimiyîn, dibûn despêka serhildanekê bê wext û nû li dijî dagirkerên Tirk.

Hêjmara serhildêrên Kurd yên dibin pêşengtiya Şêx Seîd de, hêj despêkê gihiştibû 10.000 kesî. Serhildêrên Kurd 14’ê Sibatê bajarê Gêncê dagir kirin. Parêzger û karbidestên Tirk dîl hatin girtin. Li şûna parêzgerên Tirk yekê Kurd bi cih kir. Bi îmzeya Şêx Seîd yasayekê awerte hat derxistin. Li gorî vê yasayê bajarê Gêncê weke paytexta demî ya Kurdistanê hat îlankirin. Serhildêra bi vê re biryarek jî weşandin. Rakirina bacên giran kû girseyên gel pir pê diêşiyan hat îlankirin. Serhildan di demekê kurt de li herêmekê berfireh belavbibû. 14 bajarên Kurdistanê ketibûn dibin pêla serhildanê de. Di herêmê de hêjmara gelê Kurd pir zêde bû. Li gel Kurda civakên Ereb, Ermenî, Çerkez û yên din jî piranî tevlî serhildanên dibûn.

Pêşketina Serhildanê

Serhildana Şêx Seîd ew qas bi lez pêşketibû kû dewleta Tirk matmayî hêlabû. Tevayê tedbîrên ewlekariyê vale derketibûn. Di Sibata 1925’ê de piraniya Kurdistanîyan coşekê bilind ya azadiyê jiyan dikir. Serokeşîrê Eşîra Hesenan Xalid Beg di cih de bajarê Mûşê zeftkir. Hesen Begê ji eşîra Cibraniya Xinûs, Şêx Evdûla jî Warto bi destxistin. Piştî şerekê sivik Kîxi û Egil, Hênê, Lice, Pîran û Çepeqçûr hatibûn bidestxistin. Birayê Şex Seîd, Şêx Evdirehîm Maden bidestxist. Şêx Eyûb Çermûk dagirkir û hêzên xwe tevlî yên Şêx Evdirehîm kir. Bi hevre çûn li ser Erxeniyê. Herêmên Sîlwan, Bêşêrî ji Tirkan hatin standin. Piştî wê Melezgîrt û Bûlaniq hatin dagirkirin. Serhildan berbi Meletî ve fireh bû. Pûtûrge hat bidestxistin.

28’ê Sibatê Şêx Seîd baregeha xwe ya leşkerî kişand Palûyê. Di vî demî de qasî 20.000 leşkerên Şêx Seîd amede bûn. Rewşa şer ji vê baregehê dihat şopandin. Meş û serkeftina leşkerên Kurd xwezayî çêdibû. Girseyên Kurd bi hêviya rizgarbûna ji dagirkerên Tirk bi hemû derfetên xwe tevlî serhildanê dibin. Her cihê kû rizgar dibû, kom bi kom û bi coş tevlî hêzên Şêx Seîd dibûn. Ev meşên mijara gotinê ne bi awayekê sazûman pêkdihatin. Piranî hêzên girêdayî axa û Şêxên Kurd bûn. Bi vê bûneyê her carê tevger û hewildanên dihatin hêvîkirin, pêk­ne­di­ha­tin.

Piştî bajar û navçeyên li derdorê Amedê hatin dagirkirin, Şêx Seîd berê hêzê Kurd da Amedê. Amed ji aliyê leşkerên Tirk ve gelekê baş dihat parastin. Piştî şkandina berxwedana vî bajarê pîroz, wê serxwebûna Kurdistanê bihatiba îlankirin.

Şêx Seîd ji bo bajarê Amedê bê şer radestî hêzên Kurd bêkirin, peyamekê ji bo fer­mandarên bajêr yên Tirk dişîne. Ji ber kû ev peyam ji aliyê hêzên Tirk ve nehat pejirandin, Şêx Seîd di despêka meha Adarê de biryara êrîşa li ser Amedê stand. Li ser vê biryarê hêzên Kurd êrişê Amedê kirin. Hêzên Tirk bi çekên giran hemû rêyên ketina bajêr girtibûn. Di destê leşkerên Kurd de mawzer, çifte û di destê hinekan de jî kopal hebûn. Êrîşa kû di 11’ê Adarê de bi Deryê Mêrdînê re çêbûyî, rastî berxwedana hêzên Tirk hat. Di vî şerî de hêjmarekê zêde Kurd hatin kuştin. Yên din jî paşde vegeriyabûn. Destneketina bajarê Amedê bibû sedemê şkestina bawerî û gêwilê leşkerên Kurd. Ji ber vê sedemê Şêx Seîd fermana paş ve zivirînê dabû. Vê şkestinê bandora xwe li ser pêvajoyên din jî çêdikir. Ji vir pêde rewşa serhildanê her roja wêdetir xirabtir dibû.

 

Paşketin û Têkçûna Serhildanê

Piştî vê şkestinê leşkerên Tirk yên ji piraniya bajarên Kurdistan û Tirkiye hatîn komkirin, dibin fermandariya Îsmet Înonû de ji dû milan ve hêzên Kurd dorpêçkirin. Di milê bakûr de 40.000 di milê başûr de jî 30.000 leşker komkiribûn. Şêx Seîd di van mercan de hemû he­wil­da­nên xwe ji bo sazkirina peywendiyê di navbera rayedarên Kurd de û ji bo başkirina rewşa derketî holê bikar tîne. Lê tevayê xebatên heyîn nekarîn hêzên Kurdan li ser hev ve bînin.

Di vê navê de leşkerên Tirk yên berbi Amedê ve dimeşiyan, hêzên Kurda berbi geliyên Hênê ve dehf didan. Hêzên Şêx Evdirehîm yên li Erxeniyê derbe xwarîn jî, tevlî hêzên Şêx Seîd bûn. Hêzên serhildêr berbi Dêrahênê ve paşve kişiyan. Ji vir jî belavê gelek beşa bûn û di daristanên herêmê de xwe bi cihkirin. Şêx Seîd li gel serokeşîr û Şêxên serhildêr ji Dêrahênê derket. Roja 27’ê Adarê çû Çepeqçûrê. Li vê derê li benda hêzên din yên Kurd man.

Alozî û talanên li Elezîz û cihên din çêbûyîn, di navbera rêveberên Kurd de dibû sedemê nêrînên cûda. Di heman demê de hinek serokeşîrên herêma Elezîzê xwe dabûn aliyê hêzên Tirk. Ev û hinek hêzên din yên hatîn xapandin, paşve li hêzên Şêx Şerîf dabûn. Di encam de 1’ê Nîsana 1925’ê hêzên Kurd berbi Paloyê ve paşve kişiyan. Hêzên Tirk 6’ê Nîsanê ketin Çepeq­çûrê. Şêx Seîd li ser vê çendê bi 300 leşkeran ve berbi bajarê Solxanê ketin rê.

Xalid Begê Hesenanî, Elî Riza û birayên Xalid Begê Cibranî êrişek li ser Xinûsê pêkanîn. Lê di vê êrişê de serneketin. Li ser vê bûyerê berbi Îranê ve ketin rê. Di rê de rastî êrişa Eşîra Heyderan hatin. Xalid Begê Hesenanî û yên pêre, derbazî Îranê bûn. Di axa Îranê de vê carê rastî êrişa Îraniyan hatin. Di vî şerî de kurek yê Xalid Beg, yek yê Şêx Seîd û hinek din şehîd ketin. Xalid Beg û yên din çûn cem Simkoyê Şikakî.

Rêveberiya Enqere ji bo bi destxistina rêveberên serhildanê û têkbirina serhildanê serî li hemû rêya didan. Eşîrên tevlî şoreşê bûyîn bi pere, cezakirin û xapandinên din dikişandin aliyê xwe. Li milekê din di derbarê Şêx Seîd de nûçeyên derew yên weke “zelamê Inglîzaye” dida belavkirin. Bi vî awayî piraniya eşîran xwe ji rexê şoreşê dabûn aliyekê.

Hêzên Franse yên li Sûrye jî di vî şerî de arîkariya Tirka kirin. Leşkerên Tirk bi destûra fermandarên Fransiz bi xaka Sûrye re derbaz bûn û li paş serhildêran zivirîbûn. Bi vî awayî ew dabûn tengazkirin.

Di nava meha Nîsanê de, hêzên sereke yên serhildanê, di geliyên Gêncê de hatin dorpêçkirin û li wir derbekê giran xwarin. Rêveberên serhildanê bi xiyaneta Qasimê Cibranî li ser Pira Evdirehman ya li ser Çemê Mûrad’ê ketin destê leşkerên Tirk. Bi vî awayî Şêx Seîd, Şêx Evdila, Şêx Elî, Şêx Xalip, Reşîd Axa, Mihemed Axa, Teymûr Axa û 26 serhildêrên din ketin destê hêzên Tirk. Komên serhildêr yên bê pêşeng mayîn di Çiyayê Şerefdînê de xwe bi cihkirin. Ev koma serhildêra jî li vê derê hatin dorpêçkirin û belav bûn.

Rayedarên Tirk piştî kû serhildan têkbirin, li dijî rêveber û rewşenbîrên Kurd dest bi girtinên giştî kirin. 13’ê Nîsana 1925’ê rêveberê Cemiyeta Îstîqlala Kurdistanê Seyîd Ebdûlqadir, kurê wî Seyî Mihemed û çend kesên din girtin. 27’ê Gulana 1925’ê Seyîd Ebdûlqadir, kurê wî, Kemal Fewzî û hinek kesên din ji ber kû beşdarî sehildanê bûne hatin dardekirin. Li ber sêdarê jî Seyîd Ebdûlqadir û hevalên xwe bi dirûşmên “Bijî Azadiya Kurdistan, bijî Gelê Kurd û wkd...” diçûn ser dilovaniya xwe.

Di Gulana 1925’ê de li dijî Şêx Seîd û hevalên wî darezandinekê kû mehekê ajotî destpêkir. Dadgehên Îstîqlal yên Amedê, 29’ê Hezîranê di serîde Şêx Seîd li dijî 47 kesan cezayê dardekirinê birî. Cezayê dardekirinê roja paştir hat pêkanîn.

Serokê serhildanê Şêx Seîd li ber sêdarê wiha digot: “Jiyana min ya xwezayî bi dawî dibe. Me jiyana xwe qurbana jiyan gelê xwe kir. Ez ji vê tû caran ne poşmanim. Ji ber kû li hember dijminên me wê neviyên me ji xwe şerm nekin, ez gelekê bextewerim.”

Piştî serhildanê, dewleta Tirk dest bi girtina Kurda kir. Bi hezaran Kurd hatin kuştin. Bi deh hezaran hatin sergomkirin. Piraniya gundên li herêma serhildanê hatin şewitandin û heyînên wan hatin talankirin.

Bi têkçûna serhildanê re kiryarên dewleta Tirk yên di herêmê de pêkhatîn, nivîskarê Rojavayî Armstrong bi vî awayî dinivîsand: “Kurdistan bi agir û Singoyan hat xirakirin. Zelam bi êşkenceyên giran re derbazbûn û hatin kuştin. Gund hatin şewitandin, zevî dan ber agir. Jin û zarok hatin revandin û kuştin. Tirka dema Kurd dikuştin, di hêla têhnîbûna xwînê de û di xedariyê de ji bab û kalên xwe yên dema Sirp, Yewnan û Ermenî qetil dikirin, qet şûnde neman. Ji her temenî Kurd bi biryarên lezgînî yên dadgehên leşkerî dihatin dardekirin. Diçûn sergomê û dihatin zindankirin”.