Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Em weke Tevgera PKK’ê tevgereke Rêbertiyê ne. Di heman demê de em tevgereke ji siftê destpêkiriye û pêşketiye ne. Şoreşa me bi şerê berxwedanê pêşketiye, şoreşeke tekoşîna wê ya berxwedanê heye. Bi giştî şoreşeke ji bo mêtingeriya komkujer bide sekinandin, civaka hatiye tune hesibandin û înkar kirin ava bike û azadiya wê bi dest bixîne. Ji lewra tekoşîneke dijwar e. Tekoşîneke mirovatiyê ye. Tekoşîneke hebûn û azadiyê ye. Ji vî alî de tevgereke şoreşe ya ji sifrê destpêkiriye û bi gavên cûr be cûr pêşketiye. Weke mînak zayina ji sifrê ya Rêbertiyekê heye. Avakirina xeta polîtîk, bername ya teorîk heye. Teoriya şoreşgerî, teoriya şoreşê, afirandina bernameya şoreşê, derxistina holê ya îdeolojiya wê, felsefe ya wê heye. Cardin weke mînak partîbûyîna vê xetê, afirandina kodroyên mîlîtan ê pêşeng ku vê xetê derbasî jiyanê bikin û rêxistina pêşeng a ji van kadroyan pêk tê, avakirina rêxistina partiyê. Cardin pîvanên berxwedanê ya xeta siyasî, îdeolojîk a vê xetê heye. Ev hemû konaxên pêşketinê yên cûda yê vê tekoşînê îfade dike. Ev tevgera berxwedanê ya Rêbertiyê, ku li dijî komkujiyê tekoşîna hebûn û azadiyê ye, konaxên cûda yên pêşketina vê tevgerê dide me.  Di pêşketina van konaxan de bûyerên diyarker hene. Kesayetên nûneriya van konaxan dikin hene. Kesayet û bûyerên mohra xwe li pêşketinên van konaxên bingehîn ên şoreşgerî xistine hene. Ev taybetmendî û pîvanê van konaxa derdixîne holê. Ji xwe em zayîna Rêbertiyê dizanin. Em tevgereke ku Rêber Apo ji sifrê destpêkiriye û pêşxisti ye ne. Diyarbûyina xeta îdeolojîk û siyasî, veguherandina wê ya partiyê de roleke diyarke ya kesayeta Heqî Qarer heye. Rêber Apo ev got, ‘ PKK tevgereke ji bo bîranîna Heqî Qarer hatiye rêxistin kirin. Got, ji bo bîranîna Heqî Qarer partîbûyîn. Partî ji ber vê dibe partiya şehîdan. Dibe partîbûyina bîranînekê. Weke mînak, xeta îdeolojîk, siyasî ya vê partiyê îfade dike, xeta berxwedanê ji ku hat? Ji girtîgehan derket. Li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê tekoşîna berxwedanê ya li girtîgeha Amedê ev xeta berxwedanê dide. Kî nûneriya vê dike; Mazlûm Dogan, Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalê din ê şehît ketine. Van a nûneriya xeta berxwedanê kirin. Çi derxistin holê? Bi dil û meji yê xwe li dijî her cûre, zilm, înkar û faşîzmê li berxwedan û nîşan dan ku hêza binxistina wê heye û ev mumkun e. Xeta berxwedanê ya fedaî afirandin. Xeta berxwedanê ya girtîgehê, xeta berxwedana fedaî bû û ev derxist holê; ev xeta Rêbertiyê û tevgera partîyê ya ev derbasî pratîkê kir, tenê bi xeta berxwedanê ya fedaî mirov dikare derbasî jiyanê bike. Ev xeta berxwedanê ya fedaî bi 15’ê Tebaxa 1984’an li çiyê veguherandina gerîla heye. Anîna xeta berxwedanê ya gerîla, gihandina taktîkekê, yanî gihandina xeteke çalakiyê heye. Kî nûneriya vê dike? Kesayeta Mahsûn Korkmaz nûneriya vê dike. Rêxistinkirina gerîla ya ji 1980 û şûn ve, ji 1983 û şûn ve jî bi gavên pratîk pêşxistina wê de, amadekirin û pêkanîna tevgera şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an û di berdewam kirina wê de li herî pêş xeta mîlîtan û fermandar Rêheval Egîd nûneriya wê kir. Ji lewra xeta gerîla afirand. Heyameke nû derxist holê. Ev heyam ku dema gerîla bûyinê, di tekoşîna gerîla de tekoşîna partîbûyinê, Rêber Apo ji bo vê got: Di rizgariya netewî de partîbûyin. Ji lewra hemû pîvan û taybetmendiya gerîla kesayeta Egît diyar kir. Gerîla jî çawa ku partî ji bo bîranîna Heqî Qarer hate rêxistin kirin, gerîla jî ji bo bîranîna Mahsûm Korkmaz hate rêxistin kirin. Rêber Apo di kongreya 3. de damezrandin û meşandina  artêşa gerîla weke rêxistinkirina bîranîna Mahsûn Korkmaz bi nav kir û hate rêxistin kirin û heta roja me  bu saziyeke bingehîn, rêxistineke bingehîn a tekoşîna berxwedanê dimeşîne. Veguherî artêşeke gerîla. Hemû pîvan û taybetmendiyê xeta tekoşînê ya vê artêşê kesayat a Mahsûn Korkmaz nûnerî jê re kir. Afirandina heyameke wusa, pîvan û taybetmendî dana wê, di asta yekemîn de pêşengî jê re dikir. Di şoreşa me ya berxwedanê, di şoreşa me ya azadiyê de cihê wî, rola wî ev e. Dayina taybetmendî û pîvanê ya ji bo pêvajoya berxwedaneke bi vî rengî, ji ber fermandarekî pêşeng bû.

Di vê mijarê de nîqaş û nîrxandinên girîng hate kirin. Herî zêde jî Rêber Apo kir. Pişt re jî tevgera gerîla, li dibistanê gerîla de van nîqaşên bingehîn têne kirin. Çima dike? Xeta fermandar a gerîla çiye, nûneriya fermandar û şervan bi pîvanê xwe çawa ye, ji bo van eşkere bike. Ji lewra li gorî vê xetê gerîla pêşxistin, hemû hêzê gerîla li gorî pêwistiyê vê xetê perwerdekirin û rêxistin kirinê ev tê kirin. Ji aliyê din ji xwe hin nêzîkatiyên şaş ê li ser vê xetê tê ferzkirin hene. Bê îddîa, bê vîn, paş de dixîne, pasîfîze dike, bi van nêzîkatiyan çetetiyê dike, ji xetê qut dike, ji lewra xetên, pîvanên fermandar û şervan ji rê derdixîne hene. Ev jî weke nêzîkatiya çeteyên çaran, nizanim weke çeteyên gelek cûda yên çeteyên hevkar derketin holê. Niha li gel van xetan ve xeta rast a gerîla, fermandariyê van xetan temsîl dikin û fermandariyê ji bo gerîla di xeta Apocîtiyê de veguherînin, û ji xwe ji bo van nêzîkatiyan ji hev cûda bikin û muqayese bikin ev nîqaş hatin kirin. Xeta fermandariyê ya Rêheval Mahsun Korkmaz nûneriya wê dikir herdem hate nîrxandin. Rêber Apo ev got “ew kesayeta xeta îdeolojî û polîtîk ya partiya me di xeta leşkerî de temsîl dikir, yê ew derbasî pratîkê kir, yên pêvan û taybetmendiyê wê jiyandikir, dida jiyankirin, ji lewra kesayetê nûneriya pîvanên gerîla dikir û ew kesayeta pîvanên  pêşeng ê gerîla temsîl dikir bû. Pîvanên fermandar, taybetmendiyê fermandar ê Rêheval Mahsun Korkmaz wusa derket hole. Bi rastî jî pîvanên mîlîtan ên partiyê bê kêmasî di kesayet a xwe de temsîl dikir. Taybetmendiye wî yê pir bi nîrx hebûn. Di aliyê fîzîkî de hezekî wî ya mezin nebû. Aliyê wî yê ji herkesî hêztir, aliyê wî yê fizîkî an jî derfetên wî yê maddî ne mijara gotinê bû. Lê di wî laşê wî yê biçûk de dilekî pir mezin hebû. Cardin di mejiyê wî de vîn û baweriyeke bêhempa dihewand. Mejî û dilê xwe ji bo gelê kurd, mirovên kurd, azadiyê Kurdistanê ve girêda bû û bi wan re bibû yek, di vê wateyê de rastiyeke wî ya kesayeta xwe bi gel û welat kiribû yek. Di vê astê de bi rastî jî kesayeteke pir rêzdar, pir dilniz bû. Pir durust û dilsoz bû. Têkiliyê wî yê bi mirovan pir bi pîvan û haydar bû. Pir perwerde dikir, rê nîşan dida. Him difikirî, him afirîner bû him jî pêk tianî. Di kesayeta Egîd de di pîvanên wî yê fermandariyê de peyvên vala nebû. Ji bo çep û rastê ferman dayîn nebû. Karekî ku wî nikarî bû bikira ji tu kesî re nedigot bike. Tiştê êwîst be bê kirin, biryar digirt û ji bo li gorî pêwistiyê wê pêk were, berî hemû kesî li herî pêş tevlê dibû. Him bi xwe kiriye, him jî ji bo kesên din wezîfeyê xwe pêk bîne alîkarî dida, piştgirî dida. Fermandariya wî wusa bû. Egît di fermandariya xwe de him fermandarî him jî şervantî dikir. Bi qasî her şervanî şervanê çalakî û jiyana gerîla bû. Lê ji herkesî zêdetir jî ji bo herkesê di yekîneyê de kesên vî karî bike alîkarî dikir, piştgirî dida, hêz dida, rêxistin dikir, pêşengtî dikir. Di fermandariya wî de wusa kedeke mezin hebû, hewldan hebû. Pêşengtî hebû. Karê giran digirt ser xwe. Di hemû jiyana xwe de wusa bû. Him şervantî kir, him jî fermandarî. Ji lewra him bû nefer him jî pêşeng. Him bû mîlîtanê partiyê him jî fermandarê gerîla. Vana hemû di kesayetekê de bi awayekî xurt gihand hev û dû. Van hemû pîvan û taybetmendiya, di nava tekoşîna pratîk de xwe perwerde kir û bi gelek aliyan xwe pêş xist. Li ser vê bingehê girêdana wî bi welat ve pir xurt bû, girêdana wî ya gel pir xurt bû. Baweriya wî ya azadî û demokrasiyê pir xurt bû. Girêdana wî ya van taybetmendiya hemû temsîl dike, ji rastiya Serokatiyê re, girêdana wî ya xeta Rêbertiyê pir xurt bû. Kesayeta wî bi wan taybetmendiya hemûyan hatibû hûnandin, xwe bi wan re kiribû yek. Ji bilî wan kesayeteke wî nemabû. Bi xeta Rêbertiyê, bi rastiya gel, bi rastiya welat, armanca azadî û demokrasiyê bi hişmendî, nêzîkatî di ruh û dilê kesayeta Egît ve bibû yek. Ji lewra her tişt bi hundirê wî dihat, ji dil dikir. Her gotinê xwe jê bawer dikir û digot, her karî jê bawer dikir û pêk tianî, bi xwestek dikir, difikirî û dikir. Ji lewra gotinê herî xweş digot. Biryara herî rast dida. Xebata herî bi bandor, herî serkeftî dikir. Her cîhê diçû serkeftin bidest dixist. Li her cîhê lê bû gotina wî dihat gohdarkirin. Dihat hezkirin. Ew wusa ne fermandarekî bi raye, hatibû wezîfedar kirin. Bi ked a xwe, bi pêşengtiya xwe, bi xwezayî ji hêla yên gel wî dihat hilbijartin, fermandarekî dihat pejirandin. Rêbereke xwezayî bû, fermandarekî xwezayî bû. Mîsoger pîvanên wî yê fermandariyê wusa bû. Pîvanê vê fermandariyê li Kurdistanê afirand. Fermandarbûyîna xeta Rêbertiyê vê pêwîst dibîne. Van hemû pîvan û taybetmendiyê vê fermandariyê kesayea Mahsun Korkmaz derxist holê û danî pêşiya ciwanê kurd. Danî pêşiya gerîla yê kurd. Bû fermandarê damezrîner ê gerîla yê kurd. Heta niha hemû tevgera gerîla,  di fermandariya Mahsun Korkmaz,  ji bo bîranîna wî di xeta wî rêxistin dibe, dimeşe, tekoşîn dide, heta roja me ya îro di xeta nebinkeftinê de li berxwedide û bûye tevgereke gerîla ya bûye mîsogeriya serfiraziyê. Wê bi vî rengî jî berdewam bike.

Hevalê Egîd bêberjewendî,  bêhesabên şexsî bi giştî ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê kurd, ji bo azadkirina Kurdistanê li ser esasê xwe dayinê tevlêbû. Bi wêrekî û fedakariyeke mezin tevlêbû. Ji destpêka tevlêbûnê û şûn ve di nava tekoşîna herî hişk û dijwar cîh girt. Her dem di nava refê pêşîn de cîhê xwe girt, di nava şer de bû. Bi karê herî zehmet ê şoreşê ve mijûl bû. Bi karê wêrekî û fedakarî dixwest re mijûl dibû. Li Êlihê ev kir, li Sêwrekê ev kir. Li Lubnan û Fîlîstînê wusa xebitî, xwe amadekir. Cardin li herêma Êlihê ji bo amadekirina gerîla rol a xwe lîst, piştre di 82-83’ande ji bo atirs, xof, bêvînî, bêîddîabûn herî zêde tê jiyîn, heyameke ku miromadekirinên pratîk ên gerîla, bi helavê Mehmet Karasungur ve pêşengtî kir. Xebatê amadekariyê meşand. Çalakiya Dihê (Erûh) ya pengava 15’ê Tebaxa 1984’ande hat eli darxistin, fermandariya wê kir. Her dem di xeta gerîla de bû, di xeta berxwedanê de bû. Di xeta aktîf a xeta tekoşînê de bû. Vê gihand gerîlabûyinê, ji bo avêtina gule ya destpêkê pêşekngtî kir. Bû fermandarê gule ya destpêkê avêt. Piştre jî ji bol i dijî hemû êrîşên şerê taybet ê faşîst  û paşverû ji bo gerîla berdewam bike israr kir, pêşengtî kir. Li dijî hemû lawazî û kêmasî ji bo xeta gerîla berdewam bike, were rêxistinkirin, heta dawî bi israr bû, bi rik bû, berxwedêr bû. Di 84’an, 85’an û heta Newroza 86’an wusa meşiya. Di Newroza 1986’ande pêşengtiya berxwedanê kir û cardin di pêvajoya pîrozbahiyên Newrozê de di pevçûneke ketê de di 28’ê Adara 1986’ande li Gabarê şehîd ket. Heta wê demê herdem bi lehengî tevlî tekoşînê bû, bi lehengî meşiya, bi lehengî şer kir û şehîd ket. Ji lewra tevgera me vê rojê weke qehremaniya netewî pejirand, bi nav kir. Gelê kurd jî vê wusa dipejirîne. Navbera 21’ê Adarê û 28’ê Adarê weke hefteya qehremaniya netewî pejirand. Hefteya di navbera şahadeta Mazlûm Dogan heta şahadeta Mahsûn Korkmaz de weke pêvajoya qehremaniya netewî binav kir. Rêber Apo, Hevalê Egîd weke remza (sembol) lehengiya netewî binav kir. Çima weke remza lehengiya netewî binav kir? Ji ber ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî dema li ser bingehê berxwedana gerîla weke dema lehengiya netewî binav kir. Got ev dema lehengiya gel e. Di dîroka hemû gelan de heyamên dîrokî hene. Çine van heyamên lehengiyê? Di heyameke taritî herî zêdeye, ronahiya serkeftin û serfiraziyê herî kêm tê dîtin, dema zilm herî tariye, zext, vên civakê nikarin xwe azad temsîl bikin û bijîn, berowajî vê li dijî van hemûyan heyameke tekoşînê ya gel xwe azad, demokratîk temsîl bike, bi vîna xwe jiyan bikeye. Gel bi van hene. Ji xwe wusa dibin gel. Di demên wusa de, gelên di bin zextê de karibin pêngavên pêşketinên berxwedanê  bikin pêşdikevin. Dibin gel. Lê ev ji xwe wusa bi pîvanên asayî nabe. Bi pîvanên asayî nabe. Wêrekiyeke mezin dixwaze, fedakarî dixwaze. Vaye ji van heyaman re dibêjin heyamên lehengtiyê. Adeta van lehengan gelan diafirînin. Helbet lehengan jî gel diafirînin. Ji nav a xwe derdixînin. Vaye 12’ê îlonê di heyama di bin derbeya leşkerî ya faşîst de dema xwe ya herî tarî jiyandike. Zilma di girtîgeha Amedê tê zanîn. Zilma li derve tê zanîn. Cuntaya di pêşengtiya Kenan Evren de li Kurdistanê çiqas komkujiyên qirêj kirine bîlançoya wê hîn jî nayê eşkerekirin. Dewlet ji vê ditirse. Wê ev ruyê dewletê yê qirêj derkeve holê û dewleteke çiqas zalime, dewleteke reşkujer e wê were dîtin. Ji ber wê niha dernaxînin holê. Vaye heyameke wusa bû. Mirov di nava tirsê de bûn.  Gel hatibû tepisandin. Rêxistin hatibûn belavkirin, xistibûn girtîgeha û li wir li ser wan îtirafkarî dihat ferzkirin, bi îşkenca dixwestin teslîm bigrin û dixwestin tune bikin. Li derve zilma leşkerî, zilma polîsan di asta herî jor bû û gel xistibûn bi zexteke ku êdî hêza xwe  ya berxwedanê wunda kiribû. Li ser civakê ev ferz kiribûn, dixwestin van bi wan bidin kirin. Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî vê pêşket. Destpêkê berxwedana girtîgehê ya mezin pêşket, bi vê serkeftineke mezin a îdeolojik hate bidestxistin. Lê ya serkeftina îdeolojîk ya leşkerî û siyasî temsîl dikir pêngava 15’ê Tebaxê bû. Tekoşîna li ser bingehê pêngava 15’ê Tebaxê pêşket vaye li dijî heyama herî tarî ya dîrokê, bû heyama lehengi yê ya gel. Heyama lehengiyê ya gelê kurd, heyama berxwedanê ya li dijî rejima leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê ye. Di vê berxwedanê de 15’ê Tebaxê bi pêngava xwe ya şoreşgerî tê temsîl kirin. Ev pengav, pengava lehengiya netewî ya gelê kurd e. Pêşengê, nûnerê vê pengavê jî Rêheval Mahsun Korkmaz e. Ji lewra ev dibe remza pengava lehengiyê. Yên vê pengava lehengiyê temsîl dike, hemû şehîd li pey şopa wî dimeşin, did fermandariya wî de meşiyan û şehîd ketin, dibe fermandarê wê yê mezin. Rêber Apo ji vê re got, “şehîdên şehîda”. Ji lewra ev şehîdên heyama lehengiyê di kesayet a xwe de temsîl dike, ji bo vê bû lehengê netewî. Lehengiya netewî bi wêrekî û fedakariyeke mezin a tu kesî di wê astê de bi wêrekî û fedakarî, bi serfirazî nikarîbû bimeşe, di demek wusa de bi pêkanîna vê meşê afirand. Dayina navê lehengê netewî, bi berxwedanî tekoşîn kirin û heta nefesa xwe ya dawî temsîlkirina xeta berxwedaniyê lehengtiya wî ya netewî afirand. Lehengtiya netewî derxist holê, nûnertiya wê kir. Ji lewra rastiyeke derket holê, hate afirandin, destpêkê partiyê, piştre jî gel dayê. Pejirand. Mafê wî dayê. Bi vî awayî weke lehengê netewî yê gelê kurd di dîrokê de cîhê xwe girt.

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Dûran Kalka