Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Bê guman em mîrasê ARGK ê di ber çavan re derbas dikin. Di vê berxwedana ARGK ê de gelek tiştên pîroz hene. Gelek destanên berxwedanê û serboriyên (tecrubeyên) ku mirov ji ARGK ê bigrin hene.  Lê belê sitratîjiya ku ARGK ê pê şerdike, duktorîna şer ya ARGK ê pê şerdikir û nêrîna ARGK ê û HPG ê ji şer re cuda ye. Pêwîste mirov vê bibînê. Lê belê di her tiştî de ji hevdû qutkirin, di milê derûnî(manewî) de siqet e. Lê belê di bin navê derûnî û wê berxwedanê de xwe veşartin, ne qebûlkirina guhartinê, di tarzê berê de israrkirin, biqasî feraseta yekemîn xeteriya wê heye. Emê ji wî mîrasî re rêzdarbin, emê feyde ji wan serboriyan bibînin û ew berxwedan wê bibe finda ronakbûna riya me. Lê belê di aliyê felsefîk, nêrîn, armanc û piradîgma de pêwîste em xwe bugherînin û guhartinê qebûlbikin. Di vê de seqetî derdikevê holê û di xwe de israrkirin derdikeve holê. Ji dubarekirina tiştê berê kevnarbûn dertê holê. Di nêrîna felsefîk de mirovekî ku tiştê berê nehilweşîne, nikarê tiştê nû avabike. Rê û rêbazên berê mehkûm neke wê nikarbe yê nû bixe rojevê. Di  kwantûmê de tê gotin: ji bona ku tu li gorî felsefa kwantûmê jiyanbike, pêwîste hemû rastiyên sexte yên ku, nû têne dîtin û qebûlkirin, mirov redbike û wan rastiyan wek rastî nebîne. Ev tê wateya ku mirov nezaniya xwe qebûlbike heta ku mirov tiştên nû qebûlbike. Rastiyên siqet nasbike, li gorî wê xwe zanebibînê û xwe bipejirîne, hem jî bêjê ez tiştên nû dizanim, ne gengaze(mumkine) ku guhartinê çêbike. Yekî ku qet nizanbe deh tiliyên daktîlo bikarbîne, di hefteyekê de fêrdibe. Lê belê yê ku bi du tiliyan bizanibe du heyîvan  nikare deh tiliyan bikarbîne. Ji ber ku her çiqasî bixwaze bi deh tiliyan binivîse, wê her du tiliyên wî yên berê li pêşiya wî bibin asteng! Li ser vî esasî hêceta(hicet) guherînê ya felsefîk pêwîste heval xwe tê de iqnabikin. Tiştên berê yên kevnar (kilasîk), yên ku şer di asta pîrozbûyînê de derdixe û dike asta gunehbariyê de, pêwîste mirov rexnebike û li şûna wê  li gorî piradîgma nû nêzîkbibe. Bê guman hêcetên vê guhertinê yên cuda jî hene. Hêcetên me yên siyasî û hiqûqî jî hene. Îro em bi cîhanekê re şerdikin. Tenê em serê  xwe têxin berxwe şerbikin û haya me ji tiştekî nebe, wiha jî nabe. Li ser vî esasî li gorî  rewşên siyasî û hiqûqî pêwîste em şiyarbin û hesas nêzîkbibin. Dibe ku heval bêjin ev hiqûq ya lîbralîzmê ye û Kurdistan înkarkiriye, ev raste. Lê belê nirxên hiqûqî û demokrasî yên ku derketine holê bi berxwedana gelên bindest çêbûye. Gava em van rewşan ji xwe re esas bigrin nayê wateya ku em bi van zagonên Imperyalîstan bawerdikin. Em li hemberî têkoşîna bi hezaran mirovên bindest yên ji bo nirxên mirovahî û demokrasiyê, li berxwedane, rêzdarin. Li ser vî bingehî parastina rewa, hiqûqî û zagoniye. Rewşên hiqûqî yên navnetewî esas digre.

Parastina rewa mafekî xwezayî ye û beşek ji parastina cewherî ye. Her zindiyek di xwezayê de mekanîzma wê ya parastina cewherî heye û yek ji şertên jiyanê ye. Her zindiyek ji bo ku di gerdûnê de jiyanbike pêwîste ji xwe re derfetên jiyanê çêbike. Ev rastiyekî xwezayê û gerdûnê ye. Ev bi fikrê Markîsîzm yê nakokî û yekbûna tiştên li dijî hev, Yan jî bi mentiqê Hîgel yê doz x dijî doz(tez x dijî tez) de ku hatiye destnîşankirin, fîzîka hemdem jî isbatdike ku hemû made di xwezayê de di hundirê têkiliyekê de ne. Di hundirê danûstandinê û bandorkirin û pertekirinê  (etkî û tepkî) de ne. Ji ber vê yekê tu zindî, ji xwezayê razber (soyut) nikare jiyanbike. Biqasî bandora ku çêdibe û pertek raberdike, bi vî rengî ji bo ku bikarbe aşîtiyekê avabike, pêwîste şensê xwe yê pertek dayînê hebe. Pêwîste mekanîzma xwe ya parastina cewherî hebe. Di hundirê madekê de gava hêza vekêşandinê(çekîmê) di navbera notron û piroton û dendikan de hêzeke vekêşandinê heye. Ew hêza vekêşandinê nebe, ew made wê belavbibe. Ji ber ku hêzeke wê ya vekêşandinê di navbera dendikê û pirotonan de heye. Bi qasî hêza vekêşandinê ya pirotonan, bi qasî wê hêzeka eliktronan ya pertekdayînê heye.  Ev jî nasname û berxwedanê dide madê. Hejmarekî wê nasnamê dide xuyakirin.  Bi qasî hêza vekêşandinê, pertek û parastina cewherî hebe, ew made xwe li hemberî madên dîtir diparêze. Cihê ku ev made lê qelsbû, madeyeke eliktronê wê ji xwe re birevîne û nasnama madeya dîtir diguherîne. Ji bo giyayekî, dewarekî û însanekî jî ev rastî wehaye. Heta di asta şaneyan (hucre) de jî  ev heye. Di xwîna însan de kopê sor û sipî hene, yên sor wezîfa wan kedîkirine û yên sipî jî wezîfa wan parastine. Li hemberî her mîkrobekî û nesaxiyekî ku êrîşî ser laş bike,  Jehrê dafirîne û wî mîkrobî bê bandor dike. Li hemberî wê dikevin parastinê . Li ser vî esasî her zindiyek ji bo jiyanbike pêdiviya xwe bi parastinê heye. Pîvana jiyankirina zindiyekî bi pîvana parastina wî ve girêdayî ye. Bi qasî şensê wî yê parastinê hebe ewqasî şensê wî yê jiyanê heye! Rêber APO vê rastiyê mîna ramangeriya gulê bi navdike. Striyê gulê, gulê bi  rêzbûn dike û dihêle ku gul xwe biparêze.  Ji bo avakirina civakeke exlaqî û siyasî, mekanîzma wê ya jiyanê ya parastinê, ango parastina cewherî heye. Ev bi rengekî felsefîk, biyolojîk û sosyolojîk jî weha ye. Ji bo gelê Kurdistanê azad bibe, pêwîste mekanîzmeke xwe ya parastina cewherî çêbike. Rêber APO dibêjê “ Ew civaka ku mekanîzma wê ya parastinê tunebe, civakeke kole ye û dîl hatiye girtin.” Civakek çiqasî hêza xwe ya parastinê hebe, ew qasî azad e. Hêceta şer û berxwedana parastina rewa û parastina cewherî di milê felsefîk û biyolojîk de weha ye. Li ser vî bingehî xwe tevger kirin pêwîste.

Parastina cewherî ya gelê Kurdistanê mirov dikare, di sê pileyan (katogeriya) de binirxîne. Ev rêxistina parastina rewa û parastina cewherî bi giraniya zora ku derdikeve pêş, bi wê ve girêdaye. Êrîşkirin li ser gelê Kurdistanê, di çi astî de be, parastina gelê Kurd jî wê di wê astê de be. Heger êrîşkirin li ser Kurdistanê bi artêşê be, wê gelê Kurd di asta artêşê de xwe biparêze. Heger êrîş di asta polîsan de be, wê gel di asta polîsan de xwe biparêze. Êrîş li ser ziman be wê bi ziman xwe biparêze. Êrîş li ser civakê be, civak wê xwe biparêze. Êrîş li ser jinê be wê jin xwe biparêze. Ji bo vê parastinê çi rêxistin pêwîst bike, bi asta êrîşan ve girêdayî ye. Rewşa Kurdistanê ya siyasî, civakî, aborî û ya leşkerî gava mirov binirxîne, pêwîstiya parastina rewa eşkere ye û zelal derdikeve holê. Parastina rewa tenê di milê leşkerî de nîne. Partî di vî alî de me rexnedike. Heval tenê hêlên wê yê leşkerî dinirxînin, hêlên wê yê siyasî, civakî û aborî ihmal dikin. Ji ber vê yekê siqetî derdikevin holê. Ji xetê derketin çêbûye. Şerekî derveyî xetê tê jiyankirin. Pêwîste parastina rewa di her milî de were fêhimkirin. Rêber APO rewşa Kurdistanê bi (dagirkirina leşkerî) bi navdike. Rêber APO navê wê dike qirkirina çandî û dagirkirina aborî. Heger qirkirina çandî tê çêkirin, pêwîste em xwedî li çanda xwe derkevin. Ev qirkirin bi rê û rêbazên şerê taybet tê meşandin. Li hemberî wê pêwîste saziyên parastina çandî di nava gelê me de werin avakirin. Saziyên ziman pêwîste werin avakirin. Bi qasî ku dijmin dibistan vekirine, gelê Kurd di bişaftin (asîmlasyon) û di qirkirina çandî re derbas dikin, pêwîste dibistanên Kurdan yên xwe perwerde kirinê hebin. Di aliyê aborî de dagirkerî heye, Kurdistan bi xêr û bereketa xwe tê talankirin, lewre mekanîzmên parastina Kurdan yên aborî pêwîste hebin. Rêber APO şûna wê (alternatîf) aboriya hevkar(koperatîv) pêşniyar dike. Li ser civaka Kurd çi êrîş heye, li hemberî wê gelê me wê xwe bi tevgerbike. Parastina xwe ya civakî wê çêbike. Wê ciwan û jinan bi tevgerbike. Lingekî parastinê ewe ku jin têkoşîna zayendî pêşbixe û ji bona nasnama xwe avabike bikeve hewildanan. Rêxistinên ji boyî parastinê pêwîst dikin, gereke avabike. Şûna çanda rizandinê û sinc xirakirinê ya nûjeniya(modernîta) kaptalîst, wê çanda komînal bide rûniştandin. Êrîşa polîsan li ser gelê me heye. Her roj mirovên me digrin û di işkencan re derbas dikin. Li hemberî vê êrîşê wê mekanîzmeke gel ya parastina cewherî hebe. Em vê di asta yekîneyên herêmî yên HPG ê de dinirxînin, ango yekîneyên HPG ê yên parastina cewherî, yên leşkerî. Heger êrêşa dijmin  leşkerî be, wê parastin jî leşkerî be. Bi qasî ku êrîş bi çek be wê parastin jî bi çek be. Heger êrîş ne leşkerî (sivîl) be, wê parastin jî ne leşkerî be. Di aliyê leşkerî de, wek di despêkê de min da xuyakirin, Kurdistan ji milê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. Rakirina vê dagirkirina leşkerî, her weha zordestiya artêşê li ser gelê Kurd û parastina gelê Kurd, pêwîst dike rêxistineke leşkerî di asta artêşê de hebe. Ew artêş jî, HPG ê ye. Li hemberî êrîşên çekdarî yên ku li ser gelê me têne kirin, bi parastineke çekdarî em wezîfedarin. Esas kûrbûn û lêhûrbûna me wê li ser vê be. Hem fêmkirina piradîgma û guhartina hişmendiyê û hilbijartina rê û rêbazên rast û guncav, wezîfeya me ye. Lê belê beşê dîtir jî pêwîste em ihmal nekin. Tevger di vî alî de rexnedike. Nêzîkbûnekî li ser bingehê leşkerî tenê heye. Ji ber vê yekê şerekî bi kontrol nayê meşandin, kişwerê siyasî nayê şopandin û hêlên wê yên hiqûqî li ber çavan nayê girtin. Rastiya gel nayê fêmkirin. Ji hemû parastinên dîtir razber(soyut) tê girtin. Ewqasî me xwe razber kiriye, lewre parastina ziman, çandî, civakî, aborî û leşkerî gelek caran me ihmal kiriye. Ji konfransa duyemîn û vir de yekîneyên parastina cewherî yên HPG ê di rojeva me de ne. Lê belê em dikarin bêjin ku hejmareke kêm ji hevalan bi vî karî re mijûl dibin û wezîfeya xwe dibînin. Rêxistinê yek wezîfe daye me, dibe ku ya herî hêsan be. Bila yekîneyeke me ya leşkerî hebe hemû fedayî be, pirsgirêka wan tunebe, ez jî wan bidim şerkirin. Lê belê ev beşek ji vê berxwedanê ye, pêwîste lêhûrbûn li ser vê jî were kirin. Parastin ne tenê parastina ku HPG ê dike. Tenê weke yekîneyekê di çiya de jiyankirin, ne parastin e. Parastina cewherî girêdayî me ye lê belê hîna heval wezîfeya xwe nabînin. Heta gelek heval biçûk jî dibînin. Navê wê şerê gelêrî ye, lê belê ev şer bê gel dibe. Me bi salan ev pêkanî, lê belê neçû serî. Li derdora navenda polîsan yên ewlekariyê (emniyet) 700000 leşkerê artêşa Tirka heye. Em dikarin di çiya de bi qasî wan  gêrîlla bi tevger bikin? Ne mumkine. Di her gundekî de şaneyek (hucrek) bihata çêkirin û di her bajarekî de yekîneyeke parastina cewherî hatibana çêkirin, wê hejmara wê du qat zêdetir bibana. Wan hevalan fêrbûnên (alişkanlik) ARGK ê yên berê girtine. Heval dibêjin “Gerilla li serê çiya ye, yê dîtir newêrek in û yê zayîf bila biçin karê cebhê.” Karê parastina cewherî biçûk dibînin. Xwe ji gel razber (soyut) kirine. Tevgerkirin û birêve birina gel karê xwe nabînin. Ew fêrbûnên berê hîna di HPG ê de berdewam dikin. Kesek ji me nikare vê înkarbike. Ev nêzîkbûn siqet in û di yek astî de ne. Hevalên KCK ê li ser stratîjiya parastina rewa perwerde dane hevalan. Ji ber hêlê wê yên siyasî û civakî vekirine heval matmayî mabûn û gotibûn me ti caran ev perwerde nedîtiye. Ev bi salan e heval li ser parastina rewa perwerdê dibînin. Me tenê nêrînek leşkerî dîtiye. Me tenê di bi berçavka xwe lê meyzekiriye. Hêlên wê yên parastina cewherî, gelîrî, civakî, hiqûqî û siyasî çiye, hevalan ji xwe re nekiriye xem. Min jî hevalên wê derê tewanbar kirin, min got “heval evqasî di nava HPG ê de ne çawa dibêjin me perwerda parastina rewa nedîtiye.” Lê belê rastî ewe. Tenê di hêlên HPG ê de nirxandin heye. Ji ber vê yekê gelek çalakiyên me zerar dane gel. Di piratîka sala 2010 an de gelek mînakê weha hene. Çend yekîne û tabûrên leşkerî li Amedê di wan çiya de wê çibikin? Serok APO dibêjê “ Tenê di Amedê de wê 5000 însan werin bi rêxistin kirin ji bo parastina cewherî.” Artêşeke dewletê di Amedê de ye, heger te du qereqol rakirin wê yên dîtir çibibin? Dikarîbûn bi qasî hejmara wan yekîneyên HPG ê zêdetir di nava gel de bidin bi rêxistin kirin. Di heman demê de li Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê jî weha ye.

Sê qonaxên şer yên esasî hene. Gelek heval van qonaxan mîna qonaxên şerê gelîrî yê demdirêj destnîşan dikin. Ev qonaxa neçalak (pasîf), çalakbûn (aktîf) bi hemî hêza xwe (topyekûn) heye. Ne weke şerê gelîrî yê demdirêj gav bi gav tu ji yekê derbasî ya dîtir dibe. Di parastina rewa de ne wisa ye. Ev bi pêşveçûnên siyasî û tundbûna zorê re, tê diyarkirin. Carna di hinek deman de tu ji parastina pasîf derbasî parastina bi hemî hêza xwe(topyekûn) dibe. Carna tu ji parastina çalak (aktîf) derbasî parastina neçalak (pasîf) dibe. Ji ber wisa parastina rewa ne tenê şerekî leşkerî ye. Di van milan de kêmasiyên me yên cidî hene. Hinek caran agirbest û pêvajoyên bêçalakiyê çêdibin, em hinegî derbasî parastina çalak (aktîf) dibin, lê belê em bi lezgînî derbas nabin, karê xwe nakin û hinek heval vê pêvajoyê napejirînin. Şer ji pêşveçûnên siyasî qutdikin.Ev biryara bê çalaktiyê ji encamê siyasî hatiye girtin, hevalên me dibêjin “Çima şer hatiye sekinandin?”Em van derbasbûnan  pir giran pêktînin. Ji ber ku em dogmatîk diramin. Siyaset di vê sedsalê de di hûrdem û demjimêran de tê guhertin. Hger tu dixwaze têkoşîn bike pêwîste tu nerm be û qabiliyeta te ya menawra hebe. Tişta tu di zemanê wê de neke nirxê  wê nîne. Çalakiya ku tu îro bike bi wate ye, lê belê heger tu sibe bike tu wateya wê nîne û wê zerar bide. Heval di vir de xwe  iqna nakin. Ji ber ku siyasetê naşopînin û ne xema wan e. Tenê li gorî mentiqê leşkerî ev çalakî serkeftiye yan  jî binkeftiye, xema hevalan eve. Çiqasî xizmeta siyasetê û şoreşê dike, ne xema hinek hevala ye. Hinek çalakiyên ku me kirîn dibe ku di milê leşkerî de bi serkeftî bin, lê belê di zemanekî şaş de hatine pêkanîn û cihê wê şaşe. Şûna ku em di milê siyasî de encam ji wan çalakiyan bigrin, hewildanên me vala derketine û zerar jî daye. Ji ber ku hevalan di hundirê xwe de nepejirandin, ji stratejiya parastina rewa re çi pêwîste pêknanîne. Em hêzeke leşkerî, navendî û hîrarşîk in, em nikarin bi rojan nûçeyan bigerînin. Partî vê weke siqetiyeka pratîk nabîne, lê belê weke  hişmendiyekê dibîne.karekterê vî şerî yê siyasî heye, tenê ne leşkerî ye. Duyemîn, ev şer mecbûre bi çavdêrî (kontrolî) were meşandin. Em pêvajoyê û siyasetê dikin hêcet ji bona bê çavdêriya xwe.

Li gorî pêşveçûnên siyasî û berjewendiyên rêxistinî wê HPG ê çalakî bike. Şûna ku em bêjin ji me nayê em şer biçavdêrî bikin, em bê displînin, em li gorî pêşveçûnên siyasî ne nerm in û em rexnedayîna xwe bidin, berovajiyê wê, em rêxistinê tewanbar dikin. Taybetiyên şerê parastina rewa, yê pêngav avêtinê heye. Rêxistin dibêjê “Di vê heyîvê de çalakî bikin” Em heyanî keşfê dikin, hevalan perwerde dikin û amadekariyê xwe dikin, ew heyîv xilasdibe. Heger  ji berê de amadekarî hebin, wê pêngav pir germ derbas bibe. Di sala 2004-2005 an de hevalan pêvajoyên wisa didan pêşiya me. Digotin: ji vê dîrokê heya vê dîrokê hûnê pêngavekî bikin. Rêxistinê tektîkên wisa didan meşandin. Lê belê me nikarîbû em pêkbînin. Hevalan di heyîvekê de amadekariyên çalakiyê dikirin û di heyîva dîtir de jî vala diman. Ya duyemîn jî bi hev re pêngav nayên kirin. Amed çalakî dike, lê belê Dêrsim çalakî nake. Yan jî Dêrsim dike, lê belê Botan bi şûnve dimîne. Ne em yekser hêza xwe dixin şer(topyekun) ne jî em li ser hevdû dikin. Ji ber vê yekê encam nayê girtin. Li ser  wêrekî û fedekartiya hevalan kesek nikare tiştekî bêje. Pêwîste em di her zemanî de xwe ji bo pêngava amadebikin. Pêwîste her dem amadekarî, lêhûrbûn, tedbîr û hêza afirandinê hebe. Li ser vî esasî pêwîste em ji piratîka sala 2010 an tecrubeyan derxin û di sala 2011 an de dest bi pêngavan bikin.