Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Hêzên me yên Parastiya Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de saet di 16.30’an de bi wesayîtên hewayî yên bêmirov li Girê Şehîd Bager a Çelêya Colemêrgê li hêzên dagirker daye.

Wesayîtên hewayî li hedefa xwe dane û çalakî serkeftî bi encam bûye. Hejmara dagirkerên li vir hatine cezakirin, nehatiye zelalkirin.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de di 16’ê Mijdarê de saet di 12.40’an de li Girê Şehîd Berxwedan a Xantûrê ya li Heftanînê bi sûîkastê li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

3. Artêşa Tirk a dagirker ya ku di 14’ê Mijdarê de li Qada Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û gundê Nêrwe ya Zapê operasyon dabû destpêkirin, qedemeyekê xwe vekişandiye. Tevgera dagirkeran a li qada Kinyanîşê hê jî berdewam e.

4. Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Mijdarê de saet di navbera 11.00-13.00’an de bi balefirên şer li dora Girê Şehîd Mûnzûr a qada Zapê de dan.

18’ê Mijdara 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê