Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Sibeha 14'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê ji qada Kinyanişê heta Dola Bîra dest bi operasyonê kir. Roja 14'ê Mijdarê saet di 02:30'î de qada Kinyanişê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ev operasyon 15'ê Mijdarê heta Qela Bêdewê û Girê Şehîd Mûnzûr hate berfirehkirin. Roja 15'ê Mijdarê saet di navbera 08:15-08:40'î de li qada Qela Bêdewê li dijî dagirkerên ku derketin operasyonê bi rêbaza sabotajê 3 caran çalakî hate kirin. Di encamê de 3 mayin bi dagirkeran hatin teqandin û gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.

Ev operasyona ku 14'ê Mijdarê dest pê kir hîn jî dewam dike.

2. Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî pêk anî. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

- 13'ê Mijdarê saet di 06:30'î de qada Tîpa T a herêma Zapê hate bombekirin.

- 13'ê Mijdarê saet di 09:00’î de qada Kunîşka ya herêma Zapê hate bombekirin.

- 13'ê Mijdarê saet di navbera 16:50-19:30'î de qadên Kozînê, Dola Şehîdan, Dola Bedranan, Geliyê Suredê û gundên Enzê, Bolê, Şêxan, Dêreşê û Bêtala yên Qendîlê hatin bombekirin.

- 13'ê Mijdarê saet di 17:30'î de qada Sinînê ya Xakurkê hate bombekirin.

- 14'ê Mijdarê saet di 15:00’î de qada Serê Metîna ya herêma Metîna û gundê Bazê yê heman herêmê saet di navbera 16:10 û 16:30'î de hatin bombekirin.

15’ê Mijdara 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê