Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hêzên me di çarçoveya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’ çalakî kirin û agahiyên li ser çalakiyan wiha ne;

1. 4’ê Mijdarê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li devera Deriyê Girana ya qada Govendê ya Herêma Avaşîn saet 06:25’an de ji du çalakî kirin. Baskê yekem ê çalakiyê 2 çeper kirin hedef û lêdan. Dagirkerên di her du çeperan de hatin cezakirin, çeper bi temamî hatin rûxandin.

Baskê duyemîn jî çeperên li derdor kirin hedef û lê dan. Di vê çalakiyê de gelek çeper hatin derbkirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, gelek jî hatin birîndarkirin. 2 çeper bi temamî hatin rûxandin û çeperên din jî hatin derbkirin.

Heman rojê saet 09:30’î artêşa Tirk leşkerên xwe yên hatin cezakirin û birîndar bûne bi helîkopteran ji qadê rakirin, qada çalakiyê û gundê Hermûşê bombe kirin.

2. Hêzên me 6’ê Mijardarê saet 09:30’î dagirkerên ku ewlekariya rêya di navbera Boxaza Girana û Girê Xwedê yê girêdayî devera Govendê ya Herêma Avaşîn şopandin û xistin kontrolê. Piştî demeke kin dagirkerên xistibûn bin kontrolê ji nêz ve çalakî li dijî wan hate kirin. Li vir bi zelalî 7 dagirker hatin cezakirin.

Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer li herêmê rûdaye. Di vê çalakiya bi dizî û bi xurtî li dijî dagirekeran hate kirin de hevrêya me Eylem a pêşengtiya vê dikir di şer de birîndar dibe. Hevrêya me ya birîndar Eylem ji qada çalakiyê tê dûrxistin, lê tevî hemû mudaxeleyan nayê rizgarkirin û şehîd dibe.

 

Nasnav: Eylem Dilxwaz

Nav û Paşnav: Songul Mûtlû

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayikê-Bav: Salîha – Sekvan

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Govendê / 6’ê Mijdara 2020

Eylem – Songul Mûtlû

Hevrêya me Eylem Dilxwaz ku li Nisêbînê ya Mêrdînê jidayik bûyî bi giyanê serhildanê ya Nisêbînê û bi çanda jinên berxwedêr a herêma Torê mezin bûye. Hîsên welatparêziyê ku ji zaroktiya xwe ve di dilê xwe de geş kirî bi hatina nav çiyayên azad ê Kurdistanê bi gerîlabûna PKK'ê berbiçav bûye. Di şexsê hevrêyê me Dilxwaz Kerboran de ku birayê wê bû û 2015'an di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de şehîd bûyî, her demê rastiya şehîdan a PKK'ê ji kûr ve jiyaye. Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo di şexsê xwe de berbiçav kiriye û bûye jineke azad a Kurd û fermandareke zîrek a YJA Starê. Hevrêya me Eylem ku li Qadên Parastinê yên Medyayê li eyaletên cuda fermandarî kirî, hem xwe û hem jî derdora xwe tim perwrede kiriye, geş kiriye û kiriye ku bi pêş ve bibin, bi vê têkiliya hevrêtiyê derdora lê jî xurt kiriye. Bûye şervaneke req ku ji xeta azadiya jinê û pîvanên milîtaniya Apoyî qet nehatî xwarê. Di îdeolojî û rêxistiniyê de req, di hevrêtiyê de dilnimz, di şervaniyê de wêrek, di fermandarî û şêwaza lêdanê de bûye profesyonel û bi van xasetên xwe bûye hevrê û fermandareke ku çavê mirov tim lê digeriyan.

Em hevrêya xwe Eylem bi rêzdarî bi bîr tînin ku bi bi meşa biryardar û îdîa bi ser dijmin de çûyî, fermandariya çalakiyên serkeftî bûye. Di serî de malbata hêja ya şehîda me, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz, em son dixwin ku bi giyanê çalakgeriya berz a hevrê Eylem têkoşînê geştir bikin.

3. Di hin nûçe û daxuyaniyan ku li ser hin organên medyayê hatiye parvekirin, tê gotin 4'ê Mijdara 2020'an di rûdanê de ya li nêzî gundê Bêbadê ya li ser Çemankê hêzên me êrîş birine. Nûçe û daxuyaniyên navborî rastiyê nabêjin.

Hêzên me ti êrîş pêk neanîne. Ji du baskan ve bi şêwaza operasyonê ketine nav kampa ku hêzên me lê ne. Rûdan bi vî rengî ye. Jİ ber rûdaneke wiha em xemgîn in. Bi daxuyanî û hişyariyên beriya niha ji bo rûdanên wiha pêk neyên me bang kiribû û hişyarî dabû. Em dubare dikin ku operasyonên li ser cihên ku kampên me lê ne rawestin û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

4. Êrîşên esmanî yên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên medyayê jî bê navber dewam in, di vê çarçoveyê de;

- 4’ê Mijdarê saet 16:30’î balafirên şer devera Sîda ya Herêma Zapê bombe kir.

- 6’ê Mijdarê saet di navbera 16:00-16:30’î balafirên şer devera Sinînê ya Herêma Xakûrkê bombe kir.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi herêyên me nehatine.

7’ê Midara 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê