Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5'ê Mijdarê saet di 15:00 li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rojîn ji du baskan ve çalakî li dar xistin.

Di encamê de kozikek dagirkeran tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin, derb li 2 kozikan hate xistin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn, nehate tespîtkirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û bombardûman kir.

2. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' de, hêzên me 4'ê Mijdarê saet di 14:50'î de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî kontrayên ku rêya navbera qereqolên Slort û Xapuşkê çêdikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin cezakirin, 2 kepçe û qemyonek hatin îmhakirin, derb li qemyonekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bombardûmaneke giran li derdorê kir.

Bi rêya medya şerê taybet a ser bi dewleta Tirk a mêtinger nûçeyên derewîn hatin weşandin ku tê de îdîa kirin di vê bombardûmanê de windahiyên me çêbûne. Ev nûçeyên ji bo xapandina raya giştî hatin çêkirin dûrî rastiyê ne. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriyan.

3. Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

- 5'ê Mijdarê saet di 14:30'î de derdora gundê Çemşerîtkê yê herêma Garê hate bombekirin.

- 5'ê Mijdarê saet di 15:30'î de qada Karker a herêma Zapê hate bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.

6’ê Mijdara 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê