Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 11’ê Tebaxê hêzên hikûmeta Iraqê û li gel hêzên me yên li herêmê li ser êrîşên dewleta TC’ê ya li herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinek pêk anîn. Piştî vê civînê hema bi şûnde artêşa TC’ê devera hevdîtinê bombe kir. Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebûn dewleta TC’ê ev wesayît bi zanebûn kir hedef.

Di vê êrîşê de hem ji artêşa Iraqê û hem jî rayedar şehîd bûne.

Dewleta Tirk a faşîst bi namerdî artêşa Iraqê kir hedef, ev pir vekirî kir. Dewleta TC’ê li ser navê diyalog û çareseriyê tiştekî qebûl nake, bi hovane êriş bir ser wesayîtên ala fermî ya Iraqê li ser bûn. Di rewşekê de ku pêkan e hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibe, dewleta TC a faşîst êrişeke bi vî rengî pêk aniye. Her wiha daxuyaniyên bi navê hikumeta herêmî tên dayin û dewleta Tirk a kujer mafdar nîşan didin, vê êrişkariya dewleta qirker bi me ve eleqedar dike, rast nînin. Bi van daxuyaniyan metirsiya li ser gelên li herêmê jî ji nedîtî ve tê. Divê xwe ji daxuyaniyên bi vî rengî vegirin, divê dest ji gotinên ku dewlet TC a faşîst mafdar nîşan dide berdin.

Di serî de ji malbata Muhemed Reşîd Silêman û Zubeyr Halî Taceddîn ên jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê ji gelên Kurd û Ereb û dewleta Iraqê re dixwazin, ji ber şehadetên çêbûne, dilgiraniya xwe parve dikin.

Eşkere ye ku dewleta TC a kujer bi xewn û xeyalên Osmanî tevdigere, li dijî vê êrişkariya dagirker divê gelên Kurd, Ereb û hemû gelên din têkoşîneke hevpar bimeşînin. Li pêş çavan e ku ev rejîma faşîst ji bo gelan hemûyan metirsiyeke mezin e.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de, di 11’ê Tebaxê de saet di 15.00’an de li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de ji 2 milan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û 3 leşker hate cezakirin.

3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 11’ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet di 07.00’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Şahan a Xakurkê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de çepereke dijmin hate îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate cezakirin.

Saet di 08.50’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şifreza ya li ser sînorê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de li kepçeyekê hate xistin, kepçe hate îmhakirin û leşkerekî dijmin jî hate cezakirin.

4. Di 11’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xist. Agahiyên li ser êrîşên hewayî wisa ye:

Saet di 12.45’an de balefirên şer qada Yekmalê ya herêma Metîna bomberdûman kir.

Saet di 13.00 û 21.15’an de balefirên şer qada Cîloya Biçûk a herêma Zapê bomberdûman kir.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehat.

12'ê Tebaxê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê