Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Li dijî operasyonên dagirkirinê ku artêşa TC'ê ya dagirker li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, çalakiyên hêzên me didomin. Berfirehiya çalakiyan ku 25'ê Tîrmehê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê pêk hatine wiha ne;

Saet 17.00'an hêzên me li Girê Şehîd Adar li dijî dagirkeran çalakiyeke suîkastê kirine, 1 leşker hatiye cezakirin.

Saet di navbeyna 21.00 û 22.00'an de helîkoptêra êrîşê ya kobra ku dagirkeran ku hewl dide dehma Tepê Dûpişk bombe bike hêzên me çalakiyek kirine. Hêzên me li ser hev li vê helîkoptêrê reşandin, derb lê dane û kirine ku ji qadê dûr bikeve.

Her wiha artêşa TC'ê 26'ê Tîrmehê saet di navbeyna 03.00 û 07.00'an de ji ber ku bi obûs û hawanan qada Xantûrê dane ber bomeyan li qadên daristanî şewat derketiye.

2. 27'ê Tîrmehê saet 06.40'î hêzên me li Çelê ya Colemergê li dijî Qereqola Tepê Sor çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li stare û kozikên dijmin hatiye xistin, du kozik hatine rûxandin, çend leşker birîndar bûne û çend jê hatine cezakirin diyar nebûye.

Eynî rojê saet 08.30'an hêzên me dîsa qereqoşa Deştanê ya Çelê kirine hedef. Di ve çalakiyê de strareyên li qereqolê bûye hedef, hijmara leşkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, diyar nebûye.

3. 1'ê Tîrmehê li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê ya Mmedyayê, li Tepê Xwedê û Tepê Bayrak di navbeyna yekîneyên me de, yên li ser kar û artêşa TC'ê ya dagirer şer çêbûye. Hevrêyê me Çiya ku heta bi guleya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer bi lehengî şer kirî, şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê şehîd wiha ye:

Nasnav: Çiya Amed

Nav û Paşnav: Bariş Tektaş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê- Bav: Semra – Bedrî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn- 1’ê Tîrmeha 2020

Çiya – Barış Tektaş

Hevrêyê me Çiya Amed li Amedê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrêyê me Çiya hê di temenê xwe yê ciwan de bi erka berpirsyariyên mezin tevlî têkoşînê dibe. Ji roja hatî qadên gerîla heta dawî bi ruhekî ciwanî tevlî kar û xebatan bûye. Hevrêyê me Çiya her tim di nava xebatê de bû ku bibe şervanek jêhatî, tim ked daye. Ji bo azadiya gelê Kurd di asta herî jor de gerîlatî kir, ber êrîşên dagirker ên dijmin, bê dudilî şerekî bê eman kiriye. Ji bo dawî kirina dagirkeriya dijmin a li Kurdistanê heta kêliya dawî şer kiriye, cihê xwe di nava lehengên gelê Kurd de kiriye.

Di serî de sersaxî ji malbata hevrêyê me Çiya ê şehîd bûyî, hemû gelê welatparêz ên Kurd re dixwazin, soz didin ku em ê keda hevrêyên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin.

4. 19’ê Mijdara 2016’an şexsê bi navê Yilmaz Demîr bi hevkariya li gel dijmin hevrêyên me Helwest Partîzan û Zafer Bagork li herêma Bagok a Mêrdînê şehîd ketibûn. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 25’ê Tîrmehê saet 21:30’î şexsê bi navê Yilmaz Demîr ceza kiriye.

26’ê Tîrmehê saet 07.00’an hêzên me di çarçoveya pêngavê de li dijî stasyona bazê ya li devera Seravê ya girêdayî Bagokê çalakiyeke sabotajê kirine, stasyona bazê bi temamî hatiye rûxandin.

27’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê