Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Tîrmehê de hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

 

Saet di 09.45’an de hêzên me li Qada Şehîd Şîlan a Tepê Kartal li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Hêzên me ji 3 milan ve girte ser dijmin, di van çalakiyan de 2 kon û mobeseyek îmha kirin û 11 leşkerên dijmin cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê saet di 16.30’an de li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

Saet di 20.30’an de jî hêzên me li qada Tepê Dûpişk li leşkerên dijmin daye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Ev çalakî ji bo bîranîna rêhevalên me Zelal, Reşat, Argeş û Zinar hatiye lidarxistin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî leşkerên li qada Şîfreza ya Çelêya Colemêrgê yên ku dar dibirîn û kozik dikolan, çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me demeke dirêj leşkerên dijmin şopandine û di 24’ê Tîrmehê de saet di 11.00’an de li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye cezakirin û leşkerek jî birîndar bûye. Hêzên dagirker piştî çalakiyê operasyonek dane destpêkirin lê di heman rojê de ji qadê vekişiyane.

3. Di 12’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Aşkîta ya Elbaka Wanê operasyoneke dagirker a mezin da destpêkirin. Hêzên dagirker di 20’ê Tîrmehê de bêyî ku encamê werbigire ji qadê vekişiyan lê li qadên Axula, Gozeldere, Aşkîta, Sûlavê û Paçanê kemîn danîne.

25’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê