Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Ronya de hêzên me li Girên Şehîd Axîn û Şehîd Bêrîtan ên li Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistin bin kontrola xwe, di 17’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de li vê yekîneya dijmin da. Di vê çalakiyê de çeperek, kamerayeke mobeseyê hate îmhakirin û 3 leşkerên dijmin jî hatin kuştin.

2. Di 13’ê Tîrmehê de saet di 08.15’an de li qada Gelîyê Hesena yê Cûdî ya Şirnexê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer çêbû. Di van şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin u gelek leşker jî birîndar bûne. Rêhevalê me Alîşêr Harûn ê ku heta fîşeka xwe ya dawîn li hemberî dijmin şer kiriye jî şehîd bûye.

Piştî şeran artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran li qadê daye, di 14’ê Tîrmehê de bi helîkopterên Skorsky leşker aniya qada Navsera Cûdî. Hêzên dagirker di 15’ê Tîrmehê de ji qadê vekişiyane.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Alîşêr Hebûn

Nav û paşnav: Osman Dûrmûş

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Meryem – Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2020’an – Cûdî

Alişer – Osman Durmuş

Rêhevalê me Alîşêr di sala 1997’an de li Silopiya Şirnexê ji dayik bûye û zilma dijmin ji nêz ve dîtiye. Rêheval Alîşêr di sala 2014’an de tevlî nav refên azadiyê bûye û di nava demeke kurt de bûye şervanekî jîr. Rêheval Alîşêr li ser xeta şehîdên qehreman , bi şîara ‘Teslîmîyet mirov dibe îxanetê, berxwedan jî dibe serfiraziyê’ heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiriye.

3. Di 18’ê Tîrmehê saet di 19.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Kurojahro û Karker a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

19’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê