Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 17’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

Saet 09:40, 12:05 û 17:05’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehdî Cûdî ya dever Şeşdarê bicih bûbûn çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Hêzên me di saetên nîvroyê de li dijî dagirkerên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê bi taktîka sekvaniyê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

Saet 13:00’an hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bicih bibûn çalakiyeke sekvaniyê kir û leşkerek ceza kirin.

2. Balafirên şer ên artêşa TC’ê a dagirker 17’ê Tîrmehê saet derdorî saet 13:30’î devera Şehîd Dîren a Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gel deverên Karker û Şehîd Şahîn a herêma Zapê bombe kirin. Di van bomberdûmana de ti ziyan negihiştiye hêzên me, lê li herêmê şewat derketiye.

18’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê