Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 8’ê Tîrmehê saet 09:00’an li dijî leşkerên artêşa TC’ê yên li Girê Şehîd Adar bi cih bûbûn, çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û leşkerek ceza kirin.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8’ê Tîrmehê saet 22:30’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dewrêş ê li Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bi cih bûbûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û sitargehên dagirkeran hate xistin, 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me, 8’ê Tîrmehê di saetên sibê de çeper û sitargehên li nêzî girê qereqolê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek ceza kirin.

3. 7’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê li devera Boxaza Berxa, Boxaza Bazê, devera Kewotê û Mele Emîn dest bi operasyoneke dagirkeriyê kirin. Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopteran, dîsa obûs û hewanan qada operasyonê bombe kirin. Ev operasyon şeva 8’ê Tîrmehê bê ku encameke bigire vekişiyaye.

4. 7’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 12:50’î devera Sîda a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan bi hevalên me negihiştiye.

9’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê