Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 6'ê Tîrmehê saet di 16:20'î de li Girê Şehîd Adar li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

 2. Di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

5'ê Tîrmehê saet di 07:30'î de hêzên me yên YJA Starê li qada Çarçella ya herêma Zagrosê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

6'ê Tîrmehê saet di 15:00 de hêzên me li dagirkerên li ser Girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 6'ê Tîrmehê saet di 21:00 de li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî qereqola Xelkavayê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

7’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê