Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 2'ê Tîrmehê saet 21:00 û 4'ê Tîrmehê saet 14:30'î hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyên sûîqestê kirin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin cezakirin.

3'ê Tîrmehê saet di 12:30'î de û 4'ê Tîrmehê saet di 10:30 û 15:00 de hêzên me yên YJA Starê li mintiqeya Tepê Tunelê yê qada Şeşdarayê, li dijî dagirkeran rêzeçalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

5'ê Tîrmehê (îro) saet di 02:30'î hêzên me li qada Tepê Dupişkê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Ji sê baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin.

Îro her wiha saet di 06:00 û 07:00 de hêzên me li dagirkerên li qada Tepê Dupişkê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

2. 5'ê Tîrmehê saet di 06:40'î de hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Sor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li çeper û stargehên li baregeha dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper û çekeke giran a A4 hatin rûxandin, 4 leşkerên dijmin jî hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombardûman li herêmê kirin.

3. Di 16’ê Hezîrana 2020’an de li qada Korê ya Licêya Amedê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayan de şerek çêbûye. Hate diyarkirin ku di vî şerî de gerîlayê bi navê Ekrem Îptaş (Seyîd Batman) ê ji Êlihê şehîd bûye.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Seyit Batman

Nav paşnav: Ekrem İptaş

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Gülçiçek- Abdurrahman

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Hezîrana 2020'an / Amed

Seyit – Ekrem İptaş

Rêhevalê me Seyîd Batman di sala 1986’an de li Êlihê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û li hemberî zext û zilma dijmin stûyê xwe xwar nekiriye. Ji bo têkoşîna çalak a li hemberî dijminên nirxên Kurdan di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Seyîd li gelek qadan têkoşiyaye û bi fedakariyeke mezin ked daye. Rêheval Seyîd ê ku fermandarekî jêhatibû bû, li ser esasê helwesta mutewazî heta kêlîka ku şehîd bûye, bêyî westan û rawestan xebitiye, têkoşiyaye.

Malbata hêja ya rêheval Seyîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku heta alaya têkoşînê ya şehîdan em bigihînin serfiraziyê wê têkoşîna me bidome.

4. 4'ê Tîrmehê saet di 10'an de qada Dirê ya herêma Avaşînê, saet di 13'an de qada Derarê ya herêma Metîna û saet di 15'an de jî qadên Goşinê û Kolit ên herêma Xakurkê bi balafirên şer ên Tirk hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehat.

5’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê