Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî re

Di daxuyaniya 1'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 9'ê Gulanê li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîs ên Dersimê artêşa TC a dagirker bi balafirên bê mirov ên keşfê û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra dest bi operasyonê kiriye û 10 Gulanê di şer de 5 hevalên me şehîd bûne. Hevalên me yên bi fermandariya hevrêyê me Dogan Serhat li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî derbên giran li dijmin dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên derbarê Nasnameyên Hevalên me yên gihîştin şehadete wiha ne: 

Nasnav: Dogan Serhat

Nav paşnav: Celal Kaya

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Makbule - Muslum

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim 

Doğan – Celal Kaya

Nasnav: Baran Mûnzûr

Nav paşnav: Haydar Gul

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Dayik-Bav: Hatûn – Hasan

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

Baran – Haydar Gul

Nasnav: Botan Agir

Nav paşnav: Nevaf Kortak

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Hatîce – Mehmet Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

Botan – Nevaf Kortak

Nasnav: Canfeda Cesur

Nav paşnav: Vedat Çeken

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Rihan – Mehmet Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

Canfeda – Vedat Çeken

Nasnav: Rohat Pîro

Nav paşnav: Hidir Gok

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Dayik-Bav: Taybet – Nûrettîn

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

Rohat – Hıdır Gok                                      

Heval Dogan di sala 1977’an de li Agiriyê ji dayîk bûye. Rêheval Dogan ji bo lêgerîna jiyana azad dev ji zanîngehê berdaye û di sala 1998’an de tevlî nav partiyê bûye. Ji roja ku tevlî nav partiyê bûye, xwe bi îdeolojiya Rêber Apo birêxistinkir kiriye û bûye îfadeya şênber a milîtanbûnê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar her dem di nav pratîkê de cih girtiye.

Li Dêrsim, Qoçgirî û Behra Reş di şertên dijwar de têkoşiyaye û bûye fermandarekî pêşeng. Rêheval Dogan bi bedewbûna dilê xwe jiyan bi qîmet kiriye. Girêdayîna wî ya bi Rêbertî re, her dem berê wî daye pratîkên dijwar. Rêheval Dogan her dem li hemberî Rêbertî, partî û gel xwerexneya xwe daye. Wekî yek ji hevalê me yê berxwedêr bûye fermandarekî fedaî.

Rêhevalên me Baran Mûnzûr, Botan Agir, Canfeda Cesûr û Rohat Pîro li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk tevlî nav refên gerîlayan bûne. Her hevalekî me bi pratîka xwe ya gerîlatiyê bi awayekî kedkar, fedakara û cesûr tevlî nav têkoşînê bûne. Rêhevalên me bi dîsîplîneke mezin, peywirên xwe bi cih anîne. Rêhevalên me yên ku di her şertî de girêdayî Rêbertî, şehîd û gelê me bûne, li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Dêrsimê heta nefesa xwe ya dawîn bûne xwediyên helwesta fedaîyane.

Malbatên rêhevalên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku, em ê alaya şoreşê ya ku rêhevalên me emanetî me kirine, hildin asîmanan û bi agirê tolhildanê em ê bimeşin.

9’ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê