Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

2'ê Sibatê saet 14'an, hêzên me li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Elî Dirêj çalakiyek pêk anîn.

Derbên giran li çeper, kon û konteynirên leşkerên dijmin hatin xistin. Di encamê de konek hate îmhakirin, derb li konteynirekê hate xistin. Di çalakiyê de gelek kuştî û birîndarên leşkeran çêbûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li derdorê barand.

3'ê Sibatê (îro) saet 06:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

3’ê Sibatê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e