Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Di daxuyaniya xwe ya 12'ê Hezîrana 2018'an de me ragihandibû ku 6'e Hezîranê saet 13'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo ya ber bi qereqola Kozili ve diçû, hêzên me çalakiyek pêk anîn û di encamê de 10 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir û bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Akîf, Ozer, Rojhat û Xemgîn şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me:

Nasnav: Akîf Serhat

Nav paşnav: Koksal Sade

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dayik-Bav: Herdem-Hayrettîn

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Akif – Köksal Sade

Nasnav: Ozer Mazlûm

Nav paşnav: Sînan Çîrka

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Dayik-Bav: Ayfer-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Özer – Sinan Çirka

Nasnav: Rojhat Serhat

Nav paşnav: Osman Ozel

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Dayik-Bav: Zeynep-Kahraman

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Rojhat – Osman Özel

Nasnav: Xemgîn Malazgîrt

Nav paşnav: Engîn Koçak

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Barîka-Zekî

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Xemgin – Engin Koçak

Em hevrêyên xwe Akîf, Ozer, Rojhat û Xemgîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Her yekî ji wan bi welatparêziya xurt a Serhedê mezin bûn û ji bo hesab ji dijminê mêtinger bipirsin bi daxwazeke mezin û bi rûmetdarî tevlî nava refên têkoşînê bûn. Di nava refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de bi jiyana xwe ya dilnizm, bi paqijiya têkiliyên hevrêtiyê û bi kîna xwe ya li dijî dijmin wê her tim bên bîranîn û ji me re mînak bin. Ev hevrêyên me yên hêja, ji bo serxistina Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li eyaleta Serhedê, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bi rengekî fedayî têkoşiyan. Ew leheng in ku ruhê xwe yê welatparêziyê bi berxwedêriya bêdawî ya PKK'ê û bi cehwera Apoyî kirin yek. Wezîfeya me û ya her ciwanên Kurd ên welatparêz e ku xwedî li bîranîna van şehîdên me yên hêja derkevin û ala wan a azadiyê her bilind bikin.

Di şexsê malbatên hêja yên Sade, Çîrka, Ozel û Koçak de em sersaxiyê ji gelê welatparêz ê Serhedê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin, em ê têkoşîna azadiyê ku xewn û xeyala şehîdên me ye bi ser bixînin.

31’ê Çileya 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e