Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 5'ê Çileya 2019'an de me ragihandibûn ku 4'ê Çileyê li dijî artêşa TC a dagirker ku li dora qereqola Axurî ya Îdirê derketibû operasyonê çalakî hatiye kirin û hevalê me Ozgur Ronî yê bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kir, şehîd bûye.

  Nasnameya Şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Ozgur Ronî

Nav paşnav: Abdullah Aygun

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Çîgdem-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Çileya 2019'an / Îdir

Özgür – Abdullah Aygün

Hevalê me Ozgur Ronî sala 1995'an li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Serî li ber zext û faşîzma TC'ê netewand û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Hevalê me Ozgur ku rastiya dijmin nas kir, ji dil tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi fedakarî, dilnizmî û dilpakiya xwe hate naskirin. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, bû yek ji wan hevrêyên me ku bi awayekî herî xurt têkoşiya. Heta kêliya dawî ji bo azadiya Kurdistanê şer kir.

Di şexsê malbata hevrêyê me Ozgur de em sersaxiyê li gelê Kurdistanê re dixwazin û careke din soz didin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.

2. 5'ê Çileyê, saet di navbera 17:00-18:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker derdora ava Zê ya herêma Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û derdora gundê Sergele yê navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kirin.

Balafirên şer roja 2'ê Çileyê saet di navbera 12:00-12:30'î de bombe li girê Golka yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Ji ber bomberdûmanê zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat.

 

6'ê Çileya 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê