Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

2018 ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû saleke gelekî girîng û cihê xwe di nava dîrokê de girt. Ji bo gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê bû saleke bi berxwedana li dijî zext û êrîşan.

 Dewleta Tirk di nava sala 2018'an de negihiştiye ti armanceke xwe û li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîlanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger hatine pûçkirin.

Rejîma AKP'ê ya faşîst, ku çi li Bakur çi li Başûr çi jî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dixwaze destketiyên gelê me hemûyan ji holê rake, bi sala 2018'an re konsepta xwe ya tasfiyeyê girantir kir. Di vê çarçoveyê de, di destpêka salê de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û li dijî vê yekê cografyaya Kurdistanê bû qada berxwedaneke dîrokî. Bi hatina biharê re li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin dest pê kir.

Faşîzma AKP-MHP'ê di vê pêvajoya şer de pişta xwe spart teknîka ji teknolojiya pêşketî û hewl da encamê bigire. Di nava salê de bi êrîşên hewayî yên li her qada Kurdistanê hewl da li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser bikeve û tine bike. Li ser vê bingehê, bi êrîşan xwest tevgera me bê bandor bike, gelê me bitepisîne û zextê li Rêber Apo bike.

Lê belê sîstema TC'ê di şerê xwe yê nava salê de negihişt ti encamekê. Li Rojavayê Kurdistanê nekarî li hemberî şoreşa gel bi ser bikeve. Li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê xwe yê êrîşkariyê de encama ku dixwest bi dest nexist. Artêşa feadyî ya gelên Kurdistanê HPG'ê bi berxwedana xwe ya dîrokî, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê planên dagirkeriyê yên artêşa TC'ê yên li ser Kurdistanê pûç kir."

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewl dan gerîlatiya serdema nû bi rengekî herî xurt biafirînin ku sedsala 21'ê vê yekê ferz dike. Di şerê sala 2018'an de ji aliyekî ve bi şerê xwe yê parastinê rê neda dijminê mêtinger ê dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike, li aliyê din jî bi çalakiyên xwe yên xurt derbên giran li dijmin xist. Di serî de çalakiya li Girê Bêsosin ê Şemzînanê, li Bradost, Serhed, Zap, Botan û her devera Kurdistanê bi çalakiyên xwe rejîma AKP'ê ya mêtinger têk bir. Rejîma AKP'ê ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, dest bi veşartina rastiyan kir. Di vê çarçoveyê de ji aliyekî ve serketinên xwe yên biçûk nepixand û weke serfiraziyê pêşkêşî raya giştî kir, ji aliyê din ve jî tevî ku di kamerayên gerîla de bi zelalî xuya dikir, rastiya windahiyên xwe veşart û hewl da raya giştî bixapîne. Çawa ku roj nikare bê nixumandin, her kes bi rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zane. Pêvajoya şer a li Kurdistanê, ji aliyê Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve bi rengê herî rast û zelal hate ragihandin. Gelê me yê dixwaze bîlançoya rast a vî şerî zanibe, dikare daxuyaniyên HPG'ê bişopîne û rastiya şer hîn bibe.

Bêguman destketiyên tevger û gelê me yên di sala 2018'an de li gel êrîşên dijmin hatin afirandin, hemû bi saya şehîdên me yên leheng ên di oxira azadiyê de xwe feda kirin, hatin bidestxistin. Fermandarên me yên pêşeng; ji hevrê Zekî Şengalî heta Atakan, Çetîn, Cûma, Medya, Dîcle, Tarik, Cûdî, Vedat, Jîndar, Rizgar, Roza û Sorxwînan em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

Bi navê Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê; ji bo ala azadiyê ya şehîdên me yên leheng radestî me kirin li ba bikin û têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bi xurtî bimeşînin, em bi rengekî amade dest bi pêvajoya têkoşînê ya sala 2019'an dikin. Ji bo me wezîfeyeke şoreşgerî ye ku em bîlançoya şerê sala 2018'an ên li dijî dewleta TC a dagirker bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî vê yekê;

Operasyonên bejahî û hewayî yên artêşa TC

Operasyonên bejahî: 163

Êrîşên bi balafirên şer: 370

Êrîşên bi helîkopterên êrîşê: 313

Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 558

Encama çalakiyên li dijî êrîşan

Çalakiyên gerîla: 556

Şerê ku qewimî: 59

Çalakiyên ku encama wan zelal nebû: 220

Hejmara dijminên hatin kuştin (Polîs, leşker hwd.): 2103

Hejmara payebilindên hatin kuştin (Polîs, leşker hwd.): 12

Hejmara dijminên birîndar (Polîs, leşker hwd.): 418

Wesayitên leşkerî yên hatin rûxandin (Zirxî): 43

Wesayitên leşkerî yên hatin rûxandin (Normal): 13

Makîneyên kar ên hatin rûxandin: 29

Wesayitên leşkerî yên derb li wan hate xistin (Zirxî): 33

SÎHA ya hate xistin: 1

Drone yên hatin xistin: 5

Balafira keşfê ya derb lê hate xistin: 1

Helîkopterên derb lê hate xistin: 10

Hevrêyên me yên dîl ketin destê dijmin: 19

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 523

 

2'ê Çileya 2018

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel