Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reberti dayik1Jineke ku bi aliyên xwe yên erenî yan jî neyînî li ser tevgera jina azad bandor kiriye jî dayika min e. Îro salvegera yekemîn a mirina dayika min e.

Rastiyeke ku pêwîste em di Kurdistanê de li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayik di giştî de raveya zayînekê ye. Wateya herî ketûber di nava me de ya dayikê welidandina gelek zarokan û berdewam kirina nifşê xwe ye. Ez di serî de li hemberî vê derketim. Mirov dikare bibêje bersiva herî tund min bi xwe da dayika xwe. Weke dayikeke hemû mafên xwe yên li ser min bi welidandina min ve girêdayî derdixiste pêş. Min ji digot, “tu vê mirîşkê û çêlîka wê dibînî? Mirîşk ji çêlika xwe re çiqasî dayik be, tu jî ji bo min ew qasî dayik î.” Ev şibandineke gelekî çors bû, lê belê min ev kir. Heta min nêzîkbûneke di wateya “şûna ku zarokên te yên wiha hebin, qet nebin baştir e.” Her dem min anî ziman. Ji ber ku ew dayikeke ji rêzê bû, ez jî zarokekî ji rêzê bûm. Zarok weke ku dixwaze nikare bijî, dayik jî dixwaze xwe bi zaroka xwe ve bidomîne. Ev nakokiyek e.

Dayika Uweyş nezan û bêplan bû. Lê belê li gor xwe dayika serîhildanê bû. Di heman demê de jineke ku zêde neketibû kontrola zilam. Bêguman têkîliya xwe ya bi min re cuda bû. Ez nebawerim ku dayika min bizanibe ku çi dixwaze. Ji bo min dihizirî ku “dê bibe karsaz hindekî pereyan bi dest bixe ji bo ku çend metre paç, çend cilan bikire.” Ev xwestekên zêde xwedî naverok nebûn. Tiştê ku ji ewladê bixêr behs dikir hindekî feraset nîşandana vê rewşa wê di wateya madî û manewî de hindekî bersiv dayîn bû. Zarokek jî di vê wateyê de bersivê dide dayika xwe. Ji bo bibe kur an jî keça baş a dayika xwe baldar dibe. Rastiya we jî bi giranî hindekî wiha ye.

Di her tiştî de berovajîbûn di vir de destpê kir. Gelo cihêtiya nebûna zarokekî wiha ye, yan jî bişensî yan jî bêşensiya wê hûn dibêjin em vî tiştî fêrbûn. Min li gor xwe hê ji zû ve li hemberî dayikê şerekî wiha kir. Gelo ma mirov li hemberî dayika xwe şer dike? Me kir. Ez gelekî kêm ketime rewşa zarokê ku dayika wî gelekî jê hez dike. Dayika ku zaroka wê jê hez dike. Gelo bi vî rengî bûyîna me tawanek bû? Ya rast a we ye yan jî ya min e? Hêjaye mirov li ser vê yekê raweste. Em li vir ji pêvajoya zarokatiyê teoriyekê dernaxin. Lê belê psîkolog diyar dikin ku teşegirtina ji zarokatiyê ve hemû pêşketinên piştre bandor dike. Em jî pê ewle ne ku ev tişt wiha ye. Ev rastiyeke dîrokî ye. Ger tekoşeriya wê demê nebûya, tekoşeriya pêvajoya piştre jî nedibû. Gelo ez gelekî biaqil bûm, an jî biryar gelekî guhertî bû ku ev tekoşerî ferz kir? Ev jî mijareke cihê ye. Di vir de pêwîst nake ku mirov rewşên gelekî taybet ên awarte behs bike. Ev rewşeke ku di her têkîliyên dayik û zarok de tên jiyîn. Lê belê pêvajoyên ku me destpê kiriye, pêvajoya ku nakokî hindekî zelal dibe ye. Ev di temênên zû de tê wê wateyê. Em hesabxwestinê gelekî zû destpê dikin. feraseteke wê ya serdestiyê heye. Li gor xwe dê hindek kevneşopiyên malbatê serdest bike. Hindek xwestekên min ên azadiyê hene. Ezê jî wan ferz bikim. Kevneşopiyên malbatê, tiştên ku ew fêrbûye ye. Tiştê ku ez weke azadiyê fêr bûme jî, li hemberî serdestiyeke gelekî paşverû şerê azadiyê ku pêş dikeve ye.

Di vir de xala girîng bandora bav zêde serdest nîne. Mirov dikare balê lê bikişîne. Ger desthilatiyeke bihêz a bav hebûya misoger dê rewş bihata guhertin. Ger bav malbat ji hemû aliyan ve bixista bin kontrolê û ew bêbandor bihişta dê li ser min jî hindek encamên wê çêbibana. Mînak dibe ku min vê rewşa binakok nedîta. Dibe ku nakokiya dayik û bavê derfet dide ku ez di vir de gavan biavêjim. Bavekî bêbandor lê belê dîsa jî dixwaze baviktiya xwe yan jî zilamtiya xwe bimeşîne. Naxwaze vî tiştî bi hêsanî berde lê belê li aliyekî din jî jineke ku dixwaze xwe ber bi pergala dayiksalar ve bibe, yan jî jineke dayiksalar û weke dayikekê dixwaze cihekî di malbatê de peyda bike. Di vê mijarê de jî li gor xwe mijûlbûneke xwe heye. Ev bi rastî jî nakokiyeke girîng e. Ev nakokî hindekî derfetan ji min re ava dike. Di wateyekê de di pêvajoyên piştre de sudgirtina ji nakokiyan cara yekê ez di vê malbatê de fêr dibim. Ango ez li hemberî desthilatiya bav bi têgeha ku jê re hêza dayikê tê gotin nas dikim.

Ev di malbatê de rê li ber bêbandoriyê vedike. Ji ber ku rê li ber vedike, ez jî xwe bi xwe dibêjim di temenekî zû de dikarim azad nêzîk bibim. Ger dayika min li hemberî bavê min derdikeve, gelo ji bo çi ez li hemberî hindekan dernekevim? Li gor jinên din dayikeke wiha him wêrekiyê dide û him jî dihêle ku ez hindekî din serbest û li gor xwe nêzîk bibim. Weke ku mirov bibêje dema du hêz bi hev re mijûl dibin, dibe ku rewşa pêşketina hêza sêyemîn bibe mijara gotinê. Dema ku ev wiha bi hev re mijûl dibin, weke ku hev bêbandor dihêlin hêza sêyemîn a zarokekî dikare pêşketinekê nîşan bide. Ev rewş misoger li ser me bi bandor dibe. Ez hindekî ji vê bandor dibim. Rewşa heyî bêyî ku ez zêde bikevim desthilatiya dayik û bav jî gengaz dike ku ez xwe bibînim û xwe hindekî din azad hîs bikim.

Gelek caran şerkirina dayik û bavê bi hev re nehiştina vî tiştî rihetî û aramiya di malê de zêde cih neda têgehên weke himbêza dayikê û parastina bavê. Di rastiyê de tu nikarî di nava vê de ji xwe re cihekî peyda bikî. Tu nikarî li parastinê bigerî û hezkirinê peyda bikî. Ez dihizirim ku ev jixwe her cureyê bêrêziyê li hev ferz dikin. Mirov nikare baweriyê bi vê rewşê bîne. Yan jî bi vê rewşa xwe ve bawerî pê nayê anîn. Bi vî rengî hê ji zû ve nebawerkirina malbatê û li hemberî nirxên malbatê guman bi pêş dikevin. Jixwe piştre hate fêmkirin ku ev çawa watedar û girîng e. Ji ber ku bi rastî jî bandora malbatê li ser zarokan diyarker e. Mirov dikare diyar bike ku hîn jî gelek ji we zarokên malbatê ne. We bi malbatê re nirxên darezînê yên malbatê re şer nekir û mezin nebûn. Ez hîn jî ji bo ew şaşiyên ku we ji wan girtiye sererast bikim dixebitim. Ger hûn bînin ber çavên xwe min ew nirxên ku kole dike, dinepixîne, dike diz û xwe bi rengekî gelekî sexte dixe şûna mirovan çawa zelal kiriye û bi van nirxên darezînê re çawa her roj şer kiriye, dê rastiya we ya malbatê xwe hindekî din zelal bike.

Îhtimala ku hûn hemû “zarokê baş ê malbatê” mezinbûne bilind e. Ez tiştekî ji vê re nabêjim, lê belê di nava vê şêwaza mezinbûnê de di asta herî jor de girêdayîbûn, koletî, qirêjî û nepixandin heye. Hûn encamê vê yê biêş û ku nayê qebûlkirin tînin nava partiyê. Gelek ji we dibêjin, “ez partiyê weke malbatê dibînim.” Hûn diyar dikin ku têkîliyên weke yên malbatê di nêvenga partiyê de digerin, xwe jî weke zarokekî baş ê malbata partiyê dinirxînin. Mînakên vê derdikevine holê. Ger hûn partiyê weke rêxistina malbatê bibînin hûnê bibin belaya serê partiyê. Malbat saziyeke hov e. Ger hûn nirxên vê saziyê bi nirxên netewî û siyasî ve tevlîhev bikin, ezeziyeta di wir de, jiyana erzan û bêked a di wir de ji partiyê jî hêvî bikin, ew hezkirin û rêzdariya ku we di wir de dîtiye, bêyî ku kedê bidin di nava partiyê de jî bigerin hûnê bibin bela seriyan. Jixwe beşeke ji we bela seriyan e. Ji ber ku rastiya we ya malbatê di we de gelekî xirab rûniştiye. Hîn jî hûn nikarin ji bin vê rewşa bela seriyan derbikevin. Encameke girîng a ji wir derbikeve ev e.

Ez nirxeke mezin didim tiştê ku malbatê daye we, hûn mezin kirine heta mezinkirina we ya dayikekê. Ev mezinbûneke gelekî zehmet e. Ango ez dibêjim bila xwedê bi min her karekî bide kirin lê belê karê mezinkirina zarokekî ya dayikê nede min. Mezinkirina zarokekî karekî zehmet e. Ez nikarim di wan mercan de bi wî rengî tehemûlê mezinkirina zarokan bikim. Bêguman ez dijberî zarokan nînim. Weke ku ez pesnê xwe nedim, lê belê bi zarokan re yê herî zêde weke hevalekî mijûlbûnê ez didomînim. Ez dixebitim ku nêzîkbûneke ji bo zarokekî weke zarok na, weke mirovekî ku yê pêş bikeve bi rengekî cewherî derbasî jiyanê bikim. Lê belê dîsa jî rojekê li hemberî girîn û qarîna zarokan berxwedayîn ne gengaz e. Dayik gelekî balkêş ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wan jî dixe û mehf dike. Ev paşdemayîna dayikan hindekî jî ji rûyê van zarokan e.

Ev nakokîyên gelekî cuda ne û mirov dikare gelekî cuda bidest bigre. Ango di nava rastiya Kurd de şêwazê mezinbûna di malbatê de rê li ber encamên gelekî giran vedike. Hûn çiqasî bi naz û derveyî kedê hatine mezinkirin? Rexmî ku malbat feqîr jî bûn, wan hûn weke paşeyekî mezin kirin, ev nakokiya mezin e, pirsgirêkeke mezin e. Jixwe zarok her dem bi gotinên “kurê min mezin dibe, dibe paşe” tên mezinkirin. Di encama vê de jî hûn weke generalekî sexte ku qet ked nedaye li beramberî me disekinin. Ev encamekî şêwaza mezinkirina we ye. Hûn wisa fêr kirine. Gotine “zarokê min ê herî baş e, herî xweşik e, herî yê paşe ye” bêyî hûn qet kedê bidin, ji kêleka pêşketineke bi hewldaneke teorîk û pratîk a dijwar derbasnebûna we û ev paye layiqî xwe dîtina we milîtanî layiqî xwe dîtina we bi şêwazê mezinbûna we ve girêdayî ye. Başbûneke min ez tevlî şêwazeke wiha ya mezinbûnê nebûm. Min bi şensî yan jî bêşensiya mezinbûneke wiha nejiya.

Tê wê wateyê ku rewşa min a nakok di nava malbatê de û gelekî zû derketina vê nakokiyê li ser pêşketinên piştre çêbûne bandoreke diyarker kiriye. Ew gumanên ku min ji vê saziyê dikirin, hişt ku ez li hemberî kevneşopiyan parastinan û piştdayîna wan ve xwe li ser piyan hiştinê jî gumanan bikim. Jixwe her kes dibêje dê bavê wî yan jî dayika wî çawa wan biparêze û wisa mezin dibin. Bêyî ku xwe bispêre dayik an jî bavê xwe ne gengaze ku zarokek mezin bibe. Lê belê bi rengê ku me jiyaye, me ev tişt zû dîtin û gelekî zû qutbûn, ev jî ji bo serbixwebûna me ya piştre piştgiriyeke mezin dide. Ji bo fêmkirina me, nakokiyên di civakê de ne li gorî nirxên malbatê li gorî nirxên netewî û civakî zirav nêzîkbûna me derfet dide, min ji bo vê hê jî zû ve vekirî dihêle.

Pêwîste ez înkar nekim ku van ez parastime. Pêwîste ez vê jî bi bîr bînim, dibe ku ez bibama zarokekî ku stûyê xwe ditewîne jî. Dayika min li gor nakokiyên xwe ber bi şervantiyekê ve çûyînê de gelekî bibandor bû. Heta ez dikarim bibêjim, terbiyeya herî mezin min ji wir girt. Ango min helwestên dayika xwe de ev tişt dît. Ger tu dijminên xwe ve mijûl nebî, tu nikarî nan bixwî yan jî tu carî nikarî bijî! Dibe ku ev taybetmendiyeke girîng a perwerdê ye. Ji ber ku dayika min li hemberî ewê ku wê li gorî xwe dijmin dizanî tekoşer bû. Mînak dema ku zarokekî sîleyek li min bidaba û min tola xwe nestendiba û ez hatibama wê ez diqewitandim û digot, “tu yê herî, teqez tu ye jî bersivê bidî.” Ez şerê ku min bi hindek zarokan re kiriye tînim bîra xwe, ev pevçûn misoger bi ferzkirina wê ve çêdibûn. Ger ji min re bimaya dema ku zarokan li min didan, ezê bigîriyama û biqêriyama, min dê bixwesta ku min biparêzin. Minê ji dayik an jî ji bavê xwe re gotiba biçe tu tola min hilbigre. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wiha ye. Ango dema ku lêdan xwarin û zirarek gihişte wan digrîn dibezin, destpêkê diçin gel bavên xwe, piştre dayika xwe himbêz dikin, dixwazin bersiveke wisa bidin dayîn. Di vir de bersiveke wisa ne mijara gotinê bû. Digotin “ew jî zarokek e, tu jî zarokek î tu yê biçî bersivê bidî.” Dibe ku ev şêwazeke rast a perwerdê be, ji aliyekî din ve jî dayika min bi xwediyên wan zarokan re şer dikir. Digot, “ger zarokê te wiha kiribe, ez jî wiha dikim.” Lê belê bi me jî dida kirin.

Dayika min bi min hesteke wiha da qezenckirin. Bi xwespartina min ve her dem ji min piştgirî girtinê ve, alîkarî dîtinê ve wisa bi girînê ve bi taybet wiha nêzîkbûnê ve tu nikarî bijî. Teqez pêwîste bersiveke te hebe! Gelekî hov be jî weke tolhildanekî yan jî hesteke mezinbûnê ye. Aliyê bavê di şer de xwedî hêzê nebû. Aliyê dayikê zêdetir xwedî hêz bû. Li aliyê bav jî şerkeriyek hebû, lê belê aliyê dayikê hîn diyarkertir bû. Ev taybetmendiyeke dema jiyînê tekoşerbûyîn e. Dayika min zêde me neda perçiqandinê. Ji ber ku di wan şerên bi wan zarokan re dibe ku em bihatana perçiqandin. Zarokên hember hîn xwedî hêzbûn û zêdetir bûn. Di wir de hêza xwe parastinê hebû. Şerekî xweparastinê yê dijwar dihate dayîn. Ango ev tişt dida hîskirin. Ez wisa stûyê xwe natewînim. Ezê şerekî mezin bikim. Ezê qiyametê rabikim! Di gund de jî dayika min a herî navdar bû. Tofaneke serîhildanê bû. Di qîjandinê de, di dujûndayînê de kesek di ser re nebû. Zilam be, jin be kê dibe bila bibe bêtirs diçû ser. Ango kesayeteke balkêş bû. Hindekî jî ji aliyê parastinê ve me bi hev re hindek tişt parve kirin. Naxwe dibe ku em bibana yekî lewaz jî. Weke ew dibêjin, gengaz bû ku ez bibama zarokekî lewaz ku stûyê xwe ji her tiştî re ditewîne. Di vê wateyê de pêwîste mirov nirxê wê teqdîr bike. Derveyî vê tiştekî ku bidine me tunebû. Piştî ku pêvajoya dibistanê destpê kir, tiştekî ku ez ji dayikê fêr bibim nemabû. Ev pêvajoyeke qutbûnê bû û dê bidomiya.

Gelo ji dayikan qutbûn çiqasî rast e? Ew zarokên mînak ên dayikên xwe, dema derfet û pereyên wan çêdibin giştî diyariyan ji dayika xwe re dikirin. Min serî li rêbazeke wisa neda. Di rastiyê de pereyên min jî hebûn. Rexmî ku min hindek pere qezenc dikir jî, ez nehizirîm ku ji bo xizmên xwe, ji bo dayika xwe diyariyekê bikirim. Dibe ku wan ev tişt baş nedîtibin, dibe ku ez di vê mijarê de bi înkarî nêz dibûm. Lê belê li gor min pêwîst bû ku kurbûn cuda bûya. Li gel ku ez weke kurê ku wan dixwest nebûm, di min de lêgerîna bûyîna kurekî baş ê hîn cudatir hebû. Ez ti caran bi diyariyên erzan ve nêzîkî têkîliyên dostaniyê nebûm. Ez hîn jî wisa me. Min ji bo we diyar kir ka ez çiqasî bi hevaltiyê ve girêdayî me, di temenên zû de çiqasî lêgervanekî mezin ê hevaltiya zarokan bûm. Ji bo ku ez bi wan re bim, min çiqasî hewl dida. Heta ji bo hevaltiyên wisa ava bikim, hêzeke çawa mezin min bi dest xist. Min didît ku ev bi diyariyên erzan ve çênabe û di rastiyê de min diceriband ka ev diyariya erzan çi ye? Min hindek tiştên ku balê bikişînin nîşan dida, ev zêde balkêş nedibûn. Ji bo pêşketina têkîliyên xwedî hêz û avakirina hevaltiyên xwedî hêz derfet nedidan. Ji bo wê jî hîn di temenên biçûk de ez li riyên cuda yên girêdana mirovan hizirîm. Ez xebitîm ku riyên mezinbûna girêdaniya malbatê yên guhertî bihizirim.