Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

apo apo123Partiya xwînê ku dimeşe jiyanê ye. Ger di xwezaya vejînê de tiştek hebe hilkeftina wê, şînbûyîn û vebûna kulîlkbûnê ye. Lê yek jî di van rojên Newrozê de bagerên sext hene. Carna kulîlkan jî dierçiqînin, tovên terîkeyan ku li ber tamgirtinê ne dişewitînin. Ev jî di nava me de hene. Ma em hindik dibine zemînê eciqandina tovên vejînê?

PKK ku PKK’ya Newrozê ye çendî di cî de ye, çendî jiyanî ye û çendî ravekar e. Lê dîrok û rojanehiya wê jî erçiqandin ewqas rasteqînî ye. Rastînê weke ku heye pejirandin rastir e.

Me tenê bi vê bawerî anî: “Çi zagon nikarin raserî zagonên jiyana azad bibine xwedî hêzekê. Hêza herî mezin, zagona jiyana azad e.” Di wî halî de “bendên destûra bingehîn ya KT’yê, zagonên destûra bingehîniyê û herî zêde jî yekîtî û tevdehiya komarê nikare bê gotûbêjkirin.” Van hemûkan ji bo me dibêjin. Dibêjin “hûnê nekarîbin bijîn”, yanî “ji zagona jiyana azad re ku zagona herî mezin e cî tune.”

Di derketina me ya yekem de, me berevajiyê vê got: Zagona herî mezin viyana jiyana azad e.

Bi hemû aliyan ve nebe jî, ya ku serkeftî ye ev e. Ên ku dibêjin zagonên mirinê yên herî hêzdar in û van zagonan bi xwîn rijandinê her roj disepînin, qasî zagonên dijmin ên mirinê yên li ber çav, yek jî zagonên xayinan û nenasên azadiyê ne. Yek jî zagonên rizî, nebûne yên xwe, xwe pênase nekirine, heşifiyên ku nebûne xwedî raderbirîna rêgez û azadiyê û meymûnan in. Zagonên margîseyan (bûkalemûn). Li hember wê şîlobûna ku herî zêde tê gotin û armanca herî pîroz jî zagonên wan ên ku bi ti cureyî nayên rastiyê... Wan jî pir ewlehiya xwe bi wan zagonan anîbûn. Sê zagonên bingehîn derketin holê. Zagona qirkirinê ya li berçav, zagona xayîn, zagona ketî, heşifî û margîseyîli hember me bûn û me jî got, dê zagona jiyana azad jî hebe.

Me li van salan vê zagonê çespand. Me dît ku ev zagon zagona herî hêzdar e. Bi taybetî KT ku digot, ev qet nikare bê gotin û yên ku bibêjin qafê wan diçe, em tenê bi qulkirina vê zagona weke zirx ve neman, em parçe parçe dikin, -a xayînan jî. Me zagona ya ku mirov nekarîbûn nêzîk bibin li serê wan kire bela, di rewşa êşînê de ne. Min danî holê ku ew bêkesayetiyên şîlo qasî spiyekî jî nirxê wan nîn e. Êdî em bi van zagonan, wan kurmikên di hûndirê dara azadiyê de ne perîşan dikin.

Erê, ev karên xweşik in. Ji zagona jiyana azad re zelalî dana qezenckirin e. Ez her ku heme min bi hevokên neqişkirî bend bi bend zagonan rêz nekirine. Li Mezopotamya zagonên Hamûrabî jî hene. Tê zanîn ku Asûr di pêş de zagondanêr in. Zagonên tirsnak in. Her wekî li ser navê serdestan, li ser navê şaristaniyê di dîrokê de zagonên pêşîn li ser van axan zan û binyada pêşîn li virê hate avêtin. Yek jî şervanên azadiyê hene. Dema ku li ser van axan koledar û împaratoriya Asûr a herî hişk hilweşiyan, tenê ne Kurd, gelê Asûr jî tê de azadiya hemû gelan dest pê kir.

Bi vê wateyê Mezopotamya welat û dîroka azadiyan e.

Ji Kawa’yê Hesinkar heya Mezlûm’an gelek şervanên azadiyê yên zadegan hene. Em ji Helacê Mensûr bigirin heya Pîr Siltan’an, heya Nesîmî’yê ku li Sîwasê hate şewitandin, hemû şervanên azadiyê yên vê axê ne. Lê bi rastî jî di kesaniya KT’yê de serdestên ku herî dawî xwe tînin zimên xwedî zagonên stemkar in. Ew di nava şerekî mezin de ne. Me di vî şerî de ciyê xwe baş girt.

Ev, careka dîtir bi mirovayetiyê ve li vê derê jiyana azad û dîroka azad dest pê kiriye, ji vê dergûşê re şahidî kirin û dilsoz mayîn e. Ji bo me pir balrakêş bû û îro em anîne virê. Ez bextewer im, em di nava pîrozkirineke rastîn de ne.

Dema ku me dest pê kir, me axaftineke wiha kiribû: Me got, ji niha şûn de hemû roj Newroz in. Me got, divê di van 25 salan de bi rastî hemû sal rojên Newrozê ne. Soza me ev bû, me neperçiqand. Lê ya ku zaliman diçespandin êş, îşkence û erçiqandin jî hebûn. Gelek mirovan bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê şewitandin. Va, emê çawa li bîraweriya yên ku hatine şewitandin xwedî derkevin? Hêza tolwergirtina PKK’ê Zekiye, Zîlan, Ronahî weke ku dibûn pakrewanên mezin ên van rojan, di bingeh de, di vê qasê de, ji bo gihîştina pirsa jiyana azad çawa ye, em kiryara wan ji gotin û qewîtiyên wan dizanin.

Li Mezopotamya û li quntara Zagrosan berbi çavbûna jiyanê, welatê bihûştê ku hemû pirtûkên pîroz xwestine vê vebêjin, piştî tufana Nuh qada jiyana nû ye. Li ser van axan mirov bi azweriya azadiyê jiyan e.

Belkî jî naşibe ti welatekî, belkî jî naşibe ti pirtûkên ku hatine nivîsîn, belkî jî di ti pirtûkê de, nehatiye nivîsandin. Lê şerekî azadiyê heye. Pirtûka wê ku nehatibe nivîsandin, negihîştiye azadiyê ji lewma. Heke pirtûkên hatibine nivîsandin nîvco ne, ji ber ku tam rîzgarî çênebûye.

PKK romanek e ku hê dawiya wê nehatiye, helbest û stranek e...

Beriya were nivîsîn axaftin, dibe bersiveke ku bi gor rastîna çalakî û puxteya wê ya dîrokî ye. Ne hêsan e ku derejiyaniya di dergûşa mirovayetiyê de-ezê ji vê re nebêjim dîlîtiya jiyana mirovayetiyê ku ji goristanê xirabtir e- bipejirîne. Ev jî pir zor e. Ka li virê mirovayetî hatibû ser zimên, ka li virê zagonên yekem hatibûn nivîsandin, ka li virê hêviyên yekem hatibûn ser zimên, ka li virê di her destlêdana axê de berhemek derdikete meydanê, ajalên yekem li virê hatine kedîkirin, riwekên yekem li virê bûne qût û di embaran de hatine tijîkirin? Gundê yekem, bajarên yekem li virê hatine avakirin. Dewlet cara yekem li virê za. Helbest û muzîk cara yekem li virê hatine sazkirin. Hestên yekem li virê zindî bûn. Li hinek ciyan bû rastîna çînê, li hinek ciyan bû împaratoriyên koledar ên yekem. Bû zagona eşîrekî û hê jî bi hemû hêza xwe ve didome. Lê tiştekî dîtir jî pêk hat, weke ku ev hemû pêk nehatine, bû qada heşifandinê.

Niha nasnameya mirovayetiyê tune, hêviya wê nemaye.

Ev nakokiya mezin çawa wisa dibe? Him niştimana hemû ‘yekem’an e û him jî li serê ti berhem nemane. Divê ev nakokî were çareserkirin. Ciyê ku destana Gilgamêş û hevaltiya yekem hatiye avakirin, niha hatiye halê qada ku yên herî xayîn tê de dimeşin. Divê ev di nava me de jî were çareserkirin. PKK ji bo vê bûyereke mezin e, ciyê çareserî û xweşikiyê ye.

Ev dîroka mezin çawa wisa ket?

Ger ji nû ve dîroka vejînê çêbibe, dê çawa be? Va, jêderka peroşmendiyê ev der e. Gencî li kû derê hatibe wendakirin, li wirê lê tê gerîn. Mirovayetî li ciyê ku lê zaye, li ser qurmê wê tê vekolîn û heke bê peydakirin, mirov dikare li wirê peyda bike. Li Amerîkayê, Rûsyayê, Sibîryayê peyda nabe, -navend ev der e.

Ev 25 sal in PKK li mirovî digere. Li mirovê xwe, ev mirovê yekem bû, belkî jî dê bibe yê dawî.

Ger silav ji jiyanê re bê dayîn, weke Newrozê her tişt bi jiyanê re bigirnîje, divê zimanê wê bê wergirtin. Ji bo wê jî jiyan ne hêsan e.

Me her tiştî da sekinandin. Bêyî ku em bikevine pêşdaraziyekê, qalibekî û xwe bigihînin darezîneke misoger, tim fêmkirin û kûrtir fêmkirin. Çi çî ye, çi divê bibe çî, çi ne çî ye, çi divê çawa be? Va, ew bûyera ku tê gotin ponijandin ev e. Xwe bi hêsanî pênasenekirin, îcar ev mirovê azad ku digihîje hezar salan, pênaseya ku ew aniye halê nenasînê di xwe de pênasenekirin, nasnekirin, nedana jiyandin. Hemû navên ku hatine danîn weke navê xwe negirtin. Ji hemû viyanên ku hatine çespandin guman kirin û hê jî biryara jiyanê tam nedayîn û nehêle bê dayîn. A herî rast, herî xweşik divê guncavê dîroka qurmê vir û dergûşa wê be. Weke ku ew lêgerînvanên jiyanê ku di Gilgamêş de dest pê kirin, li pey bêmiriniyê baz didan, weke pênaseya jiyana ku sadiqê vê jiyanê ye.

Va di 25 salan de, di PKK’ê de, hemû Newroz dibine salên lêgerîn û hinek jî peydakirinê. Em qesda van dikin. Min ev pir balrakêş dîtin û hê jî di kesaniya we tevekan de dixwînim. Wisa hizir dikin ku dijîn, hê jî tê negihîştine ka ajeke teze li jiyanê çawa disekine û hizir dikin ku dijîn. Ezê çawa li hemberê vê nebime hêrsdar? Her tişt bi kirêtî ye. Ezê çawa vê çespandina jiyanê bipejirînim?

Di destpêkê de min xwe kilît kir. Weke xweda ango xwedawenda di perestgeha herî pîroz de ye û dest lê nayê dayîn. Ger li hember hemû çemkên xirabiyê bûyîn bibe şênber, min got bila giyana min a arî û paqij di quncekî min de bimîne. Va, PKK û pakrewanên wê hemû wisa ne, -ya ku xweşik e ev e.

Çendî ku li ser vê axê pakrewan bikevin û bêne çandin dê ewqasên nû bizên

PKK ev e, ya ku peroşmendiyê dide ev e. Va, ez dixwazim vê bikime serwer. Ev min zêdetir eleqedar dike. Ev peywireke mirovayetiyê ye, li ser van axan, ji bo pakrewanên mirovayetiyê ku bêjimar in rêzdarî ye, li hember dîroka mirovayetiyê rêzdarî ye. Bila hebe û ez vê keraxiyê nejîm. Pakrewanên me Mezlûm, Zekiye, Ronahî bila hebe qet nejîn.

Zîlan’an çi kiribûne xwelî?

Li ser navê çîna kerax, netew, zayend û her cure rastî, xweşikî û ked û yên ku dijmin di wan de dabû afirandin çi hebe, çi di xwe de pêk anîbûn, di destpêkê de hemûkan di bedena xwe de şewitandin, kirine xwelî. Pîr Siltan jî, Helacê Mensûr jî wisa bûn. Çi bextewerî ye ku me vê kevneşopiyê temsîl kir.

PKK’ê anîna van rojan, hemû tawanên ku li ser mirovê azad tê çespandin, di bedena PKK’ê de şewitandin, tunekirin û ger gengaz be paqijkirin û ji nû ve êxistina jiyanê... PKK weke ku di ti rêxistinê de peyda nabe ewqas zindî mezin dibe. Pênaseyeke dîtir a 25 salan jî ev e. Bi misogerî dema ku ev can dişewitin, hemû pakrewanên PKK’ê ku bi teknîka dawî ya di destê wan serdestan de dihatin şewitandin, di bingeh de ti demê bawer nekirin ku dimirin. Di henaseya xwe ya dawî de jî, hemûkan weke navên xwe dizanibûn ku dê jiyanê hembêz bikin.

Jandar, lê rastîn e. Bi awayekî dîtir hembêzkirina jiyanê nabe.

Pirsgirêk niha çi ye? Vê jandariya pakrewan, li ser navê jiyanê axê hembêzkirin hê di gihînekeke duyemîn de, emê çawa karibin bi rizgariyê ve bizêrîn bikin? Dora vê ye, lê pir zor e. Ez bawer nakim ku zor e jî, lê dixwazim girîngiya fêmkirina wê bînim ser zimên. Ez dixeriqim ji bo şerkirina vî karî. Lê êdî şêwaza şerkirinê min zêdetir eleqedar dike. Di gelşa gihînekan de ez bawer nakim ku bikevim çewtiyan û ji çewtiyan jî qet natirsim. Lê şêwaza serkeftinê ji bo min bê amantir e.

Ez vê jî dihizirim: Pêşxistina viyana ku qet nayê xapandin. Ger bê veguhastin asteke wisa ya ku weke sembolekî pakrewanan dianî zimên, her tiştê ku diviya bê şewitandin, lê bi teşeyekî ku careka dî nekarîbe tevlî bibe, wê şewitandin û viyana jiyana azad qasî ku careka dî neyê tewandin tûjkirin.

Ev Newroz, qasî ponijandina herî bişidet ku dikare li hember her cure şerî tebat bike û bi ser bixîne tûjbûn e. Dinêre fêm dike, dimeşe çêdike, di pey re serkeftin tê. Di PKK’ê de şervan afirandin xebateke pir xweşik e. Van hemûkan bi ew hinek peyvên ku hûn tim dubare dikin na, ji gotinê jî wêdetir, ez dadikevim puxteya wan. Rojekî rizgarkirin na, qasî ku destpêk û dawiya mirov biyek dike, ji karê viyan û mirov dana afirandinê re dixeriqim. Felsefeya vê çawa ava bûye? Ê ku dixwaze dikare ji vê felsefa wê binivîsîne û derxîne. Ê ku dixwaze siyaseta wê, yê ku dixwaze zanistiya leşkertiyê, yê ku dixwaze hûnera wê, yê ku dixwaze estetîka wê dikare derxîne, -her tişt heye. Em hemûkan biyek dikin.

Ên ku xwe li ser navê PKK’yî dihesibînin û heta yên ku xwe weke artêşekê jî dihesibînin -ez li hember vê rêzdar im û hewl didim ku destekeke erjeng bidim- ber rewşa wan dikevim. Ji ber ku we di asta peyvê de jî xwe bi kar ve tam nedaye girêdan.

Giyan li kû derê ye?

Va, keçên we yên ciwan, ez ji dilsoziya we ya ku hûn ji mezinahiya PKK’ê re radibihîsin guman nakim. Dîsa guman nakim ku we xwe di bingehê azadiyê de feda kirine. Lê zayenda we ya ku ji zû de hatiye wendakirin û ji ber ku hûn ji zagonên şerê azadiyê bêhay û xeber in, ji şerê çîn, ji şerê netew, ji şerê mirovê xweşik dûr in, gelo ev yek we ji wan jinên kolanan ango cariyeyekê bêtir naxîne rewşa radestkariyê?

Min bi tena serê xwe da destpêkirin û bi serê xwe birinê de ez şahane me          

Ti tengasiya min jî nîn e. Lê hûnê çi bikin? Gilgamêş hevalê herî zindî yê dîrokê ye. Min vê dîrokê nizanibû, lê karê yekem ku min da çêkirin ev bû. Ji xwe zêdetir hevalê xwe hizirandin. Niha ez li we dinêrim, tevî hevalbendiya mezin a van hemû salan, hûn nikarin bimeşin. Yekî fêmbar derkeve û bibêje dijmin ji virê derket, min dît û bergiriyên xwe girtin, wisa ji paş ve xencer dikir, min destê wî girt, mebest xirab bû, di nava me de bû, cilên wî wek yên me bûn, li ser serê me bû, hetanî niha yekî wisa derneket. Va ev mirov diêşîne.

Ez hemû dijminên xwe baş nas dikim, hevalên xwe jî

Artêşa pakrewanan, artêşa girtîgehan û artêşa gelê me heye. Jixwe ji min zêdetir xwediyên vî karî ne. Lê hûn, ên ku di eniya şerê germ de ne, di destên wan de çeka şûrê tazî hene. Em ji her çekî, ji her çeka ziman bigirin heya çeka teknîka herî dawî ya tazî, hûn nikarin bi kar bînin. Dema ku hûn bi kar tînin jî, bi piranî li xwe dixin. Va, ev koletiyê diderbirîne û dijraberê azadiyê ye.

Ez van ji bo vê dibêjim: Ji bûna xwe re nebêjin “ji bo jiyanê em zan.” Ji mezinbûna xwe ya fêrbûn û hewisandina dijmin re nebêjin “em mezin bûn.” Heta bi halê xwe yê niha jî ji mezinbûna xwe ya di nava PKK’ê de nebêjin “em bûne PKK’yî”, xwe xapandin hene.

Careke dî dibêjim: Ez qasî Gilgamêş zindiyê hevalbendiyê me. Ez naxwim didime xwarin, venaxwim didime vexwarin, najîm didime jiyîn. Di heman demê de tiştên ku nabexşînim hene. Ez naxwazim vê otorîteya mezin li we biçespînim. Ev li xweşê min naçe. Ne ku ez bêçare me, ti wateya xwe nîn e ku, mirov otorîteyê li piçûkan biçespîne. Ezê kîjan otorîteyê biçespînim li wan kesên ku hêza wan a fêmkirinê tune ye! Her wekî otorîta mezin pîroziya hestê pîroziya raman û viyanê ye. Van ez kirime otorîte. Baş e hûn? Hûnê kengê bibine xwediyê otorîteyeke rûmetbilind?

Li ba min rastîn dijîn, li ba min xweşiktî dijîn, li ba min di şer de serkeftin, di jiyanê de evîn dije

Fermana herî mezin, rêpîvana çirûska hestê ye ku di mezinahiya ramana rast de ye. Qasî leza roniyê lezdar e û takekesê ku xwe bi tev de kiriye enerjî. Em bihewl in ku vê biafirînin. Ji bo vê ez dibêjim: Hinek ji we dixwazin ku bi me re bin. Ez dibînim ku bi me re ji partîbûnê re û bi me re ji artêşbûnê re bixwestek in. Lê ez jî neçar im ku pênaseya vê bikim. Tenê pêwîstekên wê eşkere dikim. Çêtirdîtin a we ye. Di partîbûnê de zorlêkirin nîn e, di artêşbûnê de zorlêkirin nabe. Lê hizirandina di nava me de, çêkirina wê di polîtîkayê de di eyara leza roniyê de ye. Gotina “ez nehizirîm, ez neaxivîm û min nekarî çêbikim” berevajiyê rêgeza xebata Serokatiyê ketin e. Ji ber ku li virê polîtîka û leşkertî di leza roniyê de kar dike û sînorê herî dawî yê çêkirina nû ye. Taybetmendiyekê roniyê jî sotîner û ronîker e.

Hûnê bibêjin ku “ev şêwaz hetanî niha nehatiye sepandin.” Lê şêwaza koletiyê ku em dijîn jî, li ti derî nehatiye sepandin. Ji vê koletiyê re tenê ev şêwaz dikare bibe bersiva bandordar. Wekî din çare tune. Min hemû pirtûkên mirovatiyê vekola û encama “derman ev e” derxist. Divê hûn fêmbar bin. Bi ya min bûna azwerîmendê vê nayê astengkirin. Nexwe azadiya bûna vemirî û ji hêzê ketinê nabe. Çêtirdîtina wê nabe. Tebî divê em di leza roniyê de baz bidin. Divê em di ronahiya wê ya sotîner de bijîn. Ma me çêtir dît, em ketin tawanê? Me ya herî pêwîst dikir pêk anî û dibe jî. Berevajî bêyî wê ne jiyan, ne jî şer dibe. Dijminê li eniya dijber hizir dike ku, teknîka herî dawî girtiye destên xwe dibêje “ferman û destûra min a bişikil û şemal heye” û bi ser me de tê.

Bi fermî û kiryarî 25 sal derbas bûn. Ezê nebêjim min ev dijmin negirt riştiyê. Min girt riştiyê, lê min di vî bingehî de negirt. Lê min di wateya têk naçe û li dijî tiştek nayê kirin de negirte riştiyê. Da ku negihîje min, ez tam di halê bezê de me.

Dê ti demê negihîje min, bi şêwaza lêxistinê pêşiya min qut neke. Ezê vî şensî qet pê nedim.

Ew dijminê ku bi ti cureyî hûn negirtine riştiyê, ez pir digirim riştiyê. Ez timî henaseya wî li patika xwe hîs dikim, lê nasekinim. Baş e hûn? Dijmin dibe girş û dikeve çavê we, hûn nabînin. Lê ez wî li her derî dibînim û tim li ciyê ku lê ye rawestiyame. Ev ji bo şerkirinê pêwîst e. Tiştekî dîtir jî dikim; xebatên qezenckirinê... Hûn ne bi vê wateyê dibînin û digirine riştiyê, ne jî di mijara xebatên qezenckirinê de li xwe ewle dibin.

Hûn li çiyayên azadiyê ne, di nava yekîneya fedaiyên herî bi ewle de ne, çeka ku hûn lê bixin jî ne xirab e, çi ma? A ku maye kesayetiya qezenckirinê... Ez, ji bo jiyînê têk dibim, ji bo têkbirinê dijîm, ez bi vê felsefeyê ve erjeng hatime girêdan.

Di ramanê de qezenckirin, di her karê jiyanê de qezenckirin. Di rêxistinê de, li dijî dijmin di pîlana çalakiyê de qezenckirin. Hemû tiştên pêwîst dikin têne çêkirin, tê ketin nava şer û tê jiyîn. Bi qezenckirinê jiyan û şer biyekirin. Vê çêkirin yekane rê ye. Dijmin tenê di eniyê de û li hember nîn e. Weke hûn dibînin mirov wî digire riştiyê jî. Lê divê bergiriyeke jirêzê jî bê girtin. Hûn hemû dikarin bikevine ciyekî çiyê, ku bi hêsanî nikare bikevê. Ew ji bo şerê eniyê kozikeke baş e. Ev ne zor e. Lê li wirê karkirin, kesayetiya ku dijmin bin xistiye têkbirin, rêpîvan û rêxistina ku dikare dijmin têk bibe amadekirin. Va, hûn nikarin vê çêbikin. Ev, mafekî jiyanê ye, di şer de nikare bibe şêwaza milîtanekî.

Dema ku em diketine Newroz’an min tim vê hizir dikir: Min got ev zarok, ev ciwan, ev milîtan dê bikevin çiyayekî, pişt re jî karê dijmin biqedînin. Li sehaya Rojhilata Navîn derbasî wî aliyê avê bibin, êdî qediya. Min nexwest ku ti teorî, rêzname û rêvebernameyekî jî amade bikim. Ji ber ku min got zimanê çiyê bi her kesî axaftin û şerkirinê dide.

Va, di Newroza 85’an de bi rastî rêhevalê ku ez jê hez dikim û kesayetiyeke ku hevalbendiya wî tim li xweşê min diçe Egîd (Mahsûm Korkmaz) tiştek digot: Em bi hev re bûn, me wê Newrozê gotûbêj dikir. Me hewl dida ku em Newroza 85’an qezenc bikin. Pişt re li welêt, wî dizekê ketî, xasûkê gundî, dilreş û neyarê hevaltiyê ku îro jî berstûka me bernade û dîsa kadroyê ku xwe perwerde nake dipeyitîne. Hûn dizanin, Egîd pakrewanê heyva Adarê ye. Egîd dibêje: “Beriya her tiştî emê vî xasûkê gundî di nava partiyê de nedin jiyîn; a diduyan, divê ev kadro bi erjengî bêne perwerdekirin. Di halê berevajî de ev dê pêngava 15’ê Tebaxê bibin têkçûnê.”

Serokatiya Partiyê