Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

serok serok1Belkî jî rewşa jeoçand û stratejîk a Kurdistanê bûye sedem ku di dîrokê de bibe welatê herî zêde li ser têkoşîn were meşandin, teror -dijwariya ji bo mirovan bi tirsê rêve bibe- û şer were kirin. Piştî çaremîn serdema qeşayiyê (pleîstosen), çanda mezolotîk a li derdora 20 hezar sal berê, pişt re jî çanda neolîtîk (cotkarî û heywan kedîkirin) li herêma navendî ya pêşket -li derdora 12 hezar sal berê- tê texmînkirin herêma îro Kurdistan e. Me sedemên vê yekê di mijarên curbecur de diyar kirin. Ji ber ku bûye navenda çanda herî zêde ya serdema Mezolîtîk û Neolotîk lê pêş ketiye, ji her çar doran komên çanda seretayî dijîn -mirovên dema paleolîtîk- timî berê xwe didin vê herêmê. Piştî pel û pincar berhevkirinê, cotkarî dest pê dike, pê re berhem zêde dibe û heye ku ev yek bi xwe re şêniyên li herêmê zêde dike. Belgeyên dîrokî eşkere nîşan didin ku di van deman de li herêmê şênî pir bûne. Bi awayekî asayî, ev rewş dikare car caran rê li ber şerên li ser zeviyên bi bereket, heywan û nebatan, veke. Îhtimaleke xurt e, şerên bi vê şêwazê yên naveroka wan civakî û aborî pêk hatibin. Dîsa belgeyên di dest de nîşan didin ku ji wê demê hin xirbeyên gundan mane.

Têra xwe mirov dide fikirandin ku di dîrokê de yekemîn têkoşîna ekonomîk û civakî ya berfireh, bi sedemên ravekirina wan mumkîn e, li ser Kurdistanê diqewimin. Bi qasî ku ji tevgerên şêniyan tê fêmkirin, ji başûr Erebîstana îro û ji Efrîka Bakur, ji rojhilat Îranê û hînê rojhilatê wê, ji bakur Kafkasan û rojavayê Anatolyayê komên curbecur berê xwe didin herêmê. Mîna ku îro çawa mirov berê xwe didin Ewrûpa û bakurê Emerîkayê, di dîrokê de yekem car refên mirovan ên bi armancên aborî û civakî berê xwe didan Kurdistana îro ku ji bo mirovatiyê li derdora tevahiya 15 hezar salan rola ‘Welatê Rojê’ bi cih anî. Bêguman eger welatek ev çend demeke dirêj rola welatê rojê bilîze, wê bibe sedem ku li ser, şerên mezin û xwe-lihevrakişandin bibin. Piştî ku çanda Neolîtîk a li derdora neh hezar sal berê baş tê pejirandin, tevgereke şêniyan a berovajî dibe. Li gorî agahiyên di dest de hene, em wexta diçin heft hezar sal berê, em di-bînin çanda neolîtîk hem fizîkî -tevî mirovên xwe- hem jî çandî- tenê bandor- ji Okyanûsa Atlas heta peravên Çîn Pasîfîk, li bakur heta Sibîryayê, li başûr heta Bakurê Efrîkayê belav dibe. Bi vî awayî wek berê zêde kes berê xwe nade navenda cihê derketina çanda neolîtîkê.

Tê texmînkirin ku li derdora heft-pênc hezar sal (BZ 5000-3000) berê li ser Kurdistanê koma çand û zimanê Aryen reng werdigire, ji civaka klan û qebîleyê derbasî civaka eşîrtiyê dibe. Civata eşîrtiyê bi xwe re hînê zêde koma mirovan a baş hatiye bi rêxistinkirin û çalakiyê tîne. Civatên klan û qebîleyê zêdetir ji 20-50 kesî pêk tên, lê civaka eşîrtiyê bi sedan kesî organîze dike. Ev rewş nîşan dide ku eger pirsgirêkên aborî û civakî dijwar bibin, têkoşîna di nava komên eşîrê de jî dikare gurr bibe. Hin daneyên arkeolojîk ên ji vê serdemê mane -hin gundên bi tevahî hilweşiyayî- didin nîşan ku ev zêdetir ji ber pirsgirêkên navxweyî ne. Li ser çem û erdên bi bereket şênî zêde dibin û çavnebariya cîranan ji sedemên aborî yên şer in. Em dikarin texmîn bikin ku di encama van şeran de sînorê hin eşîran çêbûne. Di vê çarçoveyê de îhtimal heye ku em kokên herêmên eşîran bibin BZ 4000 salan. Çandiniyên hevpar ên mulkên eşîrane û sînorên zozanan ji hev têne kirin. Dîsa em dikarin texmîn bikin ku ziman û zaravayên xweser ên eşîran û çandeke curbecur pêş dikeve. Yekemîn livên govendê û awazên muzîkê, kulta perestinê reng werdigirin. Gelek peykerên vê serdemê yên fîgurên jinê ne, giraniya çanda malbat-dayikê îfade dike. Em vê demê dikarin wek naverok civakî û têkoşîneke armancên wê aborî, tarîf bikin.

Dema BZ 3000-2330, derketin û temambûna şaristaniya Sumer a Mezopotamya Jêr îfade dike. Têkoşîn gihîştine asta şer. Di dîroka mirovatiyê de yekem car nirxên aborî bi hêzeke eskerî ya berê hatiye plankirin bi darê zorê têne desteserkirin û talankirin. Ev kevneşopî bi vî awayî di dîroka mirov de cih digire. Hêza şer-îqtîdarê di cewherê xwe de hêzeke talanê ye. Li pişt sifetên xwedayetî, pîroztî û qeh-remantiyê talan û desteserkirin veşartî ne.

Kurdistan yek ji çavkaniyên bingehîn ên derketina vê şaristaniyê ye. Yekemîn destana nivîskî ya hemû mirovatiyê û şaristaniya Sumer Destana Gilgamêş sefereke talanê ya bi ser Kurdistanê kiriye çîrok û çîvanok. Ji yekemîn qral û nîv-qehremanên bajarê Ûrûkê Gilgamêş bi rêya jina fahîşe ya sembola şaristaniya bajêr e, bi alîkariya barbarekî bi navê Enkîdo ji bo talanê berê xwe dide Kurdistanê. Ya esas, Enkîdo ji çiyê dadikeve bajêr bi hêza serdest re li dijî qewmê çiyê ‘Kurtiyan’ hevkariyê dike. Ew yekemîn mînaka hevkariyê temsîl dike. Ji bo dagirkirina welatê xwe pêşengiyê dike. Di berdêla vê yekê de li ser sifreya qral-dewlet hînî jiyana têr xwarin û jinan tê kirin. Biwêja “Kurd çi ji cejnê fêm dike, xulp xulp dew vedixwe” çavkaniya wê ji van deman e. Belkî Gilgamêş bi xwe jî ji qewmê çiyê be. Ji ber ku Gilgamêş tê maneya ‘camûsê mezin’, ‘zilamê mîna gayekî’. Tesaduf nîne ku dîroka Kurdistanê bi van xayînan tijî ye. Sumerî pir zêde hewceyî bi keresteyên daristanan, kevirên verotinê û madenan hebû, ji lewra tim û tim berê seferên wan li bakur bûn. Ya rastîn, şerên îro em di krîza Iraqê de dibînin, mêjûya rabirdû pir bi kurtî û awayekî xulase nîşanî me didin.

Hêzên şaristaniyê yekem car tevlî pêvajoya talan, dagirkirin û îstilaya li ser Kurdistanê bûn û vê yekê rengê bûyeran guhert. Talana hêzên dewletbûyî li ser civakên etnîk ên klan, qebîle û eşîran dibin seferên kolekirinê. Têkoşînên di demên berê de ji bo xweparastinê, zevtkirina çeman û erdên bi bereket bû, lê di dema şaristaniyê de têkoşîn di serî de bi armanca kolekirin û talanê tê kirin. Êdî mirov bi awayekî bi plan tê kuştin û êsîrkirin. Her weha heye ku hatina herêmê ya ji çar aliyan û birina çandê ya der ve dewam dikin. Berhemên arkeolojîk ên ji Hûriyan mane, şer û têkoşînên civakî rohnî dikin. Nîzamê wan ê parastinê, çîrokên wan yên qehremaniyê, hebûna têkoşîn û şeran îspat in. BZ di salên 2000 de timî ji Îran, Kafkasan, Anatolê û Erebîstanê komên dagirker êrîşî herêmê dikin. Bircên bajêr ên Sumeran û kelehên Hûriyan bi armanca parastinê hatine lêkirin. Ji ber ku çiyayên bilind jî rola beden û kelehan dilîzin, pir bi awayekî xweza xwe avêtine bextên wan. Ji lewra mirov dikare bibêje çiya baregehên parastina etnîka Kurd in. Pêşiyên Kurdan li dijî dagirkerî, talan û xirabiyên ji çar aliyan ve bi ser wan de dihatin ji bo xwe biparêzin çiyayên li seranserî Kurdistanê ji xwe re mîna beden û kelehên xwezayî kirine mesken û cihê sitarê. Dûr nêz bi sedema vê rastiya dîrokî zêde nekarîn li deştan şaristaniyê pêş bixînin. Ji lewra çiya û Kurd heman tiştî îfade dikin.

Em BZ di demên 2000-1000 de dibînin li dagirkeriyên ser Kurdistanê hin hêmanên nû beşdar dibin. Qraliyeta Hîtît a li Anatoliya Navîn tê damezrandin û Îskîtên li Kafkasan ku wek barbar têne bi navkirin, hem li dijî şaristaniya Hûrî-Mîtanê, hem jî hînê li Başûr li dijî bajarên dewlemend ên Babîl û Asûran pêvajoyeke dagirkirinê didin destpêkirin. Dîsa jî yên herî tengav dibin komên ku pêşiyên Kurdan e. Ji ber ku berê tenê ji Başûr dewletên Sumer-Babîl-Asûr êrîş dikirin, lê li van êrîşan ji bakur êrîşên dewleta Hîtît û gelek komên şerûd ên barbar ên Îskîtan jî zêde dibin. Ji Îranê qebîleyên Pers û ji rojava jî komên etnîk ên Lûwiyan beşdarî van êrîşên tengav-kirinê dibin. Ji ber ku Kurd û Kurdistan li qadeke dewlemendiyê diafirîne, hem jî derbasoka şaristaniyên nû têne avakirine, tam dualîteyekê teşkîl dike. Ji bo karibin bijîn hem li ber xwe didin, hem jî hevkariyê dikin. Berxwedan û hevkarî bi hev re pêş dikevin. Tebeqeya jor a hiyarerşîk timî serî li rêya hevkariyê dide, lê beşên li jêr timî li ber xwe didin û têdikoşin.

Begîtiyeke Kurd di belgeyên nivîskî de BZ di salên 1600 de (muhte­mel li Elbîstana îro hatiye avakirin) weha bang li sazû-mankarê yekemîn ê Hîtîtan prens Atîna dike; “Kuro rezîl, me tu mezin kirî, tu li wir kirî beg, ne ji bo tu keriyên xwe yên şer bînî ser sînorên me û her roj me bêzar bikî, hêjayî sozên xwe be.” Em ji van gotinên nivîskî wer fêm dikin ku Qraliyeta Hîtît a di bin tesîra Hûriyan de pêk hatiye, êdî hêdî hêdî mezin dibe û ji bo qewmên Hûrî-Mîtanyan dibin xeter û tehlûke. Dîsa qralê navdar ê Hîtîtan Şûpîlûlîûmma ji qralê Mîtaniyan Matîwaza re welê dibêje (BZ li derdora 1300an): “Ez qîza xwe didim te, êdî tu kurê min tê hesibandin. Careke din isyan neke. Nerehetiyê çêneke. Li welatê xwe yê xweş li kêfa xwe binere. Ez li pişta te me.” Tevî şerên di navbera wan de diqewimin, em dibînin çawa bi zewacên siyasî aştî û xi-zimtiyê datînin.

Di vê demê de hêza xeternak a Asûran derdikeve holê, ji lewra hewceyî bi hevgirtina Hîtît-Mîtaniyan çêdibe. Ya hînê balkêştir ew e ku melîkeya navdar a Misrê Nefertîtî ji Mîtaniyan e. BZ li derdora salên 1500 demeke bi liv û lebat a dîrokê ye, em dibînin bi qasî peymanên siyasî û dîplomatîk şerên dijwar jî diqewimin. BZ di salên 1596 de Babîla navdar bi şirîkatiya Hîtît û Hûriyan tê dagirkirin. Şer û aştiya navdar a Kadeşê tê texmînkirin ku BZ li derdora 1280 pêk hatiye. Tê texmînkirin ku Hz. Îbrahîm ji Nemrûdê Ûrfayê di salên 1650, Mûsa jî ji Fîrewnê Misrê BZ di salên 1300 de reviyaye. Hemûrabiyê navdar BZ di 1750 de jiyaye. Di van deman de ku sedsalên şer û aştiyêne navend Kurdistan e. Kurdistan welatek e, şer ji ser kêm nabe.

Dema BZ li derdora 1000-330’î, ji bo şaristaniyên navenda wan Me­zopotamya dibe qonaxeke mezin a dawî. Wek hêza diyarker a dîrokê împaratoriya Asûr li ser sahneyê ye. Di hevrikiya navbera Babîl-Nînowa de pêşengî dikeve destê Nînowayê. Asûrmar bi çavsoriya xwe ya li dijî cîranên xwe navdar dibe. Gotinên mîna “ji serê mirovan dîwar lêkirin, birc û beden avakirin” taybetî û navekî din ê împaratoriya Asûr in. Seferên şer ên herî bêrehim li nava Kurdistanê, li dijî Sûriye û Misrê têne kirin. Bandora xwe heta rojavayê Anatolyayê belav dikin. Di vê demê de Hîtît -BZ di salên 1200 de ji aliyê Frîgyayên bi koka xwe Trakyayî- têne belavkirin, di şûnê de li başûrê Torosê qraliyetên piçûk ên bajaran têne avakirin. Li Kurdistana îro li herêma Botanê berê konfederasyona Naîrî (bi maneya nehîr-şet e) -texmînî BZ di salên 1200-900- û paşê bi belavbûna wê re dewleta Ûrartû (BZ 875-606) tê avakirin. Asûrî pir dijwar êrîşan dibin ser dewlet û begtiyên piştî Hîtîtan hatine avakirin. Di serî de fîgurên li ser keviran hatine verotin, gelek bermahî dîmenên şer zindî dikin. Di şeran de serjêkirin û hilkirina serê mirovan dibe pir rêbazeke normal. Dîsa ji sedemên herî girîng ên şeran, kereste, maden û zevtkirina rêyên bazirganiyê ne. Ûrartûyan karîbûne van êrîşan rawestînin. Xuya ye di xweparastin û bergiriyê de serketî bûne.

Di vê demê de hînê li rojhilat Med, li Kurdistana Îranê ya îro ji mînaka Ûrartûyan sûd werdigirin û hebûna xwe bi hêz dikin. Dizanin hewce ne ku hebûna xwe ya siyasî xurt bikin û ji bo vê yekê jî li dijî seferên Asûriyan ên rojhilat radiwestin û bi vî awayî pişta xwe qewî dikin. Ya rastîn, di dîrokê de 300 salên navdar ên berxwedan û amadekariyê, xurtbûna Ûrartûyan û dema wan îfade dike. Têkbirina Asûriyan, wek îro Iraqî DYE têk bibin. Ji lewra amadekariyên xurt û taktîkên nû hewce dikin. Di dawiyê de fermandarê Medan ê navdar Keyakser tevî muttefîkê xwe yê Babîlî Nabûkadnezar Nînowayê hildiweşînin û dawî li hebûna wê tînin. Medên BZ di salên 612 de derketin ser dika dîrokê, karîbûn avahiyeke siyasî a nêzî împaratoriyê (texmînî BZ 715-550) li Ekbatanê -Hemedana îro- pêk bînin. Di vê pêkhatinê de xusûsiyet û taybetiyên Kurdayetiyê xurt in. Ji bakur êrîşên Îskîtan, ji başûr û rojhilat jî êrîşên qewmên xizim ên Persan bi hêzbûna wan asteng kir. Îxaneta fermandarê navdar Harpagos û hevkariya wî bi Persan re, bû sedem hêza îqtîdarê bikeve destê biraziyê Qralê Medan Kîros yanî destê hiyarerşiya qebîleyên Persan.

Împaratoriya Persan dewama Medan e. Mîna ku dewleteke hevpar be. Dîsa jî bi piranî navenda şer di bin dagirkeriya Îskît de Kurdistan e. Mirina Kîros bi xwe jî di şerekî li ser axa Kurdistanê de pêk tê. Bi sedema êrîşên barbar ên ji bakur tên, împaratorî wek herêmeke ewle ber bi Başûr-rojavayê Medyayê ve dişemite. Darîûs (Darayê Mezin; BZ 520-485) sefereke mezin dibe ser Îskîtan ji bo vê belayê ji kokê ve bi dawî bike. Seranserî Anatoliyayê ji du sed salî zêdetir (BZ 530-330) di destê Med-Persan de şekil werdigire. Li gorî rêzê hebûna siyasî ya Frîgya, Lîdya û Lîkyayê bi dawî dikin û li hemû peravên Egeyê bajarên têne damezrandin digirin bin destê xwe. Mirov dikare bibêje; Kurdistan (Medya) di vê demê de li ser rêya şaristaniyê digihîje jiyaneke bi aram. Bi sedema xurtbûna malbata bavikanî, tevna xurt a eşîrên medan, ew di nav artêşa Persan de jî dikir xwedî cihekî cihêwaz. Bi zevtkirina Misrê jî (BZ 525) navenda bingehîn a şaristaniyê dibe herêmên Med û Persan. Babîl bi statuyeke nîv-hewce paytextbûna xwe ya çandî ji bo şaristaniyê dewam dike.

Dîrok nîşan dide ku arîstokrasiya Helen û Makedon dibe xwedî arzûyekê, dixwaze Anatolyayê bi tevahî zevt bikin, dawî li tehlûkebûna Med-Persan bînin û bi vî awayî dest deynin ser dew-lemendiya berê hîç nedîtine. Bi şev û rojan xeyala vê yekê datînin û guftûgoyên wê yên siyasî dimeşînin. Hemû hemfikir in ku di vî warî de serketin karekî mezin ê îlahî ye. Mutefekîrê mezin Arîsto (BZ 385-320) vê bîr û baweriyê dixe serê şagirtê xwe Îskenderê Mezin ku kurê qralê Makedonî Filîpos e. Bi îhtimaleke mezin, Arîsto xistiye serê Îskenderê Mezin ku ji bo mirovên Rojhilat mîna heywanan bibîne û bawer bike mîna moriyan pelixandin heq kirine. Îskender di vê hewayê de li ber destê mamosteyê xwe perwerde dibe û ji ber ku bavê wî tê kuştin di temenekî ciwan de şûna wî digire. Îskender di destpêkê de yekîtiya Helen pêk tîne û paşê nifşên Makedoniyan li dora xwe dicivîne û seferên xwe yên Rojhilat ên pêvajoya dîrokê biguherine dide destpêkirin. Mîna Îskenderê Mezin bersiva Darîûsê Mezin dide. Wek tê zanîn, bi seferên xwe yên mîna brûskê, mirov mîna moriyan di bin pê xwe de pelixandin û ta Hindistanê çemê Ganjê çû. Cihekî zevt neke nahêle. Şerê wî yê herî navdar li Gavgemala (BZ 331) li derdora Hewlêra îro li Arbelayê diqewime. Împaratoriya Persan di nav şerê mezin de dikeve. Wexta vedigere paytexta çandê ya wê demê bajarê Babîlê, li gorî nav û dengê xwe xebatên xwe dewam dike. Wek sembola senteza Rojava-Rojhilat deh hezar şervanên Balkanî û deh hezar keçên esîlzade yên Med û Persan bi yek carê bi hev re dizewicîne. Keça qral Darûsê III. ku têk dibe ji xwe re dihêle. Hînê xwe amade dikir êrîşê bibe ser Komara Roma ya li rojava hildihat, ji kelmêşên çiravê mîkrop wergirt û bi nexweşiya tayê di temenekî pir ciwan de mir.

Li Kurdistanê şopên Îskender pir in. Navê Bedlîsê ji fermandarên wî Ballîs ma ye. Mirov dikare bibêje mîna gerîlla di çiyayên Zagrosê re derbas bûye. Dikare were gotin; Îskender di eskertiyê de nîv-xwedayek bû. Bi van seferan Kurdistan bi dualîteyeke nû re asê û tengav dibe. Kurdistan dibe navenda şerên navdar ên Rojhilat-Rojava. Li Îranê piştî Persan împaratoriya Partan a tê avakirin (BZ 250-216) û qraliyetên Helen ên piştî Îskender jî ava dibin, navenda şerê wan dîsa Kurdistan e. Qraliyetên Ermeniyan jî dikevin pêvajoyê. Mafê fetihkirinê wek bingehê gelan be her tim dest diguherîne. Peravên Dîcle-Firatê bi kelehan tijî dibe. Hemû bajar bi birc û kelehên xwe di rewşa parastinê de ne. Dîsa jî di dema qraliyetên Helen de qraliyeta Komagene (navend Samsat), Abgar (navend Ûrfa) û Palmîra (navend Palmyra) qîmeta wan zêde dibin. Berhemên neqane yên senteza Rojava-Rojhilat diafirînin. Dem ji aliyê zêhniyetê ve hem ji berê û hem jî ji paşê cuda ye. Mirov dikare wek demeke rohnî ya şaristaniyê binirxîne. Bandora Îran (Part) û Helen di zikhev de dimeşe. Danûstendina çandê bi qasî ya bazirganiyê geş û zindî ye.

Piştî Hz. Îsa şagirtên wî yên ji terora Romayê reviyan, ra-westgehên wan ên yekemîn dîsa herêmên mîna deriyên Kurdistanê bajarên Antakya, Ûrfa û Nisêbînê ne. Mirov dikare bibêje, demek dest pê dike, terora dînî û siyasî digihîje qonaxeke nû. Împaratoriya Romayê herî dereng PZ di salên 50 de hemû Anatolya, Sûriye, Îsraîl û Lubnan zevt kiriye û peravên Firatê derbas kirine. Piştî ku Îsa li çarmîxê tê xistin, komên Xirîstiyaniyê ku nû derdikevin, xwe dispêrin berqefên çiyan, şikeft, stargehên binerdê û çolan. Dem û jiyaneke nîv-veşartî dimeşe. Terora siyasî, belkî jî yekem car li ser bawermendên Xirîstiyaniyê tê ceribandin. Ji ber vê, çiyayên Kurdis-tanê dibin navendên yekemîn ên star û xweparastinê. Împaratoriya Romayê ya hemû qraliyetên Helen zevt kirine êdî xwe spartiye sînorên împaratoriya Part. Fermandarê navdar ê Romayê Crasûs wexta mirî tê zevtkirin (PZ di salên 50 de) Part û Ermen ji kêfa re cejnê dikin. Serê Crasûs bi rojan tê teşhîrkirin. Cih dîsa bajarê Kurdistanê Ktesîfon e. Piştî sedsala 3. dora şer a împaratoriya Roma û Sasaniyan e. Di dîrokê de şerên herî dijwar dîsa di ser Kurdistanê re dibin, sînor geh Firat geh Dîcle ye. Bajarên mîna Amed û Nisêbînê gelek caran têne xirakirin û dest diguherin. Kurdistan timî tê parçekirin. Li cihekî welê, talan û şîdeta di hinavê şaristaniyê de timî vedirşe, wê çawa pêşketinê bibe. Li çiyê jiyan bi awayekî kom bi kom dewam dike, navendên bajaran jî biryargehên dagirkeriyê ne. Sînorê di navbera civaka etnîk û civaka eskerî de pir eşkere zelal dibe. Bazirganên di navbera herduyan de, di navbera dagirker û komên etnîk de dibin xelekeke navberê. Di sedsala 4. û 5. de ji ber şerê dewamî yê di navbera her du împaratoriyan de li herêmê pêvajoyeke tarî diqewime. Tenê xebatên propagandayê yên komên Xirîstiyan û Manî yên di bin tirsa terorê de çalakiyeke cîddî ya civakî ye. Mirov dikare hilweşîna Palmîra, Abgar û Komagene wek destpêka pêvajoya tarî binirxîne. Êdî niqrîskên dawî yên koledariya klasîk diavêjin.

Xirîstiyantî mizgîniya dema nû dike û baweriyê dide ku wê bi qraliyeta îlahî piştî tarîbûnê rohnîbûnê were. Îdeolojiya rizgariyê hatiye çêkirin. Artêşa rizgariya civakî hatiye damezrandin. Her du împaratorî jî ji hundurê xwe ve hildiweşin. Ji der ve, bi êrîşên dijwar ên etnîsîteyê Roma berê parçe dibe û beşekî wê hildiweşe. Wek Romaya duyemîn împaratoriya Bîzans li pey Mezopotamyayê ye. Wexta li vê rewşê şerê di navbera mezhebên Xirîstiyantiyê de jî zêdebûn, mîna roja me ya îro cihêbûnek wek a Elewîtî û Sunnîtiyê pêk tê. Şerên mezhebî û dînî jî êdî tevlî şerên siyasî bûne. Têkoşîna civakî di bin navê dîn de tê meşandin, şerên etnîk jî rengên qewmî werdigirin. Papazên Suryaniyan, nameze yên Nestûriyan mîna şervanên zanîn û agahiyê ne. Bi şerên eskerî-siyasî re şerên mezhebî û dînî dimeşin. Pêvajo, bi çavrêbûn û bendewariya Mehdî, Mesîh û peyxemberên axir zeman derbas dibe.

Hz. Mûhammed di bêhnkirina demê de xwedî qabîliyet e. Bawe-riya wî pir zêde dibe ku pexmeberê çav li rêya wî ye û bendewariya wî tê kirin, dibe ku ew be. Ji nav qebîleyên Ereban ên di nava xwe de şer dikin û di tariya cehaletê de ne, mîna rojê hiltê. Ji hatina Esr-î Seadetê re hindik maye. Sedsalên 6. û 7. sedsalên derketin û belavbûneke mezin ên Îslamê ne. Heq tê, batil têk diçe. Roj hiltê, tarîtî radibe. Artêşên Îslamê li pey hev diçin seferan û gelek deveran fetih dikin. Pir naçe xwe ji başûr dispêrin deriyên Kurdistanê. Şer êdî ne ji bo xanedan û qralan, ji bo dîn û Îslamê dikeve rojevê.

Fethên Îslamê piştî têkçûna li Qadisiyê di sala 642 de giraniya xwe da ser Kurdistanê. Bajarok bi bajarok pêvajoya Îslamîbûnê dest pê dike. Îranî bi mezhebê Şîa hewl didin cudabûna xwe biparêzin, Kurd jî di Zerdeştiyê de israr dikin û beşek jî pir lawaz bi Elewîtiyê hewl dide hebûna xwe ya etnîk dewam bikin. Ya rastîn, Kurdîtiya sunnî, Kurdîtiya teslîmbûyî û îxanet kiriye.

Peyva Îslamiyetê, her çend aştiyê bi ber guhê mirov bixîne jî, di bingehê wê de îdeolojiyeke netewî ya Ereb a şer e. Mîna globalîzma îro dixwaze li gelemperiya dunyayê global bibe. Cîhad îbadeta herî mezin e. Li ser rêya cîhadê (şer) her tiştê tu fetih bikî yê te ye. Yên têkçûyî tu dikarî bikî kole. Tu yekser dikarî dest deynî ser jinan. Wek şêwaza eskerî ya roja me ya îro qîma xwe tenê bi fethên eskerî nayne. Li ser ên fetih dike, di hemû warên civakî, ekonomîk û nirxên baweriyê de serdestî û kontrolê pêk tîne. Herî zêde di serweriya zêhnî de giraniya xwe nîşan dide. Wek îdeolojiya Îslama feodalîzmê bi îdîa ye hemû civaka Rojhilata Navîn ji nû ve bi serûber bike. Têgihîştina ummeteke xwedî yek bawerî û yekgirtî, li pey xwe hîmê civakî yê împaratoriya Îslamê amade dike. Îdeolojiya yek xwedayî ku bi hostatiyeke pir mezin hatiye afirandin, ya rastîn bingehê îdeolojiya sultantiya bi tenê otorîte ye. Îslamê li jor sultan û li jêr bawermend pir bi hostayî afirandine, belkî jî li dunyayê teoriya herî baş a feodalîzma navendî ye.

Etnîsîteya Ereb a ji serdema Sumeran bi ti awayî ji nîvgirava Erebîstanê derneketibû bi Îslamê di dîrokê de yek ji pêngavên mezin dike. Bi têkbirina Sasanî û Bîzansiyan tîna xwe ya hezar salan a ji bo îqtîdarê dişikîne. Medeniyeteke feodal a bi heybet ava dike. Emewî (PZ 650-750) û Ebbasî (PZ 750-1258) lûtkeya împaratoriya Ereb temsîl dikin. Pir bi xurtî li ser Kurdistanê belav dibin. Heta qûntara çiyayê Toros û Zagrosê diçin. Komkujiyên pir mezin pêk tên. Îskenderwarî û bi awayekî Heccac dimeşin. Dikarin heta Kafkas, Hîndîkûş, Pîrene û keviyên Stenbolê belav bibin. Em wexta PZ digihîjin salên 1000 Îslamiyet êdî gihîştiye lûtkeyê. Ya BZ di salên 1000 de qebîleyên Îbranî kirin, qebîleyên Ereb jî PZ di salên 1000 de dikin. Ji qebîleyên Tirk-Oxizan li pey hev Selçûkî û Osmanî tên. Li ser navê Îslam û sunnîtiyê seferên herî mezin ên dawî, sultanên bi koka xwe Tirk dimeşînin. Di dema Selçûkî û Ebbasiyan de dîsa bi awayekî klasîk xeta şer di Kurdistanê re derbas dibe. Hêzên sultantiyê û Bîzansê beşekî mezin şerên xwe bi zevtkirin û paş-vedayîna bajarên Kurdistanê dimeşînin. Îslamkirina Kurdistanê temam dibe. Sultanê Selçûkiyan Alparslan bi şerê Melazgirê yê di 1071 de hêzên Bîzansan ji Kurdistanê diavêje. Her çend di navbera Eyyûbî û begtiyên Tirkan de şer hebû jî, şaristaniya Îslamê dîsa jî pêş dikeve. Li bajarên mîna Ûrfa, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Meletî û Elezîzê Îslam dikeve pêş. Çanda Îslamê hebûna Xirîstiyan, Suryanî û Ermeniyan dixîne rêza duyemîn.

Di sedsala 13. û 14. de êrîşên Xaçperest û Moxolan li herêmê rê li ber qirkirin û mirina mîna kuliyan vekir. Koçberî û xwe vekişandinan çiyan dewam dike. Herêm dîsa diçelqe û tevlîhev dibe. Xeta şer û parçebûna kevneşopiyê vê carê di navbera Sefewiyên navenda wan Îran û Osmaniyên navenda wan Anatol û Balkanan de pêk tê. Mîna ku dualîteya Bîzans û Sasaniyan xwe nû dike. Bi serketina li Çaldiranê ya Yawiz Selîm di 1514 de - bi beşê sunnî yê Kurdan re - , sînorê klasîk ê rojhilat herî li rojhilat tê xêzkirin. Hîmê parçekirina Kurdistanê ku heta roja me ya îro dewam dike, tê danîn. Her çend li keviyên sînoran ber bi hundur ve hin êrîş bêne kirin jî bi peymana Qesr-î Şîrîn a di sala 1639 de parçekirina Kurdistanê ya heta îro dewam bike di navbera hêza Anatolê û hêza Îranê de bi awayekî fermî tê xêzkirin û naskirin. Mezopotamya û piraniya Kur­dan di nav sînorên împaratoriya Osmaniyan de man.

Di navbera Osmaniyan û hukûmet, begtiyên Kurd de mêzînek heta serê salên 1800 heye û ev li gorî demên berê rê li ber jiyaneke aram vedike. Şaristaniya Îslamê li ser sunnîtiyê pêş dikeve. Kurdên Elewî û Zerdeştî yên têkoşer bi awayekî nîv-serhildan neçar xwe vedikişînin serê çiyan, zozan û baniyan. Ji ber tirsa Yawiz Selîm a ji Sefewiyan di dema sedrezamtiya Kûyûcû Mûrad Paşa de çil hezar Elewî bi saxî dixin bîran û her weha darvekirina Pîr Sultan Ebdal, mînakên herî bêrehim ên vê terorê ne, ku şop hîştine. Hînê berê jî tevgera bi pêşengiya Şêx Bedreddîn hebû. Bi têgihîştineke komîn li nîzamekî digeriya, li komkujiyê qewimî û darvekirina Şêx ji mînakên girîng ê vê terorê ne. Li dijî zordarî û xizantiyê, li dijî eskertiya îcbarî û berhevkirina bacê bi darê zorê serhildana Celalî pêk hat. Pelixandina vê serhildanê jî dide nîşan ku arîstokrasiya Îslamê çawa dikare pêla terorê dijwar bike. Terora Osmaniyan herî kêm bi qasî êrîşên ji der ve tên bêrehmin.

Tevî vê yekê, pirî caran welîehdên bira têne kuştin û sedrezam têne darvekirin, ev jî ji çalakiyên terorê ne. Di dema Osmaniyan de Îslam bi şîroveya fermî Sunnîtiyê teroreke dijwar û zêde dimeşîne. Li dijî Tirkmenên li çiyê jî timî seferên terorê pêk aniye.

Kurdistan ji serê salên 1800 heta hilweşîna împaratoriyê, bi giranî dema xwe bi serhildan û seferên tepisandinê derbas dike. Sedsala 19 bi tevahî sedsala serhildan û tepisandinê ye. Divê sedsalê de Ermenî û Suryanî bi bandora mîsyonerên Îngilîz û Fransî navbera xwe bi împaratoriyê re xira dikin. Li ser vê yekê, hejmara seferên tepisandinê jî zêde dibin. Di dawiya sedsalê de û di destpêka sedsala 20. de ev xelkên kevnare yên dîrokê hema hema têne ber qedandinê. Netewparêziya kapîtalîzmê sor dike hêdî hêdî berhemên xwe yên bi jehrin, dide. Ji ber ku dînê Kurdan cuda bû û serhildanên wan berfireh bûn, li heman aqîbetê rast nehatin.

Şerê dîn û mezheban di serdema navîn de herî kêm bi qasî şer û pevçûnên di serdema seretayî de texrîbkar şopa xwe hîştin. Eşkere ye ku şaristaniya li Kurdistanê wê bi sedema van şer û pevçûnan pêş nekeve. Etnîsîteya hebûna xwe timî di berqefên çiyan de diparêze û biryargehên dagirkeran ên li navendên bajaran wê nikaribin di nav têkiliyeke diyalektîkî de bin. Her parçe di nav paşverûtî û îzolekirina xwe de hema bêje difetise. Eger rûyê Îslamê yê selam -aştiyê- hinekî were kolan, wê baş were dîtin ku di binî de hêza îstîsmarker û zordar a hezar salan heye. Sultan û bendeyên xwe bi her cure sifetên îlahî, rejîmeke kedxwar û zordar a bi ayet û hedîsan nuxumandî rêve birin. Eşqîyayê li çiyê rûyekî xwe yê hişk û vekirî heye, lê yê li bajêr bi cubbe, şaşik û dev nuxumandî heman zordarî û îstîsmarkariyê bi erêkirina îlahî dimeşîne. Cudahî ne di cewher de, di şekil de heye.

Li ser Kurdistanê têkoşînên civakî yên ji dema neolîtîkê bi xwe re şerên koletiyê anîn, bi serdema navîn a feodalîzmê re ev şer û teror hînê dijwartir bûn. Di vê çaçroweyê de tevî van hemû şer û teroran, pir hêja ye ku gelê Kurd heta îro karîbûye hebûna xwe biparêze. Bi qasî şaristaniyên pêşketî û bi hêz nebe jî têkoşerî û berxwedana etnîsîteyê tevî hemû qusûrên xwe, hêmana bingehîn e ku gelê Kurd di van pêvajoyên bêeman de gîhandiye îro.

Piştî belavbûna împaratoriya Osmanî Kurdistan hînê zêdetir parçe bû û ket nav şîdet û dijwariyê. Îngilîstan û Franse wek hêzên nû yên mêtinger û emperyalîst di nexşeya Rojhilata Navîn de li ser Kurdistanê sînorên Komara Tirkiyê, Şahtiya Îranê, monarşiya Iraqê û serweriya rêveberiyên Sûreye-Franseyê xêz kirin. Ya rastîn, ev xet li ser Kurdistanê ferz kirin. Tebeqeya jor a Kurdên hevkar di bin rejîmên nû de berjewendiyên wan gelekî teng bûn, ji lewra bi hewesên berê yên otonomiyê û piranî bi tevdanê, serî rakirin, vê yekê jî bi xwe re teror dijwar kir. Serhildanê pêk hatin, ji xurtkirina daxwazên netewî û demokratîk dûr bûn. Ji ber ku feodalên Kurd ên hevkar rewşa xwe ya berê ya cihêwaz ji dest dabûn û ji van rejîmên nû para xwe dixwestin. Rejîmên nû yên ketibûn bin tesîra îdeolojiya netewparêz a xwe dispêre kapîtalîzmê bi fanatîzma dewleteke unîter, yek ziman û yek netew radibûn, ji vê yekê jî para Kurdan ji her demê zêdetir înkar, zordarî, di dema serhildanê de komkujî û asîmîlasyona bi zorê diket. Kurd bi van polîtîkayan di tariya serdema navîn de dihatin hîştin. Kurd tam xistibûn cendereyê. Mirov dikare bibêje; li dunyayê piştî Cihûyan di çarçoveya herêmî de herî zêde terora netewparêziya şoven, li ser etnîk û hebûna Kurd hatiye meşandin. Kurd ji ber ku ji aliyê xayînên xwe yên hevkar di nav paşverûtiya feodalîzmê de hatin terikandin û nekarîn maneyê jî bidin tevgerên demokratîk ên netewî yên hemdem, di sedsala 20. de rewşa Kurdan bû yek ji rûyên kirêt.

Tirkiyê li Kurdistana kir bin serweriya xwe, polîtîka bi fermî dimeşand jê re digot ‘tevgera lehiyê.’ Di ku re derbas bûbûya divê bipelixanda û ev yek wek polîtîkayeke ‘baş’ hatibû qebûlkirin. Di vê de êşa wendakirina împaratoriyê jî hebû. Hîç nebûya, divê parçeyên mayî ji sedî sed bihatana helandin. Qedexeya zimanê zikmakî bi awayekî li ti devera dunyayê û wek li cem ti rejimê nehatibe dîtin, rejima 12 Îlonê pêk anî. Li têkoşînên civakî yên hezarsalan, şerên mêtingerî, dagirkerî û îstîlayên bêrehim, perdeyeke reş hatibû zêdekirin ku bi ser hemû nirxên Kurdîtiyê ve hatibû kirin. Eger wêje û ilmê civakî li ser jiyana Kurdên di bin statuya Komara Tirkiyê de pir lêbokolin tenê dikarin xwe bigihînin hin rastiyan.

Şahtiya Pehlewî ya li Îranê wek xanedaniya împaratoriyekê mezin bû, kiryarên wê ji yên komara Tirkiyê cuda nebûn. Ji serhildana Simko Îsmaîl heta Komara Kurd a Mehabadê tevgera Kurd a xwe dubare kiriye, bi heman sedemên îdeolojîk û çînî li tasfiyekirinê qewimandine. Di dawiyê de rejîmeke terorê ya xwedî helwestên netewparêz ên faşîstî xweser li sedsala 20. ferz kirin. Li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, kiryarên Îngilîstan û Fransaya xwe spartibûn xanedanên hevkar ên Ereb, bi heman awayî rejîmên zordar û kedxwar ferz kirin.

Di sedsala 20. de ya bi serê hebûna Kurd anîn mînakê wê li ti deverê dunyayê nîne. Polîtîkayek dimeşandin, mîna ku Kurd heywanek be xistibin qefesê û kedî dikirin. Ji ber ku ti îşaret nebûn Kurdan ji mirovan dihesibînin. Polîtîkayên mêtingeriyê yên li Efrîkayê têne meşandin jî ji Kurdan re zêde hatibûn dîtin. Bi awayekî hemdem zordariya mêtingerî, netewî û etnîk bi şêwazên siyasî, ekonomîk, civakî, huqûqî û heta eskerî ji bo Kurdan zêde hatiye dîtin û li ser wan nehatiye meşandin. Tine dihesibîne (serokwezîrê bi navê R. T. Erdogan dibêje; “Eger tu xwe Kurd nehesibînî pirsgirêka Kurd nîne”, ya rastî vî serokwezîrî rastiya dewleta veşartî-kûr baş ji ber kiriye û dipeyive) Têgihîştin ev e; “Tu xwe çendîn ji mezheb û netewê serdest bihesibînî û xwe tune bibînî, tê werî qebûlkirin”, ya rastîn, ev yek ji şêwazên herî xeter ên faşîzmê ye. Cureyê terora li dijî Cihûyan eşkere û vekirî bû. Cureyê înkarê, veşartî û tarî ye. Terora li dijî Kurdan tê meşandin, li cihe em jê re bibêjin ‘terora reş’.

Di dawiya sedsala 20. de û di serê sedsala 21. de herêm li bandora DYE baş vebû, pê re polîtîkayeke pir bi nakok û xeter li Kurdistanê tê meşandin. Li aliyekî federeya Kurd, li aliyê din jî tasfiyekirina PKK’ê û Kurdên li parçeyê mezin ê Tirkiyê, em şerê tê meşandin û encamên wî ti car nikarin bêyî DYE û YE bifikirin. Gengaz e ji lîstika Îsraîl-Filîstînê wêdetir li Kurdistan û cîranên wê werin lîstin. Li polîtîka têkoşîn, şer û terorê mirov dikare sifetê ‘hovîtiyê’ zêde bike. Di ti zeman û mekanê dîrokê de polîtîkayên ev çend hov li ser komên mirovan nehatine meşandin û mînakên wê nînin ev çend polîtîkayên hovane yên hatibin spartin şîdeteke ev qas vedizî û bi plan.

Divê ez tavilê bibêjim ku em nikarin polîtîkayên şer mîna berê bi vegotinên bi îmhakerî, înkar û mêtingeriya Tirk, Ereb û Fars rave bikin. Îzaheke bi vî rengî wê pir kêm bimîne û dikare me bigihîne encamên şaş. Rastî hînê dorfirehtir bi sîstemên civakî û dîrokî ve têkildar e. Bi heman awayî vegotinên wek ‘ji kiryarên li Kurdistanê dewletên Tirk, Ereb û Fars berpirsiyar in’ vegotinên pir mucered û gulover in. Ji îzahkirina rastiyê pir dûr in. Çawa ku tê bawerkirin li naverastê berjewendiyê dewlet û netewa Tirk, Ereb û Fars jî nîne. Netew-dewlet bi xwe sifet e; tarîfeke îdeolojîk e, rastî bi xwe nîne. Dewleta netewan nabe. Heta di maneyeke teng de dewleta çînan jî nabe. Dewlet herî kêm kevneşopiyeke pênc hezar salî ye. Mîna guloka agir-berfê gindiriye heta roja me ya îro hatiye. Parçeyî gelek beşan bûye; hin etnîsîteyan pir û hinekan jî hindik bi kar aniye, yên bi kar anîne jî hemû etnîsîte nebûne, hin komên çînî û hiyarerşîk jê sûd wergirtine.

Belkî jî netew û etnîsîteya Tirk, Ereb û Fars jî bi qasî Kurdan ji dewletê kedxwarî û zordestî dîtine. Êşên Tirkmenan kişandin, serhatiyên Bedewiyan, rastiya xulaman ji tiştên Kurdan dîtin kêmtir nînin. Eger em bibêjin kêm e emê xwe bixapînin. Jixwe pirsa kîjan Kurd jî pir girîng e. Berpirsiyarê mezin ê polîtîkayên şer feodalîteya Kurd e. Taximê beg, mîr, hecî û xoce ne. Eger serhildanên provakatîf û paşê teslîmiyeta wan a rezîlane ya ji armanc û hedefeke ciddî dûr li ser navê gelê Kurd ê kedkar û xizan nabûya, ti dewletparêz û netewparêzê Ereb, Kurd û Tirk nikarîbûn ev polîtîkayên heyîn îcad bikirana. Ji lewra eger Kurdê li hêmanekî neyênî yê stratejîk bigerin divê di nav xayînên xwe de bigerin û bibînin. Hem jî divê li her derê û li cihî, bi her armanc û rêbazê. Ji ber ku ev ji bo berjewendiyên xwe yên rezîlane, bi lîstikên trajediya Îsraîl-Filîstînê jî li dawiyê bihêlin, îqtîdaran û gelê Kurd tînin beramberî hevdu û xwe ji navberê vedikişînin. Di berdêla vê îxanetê de mal û mulkên xwe diparêzin. Heta li metrepol û li havîngehan bi cih dibin û wê lîstika bi lanet a hezarsalan dewam dikin.

Min hewl da polîtîkaya herî kêm temenê xwe pênc hezar salî -ji Gilgamêş û Enkîdo ve- ku xwe bi kirasê destanê veşartibe jî, rave bikim. Ez bawer dikim ku ji polîtîkayên blok ên îqtîdarê, ji sedî 99 ne dewlet, ne jî netewên Tirk, Ereb û Fars berjewendiyên wan ên rastîn hene. Berovajî berjewendiyan, dijminahî, rik û kînajotina bê mane, paşvemayîn, şîdet, bêsedem têkçûna çavkaniyan û di encamê de hemû rê li ber jiyaneke heq nehatiye kirin, vedikin. Bi vê jî zirarê didin xwe. Em ji bo vê zîzbûna li dora xwe ya xeternak, lîstika bi sihêr û sirrê eşkere bikin, divê wek çare em serî li ilmên civakî bidin. Lê ez behsa ilmekî civakî dikim ku îqtîdarê, avahiyên civakî û şerên rê li ber wan vekir û xwe spartê karibe çareser bike. Naxwe ilmekî civakî yê ji ‘ilmê çarenûsê’ yê rahîbên Sumeran dispartin tevgerên stêrkan xetertir encamên xwe hebin, wê bibe ilmekî civakî yê yekparebûnê nabîne, ruhşînas, jiyanê nabîne, rêz û humetê his nake. Bi kurtî wê bibe ilmekî beratê.

Di vê parêznameyê de alîkariya min a girîng ew e ku ez maskeya vê zanistê dixînim û bi vî awayî hinekî din nêzî rastiyê dikim. Zanista netewparêziyê çiye? Zanista dîndariyê çiye? Zanista sosyalîzmê çî ye? Zanista lîberaltiyê çî ye? Zanista muhafezekartiyê çiye? Belkî jî ji pûtperestiya serdema seretayî ya dema wê derbas bûye -ji paganîzmê- pûtperestiyeke paşverûtîtir e. Ji ber ku ew pût-perestî zirarên wê bi sînor bû. Lê ev têgîna pûtperestiyê ya ser û binê wê diyar nîne, hed û hesabê zirarên wê hene? Bawermendên bi pirtûkeke pîroz ve girêdayîne jî -ev pirtûk ji hin aliyan ve min analîza wan a civakî kir- tevî ku bi hin nirxên yeqîn dikin dizanin ew çend dilsoz in, gelo çiqasî bi tespîtên têgîna pûtperest û berateyê ve girêdayî dimînin, jê li benda feydeyê ne? Ez diyar dikim ku ezê di beşên pêş de bi awayekî rexne lixwegirtinê nêzî van dabaşan bibim û li mijarê vedigerim.

Ez bi israr tînim ziman ku li Kurdistanê heta rastiya şer û îqtîdara xwe dispêre rast neyê çareserkirin, wê zirarê bide her kes, dewlet, komên civakî û siyasî yên bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibin, tevlî dibin. Bi vê jî, belkî alî xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, ji şaşî, xeta û helwestên xeternak vegerin û eleqeyê nîşanî gelek helwestên însanî yên çareseriyê bidin. Eleqe nîşandana van hel-westên çareseriyê ku mumkîn in pêk werin, rêbazeke watedar e. Her helwesta fanatîk -çi li ser navê serdestan, çi jî li ser navê bindestan, çi mêtinger çi jî yê tê mijandin- a netewparêz, dîndar û çepgir nabe çareserî, şerên sedsala 20. di berdêla êş û wendahiyên mezin de ev yek piştrast kirine.

Çawa ku wê ji pêşnûmeya me ya hişkûber a dîrokî jî were fêmkirin; mîna li Kurdistanê têkoşîn, şer, pevçûn û kiryarên terorê blokeke îqtîdarê ya xweser pêk tîne. Ev blokên îqtîdarê di hemû sîstemên sereke yên dîrokê de hebûna xwe bi hêza eskerî û şer dewam kirine û mîna hevîr hemû hucreyên civakê strane û şekil danê. Li naverastê civakeke Kurd û netewa wî ya bi dînamîkên cewherî û xweser pêk hatiye nîne. Ji Nûh Nebî - bi rastî jî welê ye - avahiyên îqtîdarê yên mayî û îfadeya wî ya bûne sazî bi zora kevneşopiyan tê diyarkirin. Car heye bûne mîtolojî, carnan jî çîvanok. Di demeke din de ji wan re dînê mezin hatiye gotin. Ber bi serdema me li ser navê netew û çînê netewparêziya me, wek sosyalîzma me li meşrûiyet û li rewabûnê geriyane. Ev amûrên zorê di civakê de ti tiştê bela xwe lê nexistibin, ti hucreyeke diyar nekiribin nehîştine. Ya esas, pirsgirêka Kurd ji şêwazê hebûna van rastiyan derdikeve holê. Rastiya Kurd bi xwe ji şêwazê pêkhatinê tam lod û gidîşeke pirsgirêkan e.

Aliyê herî dilêş û xeternak, vê rastiyê qabîliyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan bi giranî wenda kiriye. Rastî û hebûn ji ber pirsgirêkan difetise. Divê mirov behsa şax û hucreyên civaka Kurd bike ku dişibin şaneyên kanserî. Tê gotin; “kurmê darê ji darê ye.” Bi vî awayî, bi baran nasname û şexsên Kurd li naverastê radiwestin. Em ji zimanên Kurd bigirin eger hebe heta partiya wî, em ji jina Kurd bigirin heta qaşo lîderê herî naskirî, ji gundiyê Kurd heta bajariyê wî, ji rewşenbîr heta meleyê wî, ji dîndar heta netewparêzê wî, ji welatparêz heta xayînê wî, ji dîplomat heta siyasetmedarê wî, çiqas neçar, sexte, qurnaz, xayîn, xeternak, baş, bedew û rast ên ha­kimê abc’ya kar nînin, hene? Pirsek e, bersiva wê ya texmînî jî zehmet e. Berpirsiyar kî ye? Parçeyên îqtîdarê yên heyî û ji dîrokê rengê xwe girtine ku bi rastîn nayê zanîn ji kê re, çawa û çiqasî xizmetê dikin, di encamê de rabirdû, tevnên zorê yên roja me ya îro û her cure şer û terora wan, dibe sedem li ser piyan bimînin. Ev in, yên civaka Kurd diyar dikin û wan ji rewşên heyîn dike berpirsiyar û neçar dihêle.

Lê dema berovajî li dijî van tevnên zorê serhildan bibe, yan jî bi rêbazên gerîlla têkoşîn were meşandin, hîn nebûye, lê wexta bibe, modela şer a ji Filîstîn-Îsraîlê wêdetir dixin rojevê. Li ser navê çi dibe bila bibe, alî dikarin bi modelek bi vî rengî çi pirsgirêkeke civakî bi awayekî hînê baş û bedew çareser bikin? Rast nîne agir bi agir were vemirandin. Ji lewra ya herî rast ew e ku klîkên îqtîdar-şer rêbazên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên civakî biterikînin. Divê têkoşer û berxwedan jî tevnên xwe biterikînin. Divê mirov li cihekî din û bi awayekî din li rêbazê bigere.

Ji bo çareserkirina belovajiyên mezin ên di rastiya Kurd de, divê mirov ji tevnên şer -bi taybetî hêzên îqtîdarê û zora hakim di destê xwe de digirin -li benda rêbazên çareseriyê nebe. Eger aliyê din ji îdîaya xwe ya ezê bi zorê tiştekî bidim kirinê hatibe xwarê, şêwazê demokratîk ê aştiyane û çareseriya siyasî esas wergirtibe û jidilbûna xwe spartibe sedemên maqûl, divê hêza hakim jî tevna xwe ya eskerî ji rojevê derbixîne û divê bi heman rêbazan bersivê bide. Divê rêyên guftûgo û çareseriyê ji amûrên sivîl ên demokratîk ên diyalogê re werin hîştin û ev yek bi qasî ku însanî ye, li gorî berjewendiyên ekonomîk û piraniya civakê ye.

Min berhema bi navê ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ di sala 1982 de to­mar kir. Min yeqîn kiribû ku min zor çareser kiriye. Lê di pratîka demên pêş de min dît ku di vê bawerî û jixwe piştrastiyê de pir kêmasî hene. Ez van rêzikan wek destpêkekê diyar dikim û ji nû ve li rola zorê ya li Kurdistanê vedigerim. Bi rastî ez vê carê jixwe piştrast im ku ez bi awayekî ilmî têra xwe ponijîme. Weke ku tê texmînkirin, - û li ser navê sosyalîzmê em bûn xwedî ezmûnekê - rêya çareseriyê di ‘şîdeta pîroz’ re derbas nabe, berovajî heta hewce neke ji bilî ‘parastina rewa’ divê li hemû cureyên zorê lanet were kirin û ez bi vî awayî hewl didim berpirsiyariya çareseriyê di pirsgirêka Kurd û rastiya Kurd de nîşan bidim.