Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

foto foto1Di beyaniyeke meha avrêlê de bi dengê çûkan me çavên xwe li rojee nû vekir. Wê rêwîtiya me ber bi Çarçelayê ve destpê bikira. Piştî amadekariyan dema xatirxwestinê bû. Hevalek li dû me dirûşmeya “azadiya me rûmeta me ye” avêt. Ev yek bû sedema kenîna hevalan. Ji ber ku heta niha di hişmendiya me û di bin hişê me de hemû tiştên mijara namûsê bi jinê re têkildar bû. Di wê kêliyê de ez keniyabûm lê piştî ponijandineke kurt. Li xwe poşman bûm. Ji ber ku pêwîst e hemû nirxên giranbûha were parastin û bibe mijara namûsê. Li ser azadiyê gelek tişt hatiye gotin, ji bo namûsê gelek nirxandin hatiye kirin. Ji ber wê hewce nake li vir şîroveyên xwe zêde bikim.

Tê zanîn felsefe wek hezkirina zanebûnê tê şîrove kirin. Bi hezar salan gelek mijar hatine nîqaş kirin. Gelek gengeşî û nakokî peyda bûne. Yek ji van mijaran jî “kesên xwenda yan ên geriyayî zana ne?” pirî caran di vê mijarê de nîqaş xitimîne û bêencam mane. Lê li gor min her yek bi ya din dewlemend dibe û wate dibe. Kesekî xwenda zanebûna xwe jiyanî neke tenê di wî de bimîne him bûyerê yan jî mijarê fam nake, him jî weke bazirganekî dimîne. Kesên geryayî û ezmûnên xwe yên jiyanî xurt be lê zanebûna teorîk nebe, aliyê wate dayînê wê kêm bimîne.  Aliyeke din ê vê mijarê jî vegotina wêjeyî ye. Weke mînak miroveke welatê me yê parçeyeke ji bihuştê ye gerya be lê hêza wî ya vegotin-zargotina wêjeyî xurt nebe, bi gotineke din gencîneya bêjeyan dewlemend nebe nikare li gorî giranbûhabûna wê vebêje. Dîsa bi heman rengî kesekî/ê xwenda an jî di aliyê wêjeyî de xurt be, xweşikbûnekê, wargehek nedîtibe nikare li gor bedewbûna wê hevokan saz bike , an jî li gor hêjabûna wê vebêje.

Demek berê min çend nivîsên behsa herêmên Kurdistanê dike, xwendibû. Dema Gabar, Cudî û Herekol dihate vegotin sed heyf û mixabin li min dihat ku ez ji wan bedewbûna bêpar mame. Ji ber ku min ew der nedîtibûn ango li wan wergehan nejiyameû ji ber vê yekê jî di hişê min de zêde nedima. Lê ger mirov deverekê dîtibe û li wir jiyabe zû zû ji bîra mirov naçe. Beriya ez werim Çerçelayê gelek caran bi hevokên xemilandî behsa xweşikbûn û bedewbûna vê herêmê dihate kirin. Dîsa ligel bedewbûna wê behsa dijwarbûn û asêbûna vê erdnîgariyê dihate kirin. Niha jî ez li ser çiyayê herî bilind ê Çarçela ligel rêhevalan im.

Rawestgeheke rêwîtiya me Dola Bîra bû. Min ji hevalan pirsî bû ka gelo ji ber çi navê vê geliyê bûye Geliyê Bîra? Lê hevalên min ji wan pirs kir, wan jî baş nedizanîn. Lê tê payîn ku li vê herêmê bîrên kevn hebin.  Ji ber em ji şiverêyê dernediketin min tenê bîrek dît, dîsa kaniyeke betonkirî hebû lê ji ber ku demek dirêj şêniyên vir nîn in him bîr him jî kanî çikiyabû. Piştî kêliyekê goristanek di nava şênatiyê de winda dibû û zeviyeke şilêran, bihûştê dianî bîra mirovan. Di wê qadê de ew qas şilêr çima bi taybet jî li nav û derdora goristanê şîn hatibû, bûyereke balkêş bû. Kulîlka şilêr weke tê zanîn bi taybet li Zagrosan şîn dibe û helaleyên stûxwar in. Ango berê kulîlkên wan li jêr e. Gelek caran jî dilopek av veşartiye di nava xwe de.  Her ku kulîlkên şikêran dibînim çarenûsa wan jî dişibînim a Kurdistanê. Lewre vê xakê her êş, elem, talan , şer û wêranî dîtiye. Ji çavên dayîk û zarokan her rondik rijiyane. Ango pirî caran xemgînî jiyan kirine. Zarokên kurdan bi wê êş û azarê pijiyane, mezin bûne. Şikêr û zarokên Kurdan dişibin hevûdin. Herdu jî bi xweşikbûn û bedewbûna xwe hezkirine û girêdana jiyanê bi hêztir dike.

Piştî Dola Bîra me berê xwe da Neqeba (boxaza) Şikêr. Ji vir hemû bedewbûna Çarçela diyar dibû. Jixwe çar çelê ku nave xwe daye vê herêmê diyar dibe. Çend saet şunde em gihiştin ser Avaşîn. Avaşîn bi nav û deng e ku bi dehan stran, helbest û nivîs li ser hatiye nivisîn. Ji xwe çiqas were nivisîn jî mirov nikare bi qasî hêja ye vebêje. Ango beşek ji bihûştê ye. Me bi pirê çû derbaskir û ketin. Dola Çinarê derbas dibe her time ev gotin tê bîra min ;”ji dara Çinarê pirsîne; çima temenê te ew qas dirêj e. Bersiva Çinarê jî; ji ber ez bi axa xwe girêdayîme”. Ez dara Çinarê û gerîla dişibînim hev. Her du jî bi xaka xwe girêdayî ne. dibe ku ji aliyê fîzîkî ve temen dirêj nebe. Lê di aliyê manewî de bêmirin e. welhasil em wê şevê li wir man û dotira rojê ji Dola Çinara heta neqaba wê ku her der bi darên Çinarê hatibû xemilandin, ew rêya dirêj me derbas kir û em beriya nîvro gihiştin rawestgeheke din. Ne tenê rawestgeheke din ev der him destpêka qada Çarçela û bi dawîbûna qada Avaşîn bû. Dîsa li vir demsal jî digiherî. Her ku em bi pêş de diçûn demsal bi paş de dizivirî. Lewra me bihar jiyan dikir lê li vir demsal zivistan bû. Her der berf bû. Li vir bûyereke pir balkêş jî qewimî. Dema em nû gihiştin neqebê, asîman sayî bû. Demek kurt derbas nebû gijlok bariya, piştre baran û herî dawî jî berf. Ez matmayî mabûn. Di demek ewqas kurt de rewşa hewayê çawa ew qas diguhire. Dema me dest bi meşê kir jî tav derketibû. Me xwe ji neqebê berda jêrê û pêşiya me Gundê Satê ya parçeyeke ji bihûştê hebû. Di rê de min kulîlkeke biharê ku nave wê nedizanî kişand. Dema hevalê ligel min ê ev yek dît gotineke balkêş bikaranî û got; “ma li Çarçela bi hezar cure kulîlkên bi vî rengî heye , tê hê pir bibîne. “ ji ber vê yekê min nema wêneyê kulîlkan  dikişand. Em gihiştin Gundê Satê, li vir baranê jî destpê kiribû. Jixwe dema min rewşa gund a wêranbûyî dît hasten xembar min diyar kirin û adeta barana dibarî li şûna çavên dibû rondik û diherikî. Ez û hevalê ligel min, li nav gund geriyan, wêneyê van deran kişand û di derbarê vî gundî de nîqaş kir. Gundek pir mezin bû, hemû jî bi keviran hatibû avakirin. Rûbarek ji kêleka gund diherikî û mirov digot, a giyan dide vî gundî ev rûbar e. bi sedan zeviyên biçûk , her cure darên fêkiyan , darên spîndar û çinaran mirov mest dikir, li aliyê din jî kîn û hêrsa li hember dagirkeran xurtir dikir ku li welatê me gelê me wêran kirine. Mirov xweşikbûn û bedewbûna vî welatê çi qas bêje jî wê kêm be û jixwe rûpel jî têrê nakin. Ji vir şûn ve êdî demsala zivistanê serdest bû, her der ji berfê spî bû. Xweza kefen li ber xwe kiribû an cilê bûkan li xwe kiribû? Pirseke bê bersiv… Ji vir û şûn ve êdî erazî jî nû ve  weke ya li du me mabû. Rojên asê û bilind, rênade , bi xetereyan tije. Ev rêya asê û dijwar li pêşiya me bû jî. Ji keviyên berfê, rêyeke dirêj em gihiştin gel hevalan. Rê çi qas zehmet be, şert û merc çi qas dijwar dibe, girêdana mirov jî ew qas zêde dibe. Ji lewre li ku kedek zêde dabe ew qas jî bi wê xakê tê girêdan. Ev rastî herî zêde jî ji bo gerîla derbas dibe. Piştî çend rojên ligel hevalan rêwîtiyeke dijwartir li pêşiya me bû. Lê beriya wê mijareke girîng a min ji bîr kirî jî pêwîst e were vegotin. Ew jî sînorên ji aliyê dagirkeran hatiye avakirin e. Gelê me bi van sînoran ji hev qut kirine û di nava pergala dagirkeriyê de bi çanda deraw bihêre , bihelîne, bişafîne. Beriya em bigihêjin kevirên sînor ên ji betonê hatiye danîn, bê giyan , sar û ji rastiyan dûr, li ser rêya me bû. Ew remza dagirkeriyê bû, bi wan kevirên betonê welatê min hatibû parçekirin û dagirkirin. Jixwe Gundê Satê jî gundê bakur ê herî destpêkê bû. Ango tiştên piştî wê li qada bakur wê biqewimin. Vegotinên min wê li xaka bakur derbas bibin. Piştî heft salan cardin li ser xaka Bakur im. Ger ti pirsgirêk dernekeve wê gerîla vê sale axa Bakur biterikînin û ez ê jî yek ji wan gerîlayên ku herî dawî ji Bakur qut bibim. Min heft sal bi vê xeyalê jiyan kir , pêk hat lê wisa xuyaye wê bi salekî li sînor bimînim. Tişt nabe, ji bo ne xem e. Ma ne erka herî li pêş a gerîla parastina vî gelî û ji bo azadiya wan têkoşîn e. Ger pêvajoya Rêber Apo daye destpê

 Kirin bi encam bibe wê ev gel jixwe azad bibe. Ji ber wê jî dil aram im.

Memyan Jiyanda