Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 


reber apo1111111-Têgînên Kurd, Kurdistanê û Ji Bo Dîroka Wê Pêşnûmeyeke Kurt

Em xwexta Kurdan û komên din ên hindikayiyan wek civak û Kurdistanê wek welat bi nav dikin, pê re hin zehmetî derdikevin holê. Li cografya Rojhilata Navîn têgîna welat bi gelek awayên curbecur tê kirin. Eger em ji serdema navîn dest pê bikin, tarîfên welat ên li ser hîmê dînî zêdetir in; wek Diyarê Îslam, Diyarê Kuffar. Li gorî qewm û etnîsîteyê jî cihêbûn hatine kirin, lê sînorên wê zêde zelal nînin. Dema sînorên komeke etnîk û qewm were pirsîn, bersivên bêne dayîn zelal nînin. Bi giştî cihûwarên mayînê yên eşîr û qewman têne diyarkirin. Li gorî pêkhatineke siyasî nînin. Pêkhatinên siyasî zêdetir bingehê wan bajar in. Ji lewra cografya wan a lê bi bandor jî bajar e. Cihûwarên eşîran jî zivistan havîn diguherin. Sînorên mulk ên xanedaniyên xurt jî ji maneyeke siyasî dûr in. Lê bi giştî sînorên Ereb, Tirk, Kurd, Fars û qewmên hînê di asta jêr de li gorî çand û zimanên dipeyivin, têne destnîşankirin.

Di bingehê têgîna Kurdistanê de peyva ‘Kur’ radizê û ev peyv bi koka xwe Sumerî ye. Di zimanê Sumerî de Kur tê maneya çiya yan jî koh. Daçeka ‘tî’ jî aîdiyetê îfade dike. Bi vî awayî gotina Kurtî tê maneya qewmê çiyayî. Em BZ dikarin heta 3000 salan paş ve biçin. Em li wir dibînin hinek navên din jî hatine bi karanîn. BZ di salên 1000 de cîranên wan ên başûr Lûwiyan ji herêma Kurdistanê re bi maneya ‘welatê gundan’ peyva Gondwana bi kar anîne. Gond di zimanê Kurdî de hînê jî wek gund tê bi kar anîn. Di dema serdestiya Asûriyan de peyva Naîrî bi maneya xelkê çem dihat xebitandin û heta em dizanin di navbera Dîcle-Zê de Federasyona Naîrî hatiye avakirin. Ji beşê wê yê berfireh re peyva welatê Med, Madaîn, Ma­den hatiye bi karanîn. Di demên serdestiya Asûran de BZ di navbera salên 1300-1600 de em dibînin ev peyv û nav bi awayekî berfireh hatine bi karanîn. Em peyva Ûrartû jî dikarin bi heman analîzê bibêjin çavkaniya wê Sumerî ye. Ûr bi maneya girikê bilind e. Mirov dikare bibêje ku Ûrartû tê maneya cihê bilind, welatê bilind û welatê zozanan. Ji ber ku Sumer li Mezopotamya Jêr diman timî navên bilindahiyê îfade bikin li zozanê Kurdistanê kirine. Peyva Hûrî jî bi îhtimaleke mezin ji heman çavkaniyê tê. Tê maneya xelkê welatê bilind. Yanî dîsa bi maneya qewmê çiyê ye. Komagenes bi koka xwe bi navkirineke Helenî ye. Qraliyeta Komagene BZ li derdora 250 û PZ sala 100 li Semsûra îro jiyaye. Peyva ‘kom’ hînê jî ji bo komên nîv-koçer û cihûwarê wan bi maneya zom tê bi karanîn. Peyva ‘gen’ jî bi maneya nijad, qebîle û eşîretê tê. Komagene tê maneya diyarê eşîrên nîv-koçer.

Di serdema navîn de, di dema serdestiya sultanên Ereb de peyva ‘beled el-Ekrad’ bi maneya herêma Kurdan tê bi karanîn. Sultanên Selçûkiyan ku bi Farisî dipeyivîn, bi maneya îro ji bo diyarê Kurdan, peyva Kurdistanê bi awayekî fermî yekem car wek xwediyê dewletê bi kar anîn. Pişt re sultanên Osmaniyan, nemaze bi dema sultan Yawûz Selîm re peyva hukûmetên Kurdistanê û eyaletên Kurdistanê pir tê bi karanîn. Bi Qanûnnameya Eraziyan a di sala 1848 û 1867 de eyaletên Kurdistanê fermî têne avakirin. Di demên Meşrûtiyetê de mebûstiyên Kurdistanê têne tesîskirin. Mistefa Kemal di salên 1920 de gelek beyan û talîmatên naveroka wan Kurd û Kurdistan, dane. Polîtîka înkarê, bi awayekî fermî zêdetir piştî tepisandina serhildanan bi polîtîkayên asîmîlasyonê pêş ketiye. Bi maneya welatê Kurd û Kurdan Kurdistan, belkî jî wek welat û xelkê herî kevin ê dîrokê xwedî cihekî cihêwaze ji bo navê wê were hildan. Lê em wexta ber bi roja me ya îro ve tên, ji maneya siyasî wêdetir bi maneya jeoçand tê bi karanîn. Bi biryardana ji bo damezrandina dewleta federe ya Kurdistana Iraqê, êdî peyva Kurdistanê wê bi maneya siyasî jî pirî caran derkeve pêşiya me. Ya girîngtir, bi bûyerên siyasî yên PKK’ê rê li ber wan vekir, Kurdistan ji peyvekê wêdetir wek têgîneke siyasî û civakî di qada navnetewî û herêmî de bi awayekî berfireh hatiye naskirin.

Kurdistan bi awayekî stratejîk qadeke 450 hezar kîlometirkare di navbera Fars, Azerî, Ereb û Tirkên Anatoliyayê de zevt dike. Li Rojhilata Navîn cografyayeke bi daristan, bi çiya, bi deştên xêrûber, çem û çavkaniyên avê ye. Ji bo heywan xwedîkirinê mêrg û çîmenên wê pir in. Erd û zeviyên wê ji bo her cure mêwe, pel, pincar û zad li cih in. Di dîrokê de şoreşa herî mezin a neolîtîk şoreşa cotkariyê (BZ 11.000-4.000) li navenda vê cografyayê pêk hatiye. Çavkanî û rêbuhurka şaristaniyan e. Ev rewşa wê ya stratejîk, derfet daye ku Kurd xwe weke qewm biparêzin, lê di warê şaristaniyê de - bi sedema rêbuhurbûn û dagirkeriyê - bûye sedem paş ve bimîne.

Ravekirin û tarîfa civaka Kurd hînê hêsantir e. Gelê Kurd û heywan xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarîtî weke têgîn ji Kurdan dûr e, belkî jî gundîtî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendîn gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajartiyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî û nîv-koçertî nîzama tevgerê û cihûwarê hezar salan ê Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir dagirkeran ava û tijî kirine. Lê ev nayê wê maneyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyê. Di serî de dewletên Ûrartû, Med û Mîtanî, tê zanîn ku bûne xwediyê gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hukû-metên eyaletan ava kirine. Lê ji ber ku dewlet û hukûmetên ku ava kirine, temen dirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên da-girker û ji civakên hawîrdorê pêk hatine. Di serdemên seretayî de Su-mer, Asûr, Aramî, Pers û Helen bandora mora xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hîştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran rol lîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî hîm û kokek wê ya kevnare heye jî bi sedema pir hin­dik bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belge li dawiya xwe bihêle û pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi rêyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê.

Çand û zimanê Kurdî, bi îhtimaleke xurt ku -gelek arkeolog vê dîtinê parve dikin- , wek çand û zimanê yekemîn şoreşa neolîtîkê li qûntara çiyayên Zagros-Torosê daye destpêkirin, bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hînd-Ewrûpiye, pêk aniye. Tê texmînkirin ku BZ ji salên 9000’î pê ve ne bi fizîkî, lê bi awayekî çandî li cografya Hînd-Ewrûpayê belav bûye. Em pêkhatina wê bi xwe jî dikarin BZ 15.000-10.000 bibin. Bi îhtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) wek ziman û çanda herî otoktan -xwecih- pêk hatiye. Etnîsîteya Kurd BZ di salên 6000 de êdî pir cihêwaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Hûriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Hûriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezar salan bi têkoşîneke êrîş-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asûr, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî ti qewm û nifşan bi qasî Kurdan di êrîşên beramber ê koçer û bicihbûyan de cih negirtiye. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihîje Hîtît, Lûwî, Îon û Persan, rola Hûrî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyê ye, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz dûr ji koma çand û zimanê Hînd-Ewrûpa ne.

Di Dîroka Heredot de pir eşkere tê dîtin ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kiriye çavkaniya wê Medî ne. Helenî BZ heta salên 900-400’î pir zêde di bin tesîra Mediyan de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên maddî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Ûrartû-Med-Persan wergirtine û bi senteza xwe dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hûrî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên bi koka xwe Hûrî (BZ 1500-1250), Naîrî (BZ 1200-900), Ûrartûyî (BZ 900-600), Medî (BZ 700-550) di van deman de bi konfederasyonê eşîran û qraliyetan jiyane. Civaka Kurd a di vê demê de hiyarerşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolîtîk a cotkariyê de jin hînê fonksiyonel e, di civaka Kurd de giraniya jinê heye. Îhtimaleke xurt e, jinê ev hêza xwe ya ku demeke dirêj bi kar aniye, bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedawend Starê belge ne ku vê heqîqetê piştrast dikin.

Zerduştî BZ di salên 700-550 de wek şoreşeke zêhniyeta Kurd pêş ket. Zêhniyeta Zerduşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, wek têgihîştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, hem bi cihoka Persan diherike Rojhilat, hem jî bi cihoka Helenan diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe, bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di şikilgirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Mûsevîtî û Îseviyetê rola çavkanîbûnê lîstiye. Şaristaniya Persan, ya rastîn şaristaniyeke ku Medan ava kiriye û şaristaniyeke Med-Persan e, tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di Dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere xuya dike. Ji serî heta dawî etnîka duyemîn e, şirîkê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş dewam dike. Di hemû şaristaniyên Îranê de eger mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de bibîne, wê helwesteke realîst be.

Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn, lê cihêbûyîna çînayetiyê bi heman kûrahiyê nejiyane. Tevî ku hiyarerşiya wan xurt bû, cihêbûna çînan qels bû. Ev yek ji bandora eşîrtiya koçeriyê ya li çiyan e. Komên eşîr-qebîleyan wek komên xizman di nava xwe de keys û firsend nadin pêşketina koletiyê. Jixwe koletî zêdetir berhemeke bajaran e. Di civaka Kurd de hêmanên folklorîk zêdetir destanwarî ne. Ji ber ku destan bi giranî qehremaniyê tînin ziman, bi îhtimaleke mezin ji serdema hiyarerşiyê mane. Kokên awazên di destana Mem û Zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdî de heta muzîka Sumeran diçin. Dîsa îhtimaleke mezin e, bi cihoka Sumeran ji nifşên Hûriyan BZ di salên 4000 de digihîje me û afirêneriyek wan e. Nîzama muzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilata Navîn çanda herî zêde gurr û xwedî nirxê hunerî ye. Mirov hebûna dîrokî ya Kurdan herî zêde dikare di muzîk û govendên wan de bibîne. Dîsa mirov bi heman awayî dikare biçavdêriya li sekna jinê, di kinc lixwekirin û şêwazê wê de, di tenikahiya rûniştin û rabûna wê de bibîne. Esaleta nifşên Kurd çavkaniya wan serdema seretayî ye. Xwezaya tund a çiyan, berxwedana li dijî dagirkeriyên domdar û bêrehim, dîrokeke demdirêj di pêkhatina vê esaletê de xwedî roleke bingehîn e.

Em fêm dikin ku di ketina serdema navîn de dema Helenê şop hîştine. BZ di salên 3000’î de Abgara navenda wan Ûrfa, Koma-geneya navenda xwe Semsûr Samosat û melîkiyeta Palmîra ya li Sûriyê xwediyê heman taybetiyane û di bin tesîrên xurt ên Helenê de ne. Ya rastîn, di dîrokê de yekemîn mînakên herî delal ên senteza Rojhilat-Rojava pêk anîne. Ev şaristaniyên ku heta fetha Romayê dewam kirin -herî dawî ketina Palmîra BZ di 269 de ye- qonaxa herî girîng a pêşketina li herêmê temsîl dikin. Berhemên dîrokî yên li Palmîra, Nemrûd û Ûrfayê ji wê demê mane. Ev şaristanî têkiliyek wan a zêde bi Kurdan re heye. Di wê demê de em dibînin ku du ziman Aramî û Helenî wek hevrikên hevdu derdikevin pêş. Li hemberî van şaristaniyên serdest ên zêdetir bi bazirganiyê re mijûl dibin, Kurd jî zêdetir bi cotkarî û koçertiyê hawîrdora xwe ava dikin. Berhemê vê nîzama heta roja me ya îro dewam dike, hene. Xerîbtiya navendên bajêr û Kurdîtiya gund û koçertiyê mîna dualîteyeke diyalektîkî ne.

PZ di serê sedsala 3. de împaratoriya Sasanî derket holê û di nav wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerduştî bingehê îdeolojîk bû, xwe spartibûnê. Nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276 de Manî dike peyxember. Ji hemû dînan Manî dixwaze sentezekê biafirîne û pê zêhniyeta bingehîn a împaratoriya Sasanî û Romayê bihûne û pê re aştî û Ronesansekê pêk bîne. Lê li xezeba rahîbên Zerduşt ên muhafezekar diqewime û tê kuştin. Dîsa jî wek xeteke xurt a zêh-niyetê heta roja me ya îro şopa xwe hîştiye. Belavbûna Xirîstiyaniyê jî li vê demê rast tê. Nemaze di ser Ûrfa û Nisêbînê re - Nîzîbîs - wek navendên xurt ên Xirîstiyaniyê bandorê li ser Kurdan dike. Hin cih dibin Xirîstiyan, lê hebûna Zerduştiyê li cem Sasaniyan serketineke tam a Xirîstiyaniyê asteng dike.

Em dikarin texmîn bikin ku avahiyên feodalîzmê li cem Kurdan di dema Sasaniyan de (PZ 216-652) pêş ketine. Mirov dikare Manîtiyê wek Îslama zû hatiye, binirxîne. Manî bi xwe Hz. Muhammedê zû hatiye dunyayê ye. Lê bandora şerên dijwar ên di navbera împaratoriya Sasanî û Romayê de -nemaze li ser xeta Amed-Nisêbînê- bi salan dewam dike. Berovajî dema Helenîstîk civak rûyê pêşketina rehetiyê nabîne. Di navbera Xirîstiyantî û Zerduştiyê de hevrikiyek bûye. Nestûrîtî ekoloke Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de wek hevrikek tevgeriyaye. Xirîstiyantî nasnameya Sûryantiyê werdigire. Bi vî awayî Asûrî di vê demê de têra xwe bi liv û lebat dibin. Nexasim gelek xebatên qîmeta wan ya arşîve heye, kirine. Di belavbûna Îsewiyetê de ji Grekan zêdetir rol lîstine. Gelek pîskopos perwerde kirine û gîhandine. Texmîn tê kirin ku wêjeyeke xurt pêş xistine. Li Ûrfa, Nisêbîn û Sêrtê akademiyên pêşketî ava kirine. Di avakirina navenda zanistê ya Gundî Şahpûr a Sasaniyan de para wan berçav e. Zimanê Aramî wek zimanê hevpar bandora xwe dewam dike. Grekî ber bi Rojava qada Bîzansan ve diçe, Aramî li Rojhilat dibe zimanê serdest ê bazirganî, wêje û dîn.

Em dikarin texmîn bikin ku Kurd di vê demê de (PZ 250-650) kevneşopiyên xwe yên feodal pêş de birine û di vî warî de civakê xwe veguheriye. Pêşketina feodalîzmê cihêbûna di avahiya etnîk de jî nîşan dide. Di civaka Kurd de tayên feodaltiyê her ku diçe xurt dibin. Di serdema pêşketina şaristaniya feodalîzmê de şoreşa Îslamê dikeve rojevê. Ya esas, Îslamiyet têkiliyên tund ên koletiyê û tayên etnîk ên li pêşiya pêşketinê kelem in li ser hîmê bajarbûnê vedigu-herîne û nîzamekî hînê pêşketî, civaka feodal li ser bingehê şoreşa zêhniyetê û îdeolojîk ava dike. Ya li Ewrûpa, Hînd û Çînê bi tekamuliyet û beridandinê pêk tê, li vir bi rêya şoreşê diqewime. Îslamiyet di şaristaniya Rojhilata Navîn de şoreşa herî mezin e. Hema hema heta sedsala 12. di pêşketina civaka feodal de rola avakirina polîtîk û îdeolojîk dilîze.

Bi hilweşîna Sasaniyan re (PZ 650) Îslamiyet di nava Kurdan de jî bi lez belav dibe û arîstokrasiyeke feodal diafirîne. Hêzên dewletparêz û hîyarerşîk ên Kurd di bin bandora Erebkirineke xurt de vediguherin û di vê demê de dibin yek ji komên herî xurt a siyasî û civakî. Bi Xanedaniya Eyûbiyan a Kurd (PZ 1175-1250) xane-daniya herî xurt a siyasî li Rojhilata Navîn pêk hatiye. Di nava Kurdan de jî têra xwe bi tesîr bûn e. Li aliyê din, sultantiya Selçûkiyan a ji Ebbasiyan PZ di 1055 de împaratorî wergirt, bi Kur­dan re jiyaye. Hînê jî mîna li Kerkûkê ev jiyana hevpar bêyî şer derbas bûye. Dewletên feodal ên bi koka xwe Kurd mîna Şeddadî, Kurên Buveyh û Merwanî (PZ 990-1090) pêşketine. Her weha gelek begtî û hukûmetên Kurd hatine avakirin. Kurên Şerefxan ên navenda wan Bedlîs bû, begtiya herî demdirêj ava kirine. Vê begtiyê heta dema sultan Qanûnî Silêman hebûna xwe dewam kiriye. Taybetiyên civaka feodal rê li ber veguherîneke girîng a zêhniyeta civaka Kurd vekirine. Şop û bermahiyên Zerduştiyê ji bilî li cem Zerdeştiyan - Yêzîdiyan - tine bûne. Bi îhtimaleke mezin ev guherîn di pêşketina hevkarên Kurd de xwedî roleke dijşoreşê ye.

Li bajarên dibin misilman, zimanê Erebî bi tesîr e, lê dîsa jî di çand û zimanê Kurdî de paşketin nîne. Yekemîn tomarkerê destanan bi awayekî nivîskî wek Ehmedê Xanî di vê demê de derketine holê. Çanda bi Îslamê nuxumandî, mîna li cem her koma etnîk hatiye dîtin, li cem Kurdan jî pir kûr rehên xwe berdane. Tevî vê yekê li Başûrê Kurdistanê bi eşîrên Ereban re -nemaze bi Şemmeran re heta roja me ya îro- şer timî dewam kiriye. Destana Derwêşê Evdî destana van şeran e. Ev destanek e, şopên xurt ên çanda Kurd nîşan dide û di koka xwe ya Zerdeştiyê de israr dike. Tê texmînkirin ku di sedsala 18. de qewimiye. Di nav Îslamê de Zerdeştîtî mîna çandeke têkoşer û berxwedanê ye. Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi Îslamiyetê nuxu-mandiye û alîgiriya Hz. Elî dike, piştî Zerdeştiyê çanda Kurd a herî têkoşer e, mîna Şîatiya Kurd be. Li beramberî vê yekê, nemaze Kurdên Başûr ên nêzî deştê bi baweriya Îslamê ya Sunnî dibin xwedî karektereke hevkar û paşverû. Ev derdorên xwedî zêhniyeta ba-zirgan-feodal çanda nifşên xwe înkar dike, nûnerên vê zêhniyetê ku li herêmên nêzî Ûrfa, Mêrdîn û bajarê Sêrtê di nav îxaneteke super de ne. Pir bi awayekî seyr û ecêb, hevkar in û berjewendîperest in. Kurdên di bin bandora Îranê de hînê kêmtir xira bûne. Cewherê xwe yê netewî hînê bi awayekî otantîk diparêzin.

Di vê demê de têkiliyeke girîng di navbera dewlet û nifşên etnîk ên Tirk-Kurd de ne. Ji şer dûr in, bi bandor Bîzansan jî piştgiriya hevdu dikin û di nav têkiliyên dostane de ne. Xirîstiyantiya Ermenî û Suryaniyan jî di vê yekê de roleke girîng lîstine. Şerê Melazgirê yê 1071’ê di cewherê xwe de şereke ku xwe dispêre îttîfaqa Kurd-Tirkan. Eger sultan Alparslan xwe ne spartibûya Kurdan, mumkîn nebû bûbûya xwediyê serketinê. Di vê demê de eşîrên Tirkmenan ên di nav nifş û çanda Kurdî ya bi cihbûyî de, li asîmîlasyoneke girîng qewimîne. Vê pêvajoya heta dawiya sedsala 19. dewam kir, bi komarê re berovajî dageriya.

Kurdên bi tevahî dikevin bin bandora çanda feodal a serdema navîn, çendîn çînîbûyîna feodal dijîn ew çend di jiyana azad de paş ve dikevin. Koletiya feodal timî li dijî azadiya eşîrtiyê pêş ketiye û di xerîbketina zêhnî de qonaxeke girîng pêk tîne. Tevî gelek rewşenbîrên Îslamê yê Kurd gihîştine jî, ji ber meylên dewletê yên hevkar nekarîne bandoreke mayînde bikin. Di serê pesindar û hevkarên dewletê de Îdrîsê Bedlîsî tê. Li Çewlîkê di hilbijartinên herêmî yên herî dawî sala 2004’ê de komeke koka wan terîqeta Neqşîbendî - terîqeta Şêx Seîd - sloganeke pir balkêş qiriyane wek “Îdrîs-î Bedlîsî li vir e, Yawûz Selîm li ku ye?” Mirov dikare li bendê be ku serokwezîr Erdogan rola Yawûzekî duyemîn bilîze. Eger îxaneta Neqşîbendiyê bi tevahî li Kurdistanê neyê nirxandin şensê şoreşa rohnîbûnê nîne. Li beramberî vê, rohnîbûna Elewiyên bi koka xwe Kurd hînê erênî bûye. Em wexta bandora dînamîkên dîrokî li ser mezheb û terîqetên îro lêkolîn bikin, em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bigihîjin encaman. Ev derdor rohnîbûyîna komarê bi ‘kemalîzmê’ gunehbar dikin û bawer dikin ku wê bi vî awayî rûyê xwe yê kirêt di nav gelê Kurd de veşêrin. Heta paşverûtî û berjewen-dîperestiya nuxumandî ya gelek terîqetên bi koka xwe sunnî, neyên teşxîs û teşhîrkirin, wê welatparêzî û demokratiyeke têkûz a Kurd pêş nekeve.

Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundur de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji der ve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê. Heta sedsala 13. li ser navê şaristaniya Rojhilat alîkariya şaristaniya Ewrûpayê kiriye ku Ewrûpayê gavên xwe yekemîn diavêtin, pişt re ket pêvajoya rawestînê (PZ 1200-1500) û pêvajoya paşveçûnê (PZ 1500-1918) ji aliyê Osmaniyan ve bi zehmetî hatiye meşandin. Her çend dema Osmaniyan li dijî Rojava ya mezin dibû xweparastina dawî be jî sîstema wê ya ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û aborî ve paşvemayî pêşî li serketina wê girt û nekarî hilweşîna wê asteng bike.

Çînên serdest ên Kurdan, bi giştî bi dema Yawûz re di nav împaratoriya Osmaniyan de bi otonomiyên xweser û berfireh destekdarên herî nêz bûn. Ev rewşa heta serê sedsala 19. dewam kir, ji sedsala 19. û pêve bi hatina herêmê ya mêtingeriya Rojava, xira bû. Di vê yekê de rêveberiya navendî ya qelsbûyî û polîtîka zêde bac û esker berhevkirinê jî roleke diyarker dilîze. Dostanî û piştgirî cihê xwe ji serhildanan re dihêle.

Ji sedsala 19. û pêve civak û dîroka Kurd dikeve qonaxeke nû. Têkiliyên ku bi Osmaniyan re xirabûne rê li ber serhildanan vedikin. Mîsyonerên Îngilîz û Fransî jî bandorê li dêrên Ermenî û Suryaniyan dikin ji bo cihêtîxwaziyê bikin û bi vê yekê rê li ber tevlîheviyekê vedikin. Têkiliyên di navbera Ermenî, Asûrî û Kurdan de jî xira di­bin. Ji ber ku hem têkiliyên wan hemû di nava xwe de xira dibin û hemû têkiliyên wan bi rêveberiya Osmaniyan re têk diçin, ev dibe sedem di dîroka wan de rûpelekî bi keser û xemgîr vebe. Ev pêvajoya di sala 1918 de piştî şerê cîhanê yê yekemîn destpêkir, bi giranî ji aliyê çand û fizîkî ve bi tasfiyekirina Ermenî û Suryaniyan bi encam bû. Têkiliyên Kurd û Tirkan tevî ku pir zirar dîtin jî di asta yê Ermenî û Suryaniyan de qut nebûn. Ji lewra şerê rizgariya netewî yê di sala 1920 de bi hev re meşandine. Sêyemîn hevkarî û hevpariyeke mezin a stratejîk mîna bi Alparslan û Yawûz re pêk anîne. Dîrok pir baş şahid e ku eger mîna rola Kurdan a di serketina Alparslan a 1071 de, ya di serketina Yawûz Selîm a 1514 de li dijî Sefewiyan û di serketina 1516 û 1517 de li dijî Memlûkiyên Misrê nebûya, qewmên Tirk wê nikarîbûna Anatolî fetih bikarana û wê împaratoriya Osmaniyan nekarîbûya li rojava û rojhilat belav bibûya.

Vê trenda dîrokî heta salên 1920 dewam kiriye. Sêyemîn hevpariya stratejîk karîbûye pêşî li belavbûna emperyalîst bigire û firsendê bide serketina şoreşa komarê. Lê ji ber ku tebeqeya jor a Kurd a feodal ku bi awayekî kevneşopî hînî hevkariyê bûye, bi sedema komarê şaş dinirxîne û pir bi hêsayî bi niyetên emperyalîzmê dixape, serî hildidin û ev yek jî dibe sebeb ku sazûmankarên komarê polîtîkayên xwe biguherînin. Kurd-Tirk bi hev re ji projeyên azadiyê dadigerin û ev yek di dîroka wan de dibe sedem pêvajoyeke pir neyînî bijîn. Bi vê têkçûna stratejiya têkiliyên Kurd-Tirk, înkarkirina Kurdan, paşvehîştina wan, asîmîlasyona bi darê zorê dest pê kiriye û kiriye ku bi tevahî Kurd li derveyî sîstemê werin hîştin. Çendîn bûne Tirk ew çend jî hatine qebûlkirin. Vê yekê polîtîka hînê kûr kirine. Di salên 1970 de li tevahiya dunyayê tevgereke rohnîbûnê hebû, polîtîkayên bi ser rastiya Kurd û Kurdistanê de mîna ewrekî reş tarî girt, rê li ber tevgereke nû ya rewşenbîr a Kurd vekir û pişt re di şexsê PKK’ê de pêvajoyeke berxwedanê ya eskerî û siyasî dest pê kir. Bi vê re, di têkiliyên Kurd-Tirkan de pir êş û şer bû, lê gav hatiye avêtin pêvajoyeke bi şeref.