Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

   gerilla mesStêrk ji her demî bêtir diberiqîn. Heyva çardeşevî pêşiya wan ronahî dikir. Bi kesayetên xwe yên gihîştî, bi hestên xwe yên zarokî û bi dilên xwe yên germ tevlî vê meşa bê rawestgeh bûbûn. Jiyana mirovan bi derfetên wan re dest pê dike. Armanca ruhê mirovserkeftin e. Armanca wan jî ji vê ne cudatir e.Carina li pişta pencereyekî naylon li dîmenekî bi mij dinihêrin û rastiyê fêm dikin, carinajî bê pencere, bi çavên tazî li rastiyê meyze dikin. Watedayîna wan a evînê; carina di rondikên lêgerîna jiyanê ku ji çavên dayikên dil bişewat dibarin de, carina jî di kena ser rûyê zarokan de xwe derdixe der. Ev çend biharin ku li serê van çiyan in, çend payîz, çend zivistan...

Mizgîniya xweşikahiyê diberiqe li serê çiyan. Hebûna wanê li serê çiya, wate dida van erdnîgariyan...

Şopa wan erd diqelêşe û şîn dike, lê ew her dimeşin. Çiqas xweşik dixweynin çûk û bilbil. Dengê qebe qeba kewan ji dûr ve tê gohên wan. Giyayên şil, çavkaniya xwe ji ax, av û rojê digirt in. Belkî, bi qasê kulîlka nîlûfer jiyan kirin, tenê rojekî, li van deveran. Asîmanekî şîn, germahî û ronahiya rojê, kulmek ax û qurtek jî av, lê rojek jiyana azad...

Tevde bi dengê lorîkên dayîkan mezin bûbûn, li bin siya lûleyên çekan, li her çar aliyê cîhanê belavbûyî. Serê xwe danîbûn ser çokên pîrika xwe û ji devên wê çirokên qehremantiyê gohdar kiribûn. Çîrokên serhildanên bav û kalên wan, dayîk û pîrejinên wan, xwişk û birayên wan...

Piştre pêxwas û bê derpê xwe avêjtibûn kolanên xerîbiyê. Di welatê xwe de xerîb jiyan kiribûn. Bê kes bûn, bê xwedî bûn, gund û warên wan hatibûn wêrankirin, hatibûn qetilkirin, koçberkirin... Hewar û gaziyên wan tu kesî nebihîstibû. Qêrîna wan di dilê wan de mabû.

Kûçe û kolanên bêbext dixwestin ku wana di nava xwe de bifetisînin. Lê ew nebûn dîlê vê pergalê, bûn lêgerînvanê jiyaneke azad. Bi qesr û xaniyên beton nexapiyan û dest bi meşê kirin. Meş bi lêgerînê dest pê kiribû. Hêj di zarokatiya xwe de dest bi şer kiribûn. Di ciwantiya xwe de xwe bi rêxistin kirin, çalakiyan li dar xistin, di tadî û zextan re hatin derbaskirin. Lê hêviya wan hîn bi xurttir bû, meşa wan hîn mezintir bû û berdewam kirin.

Vê carê berê wan li çiyayên welat bû. Dilên wan wê li wê derê lê bixista û hêviya wan ew der bû. Qeytanên pêlavên xwe hişk girêdabûn, bûbûn xwediyê rext û çekan. Konên wan li pişta wan bû. Meşa wan ber bi lûtkeya azadiyê ve bû. Bûbûn hêviya pêçekên di hembêza dayîkan de, xort û keçên ku evîndarê welat in û zarokên agir û rojê... Tu asteng û kelem nas ne dikirin. Li pêşiya wan kemîn, pevçûn, şehadet, serkeftin...

Dema ku çav bi erdnîgariya welatê xwe ketin, çav bi rastiya xwe jî ketin. Daristanên şewitî, kanî û rûbarên çikiyayî, kortik û koncalên ku gulleyên tenq, top, balefir, hawan û roketan vedane, kovanên gulleyan, goristanên bê xwedî, mirina bê deng...

Senger, wargeh û sixinaqên ji berî çend salan mane ku bûne weke berhemên dîraka vê erdnîgariyê û gelên li vir jiyan dikin... Rastiya erdnîgariya wan rastiya wan e. Ew di dema pişkifîna xwe de pişkifîne, mîna giya û kulîlkên biharê.  Sosin, beybûn, berfîn, nêrgiz... Her yek ji wan di wextekî cuda de dipişkife, lê hamû jî di heman heyamî de dibin bereketa bihara rengîn.

Meş berdewam dike. Gav bi gav li ser şiverêkan dimeşin. Li newalên kûr, li keviya rûbaran, bi dengê şire şira herikîna çeman, li ser zinar û latan, bi berbanga serê sibê re, mîna keskesorê bi asîmanan re, cîhan sayî, berf û baran qet ferq nake. Carinan jî, ber bi lûtkeya çiyayên bilind ve dihilkişin û li xwezayê temaşe dikin, bi xwezayê re diaxifin. Xweza ji wan dipirse;

-Meşa we ber bi ku ve ye?

Ew bersiv didin;

-Azadiya mirovahiyê li kû jê hatibe dizîn, meşa me ber bi wir ve ye. Em lêgerînvanên azadiyê ne, ango şervanên azadiyê!

Carina ew xweza û çiya diparêzin  carina jî xweza û çiya ya wan diparêzin. Her du alî parasvanên hev û din in. Wê kîjan alî, kengê, li kû derê kî/ê biparêze, wî jî dem dide diyarkirin. Kîjan alî di tengasiyê de be, aliyê din xwe digihijîne gazî û hewara wî/ê. Carina çiya ji wan re dibin senger carina jî ew ji çiya re.

Şiverêk dû dirêj e. Rêwîtiya wan bê ser û ber e. Tu demsal ji bona wan ne asteng e. Çi zivistan, çi payîz, an jî havîn... gelek caran bi xwezayê re di nava têkoşînê de ne. Xweza çiqas wana diparêze ewqas jî di nav xwe de xetereyên mezin vedişêre. Xweza çiqas şûn û warê wan e ewqas jî bêbext e. Di germahiya havênê de kanî û rûbarên zûha, zivistanan aşût, payîzê çilmisîna xwezayê, xem û keser, biharan jî ji nû de vejîna gul û kulîlkan...

Di hemû demsalan de ew dîsa rêwî ne. Xweşî û zehmetiyên hemû demsalan jiyan dikin. Lê, govend û dîlan tu caran ji wan qut nabe. Diçin kû derê govend û dîlana xwe jî bi xwe re dibin. Li lûtkeyên çiyayên bilind her tim mij û moran, li newalên kûr çemên bê ser û ber, li gel wan jî her tim şahî û kêfxweşî... Dilên wan her tim ji bona serkeftinê lê dixe û di heman şiverêkê de, li  gel wan dimeşe.

Meş dû dirêj e. Tu caran wê bidawî nebe. Niha payîz e. Xweza di xem û kesera çilmisînê de û di hêvî û baweriya ji nû de vejîna li piştî zivistanê de ye. Germahiya havînê xweza bêhêz dike, giya, kulîlk, sosin û beybûnên biharê diçilmisîne, payîz pelên daran ji daran dişexitîne, zivistan jî kefen lê dipêçe, her deverê vê welatê vediguherîne goristanekî bêqebir.

Li Anatoliya Xwedayê Attîs û Adonîs, di dema Samiyan de Temmuz ku çavkaniya xwe ji Xwedayên Sumeran Dumuzî digirtin li ser xebata xwe bûn. Ev tev de Xwedayên mirin û ji nû de zayîna xwezayê ne. Ev fetlanoka xwezayê ya ku di payîzê de dimire û di biharê de ji nû de zindî dibe ye. Ev Xweda jî mîna xwezayê di payîzê de dimirin û di biharê de, bi ji nû de zindîbûnê re evîn û bereket tînin. Mirina wan ya di payîzê de ji ber sedema evînê ye. Di biharê de vegera wan ya li ser rûwê erdê sedema evînê ye. Sedema rêwîtiya bêdawî ya Şervanên Azadiyê evîna herî bi rûmet e. Rêwiyên li vê erdnîgariyê jiyan dikin tu carî namirin, jiyankirina wan ya bêdawî ji sedema evîna wan e. Her tim di nava lêgerîna “Çawa Jiyankirin?”ê de ne. Bersiva vê pirsê her tim dibe sedema berdewamkirina meşa wan. Sedema meşa wan evîn bi xwe ye.

Li azadiyê digerin. Meşa wan ji rabirdûyê ber bi dahatûyê ve ye. Terk û şopa ku li pey xwe dihêlin mîna keskesorê ye. Tevahî cureyên rengan çavkaniya xwe ji wan digirin. Nakokiya di navbera reş û spî de ji holê radikin. Bi avabûna gerdûnê re dest bi meşê kirin, wê bi dawî lê hatina gerdûnê re meşa wan bidawî bibe. Serdem bi serdem li mirovahiyê digerin. Serdem bi serdem li yên ku azadiyê ji mirovahiyê dizîne digerin û hesap dipirsin. Li makîneya dem û demistanê siwar bûne, di serdaba demê re derbas dibin, him li rabirdûyê hene û him jî li dahatûyê. Ew rêwiyên hemû wextan in...

Şiverêka wan, carina jê di cih û warên wêran re derbas dibe, carina jê jî di goristanên bê xwedî yên xwediyên van cih û waran re. Sîlûetên jin û keçên ku ji bêriyê vedigerin, zarokên ku di cîhana xwe yê teng de bi pêleyîstokên xwe ve mijûlin û pîrejinên ku teşiyên xwe ba didin tên ber çavên wan. Bi dîtina dîmenên bê teswîr xemgîn dibin; dîwarên qulo qulo, qarçikên şewitî, xan û malên bê mirov...

Her deverî di bêdengiya mirinê de dibînin, di bêdengiyê de dihêlin û meşa xwe berdewam dikin. Lê ne di bêdengiya mirinê de, di bêdengiya berî bahoz û bagerê de dihêlin û diçin. Bahoz û bagera ku wê piştî wan dest pê bike, wê bibe ji nû de zindîkirina van deveran...

Çavkaniya jiyana wan Roj, pêşengên wan Stêrk in. Gelek caran Stêrk ji kêleka wan hilkişiyan asîmanan. Asîmanan xwe bi Stêrkên Şoreşê neqiş kirine. Stêrk, ku çavkaniya ronîkirina tarîtiyê ji Rojê digirin...

Vê kêliyê sê kes dimeşin, piştî kêliyekî din dimînin didu. Ew kes dibe ronahî ji pêşiya rêwiyên lêgerînvanên azadiyê re. Yên ku çav bi vê ronahiyê dikevin, bi dû dikevin heya ku xwe bigihijîninê... Piştî kêliyekî din dîsa dibin sisê, piştre çar, pênc û bi milyonan...

Tu caran ne ronahiya li pêşiya wan qut dibe, ne jî wê ew tune bibin.

Şiverêk dû dirêj in. Stêrk ji her demî bêtir diberiqin. Axa welatê wan dergûşa wan e. Asîman lihêfa wan, xweza dayîk û bavikên wan... Têr, birçî, tênşikestî, an jî bê av... Bi hezaran salin çend şaristanî di vê dergûşê de hatin xwedîkirin û çend şaristnî di bin vê lihêfê de xew kirin! Dîroka çend gelan li vir dest pê kir û li vir bidawî bû. Mirovahî çend caran xwe zindî kir û hat kuştin... Edî bese ey mirov! Ma tuyê kengî li mafên xwe xwedî derkevî? Ma ne bes e ku tu hatî kuştin, qetilkirin, talankirin...? Ma tuyê kengî ji bona azadiya xwe tevlî vê meşê bibî? Êdî ne bese, ey mirov? Xwe bavêje ji ser vê axa mirî...Bavêje...

XERZAN AŞTÎ