Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

halk serhildan Tevgera Azadî demek dirêje ku pirsgirêka Kurd bi rêû rêbazên siyaseta demokratîk dixwaze û dixwast çareser bike. Lê mixabin ruxme ew qasî hewldan, dewleta Tirk di faşizma xwe de israr kir û hêna jî dike. Ev dixuyaye ku ji bo dewleta Tirk têra nekir, dewleta Tirk di şeva 24 Tirmeh de erîşek pir mezin bi sedan balafirên şer erîşên bi teknolojîk bilind ser gerillayên Kurdistan û erdnigariya Kurdistan kar anîn. Ev e jî têra nekir erîş birin ser gelê me û li Zergelê gelek mirovên me katlkirin. Erê dixuyaye ku ev e jî têra nekir vêca erîşa ser YPG û gelê me yê Rojava kirin. Dîsa erîş birin ser hêzên çep, welatparêz, şoreşgerên demokratîk li Pirsus-Suruç yên ku dixwastin bajarê Kobanê carek din avabikin. Erê dewleta Tirk, bi taybet jî partiya faşist a kesk AKP û serokê wê Erdoxan, di helbijartinên 7 hezîran de rayên ku dixwastin bigirin negirtin û yek jî desthilatdariya xwe jî windakirin. Yek ji plansaziya Erdoxan yê ku dixwast bibe Başkan ango serokê giştî jî têkçû. Bi kurtasî, Erdoxan û AKP siyaseta demokratîk de têkçûn. Bi gotina gel ve, di sindoqan de xeniqîn. Ji bo ku rewşa xwe a sindoqan veşêrînin dest bi tevlihevî, alozîûerîşên hovane kirin. Bê guman di van erîşan de yên ku bi dewleta AKP re alîkarî dikin jî henin û hebûn. Numûne PDK ango Barzanî M. û Barzanî N. Herkes dizane ku dema ku AKP biçe û diçe hîç bêguman yek jî Barzani M. û Barzanî N. jî diçin. Ber ku yên ku Barzaniyan li Başûre Kurdistan ser piyan digire û digirin yek ji Erdoxan e. Bedelê wê jî hîç beguman dijmintiya Tevgera Azadîye. Dijmintiya Şoreşa Rojava yê. Bi tenê li Başûr de wek desthilatdarî mayîne. Em direj nekin, her çiqasî em dev ji siyaseta demokratîk ber nadin jî, lê em nikarin wek berê serî xwe jî direjî faşîzma AKP bikin. Derket ku tevahi nîyeta baş a gelê me, gelên dostû tevgera azadîdewleta Tirk pir xirab kar aniye. Tevahî nezîk buyînên bi dilpakî ji bo ku pergala xwe a faşizan bidin runişkandin kar anîne. Heqe rewş wiha ye, wê demê pêwîste herkes vê rewşê berçavan derbas bike û gorî ve jî tevbigere. Berçavan derbas kirin bê guman e wek berê nebe. Êdî çareserî jî yê wek berê nebe. Çareserîêdî bi avakirina rêveberiya xwe û bi avakirina xweseriya demokratîk dibe. Rêveberiya xwe ne tenê ji bo Kurdan na ji bo tevahîTirkiye pêwîste. Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdistan ango herêmên Kurdistan e, ji bo tevahîTirkiye, serî de jî, ji bo Karadenîz pêwîste. Êdî ne gengaz e ku li cihekê welatek wek Tirkiye ûKurdistan were rêvebirin. Ne gengaz e ku pirsgirêkên Karadenîz, Akdenîz, Anatolya Navîn, Ege, Marmara her wiha Kurdistan navendeke de werin meşandin. Na, a rast ew e ku êdîTirkiye bi rêbazek nû, hemdemî were rêvebirin. Ev e jî, beguman Xweseriya Demokratîk e. Ji bo wê em dibejin ku bi erîşên 24 tirmeh ku hember çiyayên Kurdistan ve hatin darxistin, êdî gelek tişt hatin guertin. Di xuyaye ku AKP ango Erdoxan tu nezîkbuyînên demokratîk nasnakin. Bala xwe bidin ruxme ku hukumet xeyrî meşrû ango xeyrî rewaye, biryarên ku tenê meclîs an jî parlamantoyek dikari bigire digirin. Erîşek pirr fireh ser gelan û herêmên din yên cihanê dibin. Ruxme ku hukumetek muakkat ango demîû demboriye, wek hukumetek fermî tevdigerin û hemû derfetên dewleta Tirk kar tînin. Ev e jî nîşan dide ku biryara şer hember tevgera azadîû gelêKurd tenê AKP û Erdoxan negirtiye, heman demê yên ku biryara şer girtine dewleta Tirk e. dewleta kûr e. dewleta taybet e. Heqe rastî evin wê demê pêwîstî bi guertinin pir bingehîn henin. Yekemîn me li jor anî ser ziman; İlankirina Xweseriya Demokratîk di tevahîTirkiye de. A duyemîn ev e ku, êdî her kî ku li Tirkiye ûKurdistan dijî parastina xwe esas bigire. Ango xweparastina xwe û gelêTirkiyê pêşbixe. A seyemîn ev e ku, cihe ku gel dijî derbare her mijareke xwe biryar bide. Wek diyar kirina Valiyan, Kaymakaman. A çaremîn ev e ku, êdî gelên Tirkiye bi gelên herêmê ser esasên jiyanek komunal ango hevbeş bi hevre tevbigerin. Cihe ku em dijîn bila kareba ango elektrîk bin kontrola me de bibe. Petrol jî. Av jî. Komir jî. Her wiha tiştên ku aide me ango xwemalî gerez bin kontrola me de bibin. Pencemîn ev e ku, êdî pergala dewleta ser esasî dadgeha dewlemend, desthilatdar û dagirkeran were bihartin ango derbas kirin. Dadgeh karek civakeyê. Em dikarin xwe bi xwe karên dadgehî bimeşînin. Pêwîst nake ku kesek biçe cem dewletek faşîst û xwe xîzan bike. Şeşemîn ev e ku, cihe ku em lê polîs pêwîst nakin. Ber ku dema ku em xweparastina xwe bikin, pêwîsti bi hêzek wiha nîne û nabe jî. Her gundek, her taxek, her navçeyek, her bajarokek, her bajarek dikare xwe bi xwe biparêze. A rast jî ev e. Demên pir berê bav û Kalên me ango dayikên me wiha xwe parastine û jîn kirine. A heftemîn ev e ku, perwerde jî karek civakeye. Perwerda netewî va dused sal umre an jî temenê xwe heye an ji ew qas jî nîne. Berê herkesî perwerde xwe, an li malê didît an jî medrese hebûn. Mamosta bi alîkariya civakê jîn dikirin. Berve jî mamoste kesek nezî civakê bû. Mirovek ji bo wê jî ser waxt bû. Ne kesek yên pereyan bûn. Û yek jî ne kesek e dewletê ango sixûr bû. Heyştemîn, nehemîn her wiha dehemîn jî em dikarin rêz bikin. Lê ne pêwîste, ne pêwîste ber ku gotinên me tên fehmkirin. Carek din em bînin ser ziman ku, êdî tiştek yê wek berê nebe. Erîşên dewleta Tirk yên ku di 24 tirmeh bi alîkariya hinek hêzan pek hatiye, millatek e. Şiyar buyînek e. Ser xwe ve hatinek e. Xwe buyînek e. Her wiha, her wiha, her wiha… Dema ku em dibejin DEM DEMA XWEBUYİNE YÊ mabesta me ev e. Tam jî dema ku em demên nûve jîne, ango rojên 15 Tebax jîn dikin, xwe bûyînek wiha gelek giran biha yê û bêhempaye. Him jî ji bo giştî gelên herêma Rojhilatanavîn. Êdî dema dîktaroran, melîkan, began, desthilatdaran her wiha yek dengan derbas bû. 15 Tebax’a gelên Rojhilatanavîn pîroz be!

QASIM ENGİN