Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

bagokNavê min Mazlûm Rojîn. Di sala 1980´an de li herêma Mêrdînê ji dayik bûme. Di sala 1999´an de tevlî li nav refên azadiyê bûm. Ev demeke jî li herêma Mêrdîn li çiyayê Bagokê em xebata têkoşîna azadiya Kurdistanê meşand. Ev pênc sal in ku em li vê herêmê ne.

Li mezopotamyaya jorîn (hîlala zêrîn) şaristaniya mirovahiyê li vê herêmê hatiye destpêkirin. Wisa tê binavkirin. Hemû gelên li mezopotamyaya jorîn jiyane hema hema hemû gel li Bagokê jiyana xwe domandine. Bi rastî jî mirov meraq dikin ku navê Bagokê ji ku tê ango wateya wê çi ye? Li ser navê Bagokê gelek wate û metelokên wê hene lê yên yên herî sereke ku derdikevin pêş dixwazim parve bikim. Li herêma Bagokê bi xwe çîroka navê Bagokê ya bi kurdî heye. Gelê herêmê dibêje; ji ber ku di herêmê de Bagok çiyayê herî bilind û herêma Mêrdînê jî piranî bi deştên xwe tê zanîn ji Bagokê her derê herêmê tê xuyakirin. Bayê ku ji deştên Mêrdînê tên hemû xwe li derdora Bagokê digirin. Bagok li herêmê wek navenda hêza kişandina bayên li derdorê ye. Ji ber vê jî di nav gel de dibêjin Goga Bayê. Sedema vî navî jî ev e ku; her tim li derdora Bagokê bablîsok radibin. Di herêmê de gotina yekem a li ser navê Bagokê ev e. Ya duyem jî ev e; tê zanîn ku li herêma Mêrdînê gelê me yê Suryan yek ji wan gelê qedîm ên li Mêrdînê dijîn e. Di çiyayê Bagokê de jî gelek gundê Suryana hene. Bagok wateya xwe li gor çand û zimanê Suryana wek Navend tê gotin. Ango wateya navê Bagokê tê mana navenda Suryana. Di herêmê de piranî  bingeha van wateya xurt e. Lê wekî hemû çiyayên Kurdistanê mitolojî,  metelok û çîrokên cûr bi cûr ên Bagokê jî teqez hene. Yên herî zêde derdikevin pêş ev herdû wate ne. Dibe ku ev herdû wate mîtolojîk xuya dikin lê divê bê zanîn ku mîtolojî jî ji zanebûnê qut nîn e. Teqez bingeheke xwe heye.

                Herêma Mêrdîn û di nav de jî çiyayê Bagokê cihekî stratejîk e. Ji dîrokê û hetanî roja me, êrîşên li Kurdistanê û bi taybet yên li ser Mêrdînê çêbûne Bagok her tim rola stargehê leyîstiye. Ji ber vê rola xwe jî çiyayê Bagokê wek keleha parastinê jî tê zanîn. Me anî ziman ku derdora Herêmê bi giştî deştên berfireh in. Her wiha kurdan ji dîrokê û vir ve her tim xwe li çiyayan girtine. Yek ji van çiyayên Kurdistanê jî çiyayê Bagokê ye. Lê tenê ne ji boyê Kurdan. Gelên li derdora herêmê jiyan e çi bisilman û çi jî, ji bilî bisilmanan (Suryan, Aşûr, Keldan, Nastûrî) hemûyan jî xwe liBagokê girtine.

                Rêber APO jî di parêznameyên xwe de nivîsiye ku; Di dema belavbûna Îsevîtiyê de hewariyên Îsa xwe li gelek dever û çiyayan digirin. Ji van çiyayan yek jî çiyayê Bagokê ye. Ji ber ku li wê herêmê gelê Suryan û Ermen dijîn. Jixwe tê gotin ku di dîroka mirovahiyê de yekem car Xirîstiyanî ev herdû gel ji xwe re weke ol pejirandine. Her wiha rêxistinkirina wan a ola Îsevîtiyê jî di çiyayê Bagokê de destpê kiriye. Ev yek jî rewşa Bagokê ya dîrokî hîn bêhtir derdixîne holê. Di heman demê de çiyayê Bagokê ji bera xwe ve li ser xeta bazirganiyê ye. Ev xet wek Rêya Hevrîşimê tê zanîn. Di demên berê de bazirganiya ku ji Asyaya Navîn ber bi Rojava ve çêdibe hemû di bin siya çiyayê Bagokê de çêdibe. Ev yek jî bêhtir  girîngiya Bagokê raçavî me dike. Bo nimûne li derdora Bagokê gelek navçe hene. Yek ji wan jî Nisêbîn e. Nisêbîn li gorî dîroka xwe bajarekî bir kevnar û qedîm e. Bi Suryanî jê re Nîsîbîs tê gotin. Ev bajar jî girîngiya Bagokê zêdetir dike. Ev yek jî bûye sedem ku him şerê li herêma Mêrdîn û bi taybet şerên li bin xetê navendên wekî li Qamişlo,Nisêbîn, Dêrik û Dirbêsiyê qewimîne di bin siya çiyayê Bagokê de pêk hatine. Her wiha di dîrokê de ev çiya wek qada şer jî tê zanîn. Û çiyayê Bagokê ev rewşa xwe heta roja me jî parastiye. Bo nimûne; di şerê me yê azadiyê de jî roleke wisa leyîst û hîna jî dilîze. Ji ber ku ji boyî gerîla mîna stargeheke çiyayê Bagokê. Ev sedema xwe ji  dîrokê ji pirgelî (ango wek mozaîka gelan) û pirçandiyê digire.

                Ji aliyê erdnigariyê ve li rojhilatê Bagokê Hezex, li bakur-rojhilatê Bagokê Midyad, li rojavayê Bagokê Nisêbîn û li başûr-rojhilatê bagokê jî bajarên Rojavayê Kurdistanê wêk Dirbêsiyê û Dêrik heye. Çiyayê Bagokê di navbera van bajarokên dîrokî de ye. Çiyaye Bagokê divê mirov wek girekî ji rêzê nefikire. Dibe ku bilindahiya Bagokê li gorî çiyayên Kurdistanê ne zêde be lê taybetmendiya Bagokê ji belavbûna xwe ya berfireh digire. Di mîtolojiyê de dema mijar tê li ser Kurdistanê, welatê me wek bihuşta li ser rûyê erdê tê qalkirin. Di nav Kurdistanê de mirov dikare Bagokê jî parçeyek ji vê bihuştê bihesibîne. Ji ber ku ji demên berê ve, ev herêm ji boyî çandinî, ajalkarî û parastinê xwedî xwezayeke dewlemend e. Ev jî bûye sedem ku li der û dora Bagokê ji gelek neteweyan mirov lê bicivin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ku Bagok; mozaîka gelan e. Di serdema Osmaniyan ango di 1915´an de li ser navê Îslamê her çiqas êrîş hatibin li ser Suryan, Ermen û netewên din ên Îsevî jî, van salên dawî vegera mirovên ji van gelan zêdetir bûye. Bo nimûne; niha di çiyayê Bagokê de, bi dehan dêrên Suryaniyan ên ku tê de perwerdehî tê dayîn hene. Gelê Suryanî niha bi gelemperî li Ewrûpayê dijî. Lê van salên dawî tevî zar û zêçên xwe têne Kurdistanê an Bagokê û li dêrên li quntara Bagokê ayîn û perwerdehiyên xwe li dar dixin. Heman rewş ji boyî Ermen û Kurdên me yên Êzdî jî derbasdar e.

Bagok di nav têkoşerên şerê azadiyê ango di nav gerîlayên Kurdistanê de wek Gabara duyem tê binavkirin. Him ji ber xweza, daristan, fêkî û him jî ji ber taht, şikêr û ajalên xwe ve dişibe Gabarê. Mesela Bagok wek herêmeke bêav ango tor tê zanîn. Lê gelên li herêmê li hemberî vê pirsgirêka jiyanî xuliqkar nêz bûne û çalên avê yên ku bi dilopên baranê tije dibin ji xwe re vedane. Lê ev çal ewqas pir in ku nayê jimartin. Mirov dikare bêje ku bi hezaran çalên avê yên ku govaniyê li dîrokê kirine hene. Mirov difikire û digihêje vê qenahetê; çêkirina van çalan ne karê salek an sed salî ye, ev kar û keda hezar salan e. Her wiha li vê herêmê xuliqkariya mirovên destpêkê jî derdikeve holê. Ji vî milî ve mirov dikare bêje ku xweza û bermahiyên Bagokê yekser bi mirovan re diaxive.

Xweza û ava Bagokê jî bi nav û deng e.  Dibin çiyayê Bagokê de avek heye ku jê re dibêjin Ava Spî. Di nav gel de ji ber ku ava wê zêde sar e dibêjin ava cemidî jî. Dema mirov li vê ava boş û paqij dinihêre dibê qey hemû avên herêma Mêrdînê li hev civiyane. Ji ber van taybetmendiyên gelek bajarên li der û dorê gel havînan ji boyî bêhnvedanê berê xwe didine Ava Spî. Ji Nisêbînê hetanî çavkaniya Ava Spî ku digihêje Dalînê hemû kêlekên avê ji boyî geştvanan holikên bêhnvedanê hatine çêkirin. Mirovên ku diçine Ava Spî wek ku diçine seyranê dihesibînin. Ji ber ku li derdora avê zarokên Doman ku bi jenandina kemençeyê bi nav û deng in, roja geştvanan dikine rojeke cejnî.

Ger behsa dêrên li herêma Bagokê bê kirin di destpêkê de mirov dikare behsa Dêr Omer bike. Dêr Omer di destpêka serdema îslamiyetê de gelek êrîşan xwariye. Jixwe tê zanîn ku yê li Kurdistanê Îslamiyetê xwestiye bi darê zorê belav bike Hz. Omer e. Dema artêşa îslamê tê li nav sînorên Bagokê, dixwazin vê dêrê ji binî ve hilweşînin. Di navbera fermandarên artêşa îslamê û gelê herêmê de peymanek tê çêkirin. Gelê herêmê ji fermandaran re gotine em ê navê Hz. Omer bidine dêrê lê bes hûn dêra me xera nekin. Li ser esasên peymanê li hev dikin û navê dêrê dibe Dêr Omer. Her wiha ev nav ji sedsala 10´an hetanî roja me tê bilêvkirin.

Gelek bermahiyên dîrokî yên Bagokê hene. Di nav çiyayê Bagokê bi xwe de kelên dîrokî hene. Ji van kelehan gelek jê xera bûne. Ev kel bêhtirîn ji boyî parastin û şeran hatine avakirin. Ji van kelehan yek jî keleha Marînê ye. Ev keleh navê xwe ji gundekî Ermeniyan digire. Her wiha li gundê Marînê ji bilî keleha xwe bi şikeftên xwe jî bi nav û deng e. Ji van şikeftên xwe nêzî 5000´an jê ji aliyê wezareta çandê ya Komara Tirkiyê hatine qeydkirin ku di demên borî de ji aliyê mirovan ve weke mal hatine bikaranîn. Her wiha li gorî gelê herêmê dianîn ziman; ewqasên dî jî di demên borî de hatine bikaranîn. Ev gund di dema xwe de navenda perwerdehiya Ermenan bû. Em bi xwe jî çûne li nav vî gundî û bi rastî jî, bêhna keda mirovahiyê ji vî gundî tê. Ji bilî keleha Marînê kela Şûşaniyê jî bi nav û deng e. Ev kel jî li rojhilatê Bagokê ye û ji ber ku niştecihên herêmê li hemberî zilm û zora Osmaniyan serî hildane ev kel ji aliyê Osmaniyan ve hatiye xerakirin. Ev kel tenê ji rêyekê mirov dikare xwe bigihînê. Ji ber ku di nav xwezayeke asê de ye û derdora wê jî bi tahtên şayîkî ve hatiye pêçandin. Dema me li bermahiyên keleha Şûşanê dinihêrî di derbên dîwarên wê de xuya dikirin ku ev kel bi top û keviravêjan (mancinik) ve hatiye hilweşandin. Weke gundê Marînê li derdora keleha Şûşanê jî bi hezaran şikeft hene.

Dixwazim hindekî jî li ser gundên li derdora Bagokê rawestim. Li rojhilatê Bagokê; Erbanê, Qertmînê , li başûr-rojavayê wê li mintiqeya Geliyê Sor gundê bi navê Xanika ku yê kurdên me yên Êzdî  heye.Her wiha li rojavayê Bagokê Sewdikê, Şukrînê heye ku ev jî gundên Êzîdiyan e. Li başûrê çiyayê Bagokê gundên bi navê; Mîzezexê, Hepşê, Xirabê Alê, Keferzê û gundê Selhê heye ku ev gund ên Suryana ne. Li aliyê bakur- rojavayê Bagokê gundên Serêavê û Kelehê hene ku niştecihên wê kurd in. Ev gundana di quntara çiyayê Bagokê de cihê xwe digirin. Li bakurê çiyayê Bagokê gundê bi navê Girê Mîra û gelek gundên dî hene. Ji gundên kurdan ên zahf tên nasîn jî gundên bi navê Gurînê, Qutbê û gundê Sêderî heye ku ev gund jî di demên berê de gundên Suryana bûn.Lê di demên berê de ev gund ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatine valakirin û di van salên dawî de Kurd di van gundan de bi cih bûn. Li rex van gundan; gundê Xirbê Mişkan heye, li kêlek jêra vî gundî Xirbê Xelo heye. Gundê herî xweşik û balkêş ku li navsera Bagokê gundê Badibê ye. Ev gund gundê Suryana ye. Li vî gundî piştî salan Suryan vedigerin û bi mîmariya xwe ya kevn di sînga Bagokê de vî gundê bêhempa neqişandine. Li  gundê Badibê bi heman navî dêra Badibê jî heye. Ev dêr ji hemû derdora Bagokê ve tê dîtin. Ev dêr bi kevirên spî yên Midyadê ku -bi  nav û deng in- ve hatiye çêkirin. Li lûtkeya Bagokê wek kelekeka li ser avê ye dêra Badibê.

                Di şerê azadiya gelê kurd de wek hemû çiyayên Kurdistanê rola çiyayê Bagokê mezin e. Ji ber ku, dema tevgera azadiyê li Mêrdînê bi cih dibe çiyayê Bagok wek wargeha gerîla tê bikaranîn. Şerê herî girîng yê li çiyayê Bagokê di sala 1989´an de pêk hat. Gelê herêmê vî şerê bi nav û deng wek stran bi şev û rojan dianî ziman. Çend çarînên stranê ev in;

Li Mêrdînê li Bagokê

Xwîn herikî weke cokê

Şer domiya şev û rokê

Bijî şerê me li Bagokê

Çiyayê Bagokê bi dar e

Leşker hatin bi hezara

Li wir bûbû axir dewran

Li ser serê çend hevalan

Heval Delîl bûbû rêber

Xwişka Aytan êrîş kir ser

Çiyayê Bagokê hejandin

Dîrokê bi zêr neqişandin

Piştî şerê li Bagokê li herêmê serhildan destpê kirin. Wek li Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Hezex û li gelek deverên dî gel rabû li ser piyan. Bandora şerên li çiyayê Bagokê di van serhildanên gel de mezin e. Ji ber ku piştî gerîlayên azadiyê li Mêrdîn û çiyayê Bagokêbi cih bûn li hemû derdora xwe bandoreke mezin da. Beriya me, li herêmê tevgerên mîna KUK, Ala Rizgarî, û hwd. jî hebûn. Ev tevgerên han beriya şerê çekdarî di nav gel de bûn û dixwestin pêşî li tevgera azadî û gerîlayên Kurdistanê bigirin. Lê bi demê re gelê Mêrdîn û herêmên li derdora çiyayê Bagokê armanc û feraseta tevgera azadiyê fêm kirin û hîn bêhtir nêzî partiya me PKK´ê bûn. Ev jî bû sedem ku di herêmê de keç û xortên ciwan ref bi ref tevlî tevgera azadiyê bibin. Di dîroka şerê me, bi taybet jî di pêvajoya serhildanan de bi hezaran ciwan tevlî dibûn û ev ciwan di çiyayê Bagokê bi cih dibûn. Her wiha ji serhildanan şûn ve çiyayê Bagokê wek biryargeha Mêrdînê hat karanîn. Dibe ku ji ber şer û pevçûnan ku car caran cihê biryargehê hatibe guhertin, lê ji bilî wê di tevgera me de li herêma Mêrdîn çiyayê Bagokê wek biryargeh hatiye şixulandin.

Dema behsa şerê çekdarî yê tevgera azadiyê ku li çiyayê Bagokê pêk hatine tê kirin, ne mimkun e ku mirov di ser şerê 1989´an de derbas bibe. Di sala 1989´an de di bin fermandariya heval Delîl û hevala Aytan de, di meha Avrêlê (nîsan) de şerên bi nav û deng li çiyayê Bagokê qewimîn.Ev şer bi operasyonên artêşa Tirk ve destpê dike. Piranî li navsera Bagokê operasyon tên kirin.  Di wê demê de yên ji şer re amade ne bi piranî hevalên nû tevlî bûne û hîna di perwerdehiyê de bûn. Heval Delîl jî ne hêzekî girêdayî çiyayê Bagokê bû. Hevalê Delîl wê demê fermandarê eyaleta Xerzanê ye. Wê demê hevalê Delîl jo boyî civînekê li Bagokê bû. Di kêliyên destpêka civînê de artêşa Tirk operasyonê dabû destpêkirin. Heval Aytan jî di gerîlatiyê de hîna şeş mehê wê qediyabû. Lê hevala Aytan hevaleke pir jîr û zîrek bû. Hevalê Delîl û Hevala Aytan hevalên dîtir digirin li gel xwe û xwe ji navsera çiyayê Bagokê berê xwe didinê quntaran. Ji ber ku dixwazin derkevin dervî operasyonê. Lê heval baş hisab nakin ku operasyon çiqasî berfireh e û ji serî heta binî hemû aliyên Bagokê hatine girtin. Hevalên me xwe didin herêma Dêrpo û Xirbê Cinata ku ev derên ha piraniya xwe li qutara çiyayên Bagokê dikevin. Heval heta dotina rojê li wir dimînin. Serê sibê heval fêm dikin ku ev operasyon pir berfireh e û cihên lê ne jî digire li nav xwe. Êdî şer û pevçûn piraniya xwe li herêma Dêrpo û Xirbê Cinata pêk tên. Hevalên me ji sibe hetanî nava rojê şerekî pir giran û mezin didin. Bi dehan leşker têne kuştin. Sê helîkopterên dijmin tênê xistin. Piştî hersê helîkopter tên xistin heval Delîl dixwaze biçe li ser  enqazê. Lê heval Delîl li wir şehîd dikeve. Hevalên dî jî di pevçûna heman operasyonê de şehîd dikevin. Tevahî 20 heval di pevşûnê de şehîd dikevin. Ev encam û şerê mezin di herêma Mêrdîn û der û dora wê de dibe wesîle ku li hawirdorê bayê serhildanan destpê bike. Li hemû deran cenazeyê hevalan bi girseyên mezin ên gel ve tên pêşwazîkirin. Dijmin êrîşî gel dike û bi vî awayî li hemû herêmê serhildanan destpê dikin. Jixwe êdî dijmin fêm dike ku yên van serhildanan bi rê ve dibe Bagok e û gerîla ye. Ji ber vê jî dijmin her tim dixwaze bi êrîşên mezin ve biçe li ser çiyayê Bagokê. Gerîlayên ruhê Apoyî di xwe de duhundirînin jî li hember hemû êrîşan her tim di ber xwe didin, dane  û ti carî nehiştin ku çiyayê Bagokê bikeve. Li çiyayê Bagokê şerê mezin yêduyem li mintiqeya keleha Şûşaniyê di salên 90´î de pêk hat. Heval li wir di hundirê kelehê de şer dikin. Ev şer sê rojan bênavber didome. Ji ber keleh sîpereke xurt e û heval jî baş di ber xwe didin dijmin nikare bi hevalan. Piştî sê rojan cebilxaneya hevalan diqede û hevalên me li keleha Şûşaniyê digihêjin şehadetê. Cenazeyên wan hevalan hîna jî di kelehê de veşartî ne. Di şerên gerîla yê çiyayê Bagokê de yê herî dawî derdikeve pêş di serdema hevalê Felat de pêk tê. Ev şer jî beranberî sala 1999´an tê. Hevalê Felat wê demê fermandarê eyaleta Mêrdînê ye. Di vê pêvajoya ku Rêber APO dikeve dest dijmin de şerekî mezin li Bagokê pêk tê. Hevalê Felat bi hemû hêza biryargeha eyaleta Mêrdînê ve tevdigere. Ev şer li Girê Bilik di meha sibatê de pêk tê û di vê mehê de heval di perwerdehiyê de bûn. Di encama vî şerê ku li nêzî gundê Sewdikê destpê dike de bi dehan leşker tên kuştin her wiha 27 hevalên me şehîd dikevin. Dayik van şerên bi nav û deng ên li çiyayê Bagokê pêk hatine di şevên tarî de wek lorîkan stirîne. Ev destanên gerîlayên PKK´ê bû sedem ku li herêmê serhildanên gel pêk werin. Ji van şerên destanî diyar dibe ku encax gelên qewhreman dê karibin keç û xortên bi navê Delîl û Aytanan biafirînin. Di pêvajoya serhildanên ku me anî ziman de kongreya pêncemîn hat li darxistin. Di kongreyê de ji aliyê Rêber APO ve gelê Mêrdînê wek gelê welatparêz tê hilbijartin.Gelê Mêrdînê di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de ev erka xwe ya welatparêziyê  her û her bi cih aniye û li nirxên tevgerê xwedî derketiye. Gelê Mêrdînê bi taybet him di pêvajoya ku Rêber APO bi komploya navneteweyî de dikeve lepên eyloyên goştxwir ûhim jî piştî vê pêvajoyê, li bakurê Kurdistanê serhildana li ser piya bû. Her wiha di îroja me, di pêngava çaremîn a şerê gel ê şoreşgerî de jî rol û mîsyona gelê Mêrdînê û çiyayê Bagokê, ji boyî pêvajoya nû ya xweseriya demokratîk him ji aliyê gel û him jî ji aliyê gerîla ve her berdewam e.

Bingeha têkiliyên gerîla û gelê herêmê digihe hetanî demên serhildanan. Di demên serhildanên li herêma Mêrdînê de dewlet dixwaze têkiliya di navbera gel û gerîla de qut bike û ji ber vê jî dixwaze bi darê zorê gelê herêmê çi Ereb/Mihelmî, Suryan û çi jî Ermen û Kurd bike cerdewan. Dema gelê herêmê di ber xwe dida vêca bi darê zorê gundan şewitandin û berê gelê herêmê wek hemû herêmên bakurê Kurdistanê dida koçberiya ji Kurdistanê. Dema mirov li koça gelê Mêrdînê ya metrepolên Tirkiyê digire dest; gelê me li bajaran rûyê reş ê dijminê xwe ji nêz ve dibîne û bêhtir girîdayî têkoşîna zarokên welatê rojê dibe. Û keç û xortên xwe ji dûrî welat şandin çiyayên bav û kalan.Yên ku gundên xwe bernedan jî, wek tê zanîn bi darê zorê dijmin ew kirin cerdewan. Di vir de wek endamekî tevgera azadiya Kurdistanê dixwazim rexnedayînekê bidim; di sala 1994´an, di pêvajoya Egîdê Mala Qaso, Qara Omer û yên wekî wan de, di herêma Mêrdînê de tasfiyekariyeke gelek êş da gelê me hat jiyîn. Mirovên bêguneh hatin qetilkirin. Ev jî bû sedem ku di nav gelê me de bertekên tund li hemberî tevgera azadiyê derkevin holê. Di vir de dijmin hindek gund û malbatan bi aliyê xwe ve kişand. Lê pişt re ji gel jî hat diyarkirin ku ew kesên tasfiyekar mirovên dijmin bûn ku ewana şandibûn li nav rêxistinê. Armanca kar û barê van tasfiyekaran; gel ji tevgerê sarkirin û her wiha tevgerê di çavê gel de reşkirin bû. Ev jî bû sedem ku di nav gel de wek bertek, cerdewanî bi pêş bikeve. Lê ez bi xwe jî govanê herêmê me ku cerdewanên herêma Mêrdînê bi giştî mirov çend navan jê derxîne,  ne ji wan cerdewanên çavsor in. Piraniya cerdewanên herêmê pasîf man û bi giştî xwe ji tevgera azadiyê paqij nekirin. Lê ev nayê wê wateyê ku rêka ku ew lê ne rêyeke neşaş be. Ev cerdewanan her çiqas dijminahiyeke çavsorî nekiribin jî di encamê de daxwaz û polîtîkaya  dijminên xwe pejirandin. Her wiha gelê me di destê dijminê xwînxwar de bû leyîstokek. Her wiha li hemberî berjewendiyên gelê kurd û tevgera azadiya Kurdistanê bûne mîna kelemekî. Em hêvîdar in ku di demên pêş de gelê me ji vê şaşîtiyê wê vegere li ser rastiya xwe. Tevgera Kurdistanî zêde berfireh bûye. Divê êdî ew jî di nav rêxistina xwe de cihê xwe bigrin. Li hember dîrokê şaşîtî divê li beramberî hev û li gorî berjewendiyên tevgera Kurdistanî ji holê bêne rakirin. Ji ber ku rêxistina me her çiqas rehma xwe hebe ewqasî jî dikare rexnedayîna xwe jî bide. Divê ji niha û şûn de ne tenê gelê Mêrdînê, hemû gelên Kurdistanî xwe li gor pêvajoya nû ya xweseriya demokratîk amade bikin. Her mirovê Kurdistanî ku li hember girêdayîna ewqas şehîdan divê van peywiran wekî deynê stûyê xwe bibîne û li gor vê yekê tevbigere. Ji ber ku dîrok ji boyî serxwebûna gelê kurd ti carî ewqasî guncav nebûbû. Li gor van yekan ger em xwe ji dema pêş re amade bikin teqez wê serkeftin bibe ya me û em ê Rêbertiya xwe jî ji esareta dijmin azad biNn
Mazlûm ROJÎN