Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

jin123Dema ku em li gelemperiya cîhanê, em hizir dikin ku, emperyalîzm vê pirsgirêke bi gora xwe bêtir erênî û di aliyekî pêş de çareser kiriye, lê li welatên rajêr û li nav gelên kole jî zayendîtî hatiye veguhestin ber bi rastîna xistina civakî ya giring. Nedîtin gengaz nîn e ku, civakên wek me bêtir paşketî ne, çemka zayendîtiya pir hoveber û teşeyê herî xistî, di nav hev de dijîn. Girêdanên vê bi mêtîngeriyê ve hene. Wisa rewşeke zextê û xizaniyê afirandiye ku, ji bilî ajoya birçitî û zayendîtiyê wekî din tu fersend ji civakbûyîneke din re, îcar ji siyasalbûyîn û bîrdozîbûyînê re nas nekiriye. Di bingeh de çemka namûsê, çemkeke bîrdozî ye. Lê di nava me de ji vê çi tê fêmkirin? Jin, keç nizanim nîşaniyeka zilam heye. Bi gora xwe yên ku çav berdidin van, bênamûs in; dema ku wana baş neparast, hingê ew bi xwe bênamûs e. Ez hizir nakim ku derveyê vê naverokeka xwe ye dî hebe. Ka ev çiqas kêm e, niha em baştir têdigihîjin. Di bingeh de pir eşkere ye ku, ev çemk jinê jî , keç û nîşaniyê jî rizgar nake. Li ciyekî ev çemk di hundirê xwe de ya herî bênamûs e.

Niha zayendîtiyê wisa tabûkirin, takekes bi ku derê ve dibe? Ber bi şûngeheke kesayetiya ku ji civakbûn, derfetên aborî û hêzbûna siyasî dûr dikeve ve dibe. Di destê kesayetiyeke wisa de ji bilî dana axaftina ajoyan pê de tiştek namîne. Ev pir şênber e. Heke ku ajoyên birçitî û zayendîtiyê di bin sînorekî teng de bin, ev her du hev û din hêwilnak xwedî dikin. Her ku ajoya birçitiyê pêş dikeve, zayendîtî pir pêş dikeve; her ku ajoya zayendîtiyê pêş dikeve, ê din jî pêş dixîne; her wiha her du hev û dî kûr dikin û ev bêçaretiya mezintirîn a civakî ye. Pir wêdetir jî tê anîn rewşa çemkê. Ev di nava me de çemka malbata hoveber, çemka “jina min, mêrê min’’ û çemka zarokan pir hebandinê ye. Zaroka wê felç bûye, lê ew zaroka xwe di cîhanê de hebûna herî nirxdar dibîne. Halbûkî zaroka wê xirabî ya herî mezin aniye serê wê. Le bi ya wê ev gengaz nîn e. Ez hê ji şaş dibim; min vê di ezmûneya jiyana xwe de jî vekir. Ji bo zarok çi tiştek tune, lê wê tu çawa mirîtiya wan ji zarokan re rave bikî? Her ku hezkirina te hewqas rast e, tu çima zarokan hewqas bi êş û janan rû bi rû dihêlî? Hemû di nava vê nakokiyê de dixeniqin. Malbat xwe difiroşe, xwe pêşkeşî piyasê dike, bi şêwazeke herî xirab ji bazirganiya mirovan re rê vedike; zarokên xwe jî difiroşe, heta keça xwe jî difiroşe. Û bi gora wê ev çemkek e. Di bin nakokiya qirase de dixeniqe. Bêtir yên bên diyarkirin hene. Hemû jiyanê bi gor têrkirina çend ajoyan eyar dike: Têrkirina ajoya birçitî û ajoya zayendî. Çima li rêkên dî yê têrkirinê nagere?

Va, ji ber vê yekê ji we dipirsim: Çima têrbûyîna rêkxistinî qels e, têrbûyîna siyasî qels e û têrbûyîna leşkerî qels e? Bi gor min, ji ber ku hun di sînorê birçîtî û zayendîtiya bêteşe de mane, lewma. Mirov dikare bandora vê jî bihizire. Dibe ku kevneperestiya di vê derê de ye, ew kevneperestiya ku di asta rêkxistinî û siyasî de be. Heke ku hun jiyanê bi teşeyekê têrkirina birçitiya zayendî ya pir bêteşe de binirxînin, dibe ku hun têrbûyîna siyasî, têrbûyîna rêkxistinî nehizirin. Gava ku mejiyê we tim bi van kirûyan ve eliqî ma, hunê gelek tiştan wenda bikin. Her hal di gelek kadroyên me de ev heye. Tişta ji evînê jî fêm dikin, bi dibêtiyeke mezin azweriya mezin azayendiyê ye. Pêwîst e nêrina keç ji xort re, xort ji keçê re bê derbaskirin. Ê ku derbas neke, tu wî bikujî jî, nikarî bikşînî xeta rêkxistin û siyasî. Her wekî ji nişkave dikare bireve jî. Ev mijar bi xwe re dehan-sedan ezmûneyan derxiste rastê.

Pîrozkirina bûyera zayendîtiyê çi ye? Pêwîst e zayenda jinê, zayenda zilam, hindek bi civakbûn û ber bi siyasalbûnê ve bê dest girtin. Wisa girêdayî hev dest girtin, xurtbûna bîrdozî û polîtîk û besbûna pratîk pêwîst dike. Da ku ev bê raberkirin divê hînbûyînên bêteşe yên jiyanê bên avêtin û bên derbaskirin. Wê çawa bê derbaskirin? Em dizanin ku zewaca koledariyê pêş dixe ne çare ye. Di bingeh de zewaceke bêteşe vejena mirov diqedîne, li derveyê rêkxistê dihêle. Gihîştina gerîla û xeta rêkxistinê pir zor e. Encama wan zewacên ku di panzdeh salî de tên çêkirinê, hilweşandin e; em vê baş dizanin. Pêwîst e ev pêvajo berevajî biçe û pîroziyê bije. Em dixwazin hezkirinê pêş bixin, lê zemîn, hêz û çemka vê li ku derê ye? Zewacên bin panzdeh salî, çawa ku min got diqedîne. Derketina ser vê jî, bîçimên bêteşe napejirînin.

Wê tu bîçimê pîroz bicerbînî. Wergirtina vê bi helkirina hinek pirsgirêkên rehdar ve girêdayî ye. Pêwîst e alîgir siyasî, rewşerbîr û civakî bin. Di halê berevajî de wê jin li zilam, zilam li jinê çawa binêre; weke hebûniyeke zayendiya bêteşe. Gava ku bi jinekê re were ba hev, ku di bîçimê hêza axaftinê de nêz nebe, wek hevalekê nebîne, evê bibe têkiliyeke pir sosret. Ev nabe hatina ba hev a du mirovan. Ev sînorên mirovbûnê derbas dike. Ya yê pêşberê xwe wek zayendeke cuda qet nabîne, ya jî tenê wek zayendeke dijber dibîne. Ev, di bin sînorê pir hoveber de rewşa ku tê jiyandin e. Tebî mirov ne ev e; hebûniyeke civakî ye, hebûniyeke siyasî ye, hebûniyeke dihizire ye. Dema ku te pêwîstekên vê anî cî, pîrozbûn dest pê dike. Ji bo vê yekê wê tu çi bikî? Wê tu bi civakbûn û hevalbûnê dest pê bikî. Wê tu bibî hevaleka kûr. Bûyîna heval, di pîvanên rêkxistina me de rêhevaltî ye. Asta siyasî û asta rêkxistinê ya rêhevaltiyê heye.

Ev nezîkatî û nêzîkatiya namûsê ango zayendiya kevneşopiya kevin pev diçin. Wê tu vê pevçûnê çawa çareser bikî? Ya bi şoreşê çareser bikî, ya jî bi dij-şoreşê. Em dizanin ku dij-şoreş, bi sepandinên zayendiya bêteşe ya zewacên bin panzdeh salî ji xwe re bike palpiştek. Em jî, her kes dizane ku berevajî dixwazin wan zewacên ku li ser esasên zayendiya bêteşe ne bînin rewşa bi kar nayê, da ku xira bikin.

Ji pênûsa Gêrîlla