Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

wekheviPir girîng e ku mirov di dîrokê de dewletê wek zêhniyet û herikîna saziyan bibîne. Naxwe ku mirov dewletê, wek car ava dibe û car xira dibe, saziyek ji aliyê çîn û koman ve tê damezrandin û yan jî bi rengekî dînî û netewî tê avakirin bibîne, wê ev yekê me ji nêzîktirkirina rastiyê wêdetir, bixe nav nertineke mijgîr û qetqetokî. Eger mirov dewletê wek saziyeke daîmî û têgîneke bingehîn a civakê binirxîne û wek “gulokeke berfê, gulokeke agir” ya her ku diçe mezin dibe, carnan dora xwe dişewitîne û carnan jî dicemidîne bibîne, bawer dikim wê ji bo hînkirinê bi kêr be. Dewlet, ji roja ku pêk hatiye û heta îro mezin bûye, rengên cuda wergirtine. Lê ji aliyê cewher û naveroka xwe ve neguheriye û navber nedaye meşa xwe. Ev rastiyeke welê ye, em nikarin behsa bêhndayînek wê ya du saniyan bikin. Eger navber û bêhnê bide, wê bikeve pêvajoya tinebûnê. Ev rewş dişibe veqetîna ruh ji bedenê. Yek saniye be jî wexta ruh ji beden derket, ew beden êdî nikare hebûna xwe dewam bike. Piştî saniyeyeke din em nikarin bang li ruh bikin û bixin hundurê beden. Dewlet jî hebûnek wisa zindî ye. Pirbûna reng û şêwazên wê jî em dikarin bişibînin cureyên famîleyan. Ji heman famîlya heywan û nebatan gelek cureyên din dikarin bi hecmên cuda zêde bibin. Lê taybetiyên wan yên bingehîn wek xwe dimînin. Eger mirov behsa cureyên wê yên baş û xirab jî bike, li dijî heman şêwazê ravekirinê nîne. Wexta Lenîn digot; “Li dijî dewleta bûrjûwa, dewleta proleter” bawer dikir ku tarîfeke rast û durust kiriye. Lê ya rastîn, wek formeke civakî, forma dewletê ya “proleter” nabe. Ji Spartakus vir ve, gelek kesî ceriband, lê hemû tewş bûn. Ceribandina Sowyetê bi xwe jî, tevî ku ji sê paran parek cîhanê zevt dikir, nekarî xwe ji hevdeketinê xilas bike. Emê sedemên vê yekê di beşê pêwendîdar de bi firehî rave bikin. Lê divê baş were zanîn, forma dewletê, şêwazekî jiyanê yê zordar û mêtingeran e. Wisa hatiye avakirin. Çînayetî û komên li mêtingerî û zordariyê rast werin, formên wan yên azadî û wekheviyê nabin. Cewherê wê vê yekê qebûl nake, şêwazê wê jî li gorî wekhevî û azadiyê nîne.

Guloka me ya agir û berfê ji Sumeran ve gindirî û her çû mezin bû. Gelek agahî îspat dikin ku mînakên Başûrê Emerîka û Çînê jî bi havênê vê modelê hilatine. Bêguman bi şert û mercên derdora xwe jî mezin bûne. Lê wek fikir û sazî, bi giranî çavkanî dewleta rahîb a Sumeran e. Dîsa sererast an jî ne sererast ji modela yezdanî re jî bûye çavkanî û ev bi giştî wek tespîteke zanistî tê pejirandin. Lêkolîna vê pêvajoyê, bi agahiyên ilmî, karê dîrokzana ye. Ya divê ku em bikin ev e; em cewherê mijarê zevt bikin, ruhê wê rast bixwînin û eşkere bikin. Modela koletiya seretayî ya dewletê ku ji Sumer û Misrê destpêkir, bi Hitît, Medya, Îran, Hînd, Çîn, Grek, Roma, Aztek û hê di astên jêr de, li zeman û mekanên cuda derket holê, mîna famîlyayekê mezin û pir bû û bi qonaxa forma feodaliyê stewiya û heta vê qonaxê, hewl daye biçizire û dawerive nav her şane û hucreya civaka xwezayî, gelek qad ji xwe re vekirine û karîbûye stûtewandin û mêtingeriyê bike hunerekî muhteşem. Di bin navê “hunerê polîtîka û eskeriyê” de bi awayekî sîstematîk, hunerê her cure kuştin, mêtingerî û zordariyê hatiye afirandin. Ji bo vî hunerê xwe rewa bike, serî li hunerên bingehîn mîtolojî, destan, beşek ji naveroka pirtûkên pîroz, peyker, resim û muzîkê daye. Bêguman derketina van huneran bi destê çîna koledar nîne. Lê ya rastîn, baş tê zanîn, ji bo van huneran bixin xizmeta xwe meharet û hostatiyeke mezin nîşan dane. Hunerê wan ev bû; karîbûn zêhniyeta mirov ji binî ve veguherînin. Ev yek jî, bi amûrên maddî û manewî yên ku mirovatiyê bi keda hezarê salan afirandibûn, kirin. Sîstema koledar aliyê wê yê afirîner nebû, berovajî ji rê derxist û belovajî kir. Di vî warî de dubare bibe jî divê em balê bikişînin ser şîroveyên şaş ên di warê azadî û wekheviyê de ku ev yekê her tim bibe wezîfeyek ji bo em erkên xwe yên azadî û wekheviyê bi cih bînin.

Ka em bi kurtî careke din çavekî li saziya dewletê bigerînin ku heta em digihîjin qonaxa dewletê ya feodal. Qral-xwedayên Sumer û Misriyan, wexta dimirin, xizmetkarên jin û mêr, ji bo li wê dunya din jî ji wan re xizmetê bikin, bi saxî tevî xwe defin dikirin. Ji bo avakirina her qebreke xwe bi sed hezaran kes di asta mirinê de xebitandin. Ji bo zumreyeke piçûk kesên li hawîrdora îqtîdarê quncikek ji cennetê ava kirin û bi kesên din re danûstendineke ji kerî û heywanan wêdetir kirin. Klan, qebîle û saziyên din ên civakî yên li dijî koletiyê derketin, li siyaseta îmhayê qewimandin. Ji serê mirovan qesir û birc ava kirin, û ev yek wek karekî bi şan û şeref dîtin. Di nav civaka mirov de yekem car kuştina sîstematîk wek hunerekî xwezayî vedîtin. Bi awayekî serketî karîbûn jinê bixin qefesê. Hemû xeyalên xwezayî yên zarokan berbend kirin. Li ser navê azadiyê, mirov neçar kirin, li çolan, çiyan û di kûrahiya daristanan de bijîn. Ne tenê keda koleyan, her weha hemû bedana wan kirin amûrekî hilberandinê. Ji mejiyê analîtîk, li ser hîmê derewan mîtolojiyeke muhteşem pêk anîn. Wek mêtingerî û zordariya efendiyan têrê nekiribe, rahîban jî cîhana manewî ya xwedayan a zordestî û mêtingeriyê kirin îbadet û weke baweriyeke bingehîn di mejiyê mirovan de bi cih kirin. Ferz kirin ku exlaq û huner, timî pesnê wan bide û wan xweşik bide xuyakirin. Di şûna têgihîştina hawîrdora xweza û têgihîştina civaka mirov a gerdûna zindî de, têgihîştina mirov bi xwedayên li ezman û li bin erdê yên ceza û bêruh dikin, tijî kirin. Ji bo kulmeke efendiyan xela û tinebûn nebû, lê komên din timî di nav birçîbûn û nexweşiyê de digevizîn. Di şahiyên xwe de jî lîstikên tê de mirov dihatin kuştin esas digirtin.

Em vê tabloyê hê jî dikarin dewlemendtir bikin. Lê hinavê dewleta koledar bi vî awayî hatibû tijîkirin, ev bi hemû bermayî û bîranînan di hişê me de ye û li ber çavên me ne. Ji mezinê heta piçûkê, bê îstîsna, hemû cureyên dewletê yên di neqebên demê de hatine avakirin, tabloya me destnîşan kir, pêdiviyên wê bi cih anîne û heta lê zêde kirine, ev yek jî ji erk û wezîfeyên hunerê eskerî û polîtîk hesibandine. Eger em tenê kirinên împaratoriya Bîzans û Romayê rêz bikin, tabloya hovane ya derbikeve holê û zehmetiyên aqil û wijdanê ti mirovê asayî ranake bi bîr bixîne, wê rastî hinekî din baş were fêmkirin. Wexta Pirtûka Pîroz rastiya dewleta koledar wek “Levîathan” bi nav kiriye, pir bi hostayî li hedefê xistiye.

Analîzkirina jihevketina forma civaka vê dewletê pêdiviyek mijara me nîne. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin; qebîleyên wek “bar­bar” têne bi navkirin û taybetiyên civaka xwezayî di xwe de di-hewînin, berxwedan û êrîşên wan ev civak ji hêzê xistiye. Wek na-vendên şaristaniyên koledariyê; li rojhilat Çîn, Hînd û Îran, li rojava împaratoriyên Roma; li bakur Germen, Hûn û Îskît, li rojava di serî de Ereb û Berberî, êrîş û berxwedanên gelek qebîle û qewmên bi navên cuda, kirin ku êdî nikarîbûn hebûna xwe dewam bikin. Di lîteraturiya koledariyê de ji van koman re “barbar” têne gotin, naxwe di cewherê xwe de ev kom herî zêde nêzî azadî û wekheviyê ne. Lewra ya rast ev e; ev kom wek hêzên şoreşger ên dikarin rê li ber pêşketinan vebikin, werin bi navkirin. Serekên qewm û qebîleyan dilê xwe dibijandin efendiyan, girîng e mirov serekan û girseyê ji hev bike. Di hundur de jî di serî de Xiristiyanî, Manîzm û Îslamê, bi giranî ekolên dînî yên bûbûn hêviya xizan û azadîxwazan, binê civaka koledar kolan û kirin ku nikaribe dewam bike. Her çend zehmet e em bibêjin ev ekolên dînî bi zanebûn xwe dispartin azadî-wekheviyê jî, dîsa di cewherê wan de xwesteka xilasbûna ji koletiyê eşkere xuya dike. Di nav vê ekolê de xilasî û xelasker têgînên berçav in. Navekî din ê Hz. Îsa “Mesîh-xilaskar” e. Manî bi xwe hawariyekî pir rengîn û aştîxwaz e. Gotina Îslamiyetê tê maneya “teslîmbûna aştiyê” Daxwazên bingehîn ên dibin sedema jihevketina sîstemê xilasî û aştî ye. Şêwazê formulekirina daxwazan dînî ye, ev yek ji zêhniyeta wê demê ye. Lewra mirov dikare fêm bike, ka çima bi sînor rê li ber rizgarî û aştiyê vedikin.

Ev feslsefe, mezheb û ekolên gnostîk ku li ber siya împaratoriyê mezin bûn, bêguman hem ji aliyê zêhniyet, hem jî ji aliyê eskerî û polîtîk ve ketine bin bandora sîstemê. Wê careke din koletiya klasîk ava nekin. Ji ber ku bi şîdet lanet lê anîne û baş wê nas dikin. Lê nizanin wê di şûnê de çi û çawa ava bikin. Jixwe gelek kesayetên ku sîstema koletiyê di asta huner de pejirandibûn, wê bi hêsayî karibin siyaseten van dînan qebûl bikin û ji bo daxwaziyên xwe bikin zemînekî rewa. Ji lewra Konstantînê mezin PZ di sala 312 de Xirîstiyaniyê qebûl dike, pêre dikeve Romayê, xwe împarator îlan dike û paytexta wê dibe Stenbola îro. Di sala 325an de jî Xirîstiyaniyê wek dînî fermî îlan dike. Yên bi qasî sêsed salî li dijî sîstema koledar şer kirin, bi sîstema koledar a dînî re li hev kirin. Manî bi xwe wê bikeve bin dawa duyemîn împaratorê mezin ê xanedaniya Sasaniyan Şahpûr. Hz. Mûhammed ku hê zêdetir radîkal e, wê karibe bi teolojiya Cihû û Xirîstiyaniyê li ser mîrateya împaratoriya Bîzans û Persan hîmê sîstema xwe deyne. Gişê wan, wê bi zanebûn li dijî sîstema koledariya klasîk têbikoşin û wê karibin vê sîstemê li dawiyê bihêlin. Lê qalibên ku bi giştî dikevinê, qalibên dewleta rahîbên Sumeran vedîtibûn. Lê wê van qaliban hinekî din nerm bikin, ji bo mirovatî karibe xwe li wan rabigire. Naxwe hîç nayê hişê wan bi şertên nû civaka xwezayî nû bikin, heta wê vê sîstemê ji sîstema koledariyê zêdetir bi “pûtperestiyê” mehkûm bikin. Rastiya dewletê ya nû ku bi van aliyên xwe derdikeve pêşiya me, eşkere xuya dike ku dewleta kevin e reng guhertiye. Komên barbar ên hê nêzî civaka xwezabûn, bi saya şefên xwe yên zû de bi sîstema koledariyê şerefdar bûne, ewê jî bi formeke nû ya dewletê razî bibin. Ev pêvajoya ku di dîroka mirovatiyê de serûbinbûneke mezin îfade dike, PZ di navbera sedsalên 5. û 6. de diqewime. Pêvajoyeke din mîna vê, BZ di navbera sedsalên 6. û 5. de li dijî koledariya klasîk diqewime. Di vê pêvajoyê de dîn û ekolên felsefîk û exlaqî yên Sokrates, Zerduşt, Konfuçyûs û Bûda hene. Di encamê de sîstemên civakî yên Grek, Roma, Hînd û Çînê formên hê pêşketî afirandin.

Marksîzm ji bo pêşketinên dîrokî yên bi vî rengî, rola diyarker dide amûrên hilberandinê û têkiliyên di navbera wan de û roleke duyemîn dide şerê zêhniyetê. Dîsa giraniyê nade têkoşîna komên olî û etnîsîteyê. Wek şîroveya dogmatîk a rêbaza diyalektîkê, bi vî awayî mirov nikare bi tevahî li dîrokê serwext bibe. Mirov heta tevgerên mezin ên siyasî û zêhnî yên civakê nebîne, şîroveyeke di çarçoveya sînorên aboriyê de wê kêm bimîne. Eger maneya tevgerên mezin ên koman neyê dîtin û wek hêza veguherînê teknîk û hilberandin were bilêvkirin, dibe ku bêyî hay jê hebe di çarçoveya dewletê de asê bimîne. Eger tevgerên mezin ên etnîsîteyan -rastiya qebîle, eşîr û qewman- ji hev neyê derxistin û dîrok were şîrovekirin, heye ku hem di warê rêbazê, hem naverokê de şaşiyên mezin bêne kirin. Şîroveyên dîrokê bi rêbazên Marksîst bi sedema vê rastiyê sûdmend nînin û rê li ber şaşiyên girîng vedikin. Em, ji bo ku îdealîzma pesnê civaka jor a kevneşop dide li dawiyê bihêlin, hewce nîne em berovajî, dîrokê bi nerîneke teng a çînî û aborî analîz bikin. Yanî pêwîst nîne em meteryalîzmeke hişk wek rêbaz bi kar bînin.

Pirsgirêkeke din a civakî dîrokî ku divê were zelalkirin ev e; gelo wexta em dibêjin; “dema buhurî li dawiyê ma” em çi fêm dikin? Li gorî qanûna pêşketinê ya bi veguherîna xwezayê û di biyolojiyê de bi tekamuliyet îspat bûye ku rastiyek berê, hebûna xwe di ya piştî xwe de dewam dike. Mînak, wexta atomeke hîdrojenê dibe cot werdigere helyûmê, lê hîdrojen hebûna xwe di nav helyûmê de dewam dike. Eger atoma helyûmê were parçekirin, hîdrojen ji nû ve derdikeve holê. Lê ev veguherîn ji bo helyûmê cuda ye û dibe rastiyeke din. Di biyolijiyê de suwarbûna xelekan li hevdu pêvajoyeke bi heman rengî ye. Ya berê di ya piştî xwe de veşartiye. Di civakê de jî guhertinên bi vî rengî hene. Civaka jor, civaka jêr di hinavê xwe de hildigire, lê berovajiyê wê rast nîne. Civaka jêr, civaka jor di hinavê xwe de hilnagire. Ji ber ku rastiyeke nû nîne. Ji lewra, di encama êrîşên der ve û hundur de li sîstema koledariyê hatin kirin, civaka feodal bi barê nû yê hilgirtî, reng da xwe. Di hinavê xwe de gelek nirxên sîstema koledar dihewîne. Bi awayên berê najîn, di encama sentezekê de bi nirxên nû û bi formên nû dijîn. Ji holê ranebûne, bi reng û awayên xwe yên guhertî dijîn. Jixwe sîstema koledar a Romayê bi xwîna teze ya barbaran û Xirîstiyanan karîbû di xwe de hêza nûbûnê bibîne. Ji bo mirov di nav diyalektîka dogmatîk de nefetise û bûyerên dîrokî rast şîrove bike, divê mirov vê rêbazê bi kar bîne.

Li dijî civaka xwezayî, sîstema civaka feodal jî veguherîna zêhnî kûrtir dike. Bi rêya mejiyê analîtîk gavên mezin diavêje. Şêwazê fikrê hem ê felsefî, hem jî yê dînî, zêhniyeta civaka serdest a nû pêk tîne. Her du awayên fikrê jî li ser hêmanên civaka berê yên vediguherin, serdestiyê bi dest dixin. Wek civaka Sumer çawa nirxên civaka neolotîk ji bo sîstema xwe ya nû sentez kir, civaka feodal jî hem ji hundurê sîstema berê û hem jî ji derveyî wê, nirxên çînên bindest û nirxên manewî yên etnîsîteya li ber xwe dida sentez kiriye. Di vê pêvajoyê de herikîna pratîkê diyarker e. Bi gotineke din, pratîk dibe hêzeke ku hebûnê dide demê. Dem êdî pratîk pêk hatiye. Zêhniyet taybetiyên xwe yên mîtolojîk bi têgînên felsefî û dînî nû dike. Hêza împaratoriyê ya mezin dibe, di şûna pir-xwedayên qels û bêhêz de, ber bi xwedayekî mezin ê ku gerdûnê temsîl dike ve diberide. Bûyerên di jiyana maddî de diqewimin di zêhniyetê de jî bersiva xwe dibînin. Yek ya din xurt dike. Di vê pêvajoyê de pirxweda cihê xwe ji xwedayekî bi tenê re dihêlin. Pratîka dewletê ya hezar salan êdî têgîna qral-xwedê rizandiye. Bi taybetî senteza Rojava-Rojhilat a bi Îskender destpêkir, bi vê maneyê qonaxeke girîng e. Îskenderê bi zêhniyeta Arîsto mezin bûbû, bi tevahî li fikra qral-xwedê hayil bûbû. Îskender bi xwe, bi derdora xwe û bûyernivîsên xwe dida hiskirin ku fikra qral-xwedê li hev çêkiriye. Tevî vê yekê, ji bo otorîteya xwe biparêze, ew jî dewam dike, vê fikrê bi kar tîne û xwedabûyîna xwe dide îlankirin. Xwedabûna xwe bi darê zorê, bi Atîna ya li ber xwe dide, dide erêkirin. Di serdema împaratorên Roma de kulta qral-xwedê êdî di dema xwe ya dawî de ye. Wexta împarator dimirin, digotin; “derket qatê xwedê”, bi vê yekê jî eşkere dibû ku êdî hêdî hêdî ev kult li dawiyê dima.

Eqîdeya xwedê ya teslîs -kur, bav, ruhê pîroz- a Hz. Îsa di dîrokê de bû sedema çelqîn û germoleyên mezin. Şoreşa zêhniyetê ya bi Îsa destpêkir pêşketineke mezin e. Pêvajoya derbasbûnê ya di navbera qral-xweda û însan-qralan de pêk tîne. Qralan heta wê rojê xwe wek xwedê nîşan dabûn û Hz. Îsa jî di bin vê bandorê de dilê xwe bijandibû qraliyeta Qudsê, lewra xwedê nebe jî wek kurê xwedê tevdigere. Ya rastîn, têgîna kurê xwedê ya di pirtûka pîroz de xwediyê maneyeke kûr a sosyolojîk e. Di şûna xwedê de kurê xwedê pêşketineke nû ye. Ruhê pîroz jî tê maneya zurriyeta xwedê.

Hz. Îsa ku di nav zêhniyeta demê de derket, ya esas hewl dide tevgereke reformê biceribîne. Lewra hem di dînê Cihûyan de, hem di kulta Romayê de rê li ber cihêrengbûnê vedike. Ji ber ku hewldana Îsa li gorî demê xwedî taybetiyên şoreşgerane bû, hem qraliyeta Yahûda, hem bi hevkariya waliyê Romayê, ew li çarmîxê xistin. Girseyên mezin ên bêkar û xizanan ku wê demê pir bûne, oldar û karmendên dewletê yên asta jêr, eleqeyê nîşanî Îsa didin. Jixwe Hz. Îsa di nav rojekê de dernakeve. Bi terîqeta wê demê ya girîng “Esseniyan” re di nav têkiliyê de ye. Dîsa ji Hz. Yehya ku wek peyxember tê zikirkirin, xelîfetiyê werdigire. Berî ku Îsa li çarmîxê were xistin, serê Yehya tê jêkirin. Di vê demê de girseya bêkar û xizan her mezin dibe. Bi kurtî, sîstema koledar di nav krîzeke mezin de ye. Şoreşa zêhniyetê ya bi awayê Xirîstiyanî, encama beridandin û tekamula sedsalan e. Bi awayekî, dişibe tevgerên serdema nêz ên Marksîst, Sosyal Demokrat û Sosyalîstan. Xirîstiyanî li ser rêya Romayê dimeşe û wek siya wê tevdigere, belav dibe. Mirov dikare, vê tevgerê di dîrokê de wek yekemîn partiya xizanan a herî mezin jî bibîne. Ne etnîsîte, humanîzm esas wergirtiye. Bi vî aliyê xwe, li pey kozmopolîtîzma Romayê çûye. Îdîaya wan a berxwedanê ya herî girîng li dijî împaratorê Romayê ev bû; digotin, “împarator nikare bibe xwedê.” Xwedayê bav û kurê wî Hz. Îsa heye. Di vê hevokê de ya esas ew e ku zêhniyeta împaratoriya Romayê ji hev were derxistin. Şerê dînî xuya dike, di esasê xwe de şerekî siyasî ye. Di serî de şagirtên -hewariyên- Îsa, bi fedekariya gelek ezîz û ezîzeyan, rahîb û rahîbeyan, zêhniyeta manewî ya Romayê tê fetihkirin. Bi Konstantîna mezin fetha siyasî temam dibe. Xirîstiyanî, êdî îdeolojiya fermî ya dewleta nû, ya Bîzansê ye. Ji serî heta dawiyê şerekî dijwar ê mezhebbûyînê jiyaye. Ev hevrikî heta îro jî dewam dike. Di cewherê dabaşê de şerê berjewendiyên çîn û etnîkên cuda heye.

Tê destnîşankirin ku Xirîstiyanî wek mezhebekî Mûseviyetê pêş ketiye, Mûseviyet jî ji kevneşopiya peyxemberiya serhildêr a li dijî qral-xwedayên Sumer û Misriyan tê ku ew jî çavkaniya xwe kevneşopiya peyxember Îbrahîm e, bi Hz. Mûsa gav diavêje, piştî xelekên mezin ên mîna Dawût û Îşa wek tê gotin bi Hz. Îsa dewam dike û teolojî bi vî rengî têra xwe li ser vê mijarê radiwest e. Mezhebekî dawî yê vê kevneşopiyê jî wê bibe Îslam.

Tevgerên peyxembertiyê, tevî ku aliyê wan ê zêhniyetê li pêştir e, aliyê wan ê civakî siyasî jî xurt e. Qral-xwedayên arkaîk li dijî ko-letiyê li sîstemeke nermtir û mirov karibin xwe lê rabigirin, di-geriyan. Pir zêde ketine bin tesîra mîtolojiyên Sumer û Misriyan. Lê têgihîştina xwedê û hûnandina mîtolojiyan, bi tesîra demê re wek moda wan derbas bûye, nirxandine. Dibînin ku koletiya arkaîk bi rengê heyî nabe dewam bike û mirov nikarin xwe lê rabigirin. Her weha armanc heye derfet û îmkan werin amadekirin ji bo bazirgan û pîşesaz karibin ber xwe bibînin û bi aweyekî xweser çînayetiya xwe pêş de bibin. Ji bo vê yekê jî, pêdiviya xwe ya îdeolojîk ji mîtolojiyên berê tedarik dikin. Ji ber ku ji tebeqeyên jêr ên bajêr tên, di nav civaka xwezayî ya derveyî bajêr de cih nabînin. Dişibin bûrjûwaziya piçûk a roja me ya îro. Ji ber şert û mercên jê tên, bi awayekî xwezayî xwediyê îdeolojiyeke serbixwe nînin. Dibe ku îdeolojiyeke wan a pevzeliqandî hebe. Zêhniyeta wan wek ji aweyekî îdeolojiya çîna navîn be. Îdeolojiyeke hem ji tebeqeya jor, hem ji tebeqeya jêr girtine. Karîbûne têgînên azadî û wekheviyê yên komên etnîk ên çîna jêr û têgînên rêveberiyê yên çîna jor a rêveber bi hev bikin û kevneşopiya zihniyeta xwe, çandeke cihêreng biafirînin.

Versiyona kevneşopiyê Îslam, hê zêdetir cih dide mejiyê analîtîk. Ji îddîaya qral-xwedê bi tevahî qut bûye. Hz. Îsa ne wek kurê xwedê, wek peyxemberekî, qasidekî xwedê rave dike. Cudahiya di navbera Însan û xwedê de pir bi hostayî tê destnîşnakirin. Îdîaya bingehîn a pirtûka pîroz Quranê ew e ku têgihîştina xwedê gerdûnî ye. Xwedê pir mucered tê teswîrkirin. Weke ku enerjiya gerdûnê tê fêmkirin. Aliyê vê têgînê yê zêde derdikeve pêş, têkiliya wê ya bi rastiya civa-kê re ye. Di navbera dewleta navendî ya muccered dibe û xwedayê mucered ê tenê de têkiliyeke xurt heye. Bi pêşketina têgîna “El” têgîna “Ellah” têra xwe xurt bûye. Ya esas, teolojiya Sumer gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Çîroka xwedayan a wek hebûnên mîtolojîk dest pê kir, bi Ellahê ku her gotina wî fermana mutleq e bi dawî dibe. Wexta mirov bi vî awayî li gotina Hz. Mûhammed a “peyxemberê dawî” binere, tê fêmkirin. Mîtolojiya Sumeran hundurê wê wer tê pûçkirin, êdî wê ji bo dînên nû neyê bi karanîn. Metafîzîka serdemê wê were pêşdebirin. Ji ber pratîka zêde ya civakê, xweza pirtir tê naskirin û dest pê dike, pêvajoyên xwezayî bi awayekî ilmî têne tarîfkirin. Lewra zêhniyeta sîstema feodal êdî digihîje wê qonaxê ku bibêje; “karê dunyayê cudane, karê dînî cudane.” Ji bo zêhniyeta mirovatiyê têgînên “qasidên xwedê yên li rûyî zemîn û siya xwedê ya li rûyî zemîn” xweştir tê. Zehmet e, mirov bawer bikin însan dibe xwedê. Hemû dînên pêşketî encama gihîştinê ew e ku xweda nabe mirov û mirov jî nabe xwedê. Êdî xwezayê bi têgînên yezdanî neyê ravekirin, ewê bi têgînên eqlî bê tarîfkirin. Jiyana dunyewî û uxrewî wê bi tevahî ji hev werin cihêkirin. Lê belê dîsa jî têgihîştineke xurt a xwedayekî ku bersiva emelên qenc û xirab dide, hemû tevgerên mirov kontrol dike, heye. Ya esas, saziya dewletê ya navendî dibe û têgîna xwedayê mucered zêde zêde dikevin zikhevdu.

Hegel, di sedsala 19. de wexta digot; “dewlet cismê xweda yê li rûyê zemîn e” pir eşkere bal dikişand ser vê rastiyê. Di navbera dewleta navendî ya xwe ji qralên şexsî qut û muceredkirî û tê-gihîştina yek xwedayê navendî yê xwe ji pir xwedayan qut û muceredkirî de têkiliyeke xurt heye. Li gorî vê yekê, çi Xirîstiyanî, çi Îslam teoriyeke dewleta navendî pêş de dibin. Ji lewra, Hz. Mûhammed hê sax bû dewleta Îslamê û teoriya dewleta xwedê ya papatiyê pêk hatin.

Zêhniyeta feodal di gelek mijaran de têgînên xwe yê nû kirîn û dogmayên wê bi mîtolojiya berê, felsefe û exlaqê Zerduşt û Yewnan di nav hev de ne. Ji her sêyan jî bijartine û bi hev kirine. Ji taswîrên cennet-cehennemê heta têgihîştina li gerdûnê, ji kiryarên qenc-xirab heta hûnandina teswîrên cin-melekan, gelek awayên îbadetê û rêzikên huqûqê çavkaniyên wê yên bingehîn mîtolojiya Sumer, felsefeya Grek û exlaqê Zerduşt ê azadiyê ye. Ev zêhniyet, PZ ji sedsala 4. heta sedsala 15. roleke sereke ya îdeolojîk dilîze. Li qadên bingehîn ên şaristaniyê serdestiya xwe dewam dike. Di serî de Ewrûpa li hemû parzemînan belav dibe. Lê di sedsala 15. de bi destpêkirina Ronesansê re pêvajoya şoreşeke nû ya zêhniyetê dest pê dike û êdî zêhniyeta feodal dikeve pêvajoya paşveketinê. Lê mirov nikare bibêje; ev zêhniyeta serdema navîn bi tevahî li dawiyê hatiye hîştin. Di serî de Rojhilata Navîn, li gelek deveran bi pir rengên cuda, ji bo hebûna xwe dewam bike, hewl dide.

Civaka dewletparêz a feodal di warê sazîbûna eskerî û siyasî de jî ketiye qonaxeke gihîştî û stewiyayî. Dewlet heta dawiyê ji xwe piştrast e. Li rûyê zemîn hebûna xwedê ya herî pîroz e. Eskerên wê cengawerên xwedê ne. Maskeya pîrozbûnê pir baş li rûyê wê rûniştiye. Hêza yekemîn polîtîk, ya duyemîn nûnerê dînî, ya sêyemîn esker, ya çaremîn jî burokrasî ye. Saziyên bingehîn ên dewletê cihê xwe baş girtine. Xanedan tên û derbas dibin, lê ji sazîbûna dewletê ti tişt kêm nabe. Ya esas ne xanedan, sazî ne. Ji bo kesan jî heman tişt derbas dibe. Rûyê zemîn, dîsa wek milkekî xwedê yê ji hukumdaran re bexişandiye tê dîtin. Yên ebd divê bi vê razî bin û heta şikir bikin. Mora pîrozbûnê li şeran hatiye xistin. Şer li ser navê nîzama yezdanî têne kirin. Tevî ku bi navê azadî û wekheviyê radibin û bang li hemû mirovatiyê dikin, xenîmet û xûkîgirtin saziyên binehîn ên mêtin-geriyê ne. Bi vî aliyê xwe, koletiya klasîk dewam dike. Artêşên wê zêdetir bi rêkûpêk û bi awayekî domdar bibin dihatin amadekirin. Ji saziya şervanên berdest, ji zû ve artêş hatiye damezrandin. Sîstemên Pers, Helen û romayê esas hatine girtin û artêşên herî mezin û xurt hatine amadekirin. Suwar û şûr sembolên artêşa vê serdemê ne. Sa-ziya şovalyetiyê bi hemû heybeta xwe di vê serdemê de dijî.

Burokrasî gihîştiye sazîbûnê. Statuya karmend û wezîran hatiye destnîşankirin. Eskerî û îlmiye ji hev hatine kirin. Bac stendin li ser hîmên têkûz hatiye danîn. Saziya ragihandin û îstixbaratê baş belav bûye.

Şer şêweyekî hilberandin û debarê tê dîtin. Sefer û fetîh çav-kaniyên karê ne. Zevtkirina erdên nû, tê maneya berhemekî nû yê zêde. Dewleta herî xurt, dewleta herî baş şer dike û zevt dike. Debara bi xwîn û mêtingeriyê sînor nas nake. Şerê li ser navê xwedê êdî tenê dikare bi zevtkirina hemû dunyayê bi dawî bibe. Ev jî tê maneya, cî-hadeke bê dawî û gerdûnî. Sîstema dewletparêz êdî ji vê zêdetir ni-kare pêş de biçe û ji vê zêdetir nikare bistewe. Êdî gihîştiye qonaxa dawî ya mezinbûnê. Yanî saziyên dewletê di nav pêvajoya dîrokî de gihîştine qonaxa stewînê. Pêvajoyeke piştî vê, dibe ku êdî rewşa krîzê be.

Di jiyana civakî de ebdiyet wek rewşek xwezayî ya xwedê dabe tê hesibandin. Gotina ebdiyetê kes dema ji dayika xwe dibe pê re heye, ne tişteke ku pişt re digire. Mirov ebd tê dinê û dimire. Ji bilî ebdiyetê şêweyekî din ê jiyanê nayê fikirîn. Xwedayekî bi tenê heye û ebdên wî hene. Melek û peyxemberên di navberê de jî qasid in, fermanan tînin. Eger em van tespîtan bi zimanê sosyolojîk bibêjin; xwedê otorîteya mucered a dewletê ya bûyî sazî temsîl dike. Melek artêşa karmendan, peyxember û melekên sereke wezîran û bu-rokrasiya jor sembolîze dikin. Civak bi sîstemeke sembolan a xe-ternak tê birêvebirin. Di navbera rêveberiya sembolan û rêveberiya xuya dike de, têkiliyeke xurt heye. Heta têkiliya di navbera rêveberiya sembol û rêveberiya berçav de ji hev neyê derxistin, em bi awayekî durust nikarin li civakê serwext bibin. Eger em dixwazin li rêveberiya berçav a civakê serwext bibin, divê em perdeya li ser panteonê - sîstema xwedê - rakin. Wê demê, wê baş were dîtin ku bi hezar salan di bin navê qûtsiyetê de rûyê kirêt û zalim ên mêtinger û zordaran hatiye veşartin.

Ebdiyeta civakî tenê rastiyeke çînî nîne. Ji bilî despotan - ku ew jî di destê sîstemê de dîl in- her kes, hemû tebeke û çînên civakî pê ve hatine girêdan. Ji sîstema koledariyê kûrtir, nîzamekî stûxwarkirinê ya veşartî heye. Çendîn nerm dike ew çend jî sîstem kûr dibe. Pa-radigmaya bingehîn a civakê, sîstemeke ebdiyetê ya pêşî û paşê wê nîne. Ev nîzamê ji ezel heta ebed -ev her du têgîn zêdetir ên serdema dewleta stewiyayî ne- wek heyî dewam bike. Cihê guherîn û îmtîhanê dunya din e. Lewra dijderketina sîstemê ne tenê emelî, her weha rûhî û fikrî jî gunekî herî mezin e. Ebdiyeta mezin, ji bo kesê bizanibe îtaet bike fazîlet û payeberziyeke mezin bû. Kesên afirîner ên di civaka xwezayî û serdema hiyarereşîk a erênî ya serdema qehremaniyê de ji civakê re baş xizmet dikirin, di serdema ebdiyetê de li hemberî xwedê -efendiyan- wek kesên herî xeter, gunehkar û wek kesayetên şeytanî yên divê werin cezakirin, têne lanetkirin. Têgîna şeytaniyê ji bo koma mirovên ebdiyetê red dikin hatiye bi kar anîn. Ev têgîna ku koka wê ji Rojhilata Navîn e, ji bo komên mirovan ên bi sîstemê re nabin yek, tê bi kar anîn. Ji ber vê yekê ye, ji komên Kurdan re yên ku ji kevneşopiya civaka xweza qut nebûne dibêjin; “şeytanperest”. Ev beşê Kurdan ê şeytan dihebîne û pîroz dike watedar e.

Li gorî sîstema ebdiyetê ya di serdema xwe ya stewiyayî de dunya cihekî wisa ye her kêlî dibe ku guneh lê bibe. Lewra reveke mezin ji jiyanê heye. Çiqas xwesteka te ya jiyanê hebe, tu ew çend dikevî guneh. Jiyana herî baş ew e ku tu bi her tiştê xwe ji mirinê re xwe amade bikî. Xwediyê vê helwestê xwezayê wek miriyekî ku divê mirov nêzîk lê nebe dibîne û yekser afirandinê bêîmkan dike. Ji bo ebdan xwezaya zindî nayê fikirîn. Ya rastîn di derketina vê sîstematîkê de şopên zordarî û mêtingeriyeke xeter hene. Eger îro jî civaka Rojhilata Navîn nikare bi ser xwe ve were, sedemê bingehîn ê rûhî, ev helwest e, em behsa wê dikin. Li aliyê din, ji bo efendiyan, li ser rûyê zemîn, cîhaneke rengîn a ji cennetê ne kêm heye. Ew û xwedayên xwe -Reb- yên bi heman navî -têgînên rêveberiyê- gelekî xweşhal û razî, jiyana xwe mîna “çîrokên hezar şevan” dijîn. Çîrokên hezar û şevekî, sîstema dewleta stewiyayî ya serdema navîn, bi awayekî mîtolojîk îfade dike.

Di rewşa jinê ya qefesê de tenê di warê deng û xemlê de hin pêşketin hene. Di asteke dûrî aqilan de koletî kûr bûye, û veşartî ye. Jina serdema navîn, ji aliyê civaka cinsiyetparêz ve cara duyemîn di warê çandê de tê şikandin. Em şikestina yekemîn a jinê di warê çandî de, di qonaxa derketina dewleta koledar de, di rewşa xwedawend Înanna-Îştar, şikestina çandî ya sîstema stewiyayî di warê jinê de mînaka wê, xuşka Mûsa Mariam û di mînaka dayika Hz. Îsa Mer­yem, jina Hz. Mûhammed Eyşe de bi awayekî balkêş dibînin. Êdî ti şopên xwedawendiyê nemane, her weha cihê jinê yê tê fikirîn nêzî şeytên e. Nerazîbûneke wê ya herî piçûk dikare wê bike şeytan. Her kêlî dibe ku ruhê xwe bifiroşe şeytên. Dikare mêr ji rê derbixîne. Rewşa wê ya pîrasêr û sihêrbazî şewitandina wê ferz dike. Zarokên keçik bi saxî têne binaxkirin; bi awayekî cinsî mêran ji rê derdixîne; girseyeke mezin bi keviran jinê dikuje. Bi vî awayî çandeke kuştinê pêk tê. Di civakê de koletiya herî kûr a bi hezarê salan e daweriviye heta roja me ya îro. Êdî wer giran bûye ji binî derketin zehmet bûye. Eger em dixwazin asta koletiyê ya sîstemê fêm bikin, divê em mijara jinê analîz bikin. Qulp, xelek, qelen, xemil û xêzên bi jinê ve hatine kirin çanda koletiyê îfade dikin. Mîna ku zimanê wê hatibe jêkirin bêhiş û mejî hatiye kirin. Bûye dayikeke zûha ya mîna zeviyekî ku mêr kengî bixwazin dajon. Êdî ew di civakê de kirdar nîne, tenê eşyayek e. Ji xwedawendiya civaka xwezayî ti eser û nîşane nemaye. Ji jina rêveber a zana ya ciwan û zarokan, ji jina mêr li dorê dizîzikîn ti nîşane nemaye.

Rewşa zarok û ciwanan jî zêdetir dişibe ya jinê. Nîzama giştî ya ebdiyetê, zarokê xwezayî yê hînê nabe heft salî zevt dike. Ciwanê nû digihîje, ji aliyê sîstemê ve bi rêbazên perwerdê yên awarte, ke-sayeteke mîna berxikan diafirîne. Hemû tevgerên wî ji berê ve têne destnîşankirin. Bi gotinan be jî nikare azadiyê bifikire.

Em dikarin bibêjin di vê serdemê de civak bi tevahî ji aliyê rûhî û fikrî ve hatiye pûçkirin. Tenê dengê civaka jor a bi “Elllah, nal û şûran” dike gurîn û xumîn heye. Hemû destan li ser dramatîkeke zevtkirin û kuştinê hatine avakirin. Belkî ev tablo hinekî zêde hat mezinkirin, lê rastiya rûhî ya serdemê bi awayekî guncaw îfade dike. Di şûna koletiya arkaîk de sîstema koletiya klasîk rûniştiye. Civak û dewleta temsîl dike, di asta jor de serdema xwe ya stewiyayî dijî. Ji bo sîstemê hemû sazî û têgîn hatine avakirin. Mizgeft, dêr û hawra, her roj bi naqoz û azanan, pîrozbûna sîstemê îlan dikin. Ji vir û pêve dewleta pêş de bikeve dewleta kapîtalîst e. Her çend dewleta kapîtalîst bi hêz xuya bike jî, di cewherê xwe de wê qonaxa dawî ya civak dikeve krîza giştî îfade bike. Wek tê zanîn di serdemên herî bi heybet de pêvajo ya ji hevdeketinê bi krîzokan e. Ev qanûna giştî ya xwezayê ji bo pêvajoyên civakî jî têra xwe tê qebûlkirin.

Hin têgînên din ên serdema navîn wek serftî, gund û bajêr, me zêde bi kar neanîn. Ji ber ku encam û rêbaza bi navê “analîza çînan” tê zanîn me dubare nekir. Bêguman bi vê rêbazê jî mirov dikare ge-lek rastiyan eşkere bike. Serf, gundî, bazirgan, bajarî, pîşesaz, kesên bi huner û ilim re mijûl dibin, mirov dikare van beşên civakê wek têgîn bi kar bîne. Ax wek amûrê hilberandinê û têkiliyên mulkiyetê yên li ser axê pêk tên, hewce ye bi huqûqa pêş dikeve, bi firehî were nirxandin. Ax amûrekî girîng ê hilberandinê ye, şer û pevçûn li ser axê bûne, lewra divê bi girîngî were destnîşankirin ku çîna navîn hêzê bi dest dixe û dikare di pêşketina civakî de roleke esasî bilîze. Lê ji ber ku armanca me tarîfkirina giştî ya dewletê ye, em tenê li ser xetên sereke û beşên tabloyê eleqeder dikin, rawestiyan.

Sîstema dewleta koledar a serdema navîn, sedemên bingehîn ên rê li ber jihevketina wê vekirin, sedemên hundurîn bûn. Ji bo jihevketina wê, hewceyî ne bi êrîşên nû yên etnîk, ne jî hewceyî bi dînên nû yên hundurîn hebû. Ji bo jihevketinê têra xwe potansiyelên hundurîn stewiyabûn. Asta jor a etnîsîteyê ku di nav sînorên dewletê de hatibûn hewandin, beşê navîn ê bûrjûwaziya nû mezin dibû, beşên serhildêr ên qewmên cuda û mezhebên dînî ku hêzên bingehîn bûn, wê li dijî monarşiya wek dewleta mutleq dihat fikirîn, serî rakin. Tevgera etnîsîteyê ya bi daxwaza dewleta netewî rabû, bi daxwaza sînorên netewî ya bûrjûwaziya bazirgan û çîna navîn a bajêr re li hev kirin. Vê yekê bi xwe re qonaxeke dîrokî ya veguherînê anî û rê li ber derketina dewletên netewî û civaka kapîtalîzmê vekir. Ev pêvajoya PZ di sedsala 15. de destpêkir û heta roja me ya îro hat, wek dewlet, qonaxa dawî ya civaka jor temsîl dike. Bi zêhniyet û asta xwe ya teknîkê, wê karibe hûr bikole. Êdî ji bo civakê şêwazê dewletê - herî kêm wek şêweyê klasîk û arkaîk - hewce nabîne û wek kelemên sazîbûnê dibîne.

Ji pênûsa gêrîlla