Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

newrozDema ku min di serê salên 1970’î de dest avêt karên civakî û neteweyî yên Kurdan ez têra xwe di nava nakokiyan de bûm. Mîna ku kesayeteke min a gelekî ciwan û ya gelekî kalbûyî ketibûn zikhev. Ez ji rêûresmê qut bûbûm, lê ez bi modernîteyê re jî nedibûm yek. Herdu jî mîna kincên lihevçêkirî û beloq ên li min nedihatin bûn ku min ew li ser pişta xwe digirtin. Lê herdu jî ji bo xelk wan bibîne min li xwe dikirin. Ya rastî, bi vî awayî ez ji şoreşgeriyê gelekî dûr bûm. Ji vê jî ya rasttir ew bû, ez di navbera mizgeft û dêrê de mabûm, lê ez ketibûm neqebek wisa her kêlî pêkan bû ku têde bifetisim. Ji vê jî wêdetir, ji bo nefetisim, diperpitîm. Li pêşberî min du mekanîzmayên xwe weke amûrên rizgariyê pêşkêş dikirin hebûn: Milliyetgiriya Kurd û çepgiriya Tirk. Min xwe nêzî herduyan kir. Aliyên balkêş ên herduyan jî hebûn. Kurdîtiya Barzanîgir-Talabanîgir deng vedida. Min bi şagirtên wan re têkilî danîn, lê ez tatmîn nekirim. Min millîtaniya çepgir a Mahîrgir-Denîzgir-Brahîmgir zêdetir nêzî xwe his dikir, lê ez di wê rewşê de nebûm ku karibim xwe bigihînim wan. Min qîma xwe bi sempatîzaniya Mahîr anîbû.

Bi vê rewşa derûnî di zivistana sala 1975’an de min li gorî xwe dest bi propagandaya gotina fermî kir. Min teorî û pratîk bi hev re dimeşandin. Jixwe piştî Mahîr Çayan û hevalên wî di 30’ê Adara 1972’an de li Qizildereyê hatin kuştin boykota me kirî û piştî wê heft meh razana me ya li Girtîgeha Mamakê (Nîsan-Cotmeh 1972), di Newroza 1973’an de bi civîna me li keviyên Bendeva Çûbûkê kir, min wêrîbû gavê biavêjim pratîka koma herî sist û berpirsiyariya wê bigirim. Ji bo min rastiya Kurd wê êdî bi encamên pratîka komê ve girêdayî bûna. Piştre ez timûtim fikirîm: Gelo ji bo gavavêtina ber bi rastiya Kurd ve ji bilî komê amûrekî baştir hebû? Ez hê jî bawer dikim ku ji bo xwe gihandina rastiyê kom amûra herî rast bû. Ji bawerkirinê wêdetir, ji bo ez bibûma kesayeteke afirîner û şoreşger (ji bo muhafezekar û antî-şoreşger jî), komeke kolektîf amûrek bû ku bêyî wê nabe. Ez hê jî bawer dikim ku ferdê koma wî/wê yan jî rêxistina wê/wî nebe nikare bibe mirovekî civakî. Bêguman form û naveroka amûrê di warê encamgirtinê de diyarkera bingehîn e. Diviyabû ez komê, kom jî min bi pêş bixe. Kom ji roja ava bû heta bi Mijdara sala 1978’an roja xwe weke PKK îlan kir, ji komeke li heqîqetê digere û belav dike wêdetir neçû. Mirov nikare bibêje di polîtîkayê de bi çarpîkan jî dimeşiya. Lê bi giştî, em ji rewşa şîddet û polîtîkayê bi tesîr dibûn.

Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e, û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Di dema dibistana seretayî de min ji zarokan koma nimêjê pêk anîbû û bi vê bûbûm xwediyê tecrûbeyekê. Wekî din jî tecrûbeyên min ên çêkirina komên li gundan hebûn. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tiştek e ku hevtayê wê nîne, gavavêtineke taybet e. Paşê gelekî hatiye guftûgokirin, gelekî rexne hatiye kirin û hatiye gotin “Çima rêxistina polêsan nedît, çima tedbîrên xwe negirtin?” Li naverastê rewşeke polîsiye tinebû. Gavavêtineke seyr a weke dînan hebû. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivdana van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîne. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?” Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me bûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.

Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin.

Ji serê salên 1979’an ve, min hewl da, ji du aliyan ve xwe bi tevdîr bikim. Ji aliyekî ve min dixwest amadekariyên têkoşîneke demdirêj li deşt û çiyan bikim, ji aliyê din ve jî min dixwest li derveyî welêt ji bo tevgerê riyekê vekim ku karibe pê bêhna xwe bide. Eger ez di vî warî de bi ser biketama bi awayekî vebirrî tevger ê mayînde bibûya. Li gorî şert û mercên demê gavavêtinên taktîkî yên di cih de, bi qasî pêşxistina stratejiyê girîng e. Em di demeke wisa de bûn. Min di mehên destpêkê yên salê de gazî Ferhat Kurtay (paşê li Zindana Amedê bû şehîd) kiribû û anîbû cem xwe. Me makîneya teksîrê li erebeya wî ya fermî kir û wî ez heta bi Qoserê birim. Di vê navberê de piştî Civîna Damezrandina PKK’ê bi qasî mehekê komkujiya Mereşê pêk hatibû. Em li Mereşê bi tesîr bûn. Ji sala 1925’an ve ji bo Kurdan biryara tesfiyekirinê hatibû dayîn û dihat meşandin. Di vê çarçoveyê de li herêma jêre Rojavayê Firatê digotin tevgereke Tirkîfîkasyonê li ser kar bû. Me li van deveran Kurdîtî hinekî zindî kiribû. Bi heman awayî bi komkujiyên li Meletî, Semsûr û Elezîzê bersiv didan vê yekê. Komkujiyên em behsa wan dikin, encama çalakiyên besît ên faşîstên sivîl nebûn; dewama qirkirinên dîrokî bûn û bi desteka NATO-Gladîo dihatin kirin. Li Amedê bi îlankirina PKK’ê me bersiva van komkujiyan dida. Di van salan de ku Desteya Wezîran a Bulent Ecevît li ber ruhdanê bû, me ev gavên dîrokî avêtibûn û komkujî pêk hatibûn. Di van salan de kontrgerîlla têra xwe bûbû xwedî însiyatîf. Ewqasî ji xwe piştrast bûn, li dijî Ecevît jî reşkujiyek ceribandin. Komkujiya Taksîmê ya berî vê bi salekê jî ji aliyê heman hêzan ve hatibû kirin.

Min di nîvê sala 1979’an de ji Ethem Akcan ê Pirsûsî re got, xwe amade bike em ê di sînor re derbas bibin. Ji bo vê li Ûrfayê çil rojî rawestiyam. Rewşa min mîna ya Brahîm Xelîl bû. Min gelek pûtên şaristanî û modernîteyê şikandibûn. Di wan rojan de ku gelek Nemrût bi xezeb li ser piyan bûn, ez li bajarê Nemrûtan bûm û ev têra xwe bûyereke balkêş bû. Ez li ser şopa derketinê ya Brahîm bûm. Di Pirtûka Pîroz de navê Pirsûsê weke Serûc derbas dibe. Hema hema piştî hemû serîrakirinan rewşa ji bo derketinê dîsa xwe dubare dikir. Di vê navberê de ez derketim ser kelha Ûrfayê. Ez li tevahiya kelheyê seranser geriyam. Ez li cem herdu stûnên Hz. Brahîm bi mencenîqê avêtibûn nava êgir demeke dirêj sekinîm û min li jêr temaşe kir. Piştî çend rojan Ethem Akcan xeber şand ku ji bo derbasbûna di sînor re her tişt amade ye. Her tiştê amade jî suwarbûna li mînîbuseke gund bû. Ez li mînîbusê suwar bûm û bi gundiyan re li gundekî ser sînor daketim. Ez hê jî difikirim, gelo çiqasî rast bû ku ez li wê wesayîta modernîteyê suwar bûm. Encama di vî warî de gihiştimê ev e: Mirov bi tevahiya amûrên zêhnî û fizîkî yên modernîteyê kar bike, ji çarenûssipartina xwe ya xwedayên serdema pêşî bi tehlûketir e. Berêvarê amadekariyên gava duyemîn ketin dewreyê. Kûryeyê bi navê Cehnî got “De rabin” û em rakirin. Eskerê nobedar têlên rêsayî rakirin û got “De hemşehriyê min bi lez biçe” û bi vî awayî em derbas kirin. Em li pey Ethem diçûn me pê li şopên wî dikir û bi meşa bizinan em ji zeviyê mayînkirî bihurîn. Ji bilî min, ev ji bo hemû kesên din rewşeke hêsan û normal bû, lê ji bo min dîrokî û cara pêşî bû. Min bi qasî Donkîşot jî xwe gurçûpêç nekiribû. Ethem alîkarê min ê bi tenê bû. Min hewl dida welatekî Nemrûtan bi hezarê salan lê agir bi erdê xistiye ji nû ve bigihînim îman û baweriyê. Li naverastê gelek hebû ku dihat înkarkirin û dixwestin koka wî biqelînin û ev gel li ber qedandinê bû. Înkar û îmhaya li ser vî gelî ewqasî giran bû, pûtên wî yên serê xwe li ber wan xwar bike jî tinebûn. Pûtên hatibûn şikandin biyanî bûn û pûtên modernîteyê bûn.

Mîna Hz. Brahîm piştî rêwîtiyeke çend rojan kudand min hew dît ez di nava Filistîniyan de me. Rojên min ên bêziman û bêtercuman dest pê kiribûn. Ji bilî girîngiya armancê tiştekî din tinebû ku min li ser piyan bigire. Eger fedekariyên Ethem nebûna, hewldanên min ber tiştekî nedigirtin, kolana avê bûn. Kesên ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan de hatibin, girîngiya mezin a rêxistinî û têkilîdanînê ji bo civakbûneke nû dikarin ji dil fêhm bikin. Ya bi serê min de dihat û min didît heqîqetek bû ku di PKK’ê de rastî û girîngiya wê kêm hatibû fêhmkirin. Ev têkiliya me danî, belkî jî ji şerekî li meydanê girîngtir bû, lê li ser bi hev ketin. Qîmeta wê nezanîn û xirab bi kar anîn. Hevrê û hevalên durist hemûyan berdêla vê pirr bi êşên giran, zirar û ziyanên trajîk dan û hin xasûk û qurnazan jî ji bo şêweyekî qehremantiya erzan bi kar anîn. Qebîleya Brahîm di rê de gelek zor û zehmetî kişandibûn. Em jî bi awayekî qebîleyeke hemdem bûn. Zor û zehmetî li ser heman rê û belkî li heman mekanan hatin kişandin. Derketina me ya ji welêt bi awayekî jî dişibiya derketina Mûsa ya ji Misrê. Jixwe em weke heman qebîleyan bûn. Bi herhalî li ser xeta Ûrfa-Heleb-Şam-Quds-Misrê ji dema firewnên Sumer û Misrê heman çîrok bi hezar caran dubare bûye. Li gorî min, dîroka mirovatiyê ji dema komên mirovên pêşî ji Efrîkayê derketin û bi nava Asya û Ewrûpayê ve çûn heta roja me ya îro li ser vê xetê diyar bûye. Derketin û gavavêtina min û me jî xweber nîne, yek ji wan gavavêtinên dîrokî ye ku tevahiya kêliyên krîtîk pêkhatina wê neçar û ferz dike.

Mirov dema 1970’yî-1980’yî tevî nirxandinên îdeolojîk û siyasî, bi awayekî wêjeyî binirxîne û têkiliyên wê bi jiyana berbiçav re deyne wê bi roleke temamker rabe. Tevgerên îdeolojîk û siyasî di serî de wêje têkiliya wan bi hunerê re neyê danîn û heta bi nazenîniya hunermendekî neyên gurçûpêçkirin û meşandin kêmasiyeke mezin e. Heta mirov dikare bibêje wê nexweşokî bin. Mirov heqîqetê bi tenê nikare bi rêbazeke zanistî û îdeolojîk bide xuyakirin; mirov bide xuyakirin jî wê kêm bimîne. Şêweyekî bi vî rengî yê daxuyakirinê divê weke fikirsabitbûneke modernîteyê bê fêhmkirin. Ez ê di beşên pêş de bêhtir bidim xuyakirin ku modernîte kesayetê dike yekalî mîna ekonomîst, siyasetvan, îdeolog, akademîsyen, esker, karker, zanyar, rewşenbîr û wekî van, lewma mirov heta ji vê nêzîkatiye nebihure, nikare li dijî modernîteya kapîtalîst bibe xwediyê têkoşîneke yekpare û hevgirtî ango nikare bi awayekî serketî têbikoşe. Rêxistin, kesayet û gavavêtinên şoreşger heta xwe bi tevahî bi gurçûpêç nekin, bi çanda dîrokî-civakî û bi rewşa niha ya temsîla van çandan dikin têkiliyê daneynin û bi van rewşan xwe gurçûpêç nekin, bivênevê wê bikevin xefika jiyana lîberalîzmê. Modernîteya kapîtalîst bi sîlehên teorîk û îdeolojîk ên jiyana lîberal dihewînin hevber û hevrikê xwe dixînin. Wer tê bawerkirin ku ferd lîberal an jî jiyana lîberal, jiyaneke gelekî xwezayî û azad e. Lê ya rastî jiyanên bi vî rengî ji jiyana dînên herî hişk bêhtir xwedî jiyaneke dogmatîk û yekalî ne. Eger PKK bi heman awayî weke mînakên sosyalîzma pêkhatî ber bi bayê neketibe û bi temamî tesfiye nebûbe, nikarîbûne wê tesfiye bikin, sedema vê ya bingehîn ew e, bi heqîqeta civakî re bûye yek, pêve girêdayî maye û karîbûye bi gavavêtinên teorîk û pratîk ên di naveroka wan de nûjenxwazî heye bigihîne hev û bike yek. Di encamê de gavavêtin û meşa bi vî rengî li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst xwedî alternatîf in, û rê li ber pêşketina hêmanên modernîteya demokratîk vekirin. Mirov eger gavavêtinên şoreşgerî bi tenê daxe asta hêzeke fizîkî yan jî aliyekî taybet û beşekî, wê ev yek zû-dereng ji aliyê yekparetî û tevahîtiya jiyanê ve li dawiyê bê hiştin. Hêmanên şaristaniya paşverû û modernîteya kapîtalîst xwediyê hêza zêde ne. Tevî ku di warê hêzê de bêtewazuniyeke mezin heye jî têkoşîna bîrewerî û giyanê azad weke rehên xwe di nava tahtan de berdin pişkivîne, kulîlk vedane û ber girtine.