Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

120x180-reber apoTêkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawîrdorê ya li ser civakê eşkere ye jî wek mijar hê nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî. Piştî ku sîstema civakî bandora wê ya di asta felaketê de li ser hawîrdorê derket holê, bal kişiya ser vê mijarê. Dema li ser çavkaniya pirsgirêkê were rawestîn, wê sîstema civakî ya serdest ku bi awayekî xeter ketiye dijberê xwezayê, wê derkeve pêşiya me. Mirov çendîn li hemberî xwezaya hawîrdora xwe xerîb ketiye û biyanî bûye, nakokiyên wî yên civakî û şer zêde bûne. Ev di çavkaniya nakokiyên hundurîn ên civakê de ku bi hezarê salan dewam kirine, eşkere xuya dike û ji aliyê zanistî ve jî ev yek her roja diçe zelal dibe. Di roja me ya îro de sir û şîfreya serdestiya li ser xwezayê ew e ku hemû çavkaniya zevt bike û bêeman bimije. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cûreyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawîrdorê eşkere li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tine nekirine. Eger mirov bi vî awayî û lezê karê tinekirinê dewam bike, li dawiyê wê mirovekî bûye dînazor û nifşê wî diqede bimîne. Eger bi vî awayî mirov bi lez zêde bibin û teknolojiyê xirab û hilweşînkar bixebitîne û pêşî lê neyê girtin, di demek pir kin de wê jiyana mirov bigihîje qonaxekê ku êdî nemeşe. Tevî vê rastiyê, şerê di nava civakê de zêde dibin, awayên herî xeter ên rêveberiyên polîtîk, zêdebûna bêkariyê, dûrketina civakê ji nirxên moralê û mirovatiyeke robotwarî wê bibe dînazor. Heta qonaxên pêşketina civakê rast neyên destnîşankirin, wê şerên kevneşopî yên netew, çîn û medeniyetan, bi awayekî rast û teorîk neyên ravekirin û çareseriyê neyên dîtin. Eger sosyolojî bi qasî “dîn” jî nikaribe bersiva pirsgirêkên îro bide, divê hemû sazî û dezgehên zanistî bikevin lêpirsînê. Eger zanist ev çend pêş ketiye çima ev dînîtî û hovîtî? Tê zanîn, bîlanço û encamên xwînrij ên sedsala 20. eger em rûbirû bikin, qat bi qat ji tevahiya dîroka mirovatiyê zêdetir e. Lewra em dikarin bibêjin di avahiya zanistê de kêmanî û çewtiyên ciddî hene. Dibe ku çewtî di tespîtên zanistê de nebin, di bi karanîn û rêvebirina wê de be, lê ev jî zanyaran, zanistê û saziyên wê ji berpirsiyariyê xilas nake. Bêguman ev der hûrûkûr cihê guftû-gokirina vê mijarê nîne. Bi bîr û baweriya min, rewşa zanyar û saziyên heyî, hem ji aliyê exlaq û hem jî ji aliyê baweriyê ve, ji rew-şa rahîbên li bindestê melîkên destpêkê yên Misir û Mezopotamyayê paşdetir e û bêberpirsiyarî ye. Olên li ser kevneşopiya Îbrahîmî û peyxemberên wan ên li dijî nifşên Fîrewin û Nemrûdan serî rakirin, ji aliyê exlaq û baweriyê ve di pêşketina mirovatiyê de roleke bi kêr lîstin. Ev rol aliyê erênî yê kevneşopiya rehîban e. Ilimdarên di bin fermana desthilatdariyê de timî amûrên qirkirinê didin desthilatdaran û herî dawî jî atom li nava serê mirov xistin. Eger welê be, di têkiliya zanist û desthilatdariyê de çewtiyeke xeternak heye. Em dikarin zanistê wek berhemekî herî hêja yê civakê bibînin, lê bi sedema ku ew çend rê li ber felaketan vekiriye, em nikarin rave û şîrove bikin. Lewra em nikarin saziyên zanistê û zanyaran bi vî awayî qebûl bikin û heta li wan biborin. Em heta vê nakokiya pêştir rave nekin, lêpirsîna me ya sosyolojî û hemû zanistên din jî tê fêmkirin. Em eger tespît nekin, ka sîstemê lîstika mezin di ku de lîst, çewtiya bingehîn di ku de da kirin û siberoj û bergiya mirovatiyê çawa xist pêvajoyeke nediyar, em çiqas teorî û pratîka rizgarî, wekhevî û azadiyê bikin di encamê de emê dîsa bibin karkerekî sîstema civaka serdest.
Di parêznameya xwe de îdîayeke min a girîng ew e; ezê vê nakokiya sereke ya di bingehê şaristaniya Ewrûpayê de nîşan bidim ka çawa rol lîstiye. Ev nakokiya sîstemê heta baş neyê ravekirin wê çewtiyên din ên xeternak destnîşankirina wan kêm bimîne. Sîstema Rojava xwe ji sîstemên din hemûyan dikare bi hostayî veşêre û vedize. Sîstema herî zêde dikare bi propagandayê zêhniyet û moralê belovajî bike. Bihêlin nûneriya wê ya serdema herî azad, hîç zehmet nîne em îspat bikin, nûneriya serdema koletiya hemdem dike. Lew-ma min hewce dît, ez rengên civakan li gorî xwe bihûnim. Min li gorî xwe serî li şêwaz û awayekî watedar ê ravekirinê da.
Meqseda min ji civaka xweza ev e; cins û cureyê mirov piştî ku ji prîmatan qut bû, komên mirovan sîstemek meşandin heta civaka hiyarerşîk. Pêvajoya piştî prîmatan dest pê dike û heta civaka hiyarerşîk dewam dike, civaka xwezayî ye. Ev sîstem a komên mirov e. Bi gelemperî ev komên mirovan ên ji 20-30 kesî wek klan têne bi navkirin û bi sedema alav û amûrên ji keviran bi kar anîne jî wek serdema mirovatiyê ya Paleolotîk û Neolotîk jî tê bi navkirin. Ev komên mirovan di xwezayê de nêçîrê dikin, gîha û pincaran berhev dikin û çi hazir dibînin xwe pê xwedî dikin. Bi gotineke din, debara xwe bi hebûnên amade yên xwezayê dikin. Hinekî mîna cinsên heywanan ên dişibin wan xwe xwedî dikin. Lewra em nikarin behsa pirsgirêkeke civakî bikin. Klana me, wê timî lêkolîn bike; dema bibîne wê yan berhev bike, yan jî nêçîrê bike. Her ku alet û amûran vedibîne, agir keşif dike, berhemên wan zêde dibe û wek cins pêş dikeve û bi lez ji prîmatan dûr dikeve. Rêzik û pîvanên beridandin û tekamulê pêşketinê diyar dike.
Mijareke din a derbarê civaka xwezayî de were pirsîn, şêwazê îfade û zêhniyetê ye. Mirov di kîjan qonaxa zihnî de şekil wergirtiye, mijarek e, hê jî girîngiya xwe dewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê pêştir mirov cih bide zêhniyetê, yan jî avakirin û amûran? Bersiva vê pirsê girîng e. Tevahiya dîrokê, di binê lêgerîna felsefeyên meteryalîst û îdealîst de ev mantiqê dualî heye. Sînorê herî dawî yê zanist gihîştiyê “kûantûm” û “Kozmos” dîtinên gelek balkêş ji me re pêşkêş dikin. Kûantûm wek pirtikên jêr atomê û pêlên fîzîkî qadên nipî nû li me vedikin. Bi vî awayî tespîtên cuda têne kirin, ji hiskirinê heta tercîhên azad, di heman demê de bûyîna du tiştên cuda, ji ber xwezaya mirov, pîvana mirov nikare ti car xwe ji nediyarbûnê xilas bike. Têgihîştina maddeyên bêruh û hişk bi temamî li aliyekî din têne hîştin. Berovajî gerdûneke heta dawiyê zindî û azad derdikeve pêşberî me. Di vê nuqteyê de sirra bingehîn bi taybetî di mirov de dijî. Em behsa îdealîzmê û subjektîvîzmê nakin. Em nakevin guftûgoyên felsefî yên têne zanîn. Em serwext dibin ku li gerdûnê ev çend cihêrengî li sînorê kûantûmê diqewimin.
Em dibînin, êdî ji pirtikên atomê jî wêdetir, di gerdûna pirtik-pêlan de bûyerên diqewimin, bi taybetî “zindîtî” her cureyê hebûnê pêk tîne. Em dema behsa pêderxistin û hiskirina kûantûmê dikin ev vê rastiyê destnîşan dikin. Bêguman ev çend cihêrengiya xwezayê bi mejiyekî mezin û tercîheke azad dibe. Ji maddeyeke bêruh û hişk çawa ev qas nebat, çîçek, ruhber û mejiyê însan zêde dibe. Her çend tê gotin, metabolîzma ruhber ji molekulan pêk tê jî, em heta bûyerên ji molekulan, atom û pirtikên atomê, sîstema pirtik-pêlan wêdetir rave nekin, gengaz xuya nake ku em karibin cûrbecûrî û cihêrengiya xwezayê rave bikin. Bi heman awayî em dikarin kozmosê jî analîz bikin. Li ser sînorê dawî yê gerdûnê (eger hebe) bûyerên diqewimin dişibin bûyerên di kûantûmê de pêk tên. Di vir de têgihîştina gerdûneke zindî derdikeve pêşiya me. Gelo gerdûn bi xwe, nabe ku bi zêhn û maddeya xwe hebûneke zindî be? Di kozmolojiyê de ev pirsek e, her ku diçe zêdetir tê guftûgokirin.
Ji bo mirovê di navbera kûantûm û kozmosê de radiweste em dibêjin “mîkro kozmos”. Axir tu dixwazî her du gerdûnan; kûantûm û kozmosê fêm bikî, li mirov serwext bibe û ji hev derbixe! Ya rastîn mirov navika hemû pêhesîna ye. Çiqas agahî û zanebûnên me hene berhemên mirov in. Ji kaûntûmê heta kozmosê di hemû qadan de agahiyên me mirov pêş de birine. Ya divê em lêbikolin pêvajoya pêhesîna mirov e. Ev bi maneyek din, dîroka tekamul û beridandina gerdûna me ya 20 mîlyar salî ye ku temenê wê bi qasî hatiye pîvan. Bi rastî mirov kozmosekî mîkro ye. Ji ber ku di wî de sîstema kûantûmê dimeşe. Em ji pirtikên jêr atomê û pêlan heta molekulên DNA yên pêşketî, beridandina dîroka maddeyê dibînin. Her wiha ji qonaxa herî jêr a nebat û heywanan heta qonaxa pêşketina mirov, hemû pêvajoyên pêşketinên dîrokî mumkîne werin dîtin. Bi awayekî ilmî baş hatiye dîtin ku genê mirov di hemû qonaxên biyolojîk de xwe dubare dike û mezin dibe. Qonaxên pişt re bi civak û beridandinê temam dibe. Bi beridandina civakê re jî zanistê digihîne qonaxa îro. Lewra hukmekî ilmê ye, ku dibêje; mirov xulase û kurtasiyeke gerdûnê ye. Eger em şîroveya xwe ya li ser mirov berfireh bikin, em dikarin îdeaya hin faraziye û hîpotezan bikin. Eger di hemû materyalên mirov pêk anîne de zindîtî, pêhesîn û taybetiyên azadiyê nebûna, wek encama van hemû taybetiyan însan jî wê li cem pêhesîn, zindîtî û azadiyê pêş neketa. Ji tiştekî neyî, tiştekî nû dernakeve. Ev têgihîştina me ya maddeyên bêcan pûç dike. Bêguman organîzasyonek mîna cureyê însan û civak nebe, hebûnek xwedî agahî pêş nakeve. Lê belê di vê organîzasyon û civakê de meteryalên rol dilîzin, xwedî taybetiyên agahî, pêhesîn, watedarî û azadiyê nebin, agahî û zanebûnê jî nikaribin pêk werin û ev dabaşeke tê fêmkirin. Di cewherê xwe de eger tiştek nebe, çima were afirandin? Li gorî vê nirxandinê, ne bi bandorên sivik ên ji xwezaya der ve û ne jî mirov bi awayekî Descarteswarî dibe xwedî agahî, van herdu şîroveyan jî piştrast nake. Fikir û dîtina nêzî rastiyê ew e, ku taybetiyên di gerdûna kûantûm û kozmosê de diqewimin di mirov de jî têne jiyîn. Bêguman ev gerdûn di çarçoveya rêzik û pîvanên xwe yên xweser de dimeşe. Gerdûn di mirov de têne ziman. Encama ji vê tê derxistin ew e ku eger mirov baş were analîzkirin wê gerdûn jî baş bê fêmkirin. Di felsefeyê de hukmê “xwe bizanibe” vê rastiyê îfade dike. Xwezanebûn bingehê hemû zanebûnan e. Lewra zanebûnên bêyî xwe bizanibe werin bidestxistin ji rê derketin û fikirsabitbûnê zêdetir tiştek nîne. Ji ber vê yekê, tevger û saziyên xwenizan ên di civaka mirov de derketine, bûne xwedî roleke serhişk û belovajî. Mirov dema nebe xwediyê agahî û zanebûna xwe, li derveyî vê zanebûnê hemû sîstemên civakî yên têne avakirin dibin sedemên nakokiyên anormal û bûyerên xwînrij, karektera wan a mijok jî bi sedema vê agahiya serhişk û sabit e. Eger welê be, wê demê pêvajoya pêşketina xwezayî ya civaka mirov tê qebûlkirin û wexta em dibêjin; ev yek jî divê bi agahiya mirov bi xwe be, em qanûna bingehîn a gerdûnî yanî qanûna civakî destnîşan dikin.
Li ser hîmê vê feraziyê, emê karibin çi li ser agahiya mirovê civaka xwezayî û agahiyên wî yên derbarê xwe de bibêjin? Mirovê civaka xwezayî klanê ku endamê wê ye, herî kêm wek hemû endamên din ên klanê bi pîvana parastin û hebandinê ya “bêyî wê nabe” girêdayî ye. Her endamê klan û qebîleyê ji yê din jiyaneke cihê û payeberz nafikire. Jiyaneke li derveyî klanê jî nafikire. Dikare nêçîrê bike û heta dikare mirovxuriyê bike. Lê ev hemû ji bo klan û qebîleyê tên kirin. Pîvana di nav klanê de “yan hemû yan hîç” e. Agahiyên derbarê civakê de hemû van taybetiyên klanan destnîşan dikin. Hebûn û şexsiyetek in. Hukum û şexsiyeta ferdan li derveyî klanê nayê fikirîn. Girîngiya klanê di bingehê destpêk û bûyîna şêwaza mirov de heye. Civakeke ku tê de çîn, hîyarerşî, mêtingerî û serhevrebûn nîne. Bi mîlyonan sal meşiyaye. Ji vê mirov dikare encameke wiha derbixe; cinsê mirov wek civak têkiliyên xwe demeke dirêj bêyî serdestiyê bi pîvana piştgiriyê rê ve biriye. Xwezayê wek “dayikek” di himbêza wê de mezin bûye, di mejiyê xwe de bi cih dike. Di nav xwe û xwezayê de tevdebûn pîvaneke bingehîn e. Sembola têgihîştina li klanê totem e. Dibe ku totem ye-kemîn têgîna mucered û ne berçav a sîstemekê be. Ev nîzam ku wek dînê totem jî tê nirxandin pîrozbûna destpêkê û sîstema tabûyan ava dike. Klan xwe bi sembola totem pîroz dike. Bi vê rê, cara pêşîn têgîna exlaq jî dikeve jiyana mirov. Pir baş serwext e, eger koma kla-nê nebe jiyan dewam nake, wê demê hebûnên civakî pîroz in, divê wek nirxên mezin bêne sembolîzekirin û stû ji wan re were xwar-kirin. Baweriya dînî jî hêza xwe ji vê çavkaniyê werdigire. Bi vî awayî dîn dibe yekemîn forma têgihîştina civakî. Ew û exlaq hevdu temam dikin. Ji zanebûn û têgihîştinê ber bi baweriyeke hişk ve diçe. Têgihîştina civakê êdî bi forma dîn dimeşe. Dîn bi vê taybetiya xwe, dibe hafiza bingehîn a civakê, çavkaniya exlaq û kevneşopiyeke bi bingeh. Civaka klanê, bi pratîka xwe çendîn zanebûn û têgihîştinê pêş de dibe vê yekê hemû bi totem yanî bi qabîliyeta xwe ve girê dide. Wek sembol totem û di rastiyê de jî koma mirovan her diçe serketinê bi dest dixîne û pê re pîrozkirina serketinan tê. Pîrozkirin qûtsiyetê û qûtsiyet jî dibe hêza civakê. Pîrozbûna bi hêza civakê pêk hatiye zêdetir xwe eşkere bi sêhr û efsûnkariyê nîşan dide. Asta têgihîştinê dikare xwe bi efsûnkariyê bixe pratîkê. Sihirbazî jî dayika zanistê ye. Jin bi sedema timî li xwezayê temaşe dike, zayînê nas dike, jiyanê dibîne û ev yek wê dike zana û hozana civakê. Ji ber vê rastiyê ye, sihirbaz û efsûnkar bi piranî jin in. Bi sedema xebat û tevgera xwe di civaka xweza de çi diqewime, çi dibe, herî baş jin fêm dike. Ji vê serdemê, li ser hemû berhemên hatine verotin û niqirandin şopên jinan hene. Klan yekîtiyek e, li dora jina dayik pêk tê. Zarokanîna jinê, nertina wê li zarokan û bi sedema nebatan baş berhev dike, ew dikare baş xwedî jî bike. Zarok tenê dayikê nas dike, hînê mêr wek milk li ser jinê xwediyê tesîrekê nîne. Nedihat zanîn jin ji kîjan mêrî ducanî dibe, lê dihat zanîn zarok ji kîjan jinê dibe. Ev mecbûriyeta xwezayî, hêza civakîbûna xwe dispêre jinê jî nîşan dide. Peyvên di vê serdemê de bûne têgîn bi piranî mê ne, û ev jî vê rastiyê îspat dikin. Di vê serdemê de şervanî û serdestiya mêr, paşê bi nêçîra heywanên xurt derdikeve pêş. Mêr bi taybetiyên xwe yên bedenî û fizîkî diçe dûr nêçîrê û neçar dimîne klanê ji xeteran biparêze. Ev rolên mêr ên diyarker nînin, sedemên tepisok mayîna wî jî rave dikin. Di nav klanê de têkiliyên taybet hê pêş neketine. Berhevkirina nebatan û nêçîr a her kesî ye. Zarok ên hemû qebîlê ne. Ne mêr û ne jî jin hê taybet nebûne. Ji ber van taybetiyên bingehîn ji civakê re tê gotin civaka seretayî ya komînî.
Wek encam em dikarin bibêjin; forma klanê û awayê wê; zemînê pêşketina têgînên bawerî û zanebûna bingehîn in, di heman demê de bîr û hafiza seretayî û derketina civakê ye. Di klan û qebîleyê de civakeke têkûz a xwe spartiye hêza jinê û hawîrdora xwezayî heye. Mirovatî hebûna xwe bêyî mêtingerî û zordestiyê, bi piştgiriya hevdu dimeşîne. Bi gotineke din mirovatî ji van nirxên bingehîn pêk tê. Ev tecrubeyên civakî yên bi mîlyonan sal ajotine ji dest neçûne, jixwe fikirandineke berovajî tewş û beradayî ye. Di xwezayê de weke ku ti tişt wenda nabe, di şêwazê hebûna civakê de ev rastî hêza xwe hê zêdetir dewam dike.
Yek ji dabaşeke girîng ku zanistê tespît kiriye; pêşketinên pişt re dibin ên beriya xwe jî di hundurê xwe de dihewîn in. Rast nîne ku tê gotin; dijber hevdu tine dikin û bi vî awayî pêş dikevin. Li gorî rêzika diyalektîkê tez û antî-tez di sentezê de hebûna xwe di nav dewlemendiyeke mezintir de dewam dikin. Hemû tekamul û beridandin vê rêzikê piştrast dikin.
Pêşketina nirxên serdema klanê di nav sentezên nû de dewam dikin. Eger îro jî têgînên wekhevî û azadiyê wek du têgînên bingehîn werin naskirin, ev yek bi saya jiyana serdema klaniyê ye. Wekhevî û azadî bêyî bibe têgîneke mirov lê serwext bibe, bi awayekî xwezayî di şêwaza jiyana klan de veşartiye. Ev têgînên bi dizî di bîr û hafiza mirovan de dijîn, dema bêne wendakirin, wê dîsa bi derbên xurt xwe wek pîvanên bingehîn ên civaka pêşketî ferz bikin. Wexta civak ber bi saziya dewlet û hiyarerşîk ve biberide û biçe, azadî û wekheviyê bi dijwarî van saziyan bişopîn in. Ya rastîn a dişopîne di cewherê xwe de civaka klanê bi xwe ye.