Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

biharGotinên pêşiya; ewr hatin Bota ga bajon cota, lê ewr hatin Badînî ga bikêşin kadînê.  Di van rojên em di nav da dibihurin welatê me, ba-bager û ewrê Badînî pêkve tevdigerin. Ba-bager ji bo xewn û xeyalên xwe yê metingerî ewran-ezmanan çep, rast, jêr û jor tevdidin. Bêhna bêbextiyê ji vê tevdanê tê, ev tevdan bêserî û bêberpirsyarî yê dîrokî dilopên ava şêlû dirijîne. Ava şêlû bêberhem e, çavkaniya jiyanê hemû şîn- şînahî digire, pêşeroja tovên civakê hişk dike, dahatû lê nîne. Ava şêlû bibare xem dibare,  pîremêr-pîrejin serê xwe lêdin “tev lo mal wêran” bêjin.
Ev ewrê bêbext çima digerin? Çima, welatê me hînde xweş, dewlemend, an jî erdnîgariya wê pir stratejîk e?  Belê ev tev jî rast in, lê di baweriya me de pirsgirêk ne tenê ev in. Ji ber ku çi dewlemendiya ser erd an jî bin erd (hemû jî) mêtingerê cîhanê bê asteng, bê pirsgirêk derdixin dibin. Wek mînak; bakurê welat ne tenê dewlemendiya ser erd an jî bin erd serpêhatiyên me, mêjiyê civaka me bermahiyên dîrokî talan dikin, bin av, bin ax dikin cîhan bê deng e, xweza kêlî bi kêlî, rojane talan dibe, ava Firat, Dîcle û Erez herwiha rûbarên din, çawa dixwazin rê didin, bendava çêdikin. Rojhilatê welat ji Bakurê welat kanbaxtir e, ji ber ku li wir bê sînor e, her tiştî bi navê “Xwedêyê dilovan” dibêjin û çêdikin, û kesekî/ê ku hesap bipirse jî nîn e yan jî hebe kêm e, lewaz e.
Başurê welat, tev lo ko tev lo, di talanê de naşibe ti cihê cîhanê- naşibe ji ber ku bêdestûr e, bêpîvan e. Aborî, talan li ser talan e. Gel di asta mirinê de ji hilberîna çandinî qut e, karistan (lê em mafên wan nexwin, cihê mirîşkan, cihê avê, cihê ar, her wiha cihê beton, asfalt hene. Lê xwediyên van jî bi giranî  Tirk an jî Îranî, lê bîrê Petrolê Emerîkî- Îngîlîz, ber destê wan jî Tirk in) kurdê me jî yan pêşmerge yan jî bêkar in. Lê di her malê de  bi navê malbetê Şêhîdan, pîrîtî, her wiha bi navê alîkarîya Y N herkes maişeke digire. Lê civak dewlemendiya welatê xwe nasnake, çi çi ye, ji ku de diçe, bo çi ye? Pirsyar nîne.
Pirsyar! Gotin temam, lê paşta kîngê çi bê serê te, ne dîyare. Ji ber vê jî gel pirsan nake, govend digire, rojên Înî dertê çol û banî deşarj dibe. Gel westiyaye, her malî li himberî rejîma Faşîzma ereb bi dehan can daye, birakujî  ji her dilekî kul rijandiye, xwîna rijandiye, birîna wan hê nû ye. Revşenbîriya ku pêşengtî bike, bêdeng e yan jî hatiye bêdenk-kirinê, kesên zanist, pisporê teknîkî pir kêmin, ên hene jî bê derfet in, şîrketên-karmendên biyanî rê nadin wan daku bi serbixwe ki bo berjewendiyên gelê xwe karbikin.  
Welatekî ku % 47 axa wê hê jî li destê dagirkerê Iraqê daye; bajarê Musul, Kerkuk ( baba gur gur) Şengal, Mexmur, Ciyayê Hemrîn û herêma Xaneqîn, walatekî ku; sê îdare lê heye, yek Silêmanî û girêdayî wê Ranya, Çarqurne, Koysancak, Helepçe, Qeledizê û gelek navçên din, Îdara dudu, Hewler; Zaxo, Dohuk, Dîana, Şaqlawa, Amedî û gelen navçên din.  Îdara sêyem bêjin ne rast e lê em bêjin qada sêyem Parasdina Medya; çîyayên, Gara, Metîna, Heftanîn, Zap (yanî ji bajarê Amedî des pê dike heya Çiyayê Barzan û ji alîkî Bakur ve Navça Çelê,) Zagros, Xakurkê, Hekgurt, Qendîl, Asos û gelek gund navçe digire nav xwe.
 Bîraderê Hewlerê dibêjin “emê serxwebûnê ragihînin” baş e kê naxweze çav birije, lê pirsyarek heye; axa welat % 47 di destê dagirkeran de ye, tu di nav xwe de parçe parçe yî, du saziyê polês, du saziyê dadgeh, du saziyê pêşmerge, du saziyê îstîxbaratê, du saziyê aborî û ya herî girîng gel ne du bendî- du alî, ji gelek aliyan ve parçe bûye, hûn ê çawa “serxwebûn”a xwe pêk bînin? Tev lo…
Birader, birano baş e çend gotinê din; niha  Y. N. ( yekîtiya netewan) temsîla netewên xwedî al û nasname ne, her wiha ev netew, an jî dewlet di vê derê da bi navê netewa wan odekî wan û ala wan jî daliqandî. Fîlîstîn em baş an jî nebaş, çi dibêjin bibêjin lê di Y.N. de temsîla wê heye, di qada navnetewî de tevli civînan dibe, baş e em Kurd, teybet jî deshilatdariya Başurê welat ev 23 sal in we ji bo ku bikevin di nava yekîtiya netewan çikir û çima neketinê? Ez bawer im hûn ê nebêjin “PKK astenk kir” lê PKK bixweze jî nikare, ji ber ku Waşîngton û London PKK`ê hez nakin.
Ewr ji Badîna radibin, ev çar bêbextî berê xwe daye Başurê Rojava, rewşa îro dişibe 1992. Başur Şoreşa gel çêbibû, hêzên dagirkerê Iraqê gel ji Başurê Kurdistanê derxistibû û xwe sazdikir, parlementoya xwe ava dikir. Ev rewş hemû Kurda dilşa kiribû, xewna Ehmendê Xanê û Hecî Qadîrî Koy bi cih dihat, lê mixabin ew parlemanto nebû cihê pirsgirêkên gelê Kurd çareserbike, biryara birakujî da û li ser vî şerê birakujî des pê kir heyanî 2000`an jî berdewam kir.
1992`an çi bûye? Başur şoreşa gel pêk hatiye, ev rewş di hemû gelê kurd de heviyê şoreşa azadiyê geş kirîbû û Bakurê welat pêla serhildana gel di asteke şoreşê de pêş bû, gerîla amadekariyên pêngavên şoreşê dikir, bakur devlata Tirk êdî rojên dawî dijiya, ha birakujî di vê merhelê de kete meriyetê, şoreş ji piştê de kêrkir. Serokwezîrê tirk ê wê demê Tansu Çîller di 1994`an de digot “me di 1992`an de welatê wendakirî paşta qezeç kir-girt” lê îro 2014, di navberê de 22 sal derbasbû. Rojavayê welat şoreş çêbûye
2014 welat û gelê me çawaye? Her wiha rewşa Cîhan û herêma Rojhilata Navîn çawaye?  Bêguman nirxandinekî berfireh dixweze lê em tenê çend têbinî rêz bikin. Cîhan şerê sar, sosyalîzma pêkhatî nû hilweşiyayî nîne, devlet netewên cîhanê sînorên xwe ji kesekî re venekîrî nîne yan jî bûyerên pêk dihatin kesî nedibihîst, kuştin, talan, dagirkirin bêdokîman diman, gelan raya xwe diyar nedikirin lê niha şoreşa teknîkî êdî zarokekî/ê deh- danzdeh salî jî bûyeran dişopîne û bûyeran dike nûçe, ango tu tiştekî tarî namîne.
Li Kurdistanê di nava parçeyan de peywendî nîn bû niha teknîk û rasterast jî rojane pêywendî çêdibin, li serê sed sala 20`an de dagirkeran parçekirina sînor, di salên 90`an de ruh jî parçe bûbû lê êdî îro ew dem nîn e yekîtiya netewî, giyana pêşketiye- êdî êşa kurdekî/ê êşa herkesî ye. Her wiha rêxistinên Kurd jî ne di warê bîr û bawerî de û ne jî di warê çand û çînayetî de wek berê ne. Wek mînak; PDK êdî wek berê bi destê axa û serokeşîran nikare gel bi rêve bibe, her wiha Pêşmergên berê giranî nexwendîbûn, ên niha dixwînîn, tekîlîyên wan bi cîhanê û parçên Kurdistanê re hene. Hestên teng, herêmî êdî cihê xwe ji hestên netewî re hiştiye. Bi gişti gelê Başur êdî xwedî ramanê yekîtiya gelê kurd e. Her wiha di başur de gelek hizbî pêşketiye, vîna gel kêm jî be derketiye pêş. Di ilbijartina parlemena Iraqê  de, gel raya xwe bi aşkere danî holê ku nezan nîn e, bê vîn nîn e.
PKK jî ne PKK`eya salên 92`î ye. Hêza bîrdozî, polîtik û rêxistînî asta xwe ya herî bi bandor e, bandora wê ne tenê heremekî yan jî beşekî walat; rojhilata navîn-polîtkaya cîhanê bi ser rojhilata navîn tesîrdike. Mînaka vê yê herî bi bandor Sûrî û Rojava ye. Her wiha gerîla hem Rojhilatê welat seran serên çiyayên Zagrosan, bakurê walat li her qadî gerîla heye, başurê mezin Asos heya Zaxo hemû çiya bi berfirehî xwe bi cih kiriye. Dervayê welat Avrupa, Kafkasya, Balkananan, qada Rûsya-Asya Navîn di nav girsaya gelê kurd û gelên din xwe bi cih kiriye. Li Latîn Amerîka bi gelên bindest û rexistinên şoreşger re dostanî pêşketiye. Sedan sazîyên ragahandinê hene. Ya herî girîng, jina kurd nifteya şoreşê bi dest xistiye.
Niha PDK êrîşekî bêwate, derveyî armancên gelê Kurd, li himberî rêxistinên welatparêz daye despê kirinê, gelo çima, çima vê demê?  PDK çi dibêje; dibêje ku “ezê ji bo xweseriyî- dewletekî serbixwe biçim referandûmê” baş e biçin! Kî/ê pêşiya we girtiye? Ma pêş referandûma we, pêş Kurdistaneke demokratîk saziyên bêçek, bêtundî jî asteng in? An jî aqilmendên ku di salên 1992`an de ji we re digotin “hûn li dijî PKK`ê şer bikin em ê jî Kurdistana we nas bikin, nasnameya we ya siyasî di qada navnetewî de bidin nasîn” niha jî, ji we re “ger hûn şoreşa Rojava asteng bikin, hûn ji Iraqê qutbin em ê dewleta we nas bikin” dibêjin! Tewlo tewlo….xem seyalekî baş e.
Derencan di 1992`an de PKK têk neçû lê gelê Kurd, Kurdistanî berdêlên giranbiha dan, deh hezaran şêhîd, 4 hezar gund wêranbûn, birakujî di navbera gelê kurd de birînên kûr vekir, ji hemû aliyan ve ciwanên kurd ên hêja candan. A herî girîng gelê kurd şoraşa xwe berbi xetereyê ve jîya; şoreş dirêj bû, lê ne PKK têkçû û ne jî himberî vê Tirkan nasnama sîyasî ya başur nas kir.
Di 1996`an de di navbera herdu rêxistinan de, Tirkan û Îraniyan şer derxistin û bi navê “biratî-aşîtî” artêşên xwe anîn bi cih bûn, wek dema Osmaniyan vîlayetekî mêtîngerî man. De birano kerem kin wan artêşên dagirker derxin, dibistanên Fetullah Gulen ê ku zarokên we dike tirk, Konsola Îranê heqeret nirxên gelê kurd dike û kurdan wek beşekî Fars dihesibîne wan derxin, an jî gotinekî bêjin. Gotinekî Simko Şikakî heye “tirk, fars û îngîlîz wek pişîk bi mişk dilîze bi me dilîzîn” her wiha Seyîd Riza qada sêdarê ji dagirkerên tirkan re “ez bi fen û fêlbaziya we serî derneketim ev ji bo min bû dert, lê ez jî li hember we serî natewînim bila ev jî ji bo we bibe dert” serpêhatiyên dîrokî li me nîşandidin daku em neyên lîstokên neyaran. Em bawer in ku gelê kurd êdî nayên lîstokên fen û fenbaziyên neyarên kurd.
Medet serhad
23 05 2014