Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

120x180-heval abbas tttDi serî de Rêber APO, ez cejna berxwedan û azadiyê Newrozê li tevahiya gelên me û dostên me pîroz dikim û di kesayetiya Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê, şehîdên leheng ên têkoşîna me bi rêz û minetdarî bibîr tînim. Li ser bingeha serketinên mezin di vê sala Newrozê de em soza ku me dane şehîdên xwe dûbare dikin.

Weke tevger em hîn bêtir bi biryar û plan dikevin Newroza 2014'an. Rêveberiya em ev yek ji raya giştî re jî îlan kiriye. Rêber APO got, 'Bêguman her Newroz destpêkeke nû ye. Ketina saleke nû, avêtina gaveke nû ye. Vejîneke nû temsîl dike.' Weke tevger, me rastiya Newrozê ji destpêkê ve bi vî rengî nirxandine. Rastiya Newrozê bi PKK'ê re hîn bêtir watedar û giranbuha bûye. Bû xwedî naverok û cewhereke rastîn. Rêber APO ji bo Newrozê got, 'Newroz bi PKK'ê re bedewtir, watedartir bû.

Bingeha PKK'ê di Newroza 1973'an de hat danîn. Ev çil û yek sal in her Newroz, sekneke nû ya PKK'ê, pêngaveke nû ya PKK'ê îfade kiriye. Weke tevger bi vî ruh, feraset, hest û helwestê em dikevin sala xwe ya Newrozê ya çil û duyemîn. Der barê vê sala Newrozê de armancên me mezin in. Îdîa û biryardariya me zexim, asta amadekariyên me baştir e. Bi ezmûn û dewlemendiya çil û yek salên bihurî re, ji bo azadiay Rêber APO û azadiya Kurdistanê em di nava meşeke bi biryar û cesaret de ne. Partiya me meşa serketinê li ser bingeha kongreya yazdehmîn daye destpêkirin. Bi Newrozê re me rast dîtin ku vê yekê hîn bi biryar û plan bicih bînin. Em bi biryarin di sala çil û duyemîn a sala Newroza partiya me de, em bi biryarin bi têkoşîna bi ruhê azadî û berxwedanê yê Newrozê re emê derfetên jiyana azad ên Rêber APO, azadiya Kurdistan û gelê me pêk bînin.

Li gel hemû rêhevalan, li gel hemû sazî û rêxistinên tevgera me sekin, helwest û biryardariyeke bi vî rengî heye. Nîşaneya şênber a vê yekê jî, coş, kelecan, îdîa û vîna gelê me ye. Vê yekê xwe di pîrozbahiyên gelê me yên Newrozê de nîşan da. Bi rastî jî rastiyeke gel a bûye Newroz derketiye holê.

Rêber APO ji vê re got, 'Gelê bûye bihar, gelê bûye Newroz'. Anî ziman ku aşîtiya gelekî ku li ser bingeha azadiyê ji nû ve çê bûye, ji bilî jiyana azad jiyaneke din qebûl nake, derketiye holê. Em di pratîkê de vê dibînin. Ji bo vegotina pêşketinên Rêber APO û PKK'ê li Kurdistanê rê li ber vekirin, pêwistî bi gotinan, bi nirxandinan nîne. Ji ber ku her tişt bi awayekî zelal li pêş çavan e.

Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bawerî û biryardarî dimeşe Newroza 2014'an û destnîşan kir ku ewê teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê ez careke din cejna vejîn û azadiyê Newrozê li hemû rêhevalan pîroz dikim û di sala nû ya Newrozê de ji hemû rêhevalan re serketinê dixwazim.