Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

serok18Li gorî min felaketa herî mezin a di dîroka Kurdan de bi komploya faşîst a Tirkê Spî di 15’ê Sibata 1925’an de dest pê kir. Komploya 1925’an a li dijî Kurdan, ji komploya 1915’an a li dijî Ermeniyan gelekî zêdetir berfireh e, û bêhtir demeke dirêj girtiye. Hîtler dema berê xwe dide qirkirina Cihûyan nêzîkatiyeke bê maneya “Jon Tirkan Ermenî tesfiye kirin, ma kê çi kir?” nîşan dide û ev jî bi awayekî berbiçav dide xuyakirin ku koka komploya faşîst û kirinên wê yên bingehîn çiqasî girîng in. Min analîza modernîteya kapîtalîst kir ku ez îspat bikim îdeolojiya dewletdar a netewe û dewleta netewe bi xwe di tehlîla dawî de çawa çavkaniya faşîzmê ne, ya rastî, min hewl da bidim xuyakirin ku yek ji xisletên girîng ên dewleta netewe pêşdebirina wê ya nîzama faşîzmê ye, û têkiliya wê bi sîstema kapîtalîst re raxim pêş çavan. Teorisyenê serweriya kapîtalîzmê Hobbes ji bo desthilatdariya dewletê îfade bike têgîna ‘Levîethan’ (Cinawir) a ji Tewratê girtibû bi kar anî. Ev têgîn herî zêde jî xwe di kapîtalîzmê de, di avakirina wê ya desthilatdariyê de û di karektera faşîst a vê avakirinê de berbiçav dike. Ji ber ku ezmûna desthilatdariyê ya Jon Tirkan (ji aliyê sosyolojîk, civakî û dîrokî ve ti têkiliya vê têgînê bi Tirkan re tineye, ya rastî sembolîk e.) vê rewşê bi awayekî balkêş û berbiçav temsîl dike, dîsa xwedî nirxekî gerdûnî ye, divê mirov bi girîngî li ser raweste. Di asta pêşnûmeyê de be jî min hewl da vê biceribînim.

......Li dijî hebûna Kurdan qirkirin û asîmîlasyon bi provakasyona 15’ê Sibata 1925’an bi awayekî fermî hatiye destpêkirin, berxwedanên li hemberî van kirinan herî dawî mîna li Dêrsimê bi tevkujiya 1938’an hatine tepisandin, beşekî mezin ji yên mayî bi qanûna îskana mecbûrî temam kirine. Di vê demê de li ser bingehê peymanên bi emperyalîzma Ingilîz û Franseyê re ji bo parçekirina Kurdistanê û dûrkirina Kurdan ji nasnameya wan her cure rêbazên zordestî, mêtinkarî û asîmîlasyonê hatine ceribandin. Armanc, afirandina dewleteke netewe ya homojene.

......Analîzkirina têkiliyên Kurd-Tirk belkî jî mijara herî zor a sosyolojiyê ye. Ji ber ku naverok û cewherê pirsgirêka Kurd nayê zanîn an jî naxwazin fêrî bibin û ji vê jî wêdetir bi gotinên begzadeyan ên ti bingehê wan ên zanistî tine nêzî meseleyê dibin, analîzkirin û jihevderxistina pirsgirêka Kurd zor û zehmet dibe. Ji ber vê sedemê, parêzname bi tevahî hêza zanistên civakî bi kar tîne ji bo ku têkiliyê rast deyne û gelekî girîng dibîne ku li ser vî bingehî gavê biavêje çareseriyê. Piştî komploya qirkirinê ya 15’ê Sibata 1925’an têkiliyên dîrokî-civakî yên nehsed salan yên ku çiqasî stratejîk bûn ewqasî jî xwe dispartin bûna ji yek ummetê, bi carekê tine hesibandin. Der barê Kurdan de yeqîn dikirin ku bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Tiştên ku wê bi fermana Xwedê ya ‘bibe’ jî nebin, der barê Kurdan de yeqîn kirin kengî bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Jêdera vê materyalîzma herî çor a metafizîk pozitivîzm bû û ew jî bingehê îdeolojîk ê faşîzma Ewrûpayê bû. Bi vê têgihiştinê di bin serdestiya desthilatdariya wan de kengî fermana ‘îmha û înkarê’ hate dayîn, yeqîn kirin ku Kurd ê di demeke kin de tine bibin. Kadroyên bermahiyên heman pêkhateyê yeqîn dikirin ku rêbaz û nêzîkatiyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di tesfiyekirina Ermeniyan de bi awayekî serketî pêk anîn, ji bo Kurdan jî wê heman encamê bidin. Van kesan gel û neteweya xwe jî bi vê siyaseta înkar û derewê dan bawerkirin û bi vê jî neman, li hemberî dinyayê mîna ku diyardeyeke bi navê Kurd tinebe tevgeriyan.

Ev rastiya dîrokî ya di têkiliyên Kurd û Tirk de, roja me ya îro jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê hûrûkûr bê fêhmkirin. Di dîrokê de qonaxên sereke yên van têkiliyan hene; dema Împaratoriya Osmanî bi Yavuz Siltan Selîm gav avêt polîtîkayên Rojhilat (1512-1521), dema Siltan Ebdulhemîd (1876-1909) di avakirina Alayên Hemîdiye de, dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dewamkirina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de, û ji van girîngtir bi pêşengiya Mistefa Kemal di dema Şerê Rizgariya Neteweyî ya modern de ev rastî hem esas bû û hem jî di encamê de diyarker bû. Piştî ku bingehê demokratîk ê Komarê hat înkarkirin û komploya 15’ê Sibata 1925’an hat destpêkirin, temsîla bi riza dilan û hevpar di desthilatdarî û dewletê de bi awayekî dîrokî û cografî pêk hatibû, cara pêşî hewl dan wê bi dawî bikin. Di beşên pêwendîdar ên parêznameyê de em dûrûdirêj li ser vê komployê rawestiyabûn û me gotibû, hêza hegemon a kapîtalîst a wê demê Împaratoriya Ingilîz Komar ji aliyê etnîk ve parçe kir û bi vî awayî hewl da herêma petrolê Mûsil û Kerkûkê bike bin destê xwe. Lewma mirov dikare bibêje di pêkanîna vê komployê de hesabên hegemonya Ingilîz ên der barê Mûsil û Kerkûkê de diyarker bûn. Projeya Ingilistanê ya mînîmûm Komar an jî dewleta netewe, çawa ku li gelemperiya dinyayê bi ser ketiye, li cografya Rojhilata Navîn, li Anatolyayê û li Mezopotamyayê jî bi ser ket. Bi tevahî hêzên çandî, gel û heta dewletên li Rojhilata Navîn ên ji aliyê civakî û ji aliyê dewletî ve parçe bûn bi van polîtîkayan gelekî lawaz bûn, timî di nava xwe de parçe bûn û bi hev re ketin nava şer, qels bûn û bi vî awayî hegemonya Ingilîz bi şêweyekî serketî bi pêş ket.

……Sîstema hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst a DYE û YE pêşengiya wê dikin ez anîm Îmraliyê. Ya ji vê jî girîngtir ew e, dema ev kir bi hêzên rewa û riyên huqûqî nekir, bi riyên ne huqûqî û ne rewa kir; bi rêxistina eskerî ya hevpar a sîstemê bi rêxistina ne qanûnî û ne nîzamî ya NATO’yê bi Gladîo’yê kir; bi operasyoneke mezin a rêxistina Gladîoyê ez anîm Îmraliyê. Bi awayê xuya dikir, hêzên Komara Tirkiyê ez bi operasyoneke serketî bê tesîr kiribûm, anîbûm Giravê. Dîmenê dixwestin nîşanî dinyayê bidin bi vî awayî pîlan kiribûn. Roja anîna min 15’ê Sibatê bû. Ev roj, roja 15’ê Sibata 1925’an e ku di wê rojê de komploya li dijî Şêx Seîd hat destpêkirin. Piştî Dadgeheke Giravê ya şanoyî, di 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara darvekirinê hat dayîn. Di vê rojê de jî ango di 29’ê Hezîranê de Şêx Seîd û komeke hevalên wî hatibûn darvekirin. Eşkere bû ku heftûpênc sal bûn (li gorî sala 1999’an), operasyonên mezin ên înkar û tinekirinê li ser Kurdan bênavber dihatin meşandin. Bi YE û DYE’yê re di çarçoveya çavtirsandinê de li ser cezayê darvekirinê li hev kiribûn. Lê polîtîka hevpar a esas li ser li hev kiribûn, wê bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ev cezayê darvekirinê pêk neanîna û di şexsê min de wê bi armanca tesfiyekirina tevgera şoreşgerî ya li derveyî kontrola wan, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û PKK’ê bi kar bianîna. Ev bi awayekî pir bi dizî dikirin. Ji ber ku li hev kiribûn ku qaşo di ‘têkoşîna li dijî terorê’ de riyên rewa binpê bikin. Dixwestin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê weke saziyeke formalîte bi kar bînin û bi vê pêkan bû ku ez jî parêznameyeke mezin pêşkêş bikim. Min hewl da vê bikim. Bi vê armancê min li pey hev parêzname nivîsîn. Bi vê parêznameya li ber destên we, min xwest diyar bikim ku heqîqetên bi pey wan ketibûm ez para bêhtir gihiştim wan. Herçiqasî bi xetên sereke be jî ez yeqîn dikim ku min heqîqetên der barê mirovatiyê, gelê me û têkoşîna me ya pêşeng de pêşkêş kirine.

Di mijara pirsa Kurd de rejîma Komarê niha di vê demê de bi temamî li serê du riyan e. Yan wê bi li ser riya şerê darbekar-komploger dewam bike yan jî wê bikeve ser riya çareseriya aştiyeke bi rûmet û demokrasiyeke manedar. Hem di nava civakê de, hem jî di nava dewletê de li ser mijara herdu riyan her ku diçe alî bêhtir ji hev cihê dibin. Herçiqasî her ku diçe şensê aştî û demokrasiyê zêde dibe jî meyla darbekar-komploger a binyadeke wê ya xurt di dîrokê de heye, bi temamî ji rêbazên şerê taybet û tesfiyekariya topyekûn negeriyaye. Bi qasî liberhevdana aliyan, serketina têkoşîna Kurdan a ku bi siyaseta aştî û demokrasiyê bimeşînin jî wê her tiştî diyar bike.

Girtina min a li Îmraliyê li cem pirraniya gelê Kurd tam hewayeke şînê ya mîllî afirandibû. Ji ber ku Kurdan fikar dikirin ku hêviyên azadiyê yên ku wan di dema hemdem de xurt kiribû, bi pêvajoya Îmraliyê re tesfiye bibin. Bi temamî berxwedanên hemdem ên Kurd bi heman encamê re rûbirû bûbûn. Lewma 15’ê Sibatê weke ‘Roja Reş’ hat bibîranîn. Kengî bîranîna 15’ê Sibata 1925’an jî li vê zêde bû, ciddiyeta rewşê bêhtir dihat fêhmkirin. Di encama nerazîbûna ji 15’ê Sibatê de gelek şehadetên hêja çêbûn. Di serî de van şehadetan, berxwedanên her sal li dijî vê roja reş îspat dikirin ku wê destûr neyê dayîn, ev rabihurî careke din dubare bibe.

Her parçeyek bi awayekî cuda ji pêvajoyê bi tesîr bû. Kurdên Tirkiyê-Kurdistanê bi fikar û nîgeraniyeke mezin pêvajo pêşwazî kiribûn. Hewl didan pêşbîniya encama wê bikin. Min pêşniyar kiribû ku gerîla xwe vekişînin Başûr û ev bi temamî nehatibû fêhmkirin û pêdiviyên wê tam bi cih nehatibûn anîn. Lê dilsoziya wan a bi pêşniyarê re, zehmetiyên li ser vê riyê pêre rûbirû bûn û şehadetên di vî warî de pêk hatin, manedar bûn. Herweha ji Ewrûpa û Çiyayê Qendîlê du kom bi peyama aştiyê hatin Tirkiyê û ev gavên hatin avêtin hêja bûn. Vekişîna gerîla ya Başûrê Kurdistanê di nava panîkê de pêk nehat û gelê mayî jî moralî wî xira nebû. Wekî din pêvajoya heta bi 2005’an bi zor û zehmetî meşiya. Tesfiyekariya 2002-2004’an ji komploya ji derve li ser tevgerê hat ferzkirin bêhtir derbeke giran li tevgerê da. Xiyanet di nava gel de nebû, di nava PKK’ê de pêk hat. Kesên demeke dirêj li ser pişta egîtên hêja hebûna xwe di nava tevgerê de dewam dikirin, bawer kirin ku tevger ê careke din nikaribe bi ser xwe ve bê û lewma xiyanet li ser vê tevgerê ferz kirin ku di dîrokê de xiyaneteke bi vî rengî kêm tê dîtin. Tevî vê xiyanetê û helwestên bêberpirsiyarî yên AKP’ê jî, xeta PKK û KCK’ê xwe veguherand û demeke nû îlan kir û ev jî bûyereke girîng bû. Ev bûyerek bû, dewlet û hukûmeta AKP’ê ne li bendê bûn. Vê rewşê riya diyalogê bi dewletê re vekir. Di vê demê de gavên HADEP û DTP’ê avêtin hêjayî bi bîrxistinê ne. Xwepêşandan û mîtîngên domdar ên gelê Kurd gelek bûyer di nava xwe de dihewandin. Di gelek şaredariyan de hilgirtina berpirsiyariyê bandora xwe nîşan dida.

Van bûyeran hemûyan têrê nekir ku hukûmeta AKP’ê ji bo aştiyeke hevgirtî û çareseriyeke demokratîk gavê biavêje. Polîtîka xwe ya tesfiyekirinê bêhtir bêdeng û kûr dewam kir. Xwe neda ber berpirsiyariya siyasî ya gavên dewletê bi riya diyalogê avêtî û guhertinên huqûqî nekirin. Berevajî, hemû qanûnên li dijî Tevgera Azadiya Kurd bêhtir şidandin. Di du salên dawiyê de gotina ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ li zimanê xwe gerandin, cûtin û bi vê jî bi tenê rûyê xwe yê maskeya wî ketî xwarê, veşartin. Tevî hewldanên min, ên gel û yên PKK-KCK’ê yên bi niyeta baş hemûyan û ceribandinên agirbestên yekalî jî negeriya ji berhevkirina kurtêl, rant û hêzê ji bêçareseriyê. Li hemberî vê rewşê Kongreya Civaka Demokratîk KCD ku banê rêxistinên civaka sivîl e, dikare aliyê “Xweseriya Demokratîk” bi hêz bike.

Lê belê bi sedema ku AKP û partiyên din ên dewleta netewe ji xisletên bingehîn ên modela çareseriya demokratîk dûr bûn, ji aliyê zêhnî û pratîk ve jêre amade nebûn û heta rewşa wan a li pêşiyê asteng, bi awayekî neyênî bandor li pêvajoya dîrokî kir. Li pêvajoya diyalogê ya bi dewletê re bi awayekî siyasî xwedî derneketin. Bi vê ezmûn û tecrûbeyê eşkere bû, hem pêşîlêvekirina demokratîk, hem jî pêşîlêvekirina Kurd a parçeyek ji vê ye, eger bi ser neketibe di vê de berpirsê sereke ne dewlet e, lê belê olîgarşiya siyasî ye. Pêkhateyên olîgarşîk ên siyasî ku li pey rant û kurtêlên dewletê diçin, sedema bingehîn a xetimînê ne. Ev rewş ê ji nû ve Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd anî serê duriyan. Bersivên ji bo peyamên hatine şandin bêne dayîn, yan wê li gorî çareseriyeke demokratîk –bi kêmanî naveroka wê Xweseriya Demokratîk be –a manedar û aştiyeke bi rûmet bin, yan jî gelekî di ser şerê asta wî nizm ê sîh salên dawiyê re wê pêvajoyeke şerekî xweparastinê bi awayekî berfireh û bi awayekî yekalî yê rêveberiya KCK’ê ve dest pê bike. Mirov bi tenê ji vê pêvajoyê re bibêje, wê bibe demeke nû ya şer, ev ê têrê neke. Bi qasî ku mirov ji nûçeyên di çapemeniyê de fêhm dike, amadekariyên PKK-KCK’ê wê bi Kurdistaneke nû ya xwe disipêre otorîteya demokratîk ango bi îlana Rêveberiya Kurdistana Xweser a Demokratîk bi encam bibe.