Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

duvke roviGotînek heye dibêjin “şahidê rovî dûvika rovî ye”. Melûme, ji ber ku rovî heywanekî dize, dûvika wî, wî dide dest. Lê rovî ne dikare bi wî ve bijî, ne jî bêyî wî...Ji dûvika xwe hezdike ji ber ku wî şêrîn û cuda nîşandide; lê di heman demê de dixwaze ji wî qut jî bibe ji ber ku wî deşîfre dike. Ji ber wê ye divê rovî bizanibe bi dûvika xwe ve bijî. Ev dûvik carekî di hevîrê wî de cih girtiye êdî... Nikare jê qutbibe. Eger ku bixwaze jê qutbibe wê ji hêla genetîk û anatomîk ve veguhere tiştekî din. Yanî wê ji rovîtiyê derkeve.

Em qurnazî û piniya(sinsî) wî jî carekî wisa bînin bîra xwe û devdorê xwe binêrin ka ‘roviyên’ di vê psîkolojiyê de çiqas zêdene. AKP, rêxistina Gulen, CHP, MHP, BBP, El Qaîde, KDP û hwd...Her yek ji wan hem rovî ye, hem jî dûvike. Yek bêyî yê din nabe. Bi hev re hem di nava pevçûnêdene hem jî di nava tifaqêdene. Pevçûna wan jî, tifaqa wan jî ji berjewendiyên wan re xizmetê dike. Eger di navbera wan de pevçûn yan jî tifaq nebe wê tunebibin. Ji ber ku zarokên kapîtalîzmêne, sed rihmetî li gora xwediyê xwe tînin û wekî wê hebûna xwe bi krîz û kaosan didomînin.

Di Rojhilatanavîn de siyaseta klasîk wiha dimeşe. Her tişt fedayê berjewendiyane.Mînakên dawî, qetlîama sê şoreşgerên Kurd, Sara, Rojbîn û Ronahî; siyaseta ku li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşe û şerê hegemonya yê di navbera AKP û rêxistina Fetullah Gulen de ye.

Em binêrin ka AKP û rêxistina Fethullah Gulen çawa jî dişibin rovî û dûvika rovî. Yê ku AKP kir AKP rêxistina Gulen bû. Di heman demê de, yê ku dixwaze a niha AKP’ê lewaz bike, desthilatiya wî bike bin destê xwe jî dîsa rêxistina Gulen’e. Bi tifaqekî avabûn, dest û mil dane hevdu û çi bê aqlê mirov pêkanîn. Bi taybetî jî li ser gelê Kurd. Qetlîamên li gundên Kurdistanê, girtinên bê hed û hesab, êrîşên li ser gerîla, sekna li hemberî Rêber APO û qetlîama Parîsê çendek ji wanane. Eger em hewilbidin rêzbikin rûpel têrê nakin. Niha dixwazin di vê dema aloz de bile bela xwe bi gelê Kurd bidin û ji xwe re encam derxînin. Li aliyekî bi hev re şer dikin, qoltixê ji hev dixwazin, amadene ku kellê hev bifirînin; lê di heman demê de peyam didine gelê Kurd û dixwazin bêjin “me hun ji bîr nekirine”.

Temam. Gelê Kurd jî dizane ku vê dewleta faşîst ti carî ew ji bîr nekirine. Ji berê û pêve xwînê dibarîne ser Kurdistanê. Ma wê hema carekî ji bîra gel Kurd here? Ma qey ev mimkûne? Gelê Kurd çawa li Rojavayê Kurdistanê dijmin ji bîr nekir û yekser azadiya xwe bidestxist, wê bizanibe ku di vê rewşê de li Bakûrê Kurdistanê jî heman helwestê nîşanbide.

Em nikarin bêjin “ev ne şerê me ye” û xwe bidin aliyekî. Li Rojhilatanavîn êdî her tişt di nava hev de pêşdikeve. Şer jî azadî jî. Dîktatorî jî demokrasî jî. Newêrekî jî wêrekî jî. Her tişt.Rovî û dûvik ji hevdu acizbûne û di nava şer de ne.Wê demê eger ji her demê zêdetir tekoşîn bê meşandin, gelo emê nikaribin zêdetir nêzî azadiyê bibin? Bê guman. Dem ew deme ku hem AKP hem jî rêxistina dij Kurd Fetullah Gulen ji Kurdistanê bêne paqişkirin. Madem ew ne dilxwazê gelê Kurd û Kurdistanê ne em çima hîna jî wana di nava xwe de dihewînin û dihêlin lingê wan li xaka pîroz ya Kurdistanê bikeve? Ev dema ku ew hevdu qebûlnakin, ma em çima wana hîna jî qebûldikin? Erkê welatparêzane ku vê rewşê serastbikin. Bi taybetî jî ciwanên welatparêz yê Kurdistanê. Deynê me ji Kurdistanê re eve. Kî di vê demê de ji her demê zêdetir welatparêziya Kurdistanê neke heramzadeye. Vaye hilbijartinên herêmî li pêş me ne. Dersa ku heqdikin divê em bidin. Yek jî firsend ev firsende, an na wê miheqeq dîsa li hemberî gelê Kurd hêza xwe bikin yek, eniya dij Kurd û Kurdistan xurt bikin û bixwazin me di vê rewşê de bihêlin.

Niha em baştir femdikin ku yên li Kurdistanê cih dane “fetullah xoce efendî” hevkar û şirîkên dijmin in. Dîqet bikin yek ji wan feqîr nîne. Yek ji wan li Kurdistanê najî. Bi ser de jîher yek niha li hemberî gelê Kurd dibe namzetê şaredariyên bajarên me da ku hemû şaredariyên me teslîmê dewletê û Fetullah bikin. Yên ku di vê pevajoyê de ne kêleka gelê Kurd û Kurdistanê ne tirşikçîne, cehşin, hevkarin û ew jî dijmin in. Yên ku Sara, Rojbîn û Ronahî qetilkirin ev in. Yên ku hîna Rêber APO di nava îşkencexane ya Îmraliyê digirin ev in. Yên ku dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagirbikin ev in. Hewceye ku di vê pêvajoya xebatên hilbijartinê de, ne tenê şaredarî, divêxweseriya hemû bajarên Kurdistanê bê bidestxistin.

Eger ku ev kesana kulmeke wiha ji gelê Kurd bixwin, careke din ne dikarin bi ser xwe de bên û ne jî dikarin êdî wisa bi hêsanî li Kurdistanê hespê xwe bibezînin. Ev di serî de karê ciwanên Kurdistanê ye. Bi her cureyên parastinê ve aktîf barê pêvajoyê girtina ser xwe, wê me bibe zaferê. Hewceye ciwanên Kurd bi sekneke wiha navê xwe li dîroka Kurdistanê bidin nivîsandin. Niha rêxistina Gulen can dide. Li ber sekaretê ye. Ka em bi hev re bi hemû hêza xwe ve pehîna dawî lê bidin. Bi taybetî divê ciwanên Cizîr, Gever, Nisêbîn, Wan û Bazîdê pêşengiya hemleyeke wiha bikin. Em bikin ku bila rovî li aliyekî, dûvika wî li aliyekî biçe.Em bikin ku bi mezinkirina gerîla ve bigihîjin armanca xwe.

Serhad Tendurek