Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

cenvre21Em Kurd careke din bi pêvajoyeke dîrokî re rûbirû ne. Careke din qijika berateyan li rûyê asîmanên Kurdistanê digerin. Careke din dîrok xwe dûbare dike û dixwaze pergala xwe li ser Kurdan bi fermaneke giran rêvebibe.

Bêyî ku em li ser îro lêhûrbûn bikin û biaxivin, em dakevin nava dîrokê û hewl bidin roja îro hîn zelaltir bibînin.

Ji vê sad salî berê Kurdan gelek êşên mezin jiyankir. Şerê yekem ê cîhanê bi milyonan mirovên mirî li pey xwe hêliştibûn. Di vî şerê pir qirêj de, bi sed hezaran Kurdan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Ruxmê ku şerê hatî kirin ne şerê Kurdan bû jî, Kurd dema bi zorê hatin koç û mişext kirin, di ser 600.000(şesed hezar) mirovên xwe can dabûn. Dîsa bi sed hezaran mirovên Kurd di nava artêşa Osmaniyan de can dabûn. Xûlase, Kurd ruxmê ku ne aliyekî vî şerê qirej bûn jî, dîsa nêzîkî mîlyonek mîrovên xwe jiyana xwe ji dest dabûn.

Herkes îro baş dizane ku şerê cîhane yê yekemîn şerekî parevekirinê yê di navbera çendîn dewletên emperyalist de bû. Gelên vê herêmê ti berjewendiyên xwe di nava vî şerî de tinebûn. Lê ruxmê van rastiyan, şerê parevekirina cîhanê herî zede li ser van axan meşîya.

Dewletên emperyal hîna dema ev şerê qirej neqediya bû biryar girtibûn ku, ka yê rojhilatanavîn çawa parvebikin.

Mînak hew peymanameya di navbera Îngilistan û Fransa ango bi navê xwe yê din yê bi nav û deng: Sykes-Pîcot. Di rastiyê da bi vê peymanamê Kurdistan dabûn Rûsya, dîsa beşekî mezin ê Kurdistan’ê dabûn Fransa û beşekî mezin jî ketibû para Îngilistan’ê. Lê kengî li Rûsya şoreşa 17’ê cotmehê çêbû wê demê gelek pîlansazî serûbinbûn. Rûsya paşvekişiya. Ji bona vê pîlansaziyên nû hatin amadekirin.

Pîlansaziya yekem:

Konferansa San Remo di dîroka 18–26’ê avrêla 1920’de hat çekirin.

Konferansa Sewrê 10’ê tebaxa 1920’de çêbû.

Konferansa Parîs’ê di navbera çileya 1919 û 21’ê çileya 1921’de çêbû.

Konferansa Londra’yê di navbera 21’ê sibatê û 14’ê adara 1921’de çêbû.

Konferansa Qahîrê di sala 1922’de çêbû.

Konferansa Lozan’e jî 24’ê tîrmeha 1923’de çebû.

Her konfransek li gorî xwe wateyeke xwe ya girîng heye. Lê em Kurd herî zêde konferansa Sewr û Konferansa Lozan’ê dizanin. Ji ber ku yek ji van qala Kurda û mafên Kurdan dike û yek jî di bingeh de Kurdan înkar ango nikulhi dike. Sewr qala mafê Kurdan dike û Lozan jî Kurdan înkar dike.

Halbûkî derbarê Kurdan de biryar di konferansên din de veşartî hatine girtin. Rêber Apo herî zêde qala konferansa Qahîrê dike. Dibêje ku, biryara red ango înkara Kurdan di konferansa Qahîrê de hatiye girtin.

Pir balkêşe ku hîna di sala 1916’de du dewletên emperyalîst Kurdistan’ê nasnakin û diyarî Rûsya dikin. Lê kengî li Rûsya şoreşa 17’ê cotmehê çêdîbe û van leyîstokên qirêj dibîne û xwe paşvedikişîne ev dewletên emperyal careke din bi şêweyekî dîtir projeyên xwe yên qirêj didomînin.

Pir balkêşe ku dewletên emperyal di konferansa Sewrê de di darbarê Kurda û Ermeniyan de gelek biryar digirin. Heta ev konferans li ser esasê 13 Fasil û 433 xalan pêk tê. Gelek xal bi tenê li ser Kurd û Kurdistan’ê ne.

Lê ruxmê ku her tişt hîna neqadiyaye piştî Sewr’ê Konferanseke tengtir de biryarên nû tên girtin. Ev jî konferansa ku li Londra’yê di navbera 21’ê sibat û 14’ê adara 1921’de çêbûyî ye.

Konferansa Londra’yê de biryar tê girtin ku eger dewleta Tirk şertên wan qebûl bikin ango bipejirînin wê rewşa Tirkiyê û biryarên ku di konferansa Sewr’ê de girtine di berçavan re derbasbikin. Şert çi ne?

Tirkiye’yê qireka ango Bosporus’ê tevahî teslîmê dewletên emperyalîst bike. Tabî pêwîste dewleta Tirk dev ji Kerkûk û Misûl jî berde û hwd.

Em bala xwe bidin biryarên Sewr’ê tenê leyîstokên ku dewleta Tirk çav tirsî bikin e. Vala vala ev biryarên nû nehatine girtin. Armanc Tirkan bitirsîne û tavîza ji van jê vebike.

Ka em bînin bîra xwe dîplomatê Emerîkî Georg Kennan çi goti bû: “Pêşerojê de bi destekî şeytanî hemû trajedî ango êş hundirê van peymanan de hatine nivîsandin.”

Dîsa kesekî bî navê Wîllîam Eaglaton yê ku di hundir van konferansan da cîhe xwe girtibû wiha goti bû: “Hîna dema tad muhrkirine de metnek ango belgeyek mirî wêdetir ti tiştekî din nebû...”

Em ji bîra nekin ku axaftina her dû kesayetan jî li ser Konferansa Sewr’ê ye.

Em dirêj nekin, dîroka xwe de me dîtiye ka dewletên emperyal çawa nêzî mesela Kurdan bûne. Û me dîsa dît ka çawa di bin navê konferansên navnetewî de Kurd çawa hatine xapandin.

Dîsa me dît ku çawa Kurdên ti peywendiya xwe bi Kurdînî ve nînin weke temsîla Kurdan di konferansên curbecur de hatine nasandin û hatine şuxilandin.

Hîna balkêştir jî ewe ku hîna di konferansan de hîç Kurdek tine. Lê ruxmê vê jî wek heçko hîna jî dane nîşandane.

Em dirêj nekin, îro jî hema wisa weke berê sed salî dîsa kesên hevkar û noker carek din li qada navnetewî weke hespên Trûva beramberî Kurdan dixwazin bikarbînin.

Lê pêwîste ku herkes -lê belê herkes- bizane ku dema nokeran û hevkaran derbas bûye. Dema hevkarî, patexwerî, altaxî derbas bûye û bihurî ye.

Dem dema mirovên ku ji bona azadiya xwe were xwestin canê xwe bide ye. Yê ku dixwazin bi azadiya Kurdan bileyîzin pêwîste vêya jî baş bizanibin.

QASIM ENGÎN