Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Dewleta tirk bê navber li ser kurdan siyaseta qirkirina çandî dimeşîne. Wek ku Îsmaîl Beşîkçî Xoce jî gelek caran îfade kiriye, dewleta tirk kurdan wek bindest jî nahesibîne. Kurdan ji bindestan û koleyan hîn jêrtir dibîne û wisa jî nêzîk dibe. Ev jî tê wateya ku kurdan mirov nabîne.

asimilasyonDewleta tirk heke îro kurdan wek kolekî nabîne bêgûman sedemên xwe hene. Yek ji van sedeman bê nîqaş plansaziya ku bi salan ser kurdan de meşandine. Ango plansaziya jêra Plansaziya Islahata Şark têgotin e. Heke em bi gotinên me bînin ser ziman; terbiye kiina rojhilat e. Ango Kurdistan’ê ye.

Dewleta tirk hîna di salên 1920’de plansaziyên komkujiya kurdan dike. Plansaziya Islahata Şark, 24’ê Îlona 1925’de tê Meclîsa Turkiye a Mezin û dibe biryarek fermî.

Herkes dizane ku perçiqandina berxwedan ango serîrakirina Şêx Said’ê kal 1925 meha gûlane de ye. Dema serhildan tê perçiqandin Şêx Said û 46 hevalên wî 29’ê meha hezîrana 1925 tên darvekirin.

Çîrok dirêje, emê hewlbidin parçe parçe tevayî pêşveçûyînên ku qewimîn dema pêş de bidin.

Xûlase, bi darvekirina rû spiyên kurdan ve pêvajoke nû destpêdike. Ev pêvajoya nû bi yek gotinek were ser zimên: komkujiya fîzîkî û pêra jî komkujiya çandi ye.

Komkujiya fîzîkî û komkujiya çandî navê xwe: Plansaziya Islahata Şark e. Ev Plansazi 27 xalên xwe hene. Naveroka hemû xalan yek e; kurdan tune bikin.

Vala vala wezîrê dada Turkiyê, yê 1930’an Mahmut Esat Bozkurt wiha nabêje:

“Em wek Turkiye, li hemû cihê cihanê, azad dijîn. Endamê we, cihek wek li wir heyî ji bo ku karibe ramanên xwe bi ji dilî bîne ser ziman tudere wek li wer heyî nikaribû bibîne. Ji bona vê ezê hêstên xwe venaşêrim.

Tenê Turk li vî welatî, hem xwediye hem ji bege. Ev yên ku ne ji xwîna zelal ê turkan tên, li vi welatî tenê mafekî van heye: mafê xizmetkar bûyîna tirkan û mafê kole bûne.

Dost û dijmin û çiya jî pêwiste vê heqiqatê wilo bizane.”

Ev gotinên tevda faşizan bingeha plansaziya ku li 24 îlona 1925’de hatiye biryar kirine. Yek ji bêgûman kirinên ku di navbera 1925 û 1930 hatina meşandine. Dehan erîşen ku –bin navê serhildana kurdan-birin ser kurdan de sed hezaran mirovên kurd hatibûn qetilkirin. Koçkirin. Mişextkirin.

Bi zimanek din, hatin “T” kirin. Ango Te’dib, Tenkil, Taqtil, Tehcir, Temsil, Temdin, Tasfiye kirin…

Em pir dûr neçin. Serokomarê dewleta tirk pir zû de armanca van çiye tîne ser ziman. Di pirtûka bi navê Gûlên min yên Çiyayi de wiha tê gotin:

Atatırk ji bona keça ciwan a misyoner pêçiya xwe dirêj dike û jêr e: Here, biçe gundên çiyayî- civakek bi jin û rêya dayîkan tê fetih kirin. Keçên ku tu li vêderê bigire amade bike. Piştra carek din wan rêke cihên xwe, ango yên van. Tiştên ku te fêrî wan kiriye ê xwera bibin û cihê ku ew biçin jî ê wan fêrbikin.”

Em bala xwe bidin, tiştên ku ev keçên kurdan pişt tevayî komkujiyên ku jîyan bûyîn li dibistanên turkan, ango metingeran ferbûyîn bibin çinin? Begûman çand û serdestiya metingerane. Zimanê tirkiye, çanda tirkiye, mezin buyîna tirkan e. Û bêguman biçûk xistina kurdane. Biçûk kirina zimane kurdane.

Ziman: “Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê.”

Lê nimûne ku me ser gotinên Atatırk ji bo mamostayek misyoner dît, bi yek gotineke: helandin û bişavtin kirina kurdane.

Bişavtin ango asimilasyon çiye:

“Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke.”

Baş e, dewleta tirk tenê bi ziman qedexe kirin û bişavtin têr bûye? Bêgûman na.

Dewleta tirk armancek xwe yê bingehin jî komkujî û qirkirina çandi ye. Komkuji û qirkirina çandî:

“Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin.”

Em bipirsin, di îro de em dîroka xwe binêrin, çi qewimiye? Çi serê kurdan, zimanê wan, çanda wan hatiye?

Ê berdewam bike…

QASIM ENGÎN