Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Dewleta tirk hemberê Kurdan bi tîpên xwe yên T tê naskirin.

Çine ev T ?

Te’dîb; ango anîna xetê, edeb dayîn.

Tenkîl; ceza kirin.

Taqtîl; qetilkirin.

Tehcîr; dayîna koç kirin.

Temsîl; bişavtin.

Temdîn; medenî kirin ango Tirk kirin.

images000Tasfîye; bê bandor kirin, ji holê rakirin.

Dewleta tirk di salên 1924 vir ve li hemberî Kurdan bi herfên T kar dike. Em dizanin ku dewleta tirk bi hevpeymana Lozan’ê re ketibû pêvajoyeke nû. Navê vê pêvajoyê islahat û fûtuhatê, ev jî destpekirina qirkina Kurdan e. Lozan 24’ê tîrmêha 1923’an hatibû mohrkirin. Bi pê re jî stratejiya biratiya navbera Kurdan hat binpêkirin û pêvajoyeke nû wek me got destpêkir. Ev pêvajoya nû serî lêdana tîpên T’nin.

Em dizanin ku dewleta Tirk bi şêweyekî veşartî 24’ê Îlon’a 1925’an bi biryara “Şark Islahat Planı” girtibû. Em bala xwe bidin vê dîrokê. Ev dîrok pişt binpêkirina rabûna Şêx Seid’e. Ango berxwedaniya di dîrokê de wek berxwedaniya Şêx Said tê naskirin.

Dewleta tirk bi hevpeymana Lozan re dest bi înkar kirina Kurdan kiriye, ango bîryar daye ku di nava sinorên ku wek Mîsakî Mîlli tên naskirin yek netewekî avabike. Bi zimanekî din, biryar dane ku Kurdan qetilbikin, koçbikin, mişext bikin, rabikin, înkar bikin, îmha bikin, çand û zimanê van qedexe bikin hwd.

Dewleta tirk ji bo ku karibe van nezîkatiyên dij-mirovatiyê pêk bîne, pêwîst bû ku Kurdan ewel bi rê û rêbazên rakirina fîzîka Kurdan rê destêbike. Ango heya astekî rakirina fizîkî temam bike. Bi pêra dest bi tasfiyekirineke nû bike.

Ev jî bi tîpa ku me wek T navlêkir kirine. Ango: Te’dîb, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn, Tasfîye.

Encamên van T’yan ji bona Kurdan pir xeterbûne. Ji bona Kurdan gelek caran pir giran bûne. Dîsa pir caran mirin û kuştin bûne.

Yek jî bê gûman bişavtin û komkujî ango qirkirin bûye.

Rêber Apo bişavtinê re:

“Asîmîlasyon ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya koletiyê pêk tînin, ji bo ku van koman bikin dûvik û movikên xwe, bikartînin. Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke” dibêje.

Lê dema ku ev bişavtina têrê nake îcar jî dest bi komkûjiyê dikin, ango qirkirinê dikin.

Ji bona qirkirina Kurdan jî Rêber Apo:

“Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Li gorî rewşê ji herdu rêbazan yek tê tercîhkirin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê yekê jenosîdên ji bo çanda Cihû û gelê wê ye. Tevahiya dîrokê Cihû hem di qada maddî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bi hêz pêkanîn û ji ber vê, li hewldanên tinekirin û derbên fizîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, timûtim qirkirinên weke pogrom têne binavkirin bi serê wan de hatin. Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne, û zêdetir çanda dewleta netewe û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tê ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya weke mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê dewleta netewe û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom têne hêran û bi vî awayî hewl didin wan tine bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fizîkî bêhtir bi êş û jan e, cureyekî qirkirinê ye, dirêj dajo. Encamên rê li ber vedike ji ya fizîkî bi zêdetir felaket in; ji bo gel an jî civakekê felaketa herî mezin e ku di jiyanê de lê rast bê yan jî bi serî de bê. Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e” dibêje.

Em carek din bala xwe bidin dewleta tirk, çi rêbazê bişavtinê terk kiriye, çi jî dev ji qirkirinan berdaye. Bi kurtasî carek din bi zimanek din; dewleta tirk tîpên T ango: Te’dîb, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn, Tasfîye, terk nekiriye.

Em hîç dûr neçin, hem li bakûrê Kurdistan hem jî li Rojava’yê Kurdistan politikayên dewleta tirk pir zêde dişibin siyaseta tîpa T.

 

QASIM ENGÎN