Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Îro li Rojava’yê Kurdistan dilê hemû Kurdan diavejê. Jiberku çarenûsa Kurdan li wê derê ber bi diyarbûyînê ve diçe û wê biçe. Dibe ku ev di teoriya şoreşan de tiştekî nû be. Wek rêgez herdem parçeyên mezin çarenûsa parçeyên biçûk diyar kirine. Lê vê carê ev berovajî birêve diçe. Parçeyê biçûk çarenûsa parçeyên mezin diyar dike. Ango çarenûsa Kurdan îro li Rojava diyar dibe.

imagesÎro li Kurdistan’a Rojava hemû dijminên Kurdan bûne yek û erîşê dibin ser Kurdan. Em bala xwe bidinê; li Rojava di serî de îro Cephet El Nusra tevgereke pir mezin tîne ser Kurdan. Bi Cephet El Nusra ve Erebên paşverû di dewrê dene. Dîsa li pişt van dewleta Tirk heye. Em dizanin ku ev çeteyên Cephet El Nusra yek ser cihê xwe nava AAS ango Artêşa Azad a Suriye de digirin. Ev jî têwateya ku pişt wan de DYE heye.

Milêkî din de rejîma BAAS a ku piştgirî ya xwe ji Îran’ê digire heye. Pişt wan yan jî kêleka wan kî heye ew jî diyare.

Em dizanin ku ev hêzen ku me li jor diyarkir çima hundirî van erîşan dane. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe li vir pir zêde hene. Dîsa dewletên Ereb dixwazin teqez Beşar Esad bibin da ku kanibin pêkanînên berjewendiyên xwe de muwefeqbin. Dewleta Îran naxwaze rola xwe ya sereke li herêmê bi terkîne. Lewma ewqas li pey Beşar disekine. Lewma ewqas hundirê êrîşên li dijî Kurdan de cîh digire.

Bê gûman em karin gelek hêzên dîtir yê ku di nava van siyasetên qirej de cîhe xwe digirin bi hejmêrin. Lê em di wê baweriyêdene ku mijar tê fêmkirin.

Lê mijarek heye ku em fem nakin! Ew jî mijara çima sinorê Başûrê Kurdistan’ê ku bi Rojava’yê Kurdistan re heye bi israr tê girtinê?

Qaşo kîjan parçeyê Kurdistan tengavî de be parçeyên ditir divê aligirîbikin. Piştevan bisekinin. Çi di milê aborî çijî di milê menewî de piştevanî bikin. Lê mixabin helwestaku li BaşûreKurdistan’ê di milê PDK ve tê raber kirin ne bivî şekliye, tam berovajiyê vê nêzîkbûnek heye. Em berdin piştgirî kirinê, PDK hem sînor digire hem jî ji boku tevgera Kurdên li Rojava lewaz bibe hêzen El Nusra re pêwendiya bi çekkirinê datîne. Pere dide. Tahrîk dike. Gurr dike. Ne tenê van tiştan dike, PDK yek jî dixwaze gelê Rojava’yê Kurdistan hewcedarî wan bibe. Jibo navê jî sînor tenê nagire her wiha nahêle ku yek çûk jî bifire. Herkes dizane ku dema Seddam ji ev sînora bivî şeklî nahati bû girtin.

Em pirsbikin, dema Cephet El Nusra, Tirk, BAAS û AAS ewqas êrîşî ser kurdan dikin, ev helwesta PDK wateya xwe çiye? PDK dixwaze çibike? Hele dema ku îro behsa Kongreyeke Netewî tê kirin, ev karên ne dirê de sedemê xwe çine?

Pirsên me rewane û dicîh de ne. Pêwîste ev pirsana werin bersivandin. Eger bersiv nede, PDK nikare xwe ji bin rewşa tewanbariyê de xelasbike. An jî nikare bêje ku têkiliyên xwe bi Cephet El Nusra re nîne. Tam dema ku çeteyên Cephet El Nusra bi hovane êrîşî gelê meyê Rojava dikin sînor girtin, dijî van êrîşên hovane derneketin îzahatên xwe nabin.

Em ji bîr nekin: bêdeng bûyîn rengê xwe nîşandane. Bêdeng bûyîn bi dengbûyîne. Alî bûyîne.

Hetanî ku PDK vekirî helwestê xwe di mijara Cephet El Nusra û darbarê girtina sînorê Rojava diyar neke, hem rexneyên ku em dikin emê berdewam bikin û hem jî tewanbarî ya ku li ser PDK heye nikare rabike û li bin vanderbikeve.

QASIM ENGÎN