Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Wê demê pêwîste dê helwestên exlaqî çibin, divê nêzîkbûn çawa werin pêşxistin, ji ber ku çareseriya şoreşgerî heye, girêdaniya vê yekê bi azadiyê ve çi ye? hezkirin û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdaniya vê yekê bi azadiyê re çiqas e? Pêwîste mirov bersiva van pirsan tevî bide. Jixwe li gel me azadî tenê bi şer tê bi destxistin. Ji ber ku em ne azadiyê koletiyê dijîn. Li gor ku di bin koletiyê de azadî nayê hizirandin, têkîliyeke azad jî nayê hizirandin. Ev jî rastiyeke û dualî ye. imageshunê aliyekî vê yekê jî wiha bibînin, her çiqas em xwe azad hîs dikin û bi viyaneke azad têkîliyan datînin jî, ev xwe xelitandin e. Ev tenê di qadekê de ne, di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Hun azad nînin, ji netewbûnê derketine, ji taybetmendiyên her civakê yên bingehîn dûr in. Bi vê rewşa xwe ve hun dikarin çawa bibêjin ku em azad in? Ew qaşo demokratên ku li ser bingehê dijmin, hatine xelaskirin dibêjin em azad in. Li ser bingehê tunekirin û bişaftina dijmin dibin demokrat û xwe azad dibînin. Ev nêzîkbûneke xeter e, tu pêwendiya xwe bi azadiyê re nîne, demagojîk e. bi qasî ku bi welat û bi rastiya civakî ve pêwendiya xwe nîne, li gel dijmin têkîliyeke xwe ya li ser bingehê xayiniyê heye. Tu pêwendiyên xayinan jî bi azadiyê re nîne. Ji ber wê jî têkîliyên jin û zilam bi azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, bi derbaskirina koletiyê ve gengaz e, ev yek jî bi şer ve gengaz e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin di têkîliyên jin û zilam de bigihên azadiyê hun neçarin jiyanê azad bikin.

Ev yek gelekî zelal e. Ger hun vê pirsgirêkê weke hevxapandinê û xelitandinê nabînin, ger hun dîtineke bi rengê hevpariya azad û şervantiya azad nêzîk dibin, we pê bawerî aniye, wê demê hunê vê bibêjin, hîna gelek karên ku em bi cih bînin hene. Tekoşîneke azadiyê ya ku em bi ser bixin heye. Gihiştina jinê ya zilam, gihiştina zilam a ji jinê re, di vê çerçoveyê de wateyê diderbirîne. Ger ne wiha be, dê bibe jirêderxistin, dê bibe lêyîstok, dê bibe durûtî. Gotina we ya “me hev dît em li hev hatin” û hev xistina we nayê efûkirin. Jixwe hindek hev digrin û direvin. Di vir de têkîliya şer û azadiyê ber bi xiyanetê ve tê birin. Çi pêwendiya we bi avakirina têkîliya azad ve heye? ma we kîjan arîşeyê azadiyê çareser kir ku hun vê asayî bibînin? Bêyî ku hewldanên şerê azadiyê ku gelekî pîroz e were jiyîn, bi rastiya me ve bi taybet di nava partiyê de têkîliyên di navbera zayendan de yên bi wate, bi têkîliyên erzan ve nayên pêşxistin. Pêwîste mirov ji vê yekê bawer neke. Ev tenê rêgezek nîne, di heman demê de raveya rastiyê ye. ji ber ku li gorî me, li ser têkîliyên jin û zilam pêwîste azadî serdest be. Ev rêgeza giştî em şerê azadiyê bidin jî nedin jî derbasdar e.

Lê belê ji bo me tenê rêgez têr nake, yek jî rastiya îro heye. Ew jî koletî ye. Hunê vê koletiyê bibînin, hun nikarin koletiyê ji neditî ve werin. Bi tenê xwe spartina rêgez, û bi wî rengî têkîlî pêşxistin jî têr nake. Jixwe xala herî zêde ya ku heval xwe tê de şaş dikin ev der e. qaşo li gor rêgeza azadiyê dikarin têkîliyê avabikin, dibêjin “ez azad im” û xwe dispêrin rêgeza azadiyê têkîliyê bi pêş dixînin. Ew şêwazê kesê ku di nava xefletê de ye. Gelo ma rêgeza azadiyê di şênber de tê jiyîn an na? Bi serkeftiye yan na? Gelek kes vî tiştî nahesibînin. Di bingehê têkîliyê  çelexwarî de ev yek heye. wisa bawer dikin ku bêyî ku şerê azadiyê bimeşînin, dê têkîliya azad, evîn, zewac û dostaniyê bijîn. Ev xwe şaşkirin e, him jî xwe şaşkirineke gelekî cidî ye. Xwe şaşkirineke ku gelekî hêsan dikevine navê ye. Ev jî ji hemû aliyan ve rewşeke derveyî rastiyê ye. Ji ber ku derveyî rastiyê ye, têkîliyeke bitenduristî jî nîne. Qaşo girêdaniya dil, girêdaniya hest ew qasî bi hêze ku tu şer nikare wê hilweşîne. Em li kesê ku di nava têkîliyeke wisa de ne temaşe bikin, di nava du rojan de ava wê têkîliyê derdixin. Tê wê wateyê ku hun derewkar in, hun nikarin rast binirxînin. Piştre jî her yek ji we dibin belayek.

Me ev tişt got, çawa ku malbat li pêşiya azadiyê asteng e, ger ew neyê derbaskirin em nikarin bigihên azadiyê di nava partiyê de jî, ew pergala têkîliyan a ku dualiye jî, neyê derbaskirin em nikarin di şerê azadiyê de pêş bikevin. Ger em malbatê û malbatgeriyê derbas bikin, emê bikaribin di azadiya civakî û netewbûnê de pêşketinan ava bikin. Di têkîliyên dualî de jî, ew seranseriya heye, tengbûn û sextetiya ku heye em çiqasî derbas bikin, hem dê şoreşê bi pêş bikeve û şerê azadiyê bihêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê dê wateya têkîliyên di navbera zayendan de xwerû bibe, asayî bibe, dê her cure sergirtinan, derewan, dûrûtiyan û ji xapandinan were rizgarkirin. Pêwîste ev hêman baş were tê gihiştin û baş were pêkanînin. Erkeke me ya erênî jî, di vê benda çaremîn de veşartiye. Rêgeza azadiyê baş e, lê belê her tişt bi wê nayê çareserkirin. Ew bingeh e, ango di navbera zayendan de ferzkirin nîne. Hizirandina bi ferzkirinê, yan jî bi pereyan ferzkirina têkîliyan li dij rêgeza me ya azadiyee ya giştî ye. bêyî ku rewşa koletî ya ku heye were derbaskirin, bêyî ku asta milîtanekî serkeftî were bidestxistin, bêyî ku ew bi xwe bandora şer a azadkirinê pêk neyne û wê nejî, mirovek nikare vê rêgeza azadiyê bi rê ve bibe. Ger hem di rêgez de hem jî di şênber de rewş ev be, pêwîste ya kevin ferz neke. Dawiya ew kesên ku dibêjin, “ezê tiştê dizanim bikim, azwerî gelekî bihêz in, hest, rêgez û rêpîvanan nas nakim” diyar e. Li gel me gelek kes vî tiştî dikin, ew jî yan dê biçin xiyanetê yan jî bibin xirabkarên ku nayên zevtkirin. Ma bi vî rengî nabe? Li gelek cihan ên ku xwe ferz dikin hene. Ev kes ji rêgez, azadî û ji bingehê dîrokî yên têkîliyên azad bêagahî ne. Ji rewşa şênberiyê jî bêagahî ne. Çi ye, qaşo gelekî hev diecibînin û dê hev bigrin û birevînin. Ev têkîliyekê dizî ya herî hov û ketîbûnê ye. Ji ber vê sedemê yê ku ji refên me direvin jî hene. Hindek kes bûne navgînên provakasyonan jî. Heta li partiyê rexneyên neheq jî dikin. Ev dijminê azadiyê ne, mirov dikare tîpên wiha weke kujerên têkîliyên pîroz binirxîne. Wan gelekî partî jî xirabkirin, ji hêz xistin, pêşkêş kişandin, ji bo azwerî û hestyariyê nirxên herî bingehîn ber bi xiyanetê ve birin. Xebitîn ku gelek eniyan birûxînin. Ev di nava partiyê de bûn û endamê partiyê  yên demekê bûn. Lê belê ji ber ku bala xwe li rêgezên azadiyê û şênberbûna wê nekişandin ketin vê rewşê. Di serî de ne sîxur bûn, li ser bingehê hestan û azweriyên ku nikaribin xwe li ber bigrin nêzîk bûn. Encam jî rewşeke ku ji xiyanetê hîn xetertir bû. Ji vî aliyii ve gelek mînakên vî tiştî hatine jiyîn. Wê demê pêwîste em vê birînê baş fêm bikin.

Em baş têbigihên ku ger kole bi hêsanî nikarin malbatan avabikin, ji bo me jî ku em koletiyeke bi caran dijîn, têkîliyeke azad ewqas bi hêsanî nayê avakirin. Ev pêwîste baş were zanîn, hun di dibistan û saziyên çandî yên Tirkiyê de fêrî “dê çawa evîndarbûn çêbibe?” bûne. Dibe ku we romanên klasîk ên cîhanî de jî xwendibe, gelek ceribandin li pêşiya çavên we ne. Ger ev tiştên ku di PKK de tê pêkanîn azadî be, ger her cure rabûnên ji nû ve di şoreşa Kurdistanê de be, wê demê hunê girêdayî vê rêgezê bin û baş bizanibin û wê pêk bînin. Ger bi wî rengî be ew têkîliyên di romanên cîhanî de çine? Ew têkîliyên ku bi zaravayên kemalîst tê pêşxistin çi ye? Ew têkîliyên ku di çarçoveya kapîtalîzma di Tirkiyê de di bin zextên saziyên çandî ku bûrjuvaziya Tirkiyê bi rê ve dibe (di bin zextên îdeolojîk, em bibêjin rêpîvanên feodalî) çi ne û ev tişt xwe di nava me de çawa didin nîşandan? Di bin bandora van de mayin, bi wan re tevgerîn û çûyîna hindek çareseriyên sexte bi qasî ku li dijî xwezaya şerê me ye di heman demê de jî zehmet e. pratîk vî tiştî didin diyarkirin.