Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Regezperestiya civakî têgehek pir ne kewne. Herî zêde di salên 1970’yî virdatir tê bi karanîn. Ev têgeh tê çi wateyê? Ango dema gotina regezperestiya civakî te ser zimên, pêwîste em çi fambikin?

Civak ji bo her kesekî nava wî da dayîk dibe nêzîkbûyînekî raber dike. Wê mane dana ji bo jin û ji bo mêr, li civakê rolekî bar dike. Civak ji bo zilam û ji bo jin rolekî taybet diyar dike. Ev rol barkirin ne li ser hîma bîyolojîk tê kirin. Ev rol barkirin li ser pîvanên ku civak ji bo jin û mêr dike tê kirin. Bi gotineke dîtir, rengê civakê çawaye nêzîk bûn jî bi wî şêweyî tê kirin. Bêguman civak dema van wateyan li ser jin û zilam bardike mabesta xwe heye. Armancên xwe heye. Û dixwaze ev mêr an jî jin li gorî vê civakê tevbigere.

kandinlarDîroka mirovahiyê de newekhevî ango neyeksanî, dema şikestina zayendiya yekem de pêşketiye. Şikestina zayendiya yekem jî dema ku civak bi destwerdana desthilatdariyê re rû bi rû dibe çêdibe. Dayîksalarî bi destê rahîb, fermandarê leşkeri û bi destê zilamê xwedan ezmûn tê hilweşandin. Encamê vê hilweşandina pergala dayîksalarî cihê wê baviksalarî digire. Bi pêra jî em dizanin ku çawa ev pergala baviksalarî veguherî bajar, çîn û dewlet. Bi dewlet jî destpêkirina şikandina zayenda yekem destpêkir.

Bi kurtasî, regezperestiya civakî ji vê rojê şûndatir destpêkiriye û heta îro hatiye. Dema em tên iro jî em dibînin ku çi sîstema bavîksalarî ango desthilatdariya mêr li ser mirovatî çekiriye. Welê çekiriye kî nezîkbûna jin cûda bûye û yê mêr cûda bûye. Wisa kiriye ku dema keçek tê dinê, ev keça demeki şûndatir hemû reftarên wê tên diyarkirin. Zilam jî hemû hareketên wî tên diyarkirin.

Bi zimenekî din, “jin wekî jin ji dayîk nabe, jin tê jinî kirin. Dîsa zilam jî wekî zilam ji dayik nabe, zilam tê zilamî kirin.

Ê ku ev rewş afirandî jî zilamê desthilatdar e. Zilamê dewlet çêkirî ye. Zilamê destavetiye bermahîyên zêde yên civakê.

Taybetmendiyên civaka xwezayî bi van nêzîkbûnan hatiye berevajîkirin. Civak ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Bêgûman ev jî hêliştiyê ku mirovên nava vê pergalê da dijîn ji xwezaya xwe dûr bikevin. Ev jî tê wateya ji rê derketinê.

Vê menê de pirsgirêka herî zêde ya mêre. Ango ya zilam e. Ev desthilatdariya zilam a heyî dahûrandin ji deh carî dahurandina jina ku hatiye kole ango bendekirin girantir e.

Çima ev welê ye? Ji ber ku desthilatdariya zilam koletiya jinê bi xwera aniye û evê jî hêliştiya ku jiyan pir hejar ango xizan be.

Civaka bi pir rengî bi desthilatdariya mêr dibe yek rengî.

Çanda zilam hêliştiye ku seranserê dîroka mirovahiyê bibe şer. Ango bi vî hişmendiya zilam diroka mirovahiyê were bin pekirin.

Pêwîste em ji bîranekin ku çanda şidet ango tundî civakê de çandek çêdike. Karakterekî hundirîn dide avakirin. Û em ji biranekin ku ev çanda jî hîma xwe da milê dewlet ve te gur kirin, xwedan kirin.

Bi cewheri em mijareke din bînin ser zimên, ango bi gotina bav û kalan em bêjin: bi şêwaz diyare mirov.

Em vegerin li ser xwe û nezîkbûnên xwe li hemberî vê mijarê di ber çavan re derbasbikin. Her yek ji me di milê xwe de vê regezperesti ango cinsiyetgeriyê pêşdixin. Hele eger em yek jî zilam bin hîn zêdetir em vêya pêşdixin.

Ji ber ku pergal welê hatiye avakirin û em jî di milê xwe de vê regezperestiyê pêşdixin. Em cudabûnî ango cewaziyê dixin nav jin û mêr. Em jî wek civaka hatî dabeşkirin û çînan nav xwe de dihewînê nêzîk bûnên dabeşkiri raber dikin. Em jî parçe dikin. Em jî cudahiyê dikin nav keç û xortan. Em jî – bi zanebûn nebe jî- pergala kapitalîst modernîst hundirî xwe de didin afirandin û didin jiyandin.

Pêwîste em van rastiyan bizanin da ku em karibin li dijî derkevin û li gorî vana tevbigerin. Dîsa em bizanin ku ev tiştên hatin kirin tiştên ku bi destên mirovan hatine kirinin. Ser mabesta da ku kanibin civakê gore xwe rêvebibin.

QASİM ENGÎN