Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Lê heke ev jî pêgirê ramyariya rastîn neyê kirin, dibe çavkaniya metirsiya mezin. Va di vê mijarê de jî asta pêşxistin û dahûrandinê, bi ya min asta min a ronahîbûnê hindek darîçav kiriye. Giyaneke xwe ya tine heye, zanebûneke xwe ya firotî heye. Yanî ku tu bibêjî bi gor rastîna Kurd pênaseya wê bide çêkirin, tenê ezê karibim vê bibêjim; gelo tu çiqas hatî firotin, di nav çend destan re derbas bûyî, te çend ezbenî guhertine, ma tiştekî bi navê te heye an na? Li ba veceniqandinekê, ezê lê binêrim ku belkî jî tiştekî bi navê te nîn e.

Ji dijmin rêçek ango siyek...

reber apoBalkêş e, her ku vedikolim peyda dikim. Ev têgîn bi rengê wehiyên pêxemberan bi ser min de tên û li min zorê dikin. Wekî din jî çareya me tine ye. Her ku em rastînê wernegirin, wergirtina hêzê, wergirtina nasname û kesayetiyê ne gengaz e.

Va, di vê xalê de mirovê herî azad ew mirov e ku dizane ka bi kûderê ve girêdayî ye û ew kes e ku dikeve hundirê çalakiya wê ya herî bi şidet.

Ango rastiyê...

Çendî ku tirsnak be jî, ev zewqê dide min. Kengê ku te zimanê rastînê wergirt, hingê tu dikarî nexweşiyê derbas bikî. Bi awayekî din tu nikarî li vê cîhanê bijî: Ev taybetmendiyeke min e. Rewşa mirovê di nava me de jî berevajiyê vê ye. Bi rastî jî çiqas birevî, dê tu ewqas vehesî. Tiştekî nayê bawerkirin e! Ji tîpên herî rewşenbîr re, herî ber bi rastiyê ve, çek di dest de; va, wêrekî bi şerkirine nîşan didin. Ên ku pêwîst e bi rastiyê ve girêdayî bin, mijara ku herî zêde tê de zorahiyê dikişînin ev e. Bi hezar caran diçine mirinê, lê nayên wê rastîna ramyarî ku serê xwe di yoma wê de didin, nasnameya azad û zemînê wê yê ramanî û rêxistinî. Ev nakokiyeke erjeng e. Niha ez hewl didim ku vê çareser bikim.

Di berê de çek girtina dest jî gihînekeke mezin bû. Di berê de peyvekê xistina devê mirovên me jî gihînekeke mezin bû. Tebî xebat pêşve çûye, lê hê jî em ji wergirtina nasnameyê dûr in. Ji ber ku em dûr in Demirel jî dibêje; “Ez nasnameya Kurd qebûl dikim!” Ger me nasnameyê hindek bi saxlemî wergirtiba, dê ji devê wî tenê ne ew peyv, bi cidiyeteke mezin dê wê nasnameya li hember xwe nas kiriba. Pir aliyên me yên jandar* hene.

Ez ber dikevim.

Belkî rewşenbîrên me ango yên ku hindek diramin û heta şoreşger jî dikarin bibêjin em xwedî îdîa ne. Lê ji ber ku biwêrekî nahizirin, nizanin wê çawa bijîn, Zîlanê nas nakin û ji ber ku eleqeyeke mezin nîşanê rastînê nadin, ez pir bihêrs dibim. Ev hemû xebatên rewşenbîrî û wêjeyî ne. Lê ditirsin, ên herî şoreşger jî ditirsin.

Takekes birçî ye...

Niha hemû ajo belaya ser in. Bisazîbûna ramyarî nîn e, bisazîbûna çandî nîn e, bisazîbûna leşkerî nîn e; di destên wî de tiştek nîn e. Tenêtiyeke tirsnak diderbirîne. Ez dibêjim tenêtiya xwe bibîne, bibîne û ger gengaz be, bi ser xwe ve biçe. Ez hewl didim ku mekanîzmayan pêşbixînim.

Bihêrs im.

Ez xwe bi zorê digirim. Lê ji ber ku naxwazim bin bikevim, ez dibêjim ezê bi azîneyeke cewaz rastînê lê pêwîst bikim. Va, ev mekanîzmaya bi navê PKK’ê hindek wisa pêk hatiye. Dîyalektîka ku civakê serûbin kiriye hindek wisa ye. Her ku ji rastînê rev çêdibe, ya min jî înada min digire û ez dibêjim bi van hindek rastînê bidime hîskirin.

Ez rastînê bi lêv dikim, rastînê birêxistin dikim û rastînê biçek dikim. Rastînê datînim pêşiya wan û bi vî awayî tola xwe distînim. Bi rastî jî pêwîstiyên paşnavê xwe tînim cî. Zewq dide min, ez hêrsa xwe hindek bi vê sivik dikim.

Ez li ser mirovê xwerû û bijartî pir disekinim. Heta dikare bê gotin ku kurtaseya jiyana min wilf nîşandayîna mirovê ji xwerû ber bi bijarte û ji bijarte ber bi mirovê xwerû ye.

Bi ya min mirovê xwerû mirovê herî bijarte ye. Lêgerîna min a bijarteyiyê, ji bo peydakirina mirovê xwerû ye.

Tebî ne ew mirovê di destpêkê de ku xwezayî û xwerû bû. Dê evê pir bibe ûtopîk û dozîneyî.

Mirovê xwerû dê çawa şekil bigire?

 

Bîrdoziyên mirovanî hene. Ê ku mirovanî û mirovî ye çî ye? Bi vê wateyê rizgarîxwaziya netewî ya Kurd ji bo min tenê amrazek e. Di bingeh de li paş vê amrazê mirovaniyeke kûr û lêgerîneke mirovî heye. Nexwe ne gengaz e ku ez vê çalakiyê pêşve bibim. Eleqeya min a mirovî di asteke awarte de ye.

 

Şiyarbûnî hatiye wê astê ku, hemû xuyangên diteyisin vedigerin bertekê. Min xwe vegerandiye mekanîzmayeke parastinê ya wisa. Ez dibêjim; berteka çewt raber kir, ezê bi berteka rast bersiv bidim. Ev rê li ber şerekî mezin vedike. Bi ya min çi eleqeya wî mirovê li hember min bi xwerûbûn û bijarteyiyê nîn e.

Ez timî vê pirsê ji xwe dikim; ez nikarim wek van bijîm û hûn dizanin ku ez najîm.

Ma ez dikarim di çerxa seretayî de, yan di çerxa navîn de, yan jî di çerxa niha de baştirîn bijîm?

Di her çerxî de, ne di ti çerxî de û di çerxên bên de dijîm.

Bi çerxan re navbera min ne baş e. Rewşeke cewaz e...

Mirovê bi tenê...

Helbet ev ji bo min pêwîst e. Ji ber ku pîrozbûn bi xwe ev e. Ger bi derdorê re biyek bibim, dê pîrozbûn bisekine. Ji ber ku disekine, dê çalakî bisekine, partî û tevger pêş nakeve. Ne tenê ji ber pêdiviya tevgerê, di felsefeya min a mirovanî de tetmîn nebûyîn heye.

Ez nahedirînim; ecibandin bila li virê bimîne, ez tirsnak û mezin bibertek im. Min rêxistina PKK’ê, vî şerî bi armancên ramyarî yên bingehîn ên civakê re girêdayî aniye rewşa bihevseng.

Teqîna bertekê...

Hêrsên min hene, yên ku naecibînim hene, redên min hene. Ez dixwazim van derbasî jiyanê bikim. Mesela li gund digotin, weke ku tê zanîn nakokiyên gund... Bi ser de here û çareser bike, -va tu ciwan î, bi gor rêpîvanên malbata me paşnavê te jî Ocalan e, here û çi pêwîst dike bike... Min got ez hêrsa xwe wisa nadim teqandin. Min xwe veşart, min manevrayeke balkêş li dar xist. Manevrayên min ên wisa, vegerandina wilfên min di asteke nayê bawerkirin de ne. Helbet ev dikarin ji bo hezê jî bêne gotin. Bi wan re jî mijûlahiyên pir alî hene. A herî guncav, ez di felsefeyê de lê geriyam. Me, ji vê re got polîtîkaya rizgariya netewî ya herî rast.

 

Lêgerînên min ên tirsnak hene.

Ez dixwazim hêrs û arzûyên xwe mezin bikim û ber bi dumahîka mezin ve bibim. Bûna zanyarekî baş, her wekî ev jî encamê hêrsê ye, dahîtî jî bi vê ve girêdayî ye. Di saziyên mêtînger de bûna bûroqrat, heta leşker, sivîl, bûroqratê ramyarî jî; min bi rengê gelo dibe pirsan ji xwe kirin. Ev jî ji rêzê ne û min vê ji rêzêbûnê peyitandibû. Min eleqeyê nîşan neda. Rastîna ramyariya sosyalîst ji bo min wateyeke mezin derbirand.

Sosyalîzm bûyereke rojaneyî ye, polîtîkayeke mezintirîn e. Vê yekê daxistina rastîna Kurdistanê, dê dijmînê wê bi gor rêzikên geometrî di asteke pêş de zêde bibin. Ev tê çi wateyê? Tam tê wê wateyê ku sahaya ku ez karibim bertekên xwe tê de biteqînim hatiye peydakirin.

Sedemê ku ez di ramyariya rizgariya netewî de ewqas balrakêş im; ji ber ku min zemînê mezinahiya hêrsê, lêgerînê û îdîayê wergirtiye. Zemînên din piçûk in, min tetmîn nakin. Bûna general ango ramyarek min tetmîn nake. Piraniya we bi bûna yekî ji rêzê qîma xwe tînin. Di van sînoran de mayîna min ne gengaz e. Ev bi xwe jî ji min re teng tê.

Zemînê Kurd lewaz e, lê ji ber ku di rewşa daringiyekî xam de ye, ez xwedî heteriyê me. Ger ez vê zemînê bi kar bînim, ezê karibim xwe hilavêjim zemînên din. Ezê karibim bi DYA’yê re mijûl bibim, karibim bi binkeyên kevnare yên Rojhilata Navîn re mijûl bibim. Hêviya vê bi xwe peroşî dide. Ez dibêjim dawiya vê xebatê jî dê baş be. Lê zemînê niha jî pir baş e û ev berhemê jî dide. Di vir de ger baldêrî bê nîşandan, ez ji rewşa hestyarî û hêrsî derdikevim û bi dumahîyeke ramyarî ya mezin ve diçim.

Ez rasteqînî me, ne serborîperest û xeyalperest...

Min bi gor pîvanên zanistiyê kirûya netewî pir vekola. Ez di wê astê de me ku dikarim qasî zanyarekî herî baş civakbûnê bi gor asta zanistiyê ya heyî fêm bikim.

Jê jî wêdetir ez çalakmendek im.

Erê çalakmend. Ev jî baş e... Ez propagandevanekî erjeng im. Rêxistinkar im. Timî di rewşa tevgerê de me. Ger ev hemû bi hev re nebin, hingê ez nexweşek im ango jiyîna min zor e. Pejirandina jiyanê li ba min, ewqas vekirin û hilgavtina mezin daye çêkirin. Evqas rêxistin, dê hemû jî di astên çekdarî ên herî metirsîdar de bibin şervan. Dê taybetmendiyên milîtan ên erjeng jî pêş bikevin. Baş bala xwe bidinê, rojane ez ewqas xwe digijgijînim nebû, tu dikî û tuyê bi vê bimirî. Li virê îdîaya jiyanê hêz qezenc dike. Divê bi reha tu bijî, her tişt bi jiyînê ve girêdayî ye.