Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

AKP bi vegotinên îslamî û demokratîk hat ser desthilatdariyê. Dema ku AKP hat ser desthilatdariyê piştî şerekî 20 salan demeke wisa bû ku civakê dixwest hinek rihet bibe. Ji sala 1980’yî ve civak di bin pêkutiyeke giran de bû. Ji ber vê yekê hesreta civakê ji bo demokrasiyê zêde bûbû. Ji aliyê din ve ekonomiya şerê 20 salan û krîza ekonomîk a 2001’an civakê xizan kiribû. Ya rastî cudahiya hatiniyên aborî yên di navbera tebeqeyên civakî de zêde kiribû. Civakê hem vebûna demokratîk dixwest hem jî hêvî dikir ku ji aliyê ekonomîk ve rewş baş bibe. Di wê pêvajoyê de hemû partî partiyên dema şer bûn û ji qewetê ketibûn. Jixwe krîza ekonomîk partiyên hikûmetê qedandibû. Di pêvajoya ku şer sekinîbû û hilweşandina ekonomîk li ser partiyên din mabû de AKP bi vegotina ji xwe re demokrat ji xwe re misilman bi tena serê xwe hat ser desthilatdariyê. DYE ya ku dixwest mudaxeleyî Iraqê bike  desthilatdariya AKP’ê erê kiribû. Ji ber ku di pêvajoya mudaxeleya Iraqê de partiyeke “hevkar û îslamparêz” wê pir bi kêrî karê DYE’yê bihata. Ya rastî derdora wê demê ji bo desthilatdarbûna partiyeke demokratên sosyal gelek guncaw bû. Lê di wê demê de bi sînor be jî ji bo ji hêviyên civakê re bibe bersiv partiyeke çepgir tune bû. Partiyeke çepgir a ku Îsmaîl Cem û Kemal Dervîş jî tê de bûn bûbû alternatîfeke cidî. Encax bi mudaxeleyekê –mudaxeleya DYE’yê dibe- ev yekîtî hat belavkirin û rê li ber AKP’ê vebû ku bi serê xwe bibe desthilatdar.

411Di deh salên dawîn de pir baş hat fêmkirin ku AKP ji xwe re demokrat e. Zelal bû ku hêviyên demokratîkbûnê yên gel bi şexsiyeta xwe ya ji xwe re demokrat vala derxist û daneheva demokratîkbûnê xerc kir, qedand. Hêviyên çareseriyê yên di pirsgirêka kurd de jî bi hin gavên şerê psîkolojîk (TRT 6 hwd.) pûç kir. Di civakê de meyla çareseriyê jî wiha qedand. Bi gotina; jixwe îro êdî pirsgirêka kurd nemaye; vebûn mebûn jî tune ye, rûyê xwe yê rastîn derxistiye holê. Jixwe di pirsgirêka kurd de tu carî vebûn çênebû. Di axaftina xwe ya dawîn de bi gotina; êdî vebûn mebûn tune ye, projeya yekîtî û bihevrebûna milî heye, îspat kir ku bi desthilatdariyên kevn re di heman rêyê de baz dide. Yên 12’ê îlonê diparastin jî, Ergenekonvan jî, Çîller jî, hemû deshilatdariyên dijminên kurd jî, partiyên siyasî jî gotibûn yekîtî û bihevrebûna milî; tiştekî din negotibûn. Vegotina yekîtî û bihevrebûna milî, zimanê  hevpar ê hemû zîhniyetên înkarvan, bişaftinkar û nîjadkujîgerên çandî ye.

Em ê vegotina demokrasiya sexte ya AKP’ê ya ku êdî azlû bûye nenirxînin. Îro çiqas misliman e, ya rastî em ê li ser şexsiyeta wê ya ji xwe re misliman bisekinin.

Mirov êdî ji AKP’ê re weke Rêberê gelê kurd balê dikşîne ser bibêje îslama dijber hîn rast-tir e. Mirov bibêje îslama hevkar û nerm jî mirov ê hin nirxan hêjayî AKP’ê bibîne.

200 sal in modernîteya kapîtalîst dixwaze Rojhilata Navîn radest bigire, AKP di viya de merhaleyeke nû îfade dike. AKP’ê îro li Rojhilata Navîn Hespê Trûvayê yê modernîteya kapîtalîst e. Di destê modernîteya kapîtalîst de serê beran e (ku pê deriyê sûran dişikandin). Li Rojhilata Navîn ji bo şikandina berxwedana çandî ya bi koka xwe bi hezaran salan, hêzeke sîxur e tê bikaranîn. Ne tenê çanda qedîm a Rojhilata Navîn a bi hezaran salan koka wê heye, îslama çandî ya 1500 salan jî tê hedefkirin. Jixwe îslama çandî bi nirxên nû dibe îfadeya çanda bi hezaran salan.

Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku hemû bawerî û olên yekxwedayî li ser derketine holê. Aşkere ye ku hemû ol jî rengê wan ê civakî bi giranî nirxên maf, dad û wekheviyê hildigirin. Erdnîgariya ku civakparêzî, çand û nirxên civakparêzî tê de herî xurt in. Ji ber vê yekê modernîteya kapîtalîst a xwe li ser takekesiyê bilind dike di fetihkirina Rojhilata Navîn de zehmetî dikişîne.

Niha ev Rojhilata Navîn, ew erdnîgarî ye ku AKP û partiyên weke wê bi kapîtalîzmê destnimêj didin girtin û dixwazin radest bigirin. Tu partiyeke kapîtalîst û burjûva bi qasî AKP’ê civakîbûnê belav nekiriye û takekesiya kapîtalîzmê belav nekiriye, civakê ev qas bêparastin nehiştiye. Tu temsîlkar û sîxurê kapîtalîzmê li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo kapîtalîzm civakê ev qas belav bike rol neleyîstibû. Ji vî aliyî ve modernîteya kapîtalîst di şexsê AKP’ê de sîxurê xwe yê herî girîng dîtiye. Ne tenê civakê belav kir, li ser navê îslamê di qedandina îslama çandî de rola herî bingehîn lîst. Îro ji bo di çerxa dagirkeriyê ya beşên îslamparêz de cihê xwe bigire di nav pêşbirkeke hevdu perçiqandin, di jiyana civakî de bi ser beşên burjûvaya klasîk ketin, îspat e ku vê rolê çiqas qebûl kirine û zexm kirine.

AKP ne tenê di qada civakî de, di qada siyasî de jî temsîlkar û serkarê xas ê modernîteya kapîtalîst e. DYE ji bo Tirkiyeyê bi welatên Rojhilata Navîn bide qebûlkirin û di ser viya re bigihê hedefên xwe yên siyasî ketiye nav hewldaneke ku AKP’ê ji nû ve boyax bike û rûyekî nû pê bide qezenckirin. Wisa ku xwestine AKP’ê bikin weke temsîlkarê hest û daxwaziyên gelên Rojhilata Navîn. DYE Tirkiye ku bi Îsraîlê re bikeve nav rageşiyeke bi kontrol ji bo vê armanca xwe pêwîst dîtiye. Ya rastî dewletên kûr ên Tirkiye û Îsraîlê ketine nav şerekî pevşêwirî. Ne Tirkiye dikare Îsraîlê, ne jî Îsraîl dikare Tirkiyeyê berde. Weke cêwiyên bi hev ve ne. Hebûna her duyan bi hev ve girêdayî ye. Tirkiye Îsraîlê bernade Îsraîl jî Tirkiyeyê. Tu rageşî û pevketin nikare vê têkiliyê ji holê rabike. Ji ber ku ev rewş dihat zanîn Erdogan li Davosê gotibû “One mînute”, Îsraîl jî Tirkiyeyê sûcdar kiribû. Ev şanoya Davosê ji bo ku bi AKP’ê rola hevseroktiya projeya mezin a Rojhilata Navîn were leyistandin hatiye pêşandan.

Me ji serî ve bi guman li rageşiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dinihêrt. Me baş dizanibû ku Tirkiye û Îsraîl du rûyêz madalyonekê ne. Ji ber vê yekê em difikirîn ku şanoya Davosê weke parçeyekî stratejiyeke hîn demdirêj e. Mîna rêya bi hêsanî xapandin û radestgirtina gelên Rojhilata Navîn me bi guman li Davosê dinihêrt. Bi rastî jî di pêvajoya ku zelalbûna aliyên li Rojhilata Navîn pêwîst dikir de careke din hate dîtin ku ewlehiya Îsraîlê di Tirkiyeyê re, hebûna Tirkiyeyê jî di Îsraîlê re derbas dibe. Ew Tirkiyeya ku te digot qey bi Îsraîlê re bişer e, ji bo mertalê parastina fuzeyan li Meletiyê were danîn destûr da.

Îsraîl û Tirkiye bi şerekî çawa yê pevşêwirî dixwazin bi hev re Rojhilata Navîn dîzayn bikin wezîrê berê yê AKP’yî Abdullatîf Şener bi bûyereke berbiçav danî holê. Hemşeriyê min û hem jî ji Zanistên Siyasî hevalê min ê polê Abdullatîf Şener jî bi mînakeke ku dayî raxistiye holê ka AKP sîxurekî çawa yê modernîteya kapîtalîst e. Jixwe Abdullatîf Şener gotiye “piştî ev hat ravekirin divê çapemenî bi rojan viya di manşetan de bide û nîqaş bike” û girîngiya mijarê diyar kiriye.

Destpêkê ji bo meraqê ji holê rakim ez vebêjim ka em çawa hevalên hev ê polê ze. Dema ez di Zanistên Siyasî de di pola yekemîn de bûm Abdullatîf Şener û bi kekê xwe Abdullah re ji Siyasalê re qeyda xwe çêkiribûn. Min xwest bi têkiliya hemşerîtiyê wan bandor bikim û bikişînim refên çepgiriyê. Di hevdîtina me ya duyem de kek û parazvanê Abdullatîf Şener Abdullah got “hemşeriyê min li qisûrê nenihêre em ê êdî neyên van hevdîtinan. Me di demeke kin de hîn kir ku di nav meyla îslamparêz de ne. Du xwendekarên îslamparêz bûn û dixwestin dibistana xwe biqedînin. Her tim di Siyasalê de di van pîvanan de xwendekarên îslamparêz hebûne. Heta di wan salan de dihat gotin ku îslamparêz ji bo ku dewletê bi dest bixin bi zanebûn qeyda xwe ji siyasalê re çêdikin.

Bi rastî jî Abdullatîf Şener îdîayek avêt holê ku divê bi rojan di çapemeniyê de li serê bê sekinandin. Li gor min îdîayeke mirov dikare pir jê bawer bike. Li gor kesayeta berdewamkirina têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê ye. Ji ber ku dewleta tirk her tim di nav nêzikatiyeke wiha de ye; em dikarin ji ber divêtiya avahiya xwe ya civakî dibe ku carna rexneyan li we bikin, nebî ku hûn vana şaş fêm bikin. Îsraîl jî viya normal dîtiye û bi xweşbînî pêşwazî kiriye. Wisa hatiye fikiriandin ku ji bo Tirkiye têkiliya xwe ya bi Îsraîlê re berdewam bike ev pêwîst e.

Abdullatîf Şener berpêş dike ku hatina serokê Hamasê Halît Meşal a Tirkiyeyê bi Îsraîlê re lihevkirî ye. Dema serokê Hamasê hatibû, li Tirkiyeyê ji bo hatina vî serokî bertekên mezin hatibûn nîşandan. Gava ku li Tirkiyeyê ji bo vê serdanê bertekên mezin hatibûn nîşandan Îsraîl jî heta Emerîka jî rexneyên cîdî li vê serdanê kiribûn. Di civîna wezîran a ku bi hinceta vê serdanê hatibû kirin de ji ber ku hin kesên neyînî nêzik bûbûn hebûn serokwezîr ji Ahmet Davûtoglu re gotibû sedema vê serdanê vebêje.  Ahmet Davutoglû jî bersiva em vê serdanê bi daxwaziya Îsraîlê dikin, Îsraîl rasterast bi Hamasê re hevdîtin nake, em kirin navbeynkar, di ser me re wê têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê bên meşandin, daye. Ango hatiye fêmkirin ku serdana Halît Meşal a ku tê gotin rê li ber rageşiya Îsraîl û Tirkiyeyê vekiriye bûyereke Îsraîl û Tirkiyeyê bi hev re plankirine ye.

Abdullatîf Şener ev agahî ji hundir girtiye. Li gor ku yek ji 4 kesên damezrîner ê AKP’ê ye ev agahî girtibe normal e. Hikûmet tu bertek ji bo vê îdîayê nîşan nedaye. Weke rêbaz di ser guhê xwe re avêtinê guncaw dîtiye. Ji ber ku bikeve rojevê wê bê fêmkirin ku hikûmet çawa civakê dixapîne. Çapemenî ew qas ji hikûmetê ditirse ku ne tenê çapemeniya alîgir, endamên weşanê yên din jî nikaribûne li ser vê mijarê bisekinin.

Abdullatîf Şener di hevpeyvîna di CNN’yê de kiribû de tim li ser nebûna azadiya çapemeniyê sekiniye. Wisa diyar kiriye ku pêşkêşvan jî li beramberî derxistina wî ya Tv’yê parêzvaniya AKP’ê kiriye û rewşê hevseng kiriye. Jixwe pêşkêşvan jî pirsên ku wê AKP’ê bipirsîna pirsiye û mîna ku bibêje ez parêzvaniya şeytên dikim rewşa xwe diyar kiriye.

 Niha bi rastî ji ev îdîa sivik e? Rûyê rastîn ê diyaroka herî bingehîn a îmaj afirandina AKP’ê dijberiya Îsraîlê derkeve holê nirxa wî ya nûçeyê tune ye? Mijareke mirov kûçik gez bike nirxa wî ya nûçeyê ji viya hezar qatîn zêdetir e nîn e?  Ger nirxa wî ya nûçeyê ev qas zêde be çima nayê dayîn? Em bersiva wî bidin: ji ber ku ev agahî awayê meşandina têkiliya  herî stratejîk a Tirkiyeyê deşîfre dike berevajiyê berjewendiyên neteweyî ye. Heta agahiyeke ku berjewendiyên neteweyî herî zêde tehdît dike ye. Ji ber vê yekê dana wê deşîfrekirina raza herî mezin, raza dewletê ye ku ev jî sûcê herî giran e. Çapemaniya tirk jî ji ber ku dema berjewendiyên neteweyî bûn mijara gotinê çi pêwîst be dikin niha jî wî dikin.

Ji polîtîkayên wê yên hem ekonomîk, hem civakî hem jî ji yên din pir baş tê fêmkirin ku AKP partiyeke îslamgir nîn e. Jixwe baskê fethullahgir ê hikûmetê Evangelîzma îslamê ye. Mirov dikare bibêje ku awayekî nû yê Sebateygiriyê ye jî. AKP jî bûye parçeyekî sermayeya Cihû ya navneteweyî. Niha klîka Erdogan û Fetullah li ser navê DYE û Îsraîlê Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Ya rast-tir Erdogan weke waliyê Tirkiyeyê yê modernîteya kapîtalîst çi bikeve ser milê wî dike.    

M. KARASÛ