Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Eger mirov kapîtalîzmê weke dînekî di heqê wî de zêde tê axaftin û çalakî têne kirin şîrove bike, dibe ku ji bo em lê serwext bibin bi kêr bê. Mekanê ku kapîtalîzmê serketina xwe lê bi dest xist Ewrûpa ye. Zêhniyeta Ewrûpayê tevî ku der barê kapîtalîzmê de gelek gotinan dibêje û çalakiyan dike, weke di gelek dînan de hatiye dîtin, rastiya hebûna kapîtalîzmê mîstîsîze kiriye. Xirîstiyan, sosyalîst û anarşîst jî di navê de yên weke dijber xuya dikin jî li ser heman xetê çûne. Eqil û fikra navenda wê Ewrûpa ekolek e. Ji sedsala 16’an ve weke sîstema dinyayê pêvajoya hegemonyayê dest pê kirine. Li gorî ponijîna min a şexsî, ev ekoleke wisa ye ku ji avakirina sîstemên xwedayî yên rahibên sumeran qat bi qat bi hostayî karîbûn mîstîfîkasyona rastiya civakê pêş bixînin. Di sîstema fikir û eqlê Rojavayê Ewrûpayê de ‘rêbaza zanistî’ xwedî roleke bingehîn e.

48Mirov jî di navê de, ez behsa zanista hayjêbûna ji xwezayê nakim. Zanist weke xizna hevpar a mirovatiyê bi qasî ku mirov neke malê ti kes, kom, sazî û neteweyî, anonîm e. Mirov ê eger ille behsa pîrozbûneke xwedayî bike, di vê çarçoveyê de mirov vê payeyê bide zanistê wê helwesteke nêzî rastiyê be. Lê belê ‘rêbaza zanistî’ di termînolojiya Ewrûpayê de xwedî cihekî cuda ye. Ew, prototîpa dîktatorê hemdem e. Ango şêweyê her cure dîktayê yê otorîter û total e. Ya rastî, ew tov e ku dikeve malzarokê. Rêbaz weke peyv tê maneya usûl, rê û terîqetê. Di destpêkê de her çend erênî be û bi kêra qabîliyeta fêmkirinê bê jî demeke dirêj wexta mirov pêve girêdayî bimîne rê li ber dîktatoriyeke zêhnî ya temam vedike. Li ser navê zanistê israra di mijara rêbazê de dikare mirov ber bi dîktatoriya herî bi tehlûke ve bibe. Jixwe dewletdariya netewe ya elman a ku parêzvaniyeke hişk a rêbaza zanistî dikir, çû faşîzmê û ev jî şîroveya me piştrast dike.

Bêguman li Rojavayê Ewrûpayê şoreşeke zêhniyetê pêk hatiye. Lê mirov vê, weke rêvekirinekê ji bo navendparêziya Ewrûpayê şîrove bike şaş e. Jixwe bi tevahî pêşengên vê şoreşê pêşketinên xwe yên zêhnî ji derveyî Ewrûpayê girtine.

Sosyolojiya Max Weber di warê têkilîdanîna rasyonalîzma Ewrûpayê bi pêşketina kapîtalîzmê re bi roleke girîng radibe. Weber di berhema xwe ya bi navê ‘Kapîtalîzm û Exlaqê Protestan’ de mîna bixwaze derî li vê tezê veke. Tevî ku di pêkhatina kapîtalîzmê de rola rasyonalîteyê yek ji sedemên diyarker e jî bi tena serê xwe mirov bi rasyonalîte û huqûqê vê diyardeyê nikare rave bike.

Di sosyolojiya Karl Marks de weke sîstem serketina kapîtalîzmê bi berhemdariya wê ya ekonomîk ve tê ravekirin. Ji ber ku ji tevahiya şêweyên hilberînê bêtir hildiberîne, nirxa zêde çêdike û werdigerîne sermaye û karê, bi vê qabîliyeta xwe rê li serketina kapîtalîzmê vekiriye. Kêm cih dide dîrok, polîtîka, îdeolojî, huqûq, cografya, çand û şaristaniyê. Mirov dikare van, weke kêmasiyên wî yên bingehîn ên nirxandinê destnîşan bike. Pir bi hêsayî bûye ekoleke ku dikare weke reduksiyonîzma ekonomîk were dîtin. Bêguman mirov nikare qîmeta analîzên sosyo-ekonomîk ji nedîtî ve bê. Lê cihên wan di nava sedemên din de ji ber ku baş nehatine zelalkirin, tevî îdeayên zanistî hemûyan tehlûkeya bikeve dogmatîzmê kêm nabe. Bi piranî ya ku qewimiye jî ji ber van kêmasiyan her tim tehlûke û rîsk hene.

Fikrên ku pêşketina kapîtalîzmê bi desthilatdariyê û bi îfadeya wê ya huqûqî ya bêhtir darî çav ‘dewleta modern’ ve girê didin, gelek in, ne hindik in. Di nav yekparebûna civakî de kok û rîşên hiyarerşiyên desthilatdariyê diçine gelekî kevn. Rola wan a di rêvebirin û meşandina jiyana maddî de yek ji sedemên bingehîn e. Lê zor bi xwe nikare rê li derketina jiyana maddî, ekonomî û weke serê wan kapîtalîzmê veke. Rolên sererastkirin, pêşdebirin û astengkirinê her tim di zikhev de bûn.

Serketina kapîtalîzmê li Bakur-Rojavayê Ewrûpayê girîngiya faktora cografî û mekanê wê radixe ber çavan. Pirî caran tê gotin ku Amsterdamê jêre dayiktî kiriye. Dîsa jî weke faktorên din cografya jî ji bo ravekirinê bi sînor e. Bêyî ku mirov zêde mezin bike, her tiştî li gorî qîmeta wî deyne, wê rastiya wî jî bi qîmeta wî diyar bibe.

Daxuyaniyên xwe dispêrin faktorên çandî û şaristaniyê hêza wan a şîroveyê nayê guftûgokirin. Kapîtalîzm, esas, di qonaxên pêşketina şaristaniyê de li qonaxa rizînê rast tê. Teza min a ez giraniya xwe didimê ev e. Çemê mezin ê şaristaniyê li devera diherike okyanûsê di heman demê de dawiya vê sîstemê ye jî. Ji bo vê jî bi awayekî sembolîk mirov dikare peravên Amsterdamê û Okyanûsa Atlasê destnîşan bike. Bêguman sîstem ji okyanûsê bihuriye, bi dewleta netewe ya DYE’yê bi hegemonyayeke nû karîbûye xwe bigihîne serê globalîzmê. Ji ber ku jiyan zêdetir ketiye rengekî ferazî û medyatîk, civaka zêde dixwe û xwe nîşan dide bûye serwer, li şûna ku ekonomî bersiva pêdiviyan bide daxwazan har dike, desthilatdarî ketiye heta bi tevahiya demarên zîro yên civakê, îdeologên sîstemê bi xwe behsa bê dîrokbûnê dikin, ev giş eşkere kaos û rizîna sîstemê îfade dikin.

Mirov bê dîrok, bê zeman nikare rastiyê bifikire. Pêşketin, beridandin, pircuretî û cudatî bi dîrokê dibe. Gotina bê serûbinî ji bo şêweyekî tê gotin. Ti şêwe û awa xwedî payeya bê serûbinî nîne. Di şêwegirtina civakan de têgînên mîna bê serûbinî, heta bi qiyametê, pêxemberê dawî, qanûnên naguherin, ji serî heta dawiyê û pêşketina bê dawî zêdetir bi dogmatîkbûna bawerî û fikrê re eleqedar e, di vê de hewldanên ji bo desthilatdariyeke mayînde û derdorên xwedî paye ji bo berjewendiyên xwe dewamî bikin, rol lîstine. Di vê de bi propagandayê baweriya cewherî bidestxistin û mayîndekirina berjewendiyan esas e. Lîberalîzma ku îdeolojiya navendî ya kapîtalîzmê ye, îdeaya wê ya bibe gotina dawî ya bê serûbinîbûnê, dubareya heman lîstikê ya modernîstîk e.

Wexta mirov kapîtalîzmê bi nav bike, divê weke fikir û çalakiyeke nayê guhertin, afirandî û xwedî yek navend e destnîşan neke. Ya rastî, di civakê de potansiyela berhemê zêde çiqasî pir bibe, komên di telş û terkan de kurtêlên civakê dikeritînin û ji vê çalakiya wan a sîstematîkbûyî re mirov dikare bibêje kapîtalîzm. Hejmara van kesan ti carî ji sedî yek û dudiyê civakê derbas nake. Hêza xwe ji firsendkarî û rêxistiniya xwe digirin. Ji ber ku li ser mekan xwe baş bi rêxistin dikin, di nava neqebên civakê de ku telşê wê hîn mezin dibin pêdiviyan dixin kontrolê, di meseleya erz û daxwazê de bi buhayan dilîzin û bi vî awayî serketina xwe bi dest dixin. Eger hêzên fermî yên civakê wan nexin kontrolê, berevajî wê ji îhtîkara (spekulasyon) wan bibin deyndar û di berdêlê de timî xwe bi îltîzaman (xwedî derketina neheq) xwedî bikin, ev komên piçûk ku di her civakê de hene wê weke efendiyên nû yên civakê bikaribin rewa bibin. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, nexasim di tevahiya civakên Rojhilata Navîn de komên bi vî rengî yên marjînal ên faîzxur û îhtîkarê her hebûn. Ji ber ku her tim civakê ji wan nefret dikir newêrîbûn ji telş û terkan derkevin. Rêveberên herî zordest ên civakê jî tu kes nikarîbûn van koman rewa bikin. Ne tenê kêm û piçûk hatine dîtin, di heman demê de weke hêza herî bi tehlûke û hêza dejenere hatine nirxandin. Her weha ji aliyê exlaqî ve weke tovê xirabiyê hatine hesibandin.

Di dîroka mirovatiyê de bi qasî çarsed salên bi navend Rojavayê Ewrûpayê şer, talan, komkujî, mêtinkarî û xirakirina xwezayê ti carî evqas nehatiye dîtin û ev yek têkiliya xwe bi sîstema hegemonîk re heye. Bêguman dîsa heman cografyayê şahidî li têkoşînên mezin ên dijber kiriye. Ev pêvajo ji bo mirovatiyê bi tevahî weke xisarekê nabe ku bê dîtin.

Ya ez dixwazim bikim ew e ku destketiyên mirovatiyê yên Rojava bi nirxên pozîtîf ên qedîm ên Rojhilat re sentez bikim û qevdeke tîrêjên rohniyê bidim pêngaveke manedar.

*ji paraznameya Şaristaniy Kapîtalîst hatiye girtin.

Rêber APO