Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo1Ez van rêzan di salvegera 32’an a navlixwedanîna PKK’ê de dinivîsim. Ji bo mirov nasnameya partiyeke modern, rol û serketina wê binirxîne, bawer dikim ku evqasî sal têrê dikin. Eger mirov li van salan dema komê jî zêde bike ji çil salî zêdetir jiyaneke dijwar e. Çi qonaxa komê, çi jî salên navlêdanînê û heta bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an demek e ku bi şêwazê partîzaniyê pêk hatiye.

Ji aliyê îdeolojiya gerdûnî ve, em ji cîhana sosyalîzma pêkhatî û fikra pêve girêdayî ya me yeqîn dikir sozyalîzma zanistî ye, bi tesîr bibûn. Ji bo mirov li nasnameya PKK’ê serwext bibe, nirxên bi wan ve girêdayî ma, yan jî bawer dikir ku bi wan ve girêdayî ye, û paradîgma sosyalîzma zanistî ya cîhanê nuqteyeke girîng a nîrengî ye. Eger em hewl bidin bi şibandinekê şîrove bikin, em ê bibêjin, me dixwest em şaxekî nû yê civakeke ji xwe re qebîleya sosyalîst digot ava bikin. Eger em qebûl bikin ku bi vî şêwazî gelek şax hatine avakirin, me jî weke komeke piçûk mafê xwe didît em şaxekî bi vî awayî ava bikin. Bi awayekî berbiçav, bîr û baweriya me ya derbarê rastiya welat (Me Kurdistan weke welatekî dihesiband) û gelekî (Me hebûna Kurdan weke gelekî ji sedî sed qebûl dikir) de sedema me ya bingehîn bû ji bo ku em vî mafê xwe bi kar bînin. Li gorî fikra me ya cîhanî, bi awayekî xwezayî me yê xwe weke hêza pêşeng a beşên gel ên kedkar û bindest bi nav bikirana. Lewma me gotina ‘Karker’ bi kar anî. Ji aliyê konjonkturel ve hem bi maneya bindest hem jî bi menaya xebatkar dihat, û ev navlêkirin li gorî rastiya me bû.

Eger mirov bala xwe bidiyê, mirov wê bibîne, di PKK’ya salên derketina holê û partîzaniyê de cîhaneke bîr û baweriyê ya bêpirs hatiye qebûlkirin heye. Dema ez dibêjim endamê nû yê qebîleya sosyalîst mebesta min ev rastî ye. Çawa ku zarokeke dema ji diya xwe dibe, divê bêpirs qebîleya xwe qebûl bike, me jî qebîleya cîhana sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bêpirs qebûl kiribû. Cudahiyeke me ji qebîleyên klasîk hebû, ew jî ew bû, qebîleya me ya nû ya dinyayê xwe disipart bingehekî zanistî yê guman jê nedihat kirin. Herçiqasî me yeqîn bikira ku bingehê me zanistiye jî şêwazê me yê girêdanê li ser bingehê pir kêm bi bîrewerî û bêhtir bi baweriyê bû. Ango aliyên dogmatîk bêhtir giraniya xwe hebûn. Ez vê ji bo bi temamî dogmatîzmê reş bikim nabêjim. Di xwezaya mirov de fikrek tineye ku têde dogmatîzm nebe. Di îdeayê de, di fikrê bi xwe de nirxeke dogma û baweriyê heye. Mirov ji vê re dikare nirxa pîvanê jî bibêje. Mirov ji dogmaya baweriyekê, pîvanekê û bîrbirinekê bawer neke, pir zor e ku jiyana xwe dewam bike. Belkî ji bo ku karibe bêyî hewceyî ti pîvan û dogmayekê bibe û bijî divê îlahî bibe. Gelek mirovên îdea kirine ku bi vî rengî ne derketine holê, lê kesên bi vî rengî yan hîç tinene yan jî kêm kesayetî hene ku heta dawiya temenê xwe di kêliyên pir bi sînor de bi ber pêleke bi vî rengî ketibin.

Di vê mijarê de têgihîştina şaş ew e, mirov dogmayan weke heqîqetên hişk û naguherin qebûl bike. Lewma dogmayên dînî bi piranî bi vî awayî hatine fêmkirin û dîroka mirovatiyê bi trajediyan fetisandine. Felsefe û fikra zanistî, li dijî şêwazê dogmatîzekirina dogmayan şêweyekî pozitîf ê fikrê ne, ku duristir in. Serdestiya felsefe û zanistê li hemberî dogmayê ew e, dihêle ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahî cihêrengî û zindîtiya wê de bê fêmkirin. Ji lewra her civaka di felsefe û zanistê de bi pêş ketiye, li hemberî civaka ji baweriya dogmatîzmê nebihuriye û di bin destê wê de maye, timî serdest bûye. Di têkoşîna civakan de ya diyarker nirxên felsefî û zanistî ne, ku timî di fikra wan a cîhanî de hene; ya rastî, ew asta wan e ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahiya cihêrengî û zindîtiya wê de fêm dikin.

Kengî mirov bi awayekî dogmatîk bi dogmayan, bi gavavêtinên bi pîvan ve bê girêdan, hingê rîsk heye û mirov dikare fikaran bike. Di dema derketina holê û salên partîzaniyê yên PKK’ê de dogmayên sosyalîzma zanistî yên PKK bi wan ve girêdayî bû, ya rastî, bi roleke erênî rabûn. Sosyalîzma zanistî herçiqasî bi temamî ji metafizîkê nehatibû şuştin jî derbarê rastiya civakî de îdeolojiya herî zêde nêzî zanist û felsefeya dîrokê bû. Di serwextbûna felsefî û zanistî ya civakê de li gorî dema xwe paradîgmaya herî pêşketî pêşkêş dikir. Di sosyalîzma pêkhatî de xetimîna çêbû bi awayekî encama aliyên dogmatîk ên sosyalîzma zanistî bûn. Ji destpêkê ve rexne li wê hatin girtin û di van rexneyan de para rastî û mafdariyê hebû. Ji ber ku di dema xwe de nehatin sererastkirin, dogmayên binyewî encamên xwe bi hilweşandina sosyalîzma pêkhatî nîşan dan. Di PKK’ê de jî herçiqasî di asta dewleta netewe de nebe jî weke proto dewleta netewe encamek di nava wê de derket holê. Di salên şerê gel ê şoreşgerî de hêmanên di nava PKK’ê de yên nikarîbûn ji dogmayan gavê biavêjin zanist û felsefeyê, dogmatîk bûn. Di vê de herî zêde hêmanên desthilatgir û peyrewên dewleta netewe derketin pêş. Her ku derketin pêş dogmatîzmê jî rehên xwe berdan. Nêzîkatiyên desthilatgir nêzîkatiyên demokratîk tepisandin. Erka partiyê rê li ber erka fermandariyê, erka fermandariyê jî rê li ber desthilatdariya şexsî vekir. Bi awayekî dewletokên netewe yên mîkro pêk hatin. Di têgihîştina partiya Lenînîst de şîroveya têgihîştina otorîteyê ne demokratîk e, lê desthilatgir û alîgirê dewleta netewe ye, ev çawa di cîhana sosyalîzma pêkhatî de bi tesîr bû, bi heman awayî di nava PKK’ê de jî bi bandor bû. Kengî ev têgihîştin bi temamî serwer bû, bivênevê rizîna ji ber desthilatdariyê pêk hat. Tevî ku PKK negihîşte dewleta netewe ya Kurdistana Yekbûyî ya Demokratîk a kiribû armanca xwe, dîsa jî ew di gelek astên mîkro de pêk anî û dît. Dema 1984-1998’an ew deme ku têde bi giranî dewletokên netewe yên Kurd çêbûn. Jihevdeketina dewletên sosyalîzma pêkhatî bi derengî û bi awayekî dijwar di sala 1998’an de dest pê kir bi serê PKK’ê de hat. Herçiqasî di vê de bêtesîrkirina Serokatiyê ji aliyê dewletên netewe yên faşîst lîberal global bi bandor bibe jî, bi awayekî bingehîn ev berê, nexasim ji salên 1995’an ve, pêvajoyek bû ku di hundir de dest pê kiribû. Li gelemperiya dinyayê pêvajoyên bi heman awayî li cem partiyên din ên bi heman rengî jî pêk hatin. Piştî jihevdeketinê du ekolên sereke hewl dan hebin. Ya yekê, partiyên kominîst bûn ku di têgihîştina sosyalîzma pêkhatî ya berê ya ortodoks de israr dikirin; ya duyan, partiyên veguherîn lîberal demokratan bûn, ku bûne şaxên partiyên lîberal ên li welatên berê kapîtalîst bi rola partiyên kok radibûn.

Di nava PKK’ê de piştî jihevdeketinê meylên bi heman rengî derketin holê, lê belê nikarîbûn bibin baskên serdest. Nexasim têkoşîna di navbera baskan a salên 2002-2004’an de gelekî zirar da, lê bi ser neket. Çeteyên sextekar ên bi maskeya lîberalîzmê reviyan û ketin xiyanetê, hêman an jî baskê ji rêûresmê yê nikarîbû ji muhafezekarî û dogmatîzmê bibihure jî tercîh kir ku li ser rêya ekola sereke bimîne. Ekola sereke serhatî û çîroka wê jî gelekî balkêş e. Dema ku herdu bask û aliyan li dijî hev têkoşîneke dijwar dimeşand, bawer dikirin ku partî bi tevahî ji wan pêk tê. Herdu alî an jî baskan nedixwest ji diyalektîka pêşketinê ya PKK’ê hayedar bibin. Ya rastî, haya wan ji diyalektîka pêşketinê ya PKK’ê tinebû. Lê nizanîbûn ku cudahiya PKK’ê ji yên weke xwe ew bû, têkîliya xwe ti carî bi pêşketina diyalektîkî re qut nekir. Çi di dema derketina holê û partîzaniyê de, çi jî di salên şerê gel ê şoreşgerî de, tevî hewldanên jirêderxistinê hemûyan, partî li gorî pêşketina diyalektîkê tevgeriya û xwe bi vî awayî parast. Herçiqasî di PKK’ê de fikreke bi serhevhatî ya diyalektîkê çênebibe jî di jiyanê de pîvanên diyalektîka şoreşgerî bi awayekî pratîkî li ser kar bûn. Xwebûn weke diyalektîkekê hebû. Bask an jî hêmanên fikirsabit ên curbecur bi ti awayî li vê rastiyê serwext nedibûn. Her jirêderketin an jî xiyanetê bawer dikir ku derba kujer li partiyê daye, lê paşê didîtin ku partî bêhtir bi lez pêş dikeve û lewma nikarîbûn vê diyalektîkê fêm bikin. Lewra bi her jirêderketin û revê re ya diqediya ne partî bû, ew bi xwe bûn. Li beramberî vê partî bêtir zelal dibû û hinekî din bi awayekî diyalektîka xwe bidestxistî pêşketina xwe dewam dikir. Di hemû pêvajoyên krîtîk de bûyer û pêşketinên bi vî rengî hatin dîtin.

Di pêvajoya 2002-2004’an ya jihevdeketinê de bawer dikirin ku heta wê rojê ya nikarîbûn pêk bînin wê têde bi ser bikevin û mîna ku partî bi awayekî bi tenê ji wan pêk tê, wê bimîne. Ya rastî, mirov ji rewşa min a wê demê zêde hêvî nedikir. Lê ez ne bi tenê ji ketûbereke wê demê pêk dihatim. Min di şexsê xwe de bi tenê dîrokek zindî nekiribû, piştî hebûna min a fizîkî jî heta civak bi awayekî kolektîf li ser piyan bimana, nemaze heta Kurd bi awayekî azad bijiyana, ez ê jî bi awayekî azad bijiyama û ez ji zû ve bûbûm rastiyeke bi vî rengî. Min xwe weke rastiyeke bi vî şêwazî û hêza maneyê hûnandibû. Haya wan ji vê rastî û maneyê tinebû yan jî hêza wan têra serwextbûna li vê yekê nedikir. Di encamê de bi hewldana komek heval û hevrê navê PKK’ê ji nû ve hat bikaranîn û li ser vî bingehî dan xuyakirin ku wê li ekola sereke xwedî derkevin. Bi vê re jî pêvajoyeke PKK’ê ya ji berê gelekî pêşketîtir dest pê kir. Bi vî awayî PKK piştî jihevdeketina mezin ket sêyemîn qonaxa xwe ya mezin an jî ket pêvajoya pêngava xwenûkirinê û di vê pêvajoyê de dibe partiya dema civakbûneke cuda û partiya dema neteweya demokratîk.

Di Dema Nû De Nasnameya PKK’ê û Maneya Wê

Bêguman qutbûna ji demên berê nedihat maneya nasnameyeke cuda, lê ne kopiyeke demên berê jî bû. Pêşketina çêdibû ne ji aliyê hejmar û çendayetiyê bû, pêşketina naverokê bû ango di warê kalîteyê de bi pêş diket. Ne bi tenê di warê nasnameya PKK’ê de pêşketin hebû, di civaka Kurd a xwenûkirî de jî veguherîneke naverokê ya bi kalîte pêk hat. Ango mirov niha dikare nasnameya PKK’ê ya hebûna xwe ya dema gihîştin û stewînê vebirî û îspat kirî bi awayekî berbiçav bide naskirin û pêkan e ku xwe bigihîne hinek encamên gerdûnî.

a- Serê pêşî bi giştî partî, nexasim jî PKK partiya dewletdariya netewe ya berê ya sosyalîzma pêkhatî nîne. Bi tevahî partiyên sosyalîst weke prensîb divê bi armanca dewlet avakirinê neyên damezrandin. Sosyalîzm nabe ku bi amûra dewletê ya modern bê avakirin. Amûra em jêre dewlet dibêjin bi xwezaya sosyalîzmê re li hev nake. Sîstema karê ya kapîtalîzmê bêyî dewleta netewe pêk nayê. Her sîstema dewleta netewe têde hebe, bi pêkanîna kara kapîtalîst ve girêdayî ye. Rewş li cem sosyalîzma pêkhatî jî cuda nîne, heta hebûna kapîtalîzma burokratîk bêhtir hewcedarî dewleta netewe ye. Sosyalîzma pêkhatî nikarîbû bibe sosyalîzm û di vê de avahiya dewletdariya netewe bi roleke diyarker rabûye. Ji partiyê ber bi dewletê, ji dewletê ber bi partiyê her gava bê avêtin wê bi înkara sosyalîzma demokratîk bi encam bibe. Di teoriyê de ji bo xwe gihandina civaka kominîst a weke civaka bê dewlet tê tesewirkirin, li gorî sosyalîzmê û şêweyê wê divê di ti qonaxê de û bi ti sedemê amûra dewletê neyê bikaranîn û ji bo xwe gihandina civaka kominîst divê mirov serî li amûra dewletê nede. Sosyalîzm kengî bi hemû aliyan demokrasiyê pêk bîne wê pêk bê; ew demokrasiya lîberalîzm wê bi awayekî durû bi kar tîne û bi rastî bi naveroka wê re li hev nake. Mirov nikare bêyî demokrasiyê li sosyalîzmê bifikire û li derveyî demokrasiyê jî bi rêyeke din ticarî ava nabe. Bi tenê bi jiyaneke demokratîk a tevlîbûna wê herî berfireh mirov dikare sosyalîzmê ava bike.

Lewra xisleta yekemîn a partiyên sosyalîst divê ew be ku xwe weke protîpeke demokrasiyê ava bikin. Partiyeke nikaribe xwe demokratîze bike ew nikare civakê demokratîk bike. Demokrasî bêotorîtetî nîne. Otorîteya demokratîk ji otorîteya dewletê cuda, dikare xwe di şert û mercên civaka siyasî de pêk bîne. Dewlet civaka siyasî li derve dihêle û xwe pêk tîne, lê ji bo pêkhatina demokrasiyê hebûna civaka siyasî ferz e. Civaka siyasî jî ew civak e ku azadiya xwe pêk aniye. Diyardeya siyasetê maneya xwe ew e, civak di mijara berjewendiyên xwe yên heyatî de gihîştiye wê hêzê ku difikire, biryarê dide û dikeve nava çalekiyê. Civakên siyasî nebûne, nikarin çarenûsa xwe diyar bikin û di heman demê de nikarin xwe demokratîk bikin. Di navbera diyardeyên siyaset, azadî û demokrasiyê de têkîliyeke ji hev nabe heye. Yek bê yên din nabe. Lewma partiyên siyasî bi tenê weke protîpeke civaka siyasî ya azad û demokratîk karin bibin xwedî nasname. Lewra bi giştî modelên desthilatdariyê, bi taybetî jî desthilatdariya dewletê nikarin ji xwe re mînak bigrin. Desthilatdarî û dewlet, herçiqasî weke hebûn diyardeyên cuda bin jî bi awayekî bingehîn yekdestdariyên hêz û mêtingeriyê ne. Tevî ku hêmanên karûbarê civakê bi rê ve dibin hildigirin jî ev hêman bi rola talî radibin. Ji bo rewakirina yekdestdariyên hêz û mêtingeriyê yên bi rola diyarker radibin têne bikaranîn. Ev sedem hemû îsbat dikin û têra xwe rave dikin ka divê çima partiyeke sosyalîst bi armancên desthilatdarî û dewletdariyê neyê avakirin. Dîsa têra xwe îsbat dikin ka divê çima bi tenê bi awayê demokratîk bên damezrandin û sazkirin.

b- Partiyên sosyalîst tevî ku saziyên modern in, ji aliyê dîrokî ve xwedî erk û berpirsyarî ne ku li beramberî modernîteya kapîtalîst modernîteya alternatîf çêkin û biberidînin. Modernîte têgîneke bêalî û notr nîne; têgînek e ku bingehê wê yê çînî, siyasî û îdeolojîk heye. Modernîteya serdest, tevî ku xwedî karektera kapîtalîst e jî modernîteyên bi tîpên din jî hene. Modernîteya demokratîk di serê van tîpan de tê. Modernîte di nava xwe de demên civakî yên veguherînên bi kok û cuda îfade dikin. Avahiya îdeolojîk, siyasî, ekonomîk, teknîk û zanistî ya serdema her modernîteyê xweserî xwe ne. Serdema destpêkê, navîn û nêz, her yek ji wan li gorî xwe modernîteyekê temsîl dikin. Wekî din her modernîte li gorî xwe şêweyên xwe yên serdest ên çînî, teknîkî, îdeolojîk, siyasî û ekonomîk hene. Her yek ji wan li gorî van şêweyên serdest karekterîze dibe. Di serdema me de ji destpêkê ve li ser şert û mercên jiyana me ya modern mohra şêwazê daneheva kapîtalîst heye, lê tevî vê yekê mirov nikare vê serdemê bi her tiştî bike malê kapîtalîzmê. Eger sosyalîzma pêkhatî bi kapîtalîzmê bi encam nebûya, pêkan bû wê jî mohra xwe li modernîteyê bidaya. Jixwe demeke dirêj jî wisa hat fêmkirin. Partiyên sosyalîst heta ji hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst nebihurin û li dijî wan tênekoşin nikarin mohra xwe li modernîteyê bidin.

PKK nikare qîma xwe bi tenê bi bihurîna ji dewletdariya netewe bîne; di heman demê de bi xweavakirina weke prototîpa hêmanên modernîteya demokratîk dikare bi rola pêşengiyê rabe. Di dema nasnameya nû ya PKK’ê de yek ji erkên wê yên sereke ew e, civaka Kurd weke netewa demokratîk ava bike. Ji bo di vê erka xwe de bi ser bikeve, beriya her tiştî divê karibe xwe bike alternatîfa hêmanên sîstema modernîteya kapîtalîst. Di navbera xwebûn û bûyîna prototîpa modernîteya demokratîk de cudahiyeke girîng heye. Eger nebe prototîpa modernîteya demokratîk, zor e ku civakbûna xwe û serekbûna xwe bi dest bixe. Jixwe partî ji bo vê zoriyê ji holê rakin hene; kengî bibin kakilekî pêşeng dikarin vê zoriyê li paş bihêlin. Di navbera hêmanên modernîteyê de, di warê îdeolojîk, polîtîk û ekonomîk de, di her qadê de têkoşîneke zêde heye. Encama têkoşîna di navbera wan de wê diyar bike ka kîjan modernîte wê bi rola sereke rabe. Partî hêzên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Ji ber ku di Marksîzmê de têkoşîn daxistin qada ekonomiyê bi tenê, encam negirtin. Lê têkoşîna modernîteyê ya tevî hêmanên kapîtalîzmê hemûyan encam diyar kirin. Ji ber vê sedema bingehîn hewcedarî bi modernîteya demokratîk heye. Eger têkoşîn di çarçoveya pêşdebirina alternatîfê de neyê meşandin, ne pêkan e ku têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û tevahiya hêmanên wê serketî bibe. Divê mirov bi tenê qîma xwe bi analîza kapîtalîzmê neyîne, şertê pêşî ew e, divê mirov teoriya modernîteya demokratîk û di vê teoriyê de hêmanên alternatîf ên modernîteyê zelal bike û têbikoşe. Lewma partiyên sosyalîst bi awayekî bingehîn xwe bi teoriya modernîteya demokratîk zelal dikin û li dijî kapîtalîzmê têdikoşin. Bi tenê qîma xwe bi têkoşîna teorîk nayînin, tevî vê, amûrên pratîkbûnê jî pêşde dibin ango netewa demokratîk pêk tînin, teknîkên endustriyel ekolojîk pêşde dibin û diyardeya bazara sosyalîst pêk tînin. Kengî ev pêk anîn dikare li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst serketî be.

Di nasnameya nûkirî ya PKK’ê de weke berê hûrik û perçikên agahiyan derbarê mêtingeriya kapîtalîst de tine ne, pêşbîniyeke têkûz a xwe dispêre bi tevahî analîzkirina modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya wê ya nû ku xwe dispêre teoriya wê bi xwe ya modernîteya demokratîk, heye. Qîma xwe nayîne ku modernîteya kapîtalîst bi tenê tevî hemû hêmanên wê ji hev derxe; weke alternatîfa wê modernîteya demokratîk weke hêzeke pêşeng derdikeve holê, ev hêza pêşeng xwedî wê erk û berpirsyariyê ye ku tevî kokên xwe yên dîrokî bibe xwediyê wan hêmanên derbarê îro de û bername, stratejî û taktîkên van hêmanan bi ser bixin çêke.

c- Herçiqasî gotina hêza pêşeng modelên partiyên klasîk bi bîra mirov bixe jî ji aliyê cewherî û naverokê ve cudahiyên xwe hene. Hêza nû ya pêşeng prototîpa civaka demokratîk e. Modela pêş a civaka neteweya demokratîk pêk tîne.

Dema ku behs bibe têkoşîn û rêxistin, pirsa kadro derdikeve pêş. Di civakên modern de girîngiya pêşeng û kadroyan kêm nabe. Berevajî, bi sedema ku civak tevlîhevtir û aloztir dibin rola wan bêhtir girîng dibe. Li vir a girîng ew e, ka dîsa kîjan perspektîfê dikin bingehê xwe. Eger kadro û pêşengiyên partiyê ji dinya modernîteya kapîtalîst nebihurin, çi zû çi dereng wê veguherin hêmanên desthilatdarî û mêtingeriyê. Eger di hêmanên modernîteya demokratîk de israr bikin, wê kadro û pêşeng li gorî wê dirûvê xwe bigirin. Eger li şûna perspektîfa desthilatdarî û dewletê, ji perspektîfên otorîteya demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk danegerin, li gorî nasnameya nû ya partiyê pêşeng û kadroyên demokratîk wê bigihîjin.

Di dema nû de erka bingehîn a PKK’ê ji ya berê cuda ye. PKK’ê di dema komê de bi bandora îdeolojîk şer û çalakî dikir bingehê xwe û rê li ber tesîra polîtîk vedikir. Divê tevî vê di dema nû de bi nasnameya Kurd a hatiye bidestxistin û bi xwesteka ji bo jiyana azad neteweya demokratîk ava bike.

d- Çawa ku wê ji van tiştên me gotî hemûyan bê fêhmkirin, kapasîteya îdeolojîk a PKK’ê bi rexnekirina sîstema sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bi hêz bûye. Li şûna nêzîkatiya dogmatîk dikare nêzîkatiyeke dijwar a lêpirsînê nîşan bide. Di fikirkirina diyalektîk û ketina nava çalakiyê de pêşketin heye. Di nirxandina rewşa berbiçav û pêkanîna veguherînên hewceyî de li gorî berê bêhtir xwedî naverok e, û hêzê dide jiyana azad. Mesafeya di navbera îdeolojî û sosyolojiyê de kin bûye. Cudahiya di navbera sosyolojî û sosyalîzma zanistî de jî kêm bûye. Danûstendina di navbera fikra îdeolojîk, sosyolojîk û sosyalîzma zanistî de yekparebûnek çêbûye û her ku diçe ber bi zanisteke civakî ya hevgirtî ve diberide. Di vê babetê de PKK di serê wan partiyên bi îdeal de tê. Hêza bingehîn a partiyeke sosyalîst bi rêjeya lihevbûna wê ya bi zanista civakî re tê pîvan. Hêza wê ya diyarker ji girêdana wê ya bi zanista civakî ye. Di kapasîteya wê ya îdeolojîk û sosyolojîk de payeya zanistî çiqasî bi pêş bikeve, di rola pêşengiyê de jî wê ewqasî bi pêş bikeve.

Asta polîtîk a PKK’ê li gorî berê di dema nû de têra xwe bi pêş ketiye. Ji ber ku kapasîteya polîtîk bêhtir bi ezmûn û tecrûbeyê tê bidestxistin, PKK di vî warî de li dinyayê yek ji partiyên sereke ye. Tevî ku modernîteya kapîtalîst di asta hegemonîk de dor lê girtiye û lê şidandiye jî tesfiye nabe û ev yek tecrûbeya polîtîk dide wê ango wê bi hêz dike. Polîtîkbûna civaka Kurd û polîtîkbûna PKK’ê di zikhev de û bi awayekî hevdu bi hêz bikin pêk hatiye. Gelê Kurd di dîroka xwe de di dema xwe ya herî bi hêz a polîtîk de ye û mirov vê rastiyê ji bo PKK’ê jî bîne ziman di cih de ye. Li cem PKK’ê polîtîka hundir û derve di zikhev de pêk tên. Asta polîtîka pêk tê hem têkiliya wê bi dîrokê re hem jî têkiliya wê bi rastiya rojane û gerdûnî re hatiye danîn. Herweha têkiliya di navbera exlaq û polîtîkayê de jî xurt û têkûz hatiye danîn. Di dizikhevdebûna civaka exlaqî û polîtîk de bingeh tê qebûlkirin. Di bingehê polîtîka PKK’ê de bi qasî hebûna îdeolojîk û sosyolojîk ango bi qasî hebûna hêmanên zanistî, hêmanên exlaqî û etîk jî hene. Têkiliya bi poetîkayê re jî ango têkiliya bi hunerê re jî paşguh nake û girîngiyê pê dide. Bi vî awayî, polîtîkayê bi tenê bi îdeolojî û exlaqê bi gewde nake, bi awayekî hunerî jî wê heyî û manedar dike. Bi vê, hewl dide xwe ji polîtîkayeke hişk û pûç bigihîne diyardeyeke polîtîkayê ya dewlemend û heqîqeta wê.

Mirov dikare bibêje, têkoşîna PKK’ê ya heta niha, bi awayekî bingehîn ji bo pirsgirêka Kurd bê dîtin, hatiye meşandin. Mirov Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an di vê çarçoveyê de binirxîne wê bêhtir realîst be. Pêngav ji tevgera rizgariyê wêdetir nêzî armanca îspatkirina hebûnê û dewamkirina wê ye.

Dema ku PKK di serê salên 1970’î de ket ser rê, erka li pêşiya wê ew bû, hebûna Kurd ji rewşa hebûneke ku li ser hebûn û tinebûna wê guftûgo tê kirin, derxe û pirsgirêka Kurd bi têgihiştina dewleteke sosyalîst a reel çareser bike. Êdî guftûgo li ser hebûna Kurd nayê kirin, lê bi awayekî di dewletdariya netewe de bist bû û ma. Di pêvajoya xwerexnekirinê de derket holê ku dewletdariya netewe antî-sosyalîst e, û antî-demokratîkbûn bi xwe ye. PKK’ê bi awayekî pirr zelal dît ku bêyî civaka demokratîk sosyalîzm nayê avakirin, û lewma çareseriya pirsgirêka Kurd bi avakirina neteweya demokratîk dibîne. Niha aliyê ku pirs çûye ser ew e, divê xwe bi siyaseta qanûnî ya demokratîk an jî bi şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn bigihîne vê armancê.