Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo1Îro 12 Rezber 1993 ye. Derbeya 12 Rezberê çawa ku di salên pêşî de bi sirûdên leşkerî derbas dibûn û digotin ya tev ya hîç. Bi rastî jî di salên 1980’yan de ku di qonaxa tarîtiya dîrokê de em li ber tunebûnekê bûn, van salên zextê me çawa rakir û çawa pêşwazî kir? Dibe ku niha pir hêsanî were. Em dikarin bibêjin em xurt in û emê ser bikevin. Lê ez hewqas ne rihet im. Serpiriştiya giştî ya Tirk di rojnameyên îro de dibêje “emê heya biharê tune bikin.’’ Bi rastî pêşî digotin emê di navbera çilûheşt demjimêran de tûne bikin. Niha jî, ji biharê talox dikin heya biharê. Ev, ka çiqas lewaz ketiye nîşan dide. Yek jî ka kî wê kê tune bike ev jî mijara gotûbêjeke cuda ye. Lê dîsa jî mebestê tîne ziman, hem jî di asta herî jor de. Di dest de tiştek tunebû, yek kadro hebû. Heke ku çend milîtan peyda bibin jî, ew jî wek baruteke çend avêtinî ye. Hêvî û nêvenga bêçaretiyê hindek bibînin, çalakî û berxwedêriya mirov bibînin. Mirov çawa xurt dibe? Vê bi teşeyekê baş fêm bikin. Azîm û viyana we heye. Lê hun çiqas dibine çare? Zanîn ne bes e, jiyandina zindan û îşkencê rewşê bêtir xirab dike.

Dema cara pêşîn ez hatim vê sehayê, rê hevalê min ê hêja ku bi min re cara yekem derketibû rê, xaniyekî yek ode peyda kiribû. Sedreke text û nivînekî singer hebû. Tê bîra min, li wê derê roja me ya yekem de me çend zeytun û firîngî peyda kir. Bi rastî jî em du kes bûn û me wisa derbas kir. Bi nan û pîvazan me debar kir. Emê çend heftî li ber xwe bidin ne diyar bû. Bi derveyê welat re, bi rêxistinên Rojhilata Navîn re bi tu awayî têkiliyên me tune bûn. Hun dibinin, îro ez li virê me, bi sed hezaran mirov li piya ne. Her roj bi dehan leşkerên dijmin diterpilin. Rojane mesrefên me çiqas e, hun dizanin. Dema me dest pê kir, em deyndar bûn. Ev çîroka xwe ya sêzdeh-çardeh salan heye. Rê çawa hatin derbaskirin, roj çawa bi helkehelkê hate borandin? Me xwe çawa eyar kir? Pêwîst e weke bingehîn waneyên jiyanê yên fêrker bên dîtin. Ez hizir nakim ku di dîrokê de mînakeke wisa cuda ku xwe bi vî awayî dabe kar hebe. Ji ber ku têgihîştina vê pêk nayê, her kes erkdariya pêwîst û karê dikeve ser mil nizane bike.

Derbeya 12 Rezberê, tevgerek ku di cîhanê de ya herî faşîst, ji hêla emperyalîzmê ve ya hêrî zêde hatiye destekkirin, di hundir de desteka raya giştî bi wateyeke mitlaq pêk aniye û şensê serkeftinê sedîsed hatiye plankirin bû. Jixwe kesî li pey xwe jî nenihêrî. Em hedefê vê derbeyê bûn û belkî jî hêzekî ku herî zû bên qedandin bûn. Wek mucîzeyekê tê. Hê jî di nava gotûbêjeke mezin de tê peydakirin. Lê li hember dijmin berxwedan û serkeftin rewşeke pêkhatî ye. Me vê zû de derbas kir. Tenê ne berxwedan, tenê ne pêşketina siyasî û leşkerî xistina bin ewlayiyê, ev tev di astên mezin de ne. A herî girîng giyana xwe ji nû ve qezenckirin e. Ji nû ve çêkirina kesayetiya azad pêşketineke mezin e. Her şoreş di wateyekê de bi kesayetiyên kevin tên çêkirin. Şoreşa ku bi kesayetiyên kevin bên çêkirin sedemê çerqkirina paş ve û piştre jî felaketên ku werin serê şoreşê ne. Dikare bê gotin ku, li vê derê di heman demê de, hemû kesayetiyên ku bi paş ve çerq bikin, yekem car dana vegûhertin mijara gotinê ye. Kesayet di vê derê de heya dawiyê tên dahûrandin. Tevahî nîşanên vegera welat tên derbaskirin. A di partiya Bolşevîk de nehatiye çêkirin, di PKK’ê de hatiye çêkirin. Hewl hatiye dayîn ku şoreşa Kurdistan’ê bi her cure pêşgiriyan bê astengkirin. Lê PKK jî hewqas kûr dibe. Ev jî destkeftek e. Ev, di hundirê welatekî ku nav û navdêriya wî ji bîr bûye û di nav rasteqîneke gelê ku kesek jê re nasname layiq nabîne de tê çêkirin. Ev rasteqînên eşkere ne.

A pêkhatî tenê ne bi aliyekê ve, pêwîst e bi hemû aliyan ve bê dîtin. Ev ji bo kesayetekê/î xwedî îdîa û milîtanekê/î girîngiyeke mezin hildigire. Di vê bingehê de cîhan jî were serê, wê bi hêsanî neperçiqe û berevajî serkeftina wê bi temamî hatiye ewlayîkirin. Kurtasî me biriya xwe da serê û me heya virê anî.

Ev çawa çêbû? Em dikarin çawa egerên wê, ê wenda dike, ê qezenc bûye, ê dide qezenckirin pênase bikin? Birame, mitale bike, binivîse, xet bike… Heta ev tevgereke pir dewlemend e. Di kîjan bingehê de pêşketin çêbûn? Ez, bixwebawer im. Qasî ku bixwebawer im, ma gengaz e ku pêşketin pêk neyên? Em vê wek qonaxeke nû ya pêşketineke diyarî dibînin. Cokên ku ber bi binketinê ve diçin hatine xitimandin, ciyên rizî yên ku ber bi ketinê ve rû qermiçandibûn hatine avêtin. A dikare bije aj da, kete wê riyê. Ger xeta nebe û wek berê dubare neyê jiyîn, wê herî hindik me biwestîne. Ger ji xeta bîrdozî û siyasî ya ku araste dike, bêpêveberdan meş pêk were, ew cîhana ku di teşeyekê rewneq de dihate arezûkirin, wê bi serkeftinî pêk bîne.

Wate, li hember faşîzma 12 Reberê bi vî awayî bersîveke dîrokî û gerdûnî mijara gotinê ye. Ev, ne faşîzmeke ketûber e: Ji bo gelê Kurd tuneker e; ji bo gelê Tirk jî, tevgereke faşîst, mitlaq xistiner û koledarî ye. Tevgerek e ku, emperyalîzma navnetewî bi tevahî destek didê. Tevgerek sepandiner e û bi her awayî paşverûtiya şêwaza Hîtler jî li paş xwe dihêle. Me li hember vê, pêşketinên mezin pêk anî. Di demê paş de li ser vê bêtir wê bê sekinandin. Me doza azadiyê vegerand rasteqîna jiyana hemû gelekê û ev yek demxeya xwe li rasteqîna jiyana we tevan da. Rastînên bingehîn, rêgezên jiyanî yên rehdar hene ku ev wisa bû. Puxte hindek di van rêgezan de veşartî bû ku ev wisa bû. Rastîna ku ji vê re serokatî kir di vê mijarê de hem rastiyê temsîl kir, hem jî gavên pratîk di cî de avêt ku ev wisa bû. Di rewşa berevajî de ji destê faşîzmê kitek mirov jî filitandin ne gengaz bû. Hinek rêveberên 12 Rezberê hê jî dijîn û her ku vê rewşê dibînin qehr dibin. Mînak Kenan Evren, digot “ger bişkoka leşkerê min bikeve ez heya seharê nikarim razêm’’ lê mixabin niha di rojê de, ne tenê bişkoka leşkerekî, bist-sî belkî jî, bi sedan leşkerên wî dikevin. Hingê ev zilam wê bitepişe. Bi rastî jî ditepişin. General wek zengil dilerizin. Halê wan ê li ser piya bimînin nîn e. Rewşa vana gaveke pir paşketî ye. Ji ber ku ev pişkek in û xwe bi kêşandin û pîvandinê amade kirine. Artêşa Tirk hêzeke herî rêkxistî û hêzeke herî komîserhev bû. Lê niha qehr dibin.

Baş e, kê vana anî vê rewşê? Şêwaz, tempo, teşeyê xebatê, hedan, rik, azwerî, bawerî û zanebûna wî çi bû? Çiqas hêz da, çiqas qadan pêş xist û anî halê dîrokî? Divê mirov bipirse. Ev salveger çî bûn? Di vê wateyê de waneyên dîrokî derxistin û ji bo xurtbûnê bingeh çêkirin pêwîst e. Qismek ji endamên partiyê erjenga van salan nedîtin. Qismekê girîng jî di van salan de pakrewan bûn. Lê em heya îro şahidê vê pêvajoyê ne. Em ji rasteqîna gel û netewekî ku ber bi qedanê ve diçû û neçar bû ku xwe bi ziman û nav bike, îro, me xwe gihand rastîneke gelekê ku dibêje “qezenckirina min nêzîk e!’’ Me, ji mirovên bêhenase, bi hezaran şervan li çiyayên azad bi jiyaneke çawa dixwazin ve anî rûbarê hev û bi jiyanê ve kire yek. Pêwîst e em bi vana têbigihîjin û nav lê bikin. Çawa çêbû? Belkî nirxandina teng û seranser a rojane têrî têgihîştina her tiştî neke. Şiroveyên curbecur nikarin her tiştî di zanebûnê de bi cî bikin. Kesayeteke şoreşger ku bi van rasteqînên mezin ve ne girêdayî be, nikare rastiyê temsîl bike û rola xwe bileyize.

A dibe li rastîna me dibe. Qasî dibe jî mirov dibêjin, “em westiyayî ne.’’ Halbûkî ji westanê çi berhem nemaye. Dema ku mirov pêk neyîne, rewş wisa dibe. Ez ji her kesî bêtir, ê ku di nava zoriyê de bûm. Di destpêkê de yê ku hate hedef girtin bûm, kesayetekî çarmedor hatî dorpêçkirin bûm. Lê çawa tevgeriyam, çawa biriya xwe damê û çawa berê xwe damê? Çawa gihîştim vê rewşê? Me şêwazeke wisa xist rastê, em bûn derbirîneke arasteyek wisa ku bi hêsanî pê nayê têgihîştin. Jixwe di berê de jî li hember rasteqîna faşîzma Tirk û kevneşopiya dagir û leyanê serî rakirin çêbibûn. Bi deh hezaran girse rabibûn ser piyan. Lê di navbera du heftiyan de her tiştê xwe wenda kiribûn. Xala xapînok a ku ev zilam harkiribû, digotin qet tiştek nemaye û ev çalakiya bi zanebûn a yek kesî ye. Heya 1980’yan jî nirxandina MÎTê, di texlîdekî wisa de bû ku dihate wateya ev kesayetekî bi zanebûn e. Ango digotin “çare çar di bin kontrolê de ye.’’ Bi vî awayî nêvengeke ku ew dizanibûn de bûm. “Hin tiştan difikire lê, rojane pêşgirî heye; ger em bixwazin emê di qasekê de nefesê lê biçikînin.’’ Di vî bîçimî de difikiriyan. Rast e, rojên ku me koma pêşîn derxiste rastê, rewş wisa bû. Da ku ez xwe bidime pejirandin, diviyabû sê-çar salan bijîm. Pirsgirêka Kurd heye yan na, di vê mijarê de heya 1970’yan bi şik û dudilî jiyam. Di navbera qonaxa 70-75’an de da ku ez ji komeke piçûk re bidime pejirandin, min bi hewldaneke ji hezar delavan av tîne, raber kir. Da ku ez vana rabikim çalaktiyê, dîsa di navbera 75-80’yan de me çalakiya propagandayê ya ku nehatiye dîtin bi rê ve bir. Da ku em tevbigerin û biryar bidin, em bi salan fikirîn.

Dema ku ev hemû qewmîn pêk dihatin, dewletê me dixiste şûna mêşan. Digotin, “nikare ji ser masê jî rabe’’ Wê emê wisa bibin, ev yek nedihate hişê çi kesî. Piştre dema ku dijmin têgihîşt pir metirsî ye, rejîmê gûhert. Xeletiyeke mezin kir. Me ji destê xwe filitand. Azînên kontrolkirinê têr nekirin. Cara yekem ji destê vana binkeya kesayetiya xwe ya partiyê rizgar kirim. Hevgirtî çi bû, hesasiyet çi bû; ev cuda bûn. Me xwe, giyan û zanebûna xwe ji bin serdestiya hezar salan rizgar kir. Ger di vê astê de bê fikirandin, di wateyekê de ev şerê namûs û rûmetê ye. Me, şerê rûmetê yê ku çi kes nikaribû bîne hîşê xwe, bi serê xwe da û vê yekê ber bi çûyînê ve zivirand partiyê.

Dema ku em hatine sala 1980’yan, di bingeh de hewqas pêşketina her tiştî mucîzeyek bû. Ne ku jiyandina piştî sala 1980’yan dema ku em hatin û li 1970’yan sekinîn, em li xala ku me digot, “temenê me hewqas e. ev bi xwe jî hewldan û serkeftineke mezin e’’ de bûn. Ew destê MÎTê ku dirêj dibû, di qirika me de bû. Ez dihatim şopandin û ger bixwestana, wê min biqedandina. Dijmin, dema ku Heqî qetil kir, tenê xwest ku vê bide hîskirin. Pir hêsanî dikaribû mudaxele bike. Yani rewş wisa bû. Ev tevgereke esîl e. Di navenda Enqerê de, bi wateyekê di hembêza MÎT’ê de em ji tevgerê re rê didine vekirin. Ew jî bi gora xwe me dixe şûna pitikekî, lê piştre ka em pitikekî çawa ne, wê bi erjengî ferq bikira. Bi gotineke din, ew nêzîkatiya bi wateya hespê truva wê bi erjeng bidîta. Ger ev nebana, derketina Kurdayetiyê ne gengaz bû. Rewşeke wisa di derketina komê de esas girtin ne gengaz bû.

Ev jî pêvajoyek bû. îcar di 1979’an de ji Amedê derketin û vê yekê zivirandina partîbûnê û hindek jî vegerandina çalakiyan, her pêvajo bi serê xwe dîrokek e. Çawa ku min got, piştî 1980’yan wêrekî nîşandana berxwedanê û berdewamkirina berxwedanê tiştên nayên bawerkirin bûn. Me van hemûyan çêkir. Min li jor jî got, mêjû 12 Rezbera 1993’yan e. General, kuştarker û artêşa Tirk a ku nikare gav bavêje qadan, li rexmî hemû dorpêçan serhildana Kurd a ku li ber xwe dide û radest nayê girtin, rasteqîna Kurdistan’ê ku xwe gihandiye cîhanê û meşa desthilatiyê ya ku zorê dide serkeftinê!..

Me bîst-bîstûpênc salên dawî yên jiyana xwe wisa borand. Netewek nîn e, komeke rişt ku bi xwe bawer e jî nîn e. Weke ku em bi derziyê bîrê bikolin, ji pêşketinan re me rê da vekirin. Ma navê welat heye, mêtîngeh e yan na? Ma te bawer kir, tu ji bo komekê heyî yan na, tu çiqas heyî, qiruşek perê te heye an na? Va, bi van hemû pirsan ve me dest bi kar kir. Va dê tu wisa di nava berpirsiyariyan de peyda bibî. Ger tu vana çênekî, tê wê wateyê ku tu bi vê tevgerê tênegihîştî. Yên ku tênagihîjin, rola xwe nikarin bileyizin. Yên ku mafê van rastînan nikarin bidin, nikarin pêşketinên şoreşgerî derxînin rastê. Li ser berxwedêriya zindanê, berxwedêriya çiya û bîranîna pakrewanan, mirov tenê dikare rastînan wisa binîrxîne û bi gor van rastînan ji nû de qezenc bike, bi têgihîştina hêviyan û bi taybetî jî hêza viyana mezin binyadekê bide çêkirin. Em heya van rojan wisa hatin. Nirxandin, encam derxistin û xurtkirinê zanîn, peywira her kadroyê partiyê û kesayetiya serkarî ye. Têgihîştina vê û xwedîbûna gavên mezin pêwîst e.

Min qala dîroka partiyê kir. Ev, dîrokek di cî de û xwedî wateyek mezin e. Heke ev wisa bê têgihîştin, di zanebûnê de hemû pirs û hema her mijar wê wateya baş peyda bike. Tevlîbûna gerîla û şoreşgerkirina jiyana civakê, yanî di her mijarê de van nêrînan bingeh girtin hatiye têgihîştin. Yên ku dikarin vê rasteriyê bigirin, ji her pirsa ku derkeve rastê re, di bingehê vê rasteriyê de dikarin bersîv bidin. Ez hêvî dikim ku, hun pêşketina xwe di vê çarçoveyê de çêtir kûr dikin, partîbûnê, heta leşkerbûnê bêtirîn rast û rasteqînî digirin dest. Di vê bingehê de ya ku qezenc dike PKK û berxwedêriya PKK’ê ye. Wê zêdetir jî bibe. Di vê de çawa ku tu şik peyda nabin, dikare di vê bingehê de ji jiyana înkarkar û nav pergalî ku bi gor mercên mêtîrgeriyê hatiye eyarkirin, qutbûn pêk bîne. Bi vî awayî jiyaneke bi xweserî ya me û pêwîst e em bi gor viyana xwe qezenc bikin, aj bide. Ev, ji nû de zayîneke rasteqînî ye; di nav mercên welatê me de jiyana azad roj bi roj bi viyana me ya puxteyî ve û bi çalakiya wê ve pêkanîn e. Ji bo mirovekî nirxa herî pîroz a ku mirov pê bide ev çalakî ye; bi rastî jî nirxa herî pîroz ev hilgavtina azadiya mezin e. Bijarteka jiyanê ya tikûtenê ku em karibin ji mirovên xwe re pêşwazî bikin ev bû, me karibû vê pêşkeş bikin. A girîng dayîna vê bû. Ji bo vê xwîna ku hatiye rijandin di cî de ye, êş û îşkenceya hatî kişandin di cî de ye. Heke ku qîmeta wê bê zanîn, mirov dikare xwe bigihîne bîçimê jiyaneke ku tê pejirandin û welatekî hatiye qezenckirin. Va, mirov jî ev e. Mirovê ku dibêje “ez dixwazim bijim, ez dixwazim çarenûsa xwe tayîn bikim’’ arezûyên wî jî ev in, xwe çêkirina wî jî dîsa ev e, wisa dibe. A hatiye çêkirin jî ev e.

Nexwe di sala 1993’yan de li hember faşîzma 12 Rezberê bi bersîvdayineke mezin, dema ku me karibû peywirên xwe bînin cî, di vê bingehê de destpêkê ji bo pakrewanên me, ji bo êş û îşkenceya hatî kişandin, ji berxwedêrên zindanê û yên çiyên re û ew her kesê ku pê eleqedar dibe re ya herî baş daniye rastê. Di vê wateyê de jî li hember dîrokê bi eniyeke paqij û vekirî, li pêşberî paşêrojê bi hêviyek mezin em radibîn û rê werdigirin. Bêguman encam serkeftin e.

Bi gor para xwe hewl dam ku herî kêm xeta çêbikim. Ew dilsoziya ku hemû heval nîşan û guzarişt dikin, me afirand û pêş xist û hem jî bersîvdana herî baş pê da. Bêguman nirxandina jiyana me bi xwe jî xeta hîmî ya van pêşketinan e. Mirovekî bi biryar û sozdayî, pêwîst e hîle û hemû stemkariyên dijmin zanibe; Li hember van derkeve, lê bi dijderketineke ku bi hêsan nahilweşe û nakeve esas bigire û xwe bigihîne asta jiyanekê. Ev ne di bîçimekî, “ezê li ber xwe bidim, êdî çiqas bihedirînim’’ de, nêzîkatiya kesayetiyeke ku dibêje, “mitlaqa emê bijîn û bidin jiyandin’’ de ye. Ji awayekî din re cî tune. Ji mirina bêdem û bêserkeftin re neqeb tune. Pêwîst e jiyan her hebe, wê kes nikaribe vê ji destê te bigire û bistîne: Me, di vê bingehê de nirxdarî da jiyanê. Pêwîst e mezin birîdayîn û qezenckirina jiyanê, qasî hêza ramana mezin bûna xwediyê azweriyên mezin, hemû daneyên jiyanê û azweriyan di vê bingehê de ponijandin û ji derveyê vê, çi tiştên peyda dibin re bê gotin, bisekine. Ger ji te jî bingeh bigire, pêwîst e li hember vê rê nedî çi kêmasî û nebesiyên herî piçûcik jî. Şêwaza min ev e. Ger ku di vê wateyê de nebesî pêk hat, divê kesayet xwe jî nebexşîne. Da ku her kesî tevî vê bike, xebat û şêwaza lêxistinê ya nehatî dîtin biçespîne, heke ku pêwîst bike hemû pergalê li hember xwe rakirin, tenê ji bo qezenckirina mirovekî jî ger bi vê daxistina her tiştî rastê û bi vî awayî li hember jiyanê rêzdariyê selimandin şert e. Qezenckirina wisa vegerandina rastîna mirovê ku dibêje, “ez bi rûmet im û ezê bi namûs bimînim’’ û va, ne bi gotina “ez jî heme, ez jî mirovê vî welat û gelî me’’, xwe pêkanîn hindek bi vê nêzîkatiyê çêdibe. Îro ev desteka mezin ya gel, hezkirina mezin û rêzdariya mezin ji ber vê egerê ye. Di dîrokê de belkî jî cara yekem ew bêriya bi her kesî re peyda dibû û nedihat pêkanîn, me şensê pêkanînê dayê. Li rexmî hemû zorî û îşkenceyan bextiyariyeke mezin ji vê radibihîsin û pîroz dikin.

Seroktiya partiyê

1993