Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo315’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojande mê wana rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mîrov dikare bêje ji dijmin bêhtir em di welêtde xurtin. Hemû serê çiya me girtine. A nikare, pir hamleyan çêdike, bi hezaran hamle çêkirin, nikarîbû em rakirana, hilîna. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe re ev kar meşand, bi sebreke mezin, biaqilbûn jî meşand. Min heyf bir heyfa milletekî, ya rast jî eve. Heyfa din eybe. Ku bi usûla we mîrov heyfa hilîne eybe, di nêrîna minde. A rast ev bû. Vî şerî xurt girêdan em bi xwe ve, ez bawar nakim di tarîxên gelande tu kes wekê me wiha xwe ji tunebûnê, li hember dijminekî di alemêde pir xurt xwe wiha bi ser de û xwe nexe, xwe nekuje, xwe neke tunebûn. Hûn jî baş dizanin ku însanekî din bûya, berde wiqas sal, çend saetan nikarîbû xwe idare bikraya. Di Kurdistanê’de ev hezar salin me kir û îspat bû jî mîrov dikare dijmin li paşxe. Ev nuqte muhîme, berya her tiştî. Dijminekî hezar salan te bidehfîne, navê te rake, koka te bikole, te bi tunebûnke û tu vî dijminî li ser serê xwe ke, mezinê xweke, heta dawiyê peyatiyê jêre bike, muqabilî wî tiştek li hember tunebe, bi kêrekê, bi xeberekê nikarê li hember bisekine; wexta em rabûn li hember dijmin sekinîn rewş wiha bû. Yekî ne karîbû bêje ez Kurdim û ne jî bêje ez tiştekî dixwazim. Tevan serberdayî, tevan welat înkar kirî, nav înkar kirî, xwe berdayî heta ku çû... çû... Me divirde girt, dijmin girt, me gel girt. Li hember dijmin hinek tişt em fikirin, me hinek tişt ji yên wekê were, gelre got. Meseleke mezine; ji destpekê heta niha me çi got, li ser van gotinan çi çêbûn. Karê meye a mühim bu meseleke berya her tiştî niha. Di nava hemû gelê Kurd -30-35 milyon insan- de ji xwarin û vexwarinê bêhtir ev mesele tê gotin. Tu kes nikare xwe ji bin tesîrê derxe. Û bêhtir jî roj bi roj tevlê dibin. Mezinên xwe, biçûkên xwe, peyayên xwe, pîrekên xwe, başiyên xwe, xerabên xwe tev tevlê dibin, têdene, her roj li ser hevin bi mirinê bi mayinê pêrene. Mesele heta qirikê tu di xerabiyêdebe tu bêje bese, heta dawiyê yeki te xistiye bin lingê xwe, bêje bese, ev meseleye. Ku qendir pozê derziyê şeref ek hebe bê bese, ev meseleye. Ez roj bi roj li ser vê meseleyême, kûr dibe ev mesele . Ne ku bi çek kûr dikim tenê, na, çek ne tişteke di nêrîna minde. Niha ez li virim, min hîn tu çek bi dest xwe nexistiye, hinek heval bi çek me bera serê çiyê dane. Bêhtirî vê di aliyên dinde jî êm meseleyê kûr dikin. Li ser xwe disekinin. Tabî ez naxwazim vê pir eyb bihesibînim. Nêrîneke min jî heye ez bi her însanekî qayîl nabim. Ewên dibêjin em mêrin, em jinin. Çi jine, çi mêre, ez her roj ji xwere difikirim. Çi jiyane, vana çi dikin, çi nakin. Ji zarokiya xwe heta niha ez razî nebûm. Çixareya xwe, çaya xwe vedixwin, xewa xwe distînin, rehetiya xwe digrin, li gorî nêrîna xwe ji xwere jiyanekê maqûl dibinin, ê min ez her roj li serim. Hûn tev dizanin di Kurdistanê’de pirsa min, pirsa yekê ye quweta mezin niha di destê medeye. Dîsa jî ez bêhtir li ser xwe disekinim, çi bikim, çi nekim. Başiya te çiye, kêmasiya te çiye? Ev 15 salin divî welatîde min çi kir, çi nekir. Ji tunebûnê çi çêbû, çi çênebû. Millet çi dixwaze, çi naxwaze li ber çavên weye. Vaye îroj radyoyê got li Serhadê 48 gund bê çek bi ser dijminde meşiyane, zêdeyî dehan jê şehîd kirine, bi sedan birîndar kirine lakîn dîsa jî dimeşin. Millete, ruh pê çêbûye. Bê tişt dimeşin, meşa azadiye. Li her derê wihaye. Hun dixwazin li xeberan gohdar bikin, li welat çi bû, çi nebû, çi heye, çi tuneye, her roj li welat şer heye, şer jî ne xerabe, lê bêhtirî vê mîrov bi xwe li ser xwe bisekine. Te çiqwas xwe çêkir tê wiqas li hember dijminê xwe bisekine. Dibêjin dijmin, wiha girt wiha kuşt. Birastî parçe parçe dike. Hûn vê bizanibin, dijminê xwe nas bikin, çi wahşet hebe wî dike. Pir însanên me hay jê nînin, gafîlin, nizanin dijmin bi çi awahî lêdixe. Di xewêde gelek çûn. Hûn baş dibînin ku ronahiya me çêkiriye, naskirina dijmin a me kiriye bê mîsale. Lakîn dîsa jî nikare hişyar be. Însanê me di xiyanetê û gafletêdeye. Mirov ji zeyifbûniyê we jî direve, ditirse. Ev meseleyeke mezine, arê niha jî ne arekî wekê berêye. Ku cesareta te hebe jî ne bese, aqil jî hebe ne bese. Ji aqil û cesaretê bêhtir jî tişt ji mîrov tên xwestin. Li hêlekê sebir, li hêlekê ecelebûn, lez, li hêlekê berxwedan, li hêlekê dil tê vana tevan wekê hev derxe. Ku tu yekî kêm bike, ne di wextêde bimeşe, tê bikevî. Tabî yên wekê we hay ji van tiştan tunene, sed salan jî li ser xwe bisekinin ez texmîn nakim xwe pêgihînin nikarin. Berdin hûn, hevalên me yên 10-20 salan di nava xebatêde nikarin ji hev meseleyan derxin. Tabî hebekî hassasiyeta me heye. Di çi wextêde bi çi awahî çêbibe, di ser vêde hassasiyet heye. Gava di cihde mîrov dikare çeke. Me heta niha çêkirin. Li paş nakeve. Ew gavên me çeki qetiyen paşketin çênebû. Ew Kurdên wekî din, heta dewletên hene li hember vî dijminî çiqwas dikarin bisekinin? Serokên wan bere me dîtin, Talabanî, Barzanî dijmin dike kongreya xwe ya dawiyêde. Çiwwas tenezula dijmin dike wiqas kêfa xwe xweş dibe, ketine, bi dijminre têkiliya çêdike. Hevalê me zeyifin, hîn nikarin xwe biparaezin. Em naxwazin dilea wana bişkînin. Di çêl û pênc salî me, ên bîst salî di nava wede pirin, wekê miriyane. Her roj deh caran ez nebêjim wiha weha bikin, nikarin du gava çekin. Hebûna milletekî, li hember dijminekî pir wahşî şerde dilê mîrov di rojekêde diçire. Yekî were mala te çendeka li texe û çendeka ji te bikuje tê dêhn bibe. Ê we her roj ne çendek, ne di cihekîde li we dixe, dikuje. Ku xwe girîkin, badin eyba ınezine, ji me bêhtir jî tiştek tuneye. Li dor xwe dinêrim, li hevalên xwe dinêrim tev bê çarene. Demekê em xwe sist bikin nizanim wê bi xwe çibikin. Ne pir hişk, ne pir nerm. Yanî wiha usûlekê taqîb bikin ku bila bimîne. Li gorî halê we jiwe çi hate xwestih hûnê wê bikin. Ji me tevan, ji we çi hat xwestin, kêfa we, quweta we çiqwas rakir wiha bikin. Bi sebreke mezin, ji vê bêhtir jî bi çêbûnê li gorî we mîrov xwe ayar bike. Ku nebe nabe. Ne wiha be hûnê çi bikin. Ne hûn dikarin me taqîb bikin û ne jî mecala we heye hûn bimeşin. Her roj van hesaban dikin, ev şer çawa dimeşe, hûn jî niha meraq dikin. Şere, hûn jî nezîkê bûne, bi çi awahî meşiya, jivê şûnde wê bi çi awahî bimeşe? Dixwazim li ser vê hebekî we ronahî bikim. Ji bo vê ez van tiştna dibêjim.

Wekî din ji xwe ne mumkune hûn fêhm bikin. Mesela, pir kes dixwaze me bibîne, ji bo ku ez vana dibêjime. Ji bo gel hemû, ji bo dostan, dijminan tev çiye, ne çiye, çi bûye, çi bibe em li ser disekinin. Es însanekî wekê we ne pir bi cesaretim jî, bes usûlekê me ya jiyanê heye, li hember pir tiştan şer dikim. Li hêlekê bi tirsim, li helekê bi cesaretim vaya tiştekî dine. Ew jiyana heta niha hûn têdene ji bo welatekî mîrov jê dûrbe. Mîrov bi şeref bimeşe. Ahdek me wiha kir. Hûn bê çarene, erd mîrov bi çi awahî bistîne, li ser erdê xwe mîrov bi çi awahî serxwebûnê bigre, hûn ji vê meseleyê dûrin. Erd heye, tuneye. Kîne, ne kîne? Mîrov bi tiştekbe, ne bi tiştekbe? Hûn van pirsan ji xwe napirsin. Şerefa mezin çiye, ne çiye? Jiyana mezin çiye, ne çiye? Hebûna mezin, siyaseta mezin çiye, ne çiye, li ser vê kes pir nasekine. Li dor darê, li dor malê çerx dibin. Ya xwe digihîne cînarê xwe, ya nagihînê, her tişt di hundurê malêde dibe. Xizmeteke tenge. Bi van nêrînên teng

ji çar- pênc kesah bêhtir ne mumkune mezin bibe. Nêrinên ji bo milletekî tu dikarê zêde insan çêbike, şerê welat çêbike, ji bo vê hesap, ji bo vê serokî, ji bo vê her tişt, çi lazime tu çêbike. Kî tenezul dike? Bi salan ez dehn dihesibandim. Tenezul ne dikir were li min gohdar bike. Hûn jî niha gohdarî dikin, lê gohdariya we, ne pir xurte. Berde we hevalên li vir li min gohdarî dikin, ez pê nerazîme. Ecaba ev hevalna min rast gohdar dikin? Ji halê însan, ji usûlekê tiştekî fêhm dikin, nakin? Belê bi mirinê bimerene, lê mirin ne tişteke, min got ku ji bo me ya muhîm ne mirine jiyane, jiyaneke serbixwe dikare çêke, nikare, li ser vê dikare karekî bimeşîne, nikare? Hûn tev feqirin, bê çarene. Dinerine, zû dimirin. Ji tunebûnê wexta me dest pê kiriye heta niha dijmin tev li min digere, dinivîsîne emê li ku bigrin? Ez însanekî basîtim, tim bi tenê xwe dimeşim. Ewên pir bi deng, pir xwe xurt dihesibînin roja duduyan ketin. Ji destpêkê heta niha ez bi tenê dimeşim, dijmin tew nizane ez çime, ne çime, li kume, ne li kume? Çi, biçi awahi çêdikim? Şaxsiyeta tu bimeşînê divê dijminê te nikaribe xwe pêgihîne. A we ne wihaye. Jiyana we, şexsîyeta we ku dijmin dest biavêjêyê di deqqêde bigre: Hareketa we tuneye. Guhertina we, leza we tuneye. Heval hemû zû dikevin. Tabî me xwe elimandiye, me xwe çêkiriye. Kes nikare bêje te tiştek nekiriye û niha mîrov nikare bêje tu nebû sebeba tiştekî. Na. Tiştên ecêb çêbûn. Tiştên di tarîxêde çênebûne çêbûn û dîsa jî ez wiha me. Min bi çi awahî xwe wiha kir? Ewên dibêjin ez agîdim wihame, wehame û keç jî bila tiştekî ji me bigrin, ji me dixwazin, bila li me binêrin hebekî bi namûsa xwe ev tişta bi çi awahî çêdibe bila di hundurê xwe de xwe bigihînin rastiyan. Wekîdin egîdî nabe. Çima mîrov bixwe bileyize? Tema,m tu xwe egîd dihesibînê, şervan dihesibînê de zanibe. Çiqwas ez bi serde diherim, dibêjin ezê şer bikim bes ne wekê tu dixwazê, wekê em dikarin emê bikin. Tabî wekê hûn dikarin dijmin hiltîne, wekê ez dixwazim dijmin pê nikare. Hûn Kurdin, Kurdayetiyê dixwazin, di Kurdayetiyê de pir tişt niha radibin, çêdibin, deqe bi deqe dixwaze hilîne, alemê tev dixwaze bi ser mede bimeşîne. Lê ji quweta min pir tiştek kêm nebûya. Min quweta xwe di xwede hişt, jî bo ez bi meseleyan bikaribim. Lê pir bê namûsan sekinîn, tembelan, sextekaran, di hundurê partiyêde, derveyî partiyêde, hundurê şer, derveyî şerde sekinîn. Ez hesabê tevan didimê. Di meseleya şerde, di ya siyasetêde derket ku kes nikare min bixapîne. Talabanî di dema dawîyêde xwe rovî dihesiband, navê wi roviye, xwest ku li ser me rovitiya xwe bimeşîne, xwe avête Ankara’ye xwe aveate cem me, daviyê Ankara’yê dîsa bang lê kir got were, tirsiya neçû, lê pir dixwest here, xwe parçe dikir, lê pûç bû, kete mala xwe niha, raviyên çend salan kete qula xwe niha. Barzanî jî xwe tiştek dihesibîne, xuyaye çiye, ne çiye, di demeke kinde. A muhîm, li hember pir kesan ên xwe wiha dihesibînin, ên xwe weha dihesibînin. Ew axeyê me, ew pir kesên me, tu berde wana, dijmin, Demirel ew jî ev sîh sale xwe wezîreki mezin dihesibîne, lê hefsarê wî, ruhê wî di dest medeye. Tiştê bi ser mede dimeşîne, nikare wî bifilitîne. Generalên mezin, ên koka Kurdan kolane, yên di rojekêde her der şeitandine niha nikarin li hember me xwe bimeşînin. Wiha destên wana diricifin, nikarin li ser lingan bimînin. Di dest wanade îmkanên alemê hene, dîsa li hember me ne xurtin. Reîsê erkanêre digotin çima saleke din ma, digot ku biçûma wê bigotana reviya. Di mecalê revêde ye a muhîm yanî.

Wexta me ev şer kir, meseleya agir sekinandin dayînêde belkî şika we jî çêbû, , we got demek nikarin şer bikin, demek wiqase. Pir kes tirsiya jî ji şer bêhtir divê gavêde me dijmin hilanî. Darbeya xwariye, di sê mehan de, heta niha ne xwaribû. Bi xwe û bi qirarekê me va tişta kir. Yekî jiyana xwe bi şer ke, yekî li hember dijminê xwe her roj xwe çêbike, îmkan tune kes pê bikaribe. Li hember hemû însanan niha ez xwe ayar dikim, li hember we tevan, li hember hemû tehlikeyê, hemû dostan, hemû dijminan, li hember her tişti her roj çiye, ne çiye, çi dike, çi nake dipirsim. Ez însanekî basîtim, karê xwe dikim. Hûn jî karê xwe dikin ez jî karê xwe dikim. Hûn jî dibêjin karê me kare, ez jî dibêjim karê min kare. Di destpekêde yeki karê min kar nedihesiban. Û niha jî, ez texmîn dikim ew hevalên pir nêzîkî me jî karê min pir kar nahesibînin, ez çi dikim, çi nakim belki tew nizanin, ehemmiyetê nedinêyê jî. Hiha hûn baş dibînin ku di dawiyêde karê mezin, karê mine, şerê mezin şerê mine. Vaya tev ji tunebûnê çêbû, yekî bi aqilbe, jime alîkariyekê bigre, di cihde, ne mumkune bikeve. Ez ji we tevanre dibêjim cihekî we tune, hûn xwe nas nakin ji bo wêye. Alem tev li hember mine, Sowyet, Amerîqa, Alman, Fransiz, Îngîlîz, Rojhilatanavîn tev, lê niha hûn baş dizanin ku niha me welat girtiye. Vaya çawa çêbû? Yek xwe navêj erdê, xwe inkar neke dibe. Wiqas alem li hember me va tiştna çêbûn. Li ser van tiştên çêbûne mîrov çi bixwaze, nikare bi serxe? Yekî bêje ez hebekî durustim, însanekî bi şerefim, egîdim dikare her tiştî çêbike. Bila bi xwe neleyize, bi îmkanan neleyize, dikare her tiştî çêbike. Tiştên me dayê pêşiya we tevan, bi ziman û bi çek her tişt herkes li gorî xwe dikare her tiştî bike. Ma wexta me livir karê xwe kiriye çi yê min hebû? Tiştek tunebû. Lê me kir. Yekcaran heval ji minre bê çarebûniyê dileyizin. Ezê çito bikim, çito xwe idare bikim, dibêjin. Li me binêre, bike. Ku tu binamûse, tu tede tiştek hebe, li me binêre, bike. Dibêjin, ne ezê bi te bileyizime. Wê çaxê hay ji xwe hebin. Ez ji hevalan tevanre dibêjim. Niha tev tên dibêjin wiha Serok weha Serok, wiha em dixwazin xebat û şer, weha dixwazin. Bi aqilbin yanî. Hûn dizanin ku li vir me kes bi zorê neaneye cem xwe. Dijmin bi usulên ecêb bi ser mede tê. Heval ikna dixwazîn, pir tiştan dixwazin. Ez niha dibêjim hay ji xwe hebin, tiştê hûn bi serde tên tiştên hûn ji mîrov dixwazin, nerevin, bikin, li me gohdarî bikîn, li ser bisekinin, wekê berê nekin. Dibêjin wiha Serok, weha Serok, nizanim çi seroki ne serokî. Ê min ji minre kare. Karekî wiha mîrov li hember dijmin dihêle, li hember însanê ketî jî dihêle. Ev ji minre muhîme. Nav û deng ji minre pir ne muhîme. Ma ez pir însanekî xerabim. Na. Hûn naxvazin biguherin? Belê. De haydê li ser bisekinin. Dibêjin em pê nikarin, em tehammul nakin, em mirinê qebûl dikin, wekê tu dixwazê em nikarin bijînin. Ez vê pirsê qebûl nakim. Ku tu wiha bike, tê herê. Ez zû bi zû kêfxweş nabim, zû bi zû bi mîrovan razî nabim. Her roj em li ser însanan disekinin. Întiqamgê ne ji dijmin tenê hilînin, ji bo neketina me nebe. Ji xerabiyê tên, ji jiyaneke sivik bêhtir tiştekî naynin ber me.

Tabî li hember minin. Heval tên dor min, gêj dibin. Çiye heval, çiye? Nêz îka me mebe. Yan tê xwe bilezîne, tê xwe bi ar kê, yan tê nêzîkî vî şerî nebe. Gel rabûye, tu mecbûrê tê herê kî derê? Reviya, reviya dunya tiji kir, cih jêre tuneye, mecbûre li sêr welatê xwe bimîne. Bi çi awahî? Divê vê bielime. Tê bielime, tê xwe çêbike. Bi revê nabe. Tê xwe çêbike. Çima tu nikarê mezinbûniya xwe bigre? Tu negre şerê me jî li hember te nasekine. Ez her roj li ser van tiştan xwe çêdikim. Millet dipirse, ji me pir pirsan dipirse, em tim wîha cewabê didin; me şer rakir, ew dijminê lêxistiye, kuştiye û her tişt kiriye ya xwe me qewirand bi sekinandin da, artêşa gel niha li serê çîya dimîne, şer dike roj bi roj. Di van neh salande bi rastê tê bîra min jî, wexta roja ewel emelî çêbû, min got bi çi awahî wê dewam bikin? Saet saet em li ser bûn. Komek hevalin gavek avêtine, dawî wê bi çi awahî were? Tu nikarê. Dijmineke her aliyê xwe are û bî ser tede tê. Tê çito neşewite? Giranîyeke mezin heye li ser mîrovan. Dema gav avêtiye jî hay ji dawiyê tunene, çi were serî, ew hesabê xwe tuneye. Ew hesap tev tê min dibîne. Pir pir dibê em bimrin, wekî din hûn ji me çi dixwazin? Lê ji bo min jî ya muhîm, şer dewam bike, ketin nebe. Ji wê rojê heta niha ev neh sal tije dibin. Dîsa li vê sahayê bûm. Van neh salan bi çi awahî derbas bûn û bêhtir ji komeke biçûk bûn, te ev kom bi hezaran li heraber hamleyên dijmin hîşt! Bila heval hemû li ser vê bifikirin. Ew heval nikarîbûn mehekê tehammul bikrana. Xwe bihiştana, çûn. Min got ku bê wext şehîd ketin. Bi hezaran hatin girtin. Ji tunebûnê me derd. ixist tiji dikir. Sala çûyî dixwestin dîsa rakin, hemen hemen tev ji dest çûbûn, di şerê Başûr’de. Em bi çi awahî li hember sekinîn? Dijmin digot qediyan, Demirel dibêje “Paşam çi çax wê biqede?” Dibêje, “Vê buharê wê biqede.” Buhar nebû havinê. Niha lê binêrin ew bi xwe bê çareye. Jiyana me jî wekê ya miriya bû, niha bu yekî xurt, bi jiyanê ve girêdana me. Tev bi şer dibe. Ku şerê te çiqwas xurt be, tê wiqas xwe bi bend kê. Xurt bû, bû bend, bendeke ku dunya were nikare qut bike. Quwetan çêdıkin, em jî cêdikin. Netîce quweta me niha wiha bû. Di hundurde, derde çiqwas bileyizin, ne mumkun ve quwetê qut bikin. Zirara heval didin, dijmin nikare bide, dîsa jî dar xurt dibe, benda şer xurt dibe. Min got ku ez pir ditirsîm, nefes bi nefes bûm, mana min di şerdeye. Ku ev şer bisekine, bikeve wê dijmin te ji hev bixe. Tu berde Kurdayeti ya te, jiyana te namîne. Tabî tu niha hefesa serxwebûn û azadiyê dikişînê, ne hindike. Em serê salan pîroz dikin, cejnan pîroz dikin, ji bo min cejn niha mana şere. Lê jiyan ji bo we, rezîlbûnîye. Ew jiyana hûn têde ez nikarim rojekê têde tehamul bikim. Vana hîn ez biçûk dihesibînim, yanî ev şerê bûye, ev quweta çêbûye ez dibêjim zîkê mîrov an têr bike, yan têr neke, min têr nake ev şer, ne bebe. Şerkirîna me lazime ne wihabe. Hûn xwe pir mezin dîıesibînin, ewk dihesibînin lê acemîtî heye, li ku wê gavên mezin çêbibin. Ku nebe jiyan disekine. Tabî hûn jiyanê çi dihesibinin. Ez ji hevalên bi aqilre dibêjim, waye di şerde ne, li dor me xwe dicivînin, de wekê me jî xwe çêbikin. Ziman heye zimanê xwe naşixulînin, çav hena, nizanin binêrin, dil heye nizanin dilê xwe bişixulînin. Dîsa ji diherin xwe dicivînin, nikarin tabî. Ez bi vana nikarim xwe bixapînim. Wekê zarokiya min digotin, tu dêhnekî, ma kes wiha dike, kes wiha tehammul dike? Temam, belkî hûn wiha bibêjin, heqê weye, çi dibêjin bila bibêjin, lê ez jî tiştekî dibêjim. Hûn mirîne, ji xeraban xerabtirin. Zimanê te tune tu tiştekî bibêje, bike Dêhnim lê dîsa ez tiştekî dibêjim. Tu tunebûne. Heqê te yê jiyanê tuneye. Di aliyê jiyanêde tu ketiyekî. Wexta ez wiha dibêjim, ez tiştekî dibêjim. Berei egîdî bi şiklekî dikirin, niha jî egîdî wiha dibe. Tê li ser doza xwebe roj û şev. Nefes bi nefes. Ê bê welat, bê azadî, bê her tişt kiye, tuyê. Tu jiyanê dixwazê, li welatê xelkê, li Ewrûpa li Amerîka, li Afrika, li Arabistane jiyanê dixwaze! Ez dibêjim ma qey jiyan wiha tê xwestin? Ji xelkêre çi tê gotin wî dike, ji xwe re tiştekî nikare bike. Ma wiha jiyan dibê? Ez zarok bûm min ev tişt fêhm kir, tu çima wiqas mezine vî tiştî fêhm nake? Ez bahsa şerê xwe dikim. Hîn jî di meseleya şerde min got ku hîn di dema, acemîtiyê deye. Jivê şûnde wê hîn xurttir bimeşe. Em li we dinêrin, hevalên xwe, hevalên bîst salî bi minre rabûne wekê bêçareyane, ez naxwazim wana bişkînim. Ew bi xwe jî dizanin ku ji zarokekî zeyiftirin. Çima te xwe wiha hîşt? Nikare hevaltiyê bike. Birakî min heye, hate bîra min ez ji were bibêjim; xebatkareke,17-18 salin jî bi mereye, qereqoleke Barzanî hevalan bê sîlah kir, silah ji dest girtin, tabî ew bi xwe li Başûre, dibê, “Lazime mehkeme bibe.” Hesabê Berzanî wana dike. Min got li cihê xwe rûnê. Taktik wiha nabe. Feqîreke, tabî dixwaze tiştê baş bike, ditirse pir tişt wê ji dest here, belki rê qut bikin, zahîe qut bikin. Tabî nizane siyaset bi çi awahî dimeşe. Huqûq çiye, ne çiye, taktîk, gav herdem çine, ne çine wê pir nizane. Ji bo vê di destpêkêde li ser biratiyê min qetiyen bawerî nekir. Bi alîkariya bira, bi alîkariya meriyan ez gava biavêjim, imkan tunebû jê direviyam. Netîce ez yê bi heq derketim. Birakê li serê min dihere bi Talabanîre îmze dike, di şerde qereqolek tê bê sîlahkirin, xwe pir acis dike, diavêje erdê dibê “Çima wiha dibe?” Biratiyê wiha fêhm dike. Berî biratiyê jî hevaleke wiha fêhm dike . Ev 18 salin nikare xwe çêbike. Hevalên me wekî din jî kevin hene, bi qirarin, ji bo min jiyana xwe feda kirine, lakin dizanin ku tev bi sûcin, nikarin. Min di wextêde pêre got tê wiha bike, nikarîbû bikraya. Madem tu hevaltiyê dixwazê, tê heqê hevaltiyê bide. Ji bo vê niha ez xwe bi tenê dihesibînim. Dibêjin, ka merkez, nîzam, ka politik büro, kî ye, ki dikare du gavan biavêje? Ez ji bo her tiştî heme; ji bo merkezekê, ji bo çi kom çêdibin bila çêbibin, ez pêre heme, lê ew bi xwe nikarin. Şer meseleyeke mezine, ev salê çûyî jî ez dikarim bêjim tarîxa Kurda nuh çêkir, ketin jî çênabe, ne mumkune ku mîrov bi xwe xwe gêr neke. Bi aqilbe, hebek tiştê me kirîye pêrebe swe bide ser ji min bêhtir dikarin tişta çêbikin. Ez naxwazim gelê Kurd pir li ser bisekinim, pir tiştên wiha hişk pêre bibêjim, firsende ez ji bo hevalên dor xwe dibêjim, ên bi mere hevaltiyê, şer dikin, ez ji wanare dibêjim ku hay ji xwe hebin. Niha quwet heye, tu çiqwas bixwazî pereyen gel li cem minin, sîlahên gel li cêm minin, roj bi roj jî pir dibin, wek berê bêje başî, xerab têde heye, tuneye. Ku yekî ahmaq be wê xwe bixapîne, wê xwe razandin bide. Dema ev tişt tên pêşiya te tiştên ji te tên xwestin ji kezî nehatiye xwestin. Tiştek heye yan tê pê bileyize, yan tê bireve. Va serokiya bi çi awahî dimîne? Ma ez pir dixwazim? Na. Xwe wiha bihêle, wiha biparêze. Ez jî însanekim, nefsa min jî heye, ji bo xwe bijînim. Min tev berdan. Usûla min însan meşandindan kesî ne fikirî û ne jî tenezul dikir bikraya. Min tev kirin. Wexta tu dixwaze li hember dijmin xwe bihêle çi tedbîr hate serête tê wê bike. Dijmineke, te dadixe, heta ji te bê tê li hember bisekine. Ma tê di rojekêde bimire? Ew ehmaqiya berêye. Dibê ez neketime vî şerî, ez yek caran ji xwe ditirsim. Hevalên te wiha şewitîn, hevalên te wiha parçe parçe bûn, tê bi çi awahî tehammul bike. Em disekinin. Tu ne tam hevalê. Ku tu tam heval bûya heval îmha nedibûn. Nikarîbûn xwe tam bi heval kirinaya, ez çi bikim? Hevalê min jî ez bi xwe me. Ji xwe re hevalê xwe me. Niha dijmin nikare min bigre. Û nikare min bixe, zayif bike. Ji ber ku ez bi xwe hevalê xwe me. Peyveke min heye, tim dibêjim; tu bi kesî nikaribe, tê bi xwe bikaribe. Tea nêrî tu nikarae hineka mezin bikê, tê xwe mezin bike. Em hemuyan mezin dikin. Navê gelê Kurd me çêkir, ev hevalna dîsa me bilind kirin. Di alemêde navê we dîsa me bilind kir. Pir tişt mezin bûn lê hûn baş dizanin ku min xwe mezin nekiriye, vaya bi xwe bû. Çima ez wiha xwe bi deng bikim û bela mezin bînim serê xwe? Çare tune. Alîkariya min ji hevalanre kiriye, ji hezarî yek min ji xwere nekir. Heta niha alîkariya min bi dora xwere kiriye hînkirina dor xwe, elimandina dor xwe min ji xwere nekiriye. Min nêrî ez diherim, wê çaxê min got bi ser xwede. Ev hevalên te te diavêjin-Bi ser xwede, xwe xurt bike. Ji bo vê min xwe xurt kir. Di destpêkêde di nîyeta minde serokî tunebû, hevalekî hevalabûm. Min nêrî mîrov nikare bi hevalan me pir baweriyê bike, zeyifin, bê çarene, min got bi ser xwede, bi xwe bikaribe xwe çêbike. Netîce niha min xwe xurt kir. Barê herkesî min da ser xwe. Ji xayinan bigre, mijokdariya, yanî yên li ser Kurda çi dixwazin bikin ew barê wana tev niha li ser mine. Ez nabêjim hûn tev wiha bikin, lê yên dîxwazin li dor me hebekî xwe bicivînin, li dor me wiha dibêjin em bi terene. Belê, bi dil dibe, bi çûk nabînim, pirsek jî, dostaniyek wiha bi du kelîmeyan jî qiymeta xwe mezine, lakîn meseleya Serokiyê, meseleya tu bêje ez heme ji bo her tiştî tê dîqat bike. Ez dixwazim meseleya Serokiyê vekim. Ew serokên heta niha tev bûn lîsk, gunehe ji milletekîre.Mîrov wiha neke. Milletekî ketiye, tu bixwaze dikare bixapîne. Vanê din wiha kirin. Bê hudût bi dijminê vî milletire bûn dost. Tabî em va tiştna qebûl nakin. Dijmin, dijmine. Şerefa însên eve, bê şerefî jî nayê qebûl kirin, jiyana bê şeref tê çibikê? Belê, mezinên gel wer qebûl kirin, çiqwas mezinên me hebûn tevan wiha qebûl kirin. Me xwe jê dûr xist, sebeba şer, serokiya şer wiha li serê min bû bela. Em nereviyan, min xwe ba neda, me pê karîbû. Vaya heqîqete, baweri heye, xwe digihîne hukum roj bi roj. Di we de ku însanin egîd hene, lazime rastiya esasî wiha bînin ber çavên xwe. Qedera Kurdan mîrov wiha teyîn dike. Ew ketina berê rabe.

Li ser sala 9’an, ketina salan l0’an di şerde ya 15’ê Tebaxê van tiştna tîne bîra mîrov. Ez hesabê xwe wiha dikim û wiha didîm. Ez alîkariya dostan inkar nakim, ne ew bûna ne mumkune ev kar bimeşiya, lakîn wekê min gotiye, girani tev jî min da ser xwe. Yê zû ketî, yê zû fîşeng peqandî barê me giran kiriye/dike. Demirel, niha pîrekek li hember me rakiriye, ji bo millet bixapîne. Dibêje “Ez wiha xwişkim, ez wiha dayikim, bila werin li min xin.” Wexta hate Kurdistanê ev tişt gotin, Dixwaze bi navê xwişkbûniyê, dayikbûniyê millet bixapîne. Jêre maske çêkirin, ji bo millet bixapîne. Niha bi ser mede tên. Pir xwinxware tabî yên pir edepsis (bê edep), pir xerab derdikevin, ev jî jineke wihaye. Dibêje, “Ez pir bi qirarim.” Ewna çiqwas bi qirarin, ez jî wiqas bi qirarim. Dewleteke tabî pir însanan dikuje, dixwazin ordiyeke taybetî çêbikin. Ordiya taybetî çiye? Însanan bigre, ser jêke. Ordiya taybetî ji bo vê dixwaze çêbike. Ordiyek bê nizam, bê qeyd. Pîreka dijmin ji peyayê dijmin bêhtir zirarê didin mîrovan. Mana wê li ser vêye. Mîrov xwe bişidîne. Va wezîra, va reîsa li ser te çi dike dike, bi halê xwe ye, li gorî vê tê jî xwe bişidîne. Min got ku sîlahên niha me bi dest hevalan xistine, ne hindikin, îmkanên bi dest hevalan xistiye ne hindikin. Dijmin tê ser te wê te parçe parçe bike. Ê tu jî wî parçe parçe bike. Xwe bi ar ke, xwe bi bombeke, dijmin bişewitîne, tu çima sekiniye? Dijminekî bê hedef, heta hedefaa xwe digre emê bi serde herin. Ji tunebûn me heta vir anî, ez bawerim emê hedê wî bidinêyê.

Vaya hîn destpêkeke biçûke. Li ser vê destpêkê tiştên wiha mezin jivê şûnde em dikarin bikin. Ez nabêjim besî mine, ez ne wekê weme. Ez her roj li ser xwe disekinim, xwe wekê we biavêjim erdê. razêm. Na! Mirin jime tevanre heye, bes jiyaneke însaneki çiqwas tiştê mezin pê karibe ezê bikaribim pêk bînim. Çiqwas mezin ji min were xwestin ezê pêk bînim. Tiştê me heta niha kiriye jî îspat dike ku em li ser soza xwene. Di destpêkêde tevan digot, te bikujin tu ji Ankara’yê, ji gund dernakevî,vir vir vir tu wiha dike, digotin û bi min dikenîyan, te divê serê xwe parçe parçe bikin, ez çi bikim? Ez xurt dibêjim, viqas tişt vedikim, hûn li gorî kêfa xwe dimeşin, ez çi bikim. Niha dimeşe, li ser pirsên mine. Ne ku li gor ez dixwazim hûn dikin. Pirs pirsê Serokiyê’ye wê bimeşe. Madem serokiyek çêbûye, ew serokî wê serokiya xwe bimeşîne. Wê we tevan jî di bin tesîra xweke. Wekê ewên tu nizanê çawa hate kete çavênte, pozên te wiha tesir li ser mîrov çêdibe. Tê hay ji xwe hebe. Di destpêkê de ji xwe tevan digot, em nikarin bikin, em tunene, em mirîne. Ez li van peyvan gohdar nakim.. Vê jiyanê ez dixwazim bisekinînim. Sekinîm, sekinîm niha dibêjim di vî laşîde jiyan heye. Yanî nexweşeke, lakîn radibe. Birîn bûye, lakîn dîsa jî îşaretên jîyanê têde heye. Karê min eve. Ez ji bo hemû gel heşkere dibêjim. Lime dipirsin, meraq dikin, soza xwe didin bi mere dîtinan, civînan çêbikin ez tim dibêjîm, narevim, xwe pir jî mezin nahesibînim, bi rastî, bi nizam, ez pêreme. Tu caran bi min lîsk nabe. Ew hevalên xort nuh tev li me dibin, tên, dixwazin xwe û min bixapînin. Wiha nekin. Li vir me rast fêhm bikin. Diherine ku bi mirinê jî xwe didine ser, lê me nas bikin û wiha werin. Hûn xortin, ne westiyane, meseleya şer wekê agir fêhm bikin. Tim ez haziriyê dikim ji bo xwe bi çiyê gihînim. Ji bo ez xwe bi sîlahekê gihînim min hîn xwe negihandiyê. Me sîlah dane we tevan. Hinek hevalên xurt, bi bawerî me tev kirin ser hev, me ji were cih çêkir û van tiştna hîn jî min xwe negihandiyêye. Di meseleya şerde ez wiha li ser disekinim. Ev 15 salan min livir sebir kir. Jiyan çiye, ne çiye li hêlekê, karê min li hêlekê, min sebir kir. Kes wekê min di vê dunyêde ne bi leze jî, ev panzdeh salin ez sebir dikim. Ê we ne sebir heye, ne lez heye, destê we jî tim di agirdeye. Hûnê bişewitin, ez li ber we dikevim. Tên nexweşin. Hineka çavê xwe kor kiriye, hineka lingê xwe parçe kirine, tê çi bikê? Min got wiha bikin? Na! Wekê min xwe bihêlin. Ezê rojekê xwe tev li şer jî bikim, yanî ez di şerdeme, ezê xwe hîn nêzîkê bikim. Wexta ez xwe nêzikê bikim dijmin nikare bisekine. Berê digotin Cebraîl hat, nizam melîke hatin, di zemanê îslamiyetêde kafir wiha reviyan, ê me jî wihaye, wexta em herin, wekê Cebraîle, dijmin wê bireve. Va tiştna bi zanebûn çêdibin. Di zemanê Hz. Pêximber de wiha bû, di zemanê mede jî wihaye, wekê ez dikim dibe. Em ji xwe bêtir li ber hevalan, li ber we dikevin. Barê min girane, ez dizanim. Dijmin deqe bi deqe li ser meye û ez dikarim xwe biparêzim, xwe bimeşînim bi şerefa xwe, lakîn hûnê xwe çawa bikin. Hûnê xwe çawa bi rûmet bikin? Hûnê xwe çito bihêlin? Bi cehaletê ev kara nabe, tu xwe bikuje jî nabe. Tê bi dijminê xwe bikaribe, tê xwe jî dor xwe jî bihêle. Peyva min niha wihaye, hûn meraq dikin, ez wiha dibêjim. Hûn xwe rast bi ser karê xwedin hûn jî dikarin tiştna bikin, xwe bi tiştekkin. İmrê we hîn sîh-bîst, bîsttûpênc salîne. Çima nikarin xwe bişidînin? Çima nikarin mejiyê xwe bişuxulînin? Mejiyê we ji yê min tazetire, hûn dikarin baş bişuxulînin. Xwîna we ji ya me germtire, dikare baş bişuxule. Xwediyê xwe bin. Va şera me ji tunebûnê destpêkir heta vir anî, we hineka girî kir, hineka kenî kir va şera me wiha kir. Dunya li pêşya me sekinî, nikarîbû. Îlla ezê vî şerî mezin bikim, hûn jî hay jê hebin. Heta niha di şerde hêsrek jî ji çavên min nehatiye. Serkeftin çêbibe ez dibêm hin kêmasî têde heye, pê nerazîme yanî. Ez bi xwe wiha dimeşînim. Tiştên ez dibêjim te fêhm kirin, tev ji boyî gelin. Dîsa hûn dikarin pirsan bipirsin, dikarin neqda bikin. Hûn dikarin tiştna din ji me bixwazin. Çi dixwazin, dixwazin bi minre çibikin bibêjin. Hûn bi çi awahî min dihesibînin, bihesibînin, însanekî wekê we, me di rêka şehîdandeme disa xwe gihande vir. Li ser vê însanên bi rûmet, yên dost hebûn me xwe gihande vir. Hûn bî çi awahî dixwazin ez wiha li ber mîrovan dikevim, netîce jî ez dimeşînim. Ji tunebûnê niha me va milleta tev kire rê. Hûn dikarin ji min bêhtir bikin. Millet dixwaze, me wiha cewap dayê. Nizanim jê razîye, neraziye bibêjin. Tiştna wekî din dixwaze, naxwaze bibêjin. Hûn dikarin bikin, dîsa bibêjin. Tiştên hûn dixwazin ez dimeşînim, lê bêhtir jî tiştê ez ji xwe dixwazim bi xwe jî dimeşînim. Tu kes jî nikare min sekinandin bide. Dayik, pir kes li pêşiyamin sekinîn. A rast mîrov baş bimeşe. Ez ji xortanre dibêjim, va bi çi awahî dimeşe. Durust quweta we hebe bi mere bimeşin. Dîsa meşa we bi mere başe, bi şerre ne. Pêşveçûna milletê Kurd niha başe, bi xwereye, bi şerefa xwereye. Emê jivê şûnde hîn tiştên baştir bikine.

Ji bo sala dehan (di sala nehande) mîrov dikare van tiştan bibêje. Arê ez têde, yê ji min derdikeve van tiştanin. Ez dikarim bi saetan, bi rojan, bi mehan jî li ser bisekinim, disekinim jî. Sibe ezê bi hevalên çîyêre bibêjim. Ketin tuneye. Belki lingên min bişemite ez bikevim, wê çaxê girî, mirî tuneye. Tiştê ji min were xwestin ez dikim. Ji bo min megrîn. Ji were min kiriye, heta dawiyê. Bibêjin sûalin we çine? Te ez gohdarî nekirime, yekî ez gohdar kirime b ila sualan bipirse. Ji hevalan jî.

Sed salan di cihde bimînin ez dîkarim bersivan bidim.

- Nêzîkbûna Partiya Demokrat û...

---.: Me tev tev lê kirin. Me tev kirin cepheyekê. Yanî ji bo nebin muşkule ji bo wê neketinê. Emê bang li Barzanî jî kin, niha wê werin.

- ...

---.: Dunya çiye? Dunya hay ji te tuneye, te înkar dike. Ku tu xwe hal bike wê çaxê pişta te digre. Nebêjin partiyê di alemêde çi dikin, çi nakin. Partiyên Kurd yên din çi dikin, nikarim li ser wê jî bisekinim. Te xwe çiqwas kir quwet?

Tu çend saliye?

- Bîst û du salî me.

---.: 22 salî! Tu miriye, ji dezt te çi tê der? Berde partiyê alemê, feqîro, tê xwe çiqwas bi partî ke? Tê çi bike? Yan tê zû werê kuştin, an tê xwe bixapîne, yan tê xwe biavêje erdê. Wekê ez dikim, acaba tê bikaribe çend gavan biavêje? Partiyê alemê ne tiştekin, partiyê alemê tev me înkar dikin û tenezul jî nakin. Ku te bi xwe xwe nekir parti, tê ji partiyên alemê çi bixwazê? Ev tev wekê miriyane, te ev nekirine parti, tê ji partiyên alemê çi bixwazê? Hûn vaye nizanin pirsan bipirsin. Te jî nizanîbû sûal bipirsiya. Kî dizane sûalê bipirse? Belê?

- ...

---.: Bejna te jî dirêje, dijmin zû te bibîne, litexe. Zahmete. Gundiyan digot, zarokên xwe nêzîkê nekin wê bişewitin. Bi rastî hûnê bişewitin, zû zû xwe nêzîkî me nekin. Ev peyva gundiyan bû. Xwe zû bi zû nêzîkî min nekin. Zaten ji minre digotin te xwe şewitand, tu dixwazê zarokên me jî bişewitînê. Ez neşewitîme û ez hevalên xwe jî naşewitînim. Em hevalên xwe dikin qahreman, lakîn yên dişewitin jî bila hay ji xwe hebin. Ez eşkere ji tevanre dibêjim, em wekê sultaneme, ji melikekî bêhtir xwe melîk dihesibînin. Dibêje Kurdên Ewrûpa. Kurdên Ewrûpa mahf bûne, tu çi jê dixwazê? Berde Ewrûpa, yên ketine, xwe avêtine erdê, Ewrupa ji bo Kurdan me ne dêhn bin ma xwe tev li vê jiyanê dikin. Tu serê min jêke ez nikarim rojekê vê jiyanê tehammul bikim û ez ne di jiyanêdeme jî. Jiyana vir jî ez newêrim têkevimê. Ma qey quweta min tuneye? Ez ji we tevan bi quwettirim. Lê bi rastî ez newêrim xwe tev li vê jiyanê bikim. Tu vana dizanê? Te ev tişta belkî ewel ji min gohdar kir, ne? Cara ewel tu gohdar dikî, vaye ez vame. Partiyen Ewrûpa, partiyên alemê. Mirov pirsên mezin bike lê ne wiha. Ev pîrekna fêhm dikin? Çi dibêjin li ser halê we? Bêjin, çend kelîmeyan bibêjin.

- ...

---.: Bi quwetê yekitî çênabe. Zeyifin, ne mumkune mîrov bi wanare quwetê çêbike. Bi xwe ne quwetin. Ew partiyên me yên Kurd jî wihane. Mana wan ji tunebûna wan bê ferqîtire. Livir jî li gî derê jî wihane. Ji bo ku yekitî xurt çêbibe lazime li hember te quwet hebe, lê quwet tuneye. Ku yek însanekî egîd hebe, banêkin bila were cem min. Yek însanê bêje ez ji xebatêreme li hember dijmin, bila bê. Tuneye, yek jî tuneye. Meraq nekin wê werin. Lê têde quwet tuneye, vê jî bizanibin. Nebêjin bûn yek quwet mezin bû, wiha nefikirin. Ji bo ku nekevin ber lingan, ji bo nekevin bin destê dijmin, emê wana bi xwere kaşkin, bimeşînin. Wekî din sûalên millet çine? Millet çi dixwaze bipirse, jimin? Ne hacete ez bêjim li çiya, li nava millet em çi karî dikin, rojê çiqwas dijmin dikujin. Belavok, (beyan) hene her roj bi dest we dikevin, xeberên şerin, tev tercume dibin û bi dest we dikevin. Bê şerê welat di çi merhaleyêdeye mîrov dikare fêhm bike. Rewş başe. Quweta me bi çek bi ser deh hezaran dikeve. Vaya ne hindike tabî, deh hezar mîrov biçûk nehesibînin. Di arde çêbûye. Cihê dijmin girtî me tev vala kirin, nikare bi van tedbîran me hilîne. Rojê nêzîkî 50 tê kuştin. Bêhtirî me ew dimirin. Ê me jî darbeyên mezin em naxwin. Ji tu cihan em hilnayên û her roj jî quweta me li her mintigeyan zêde dibe. Roja sedek tev li me dibe. Li gî derê, li çar hêlê Kurdistanê me cih girtiye. Di sala dehande şer wê bi serkeve. Dijmin wê hîn li paşkeve, emê hîn bi kûrbûnî û firehbûnî welêt bigirin. Pirekan emê bikujin. Artêşa gel emê pir xurt û bi nîzam bikin. Xayinan emê hilîrnin. Hukmê gel wê bêhtir çêbibe. Niha çîya tev rabûne, hukum dudune, yek yê dijmine, yek yê me ye, hukmê dijmin. Tenê tuneye. Lê em dîsa xewnerojkan nabînin, zahmete, man berxwedan. Lakîn ketin tuneye, divirde nuqteyan mîrov pir kêfxweş bike ne mumkune em bikevin. Dijmin nikare me hilîne. Ji bîr nekin ku Barzanî, Talabanî nikarîbûn 24 saetan li berxwebidin. Ewna jî li ser mene. Çiqwas serhildan çêbûn imrê wana çel rojin, a me niha ez tam dikarim bêjim ku ketin tuneye. Ev tişta me çêkir. Yanî me gel rakîr. Zeman dixwaze. Karê hevalan dixwaze. Ku xurt xwe bilezînin, xurt xwe çêbikin wê zû bi serîgihînin. Ku xwe xurt nekin, li ser esasiyên me nesekinin wê dereng bi serkevin. Lakîn heta ez heme jî ez pir dibêjim garantî didim ku ketin çênabe. Bi vê meşê jî dewlet jî li ber çavê mîrov be. Niha nîv dewlete, di demeke kinde mîrov dikare xwe bi tam dewletke. Min ev soz daye, ez li ser soza. xweme, ez dikarim soza xwe bimeşînim. Ku ez hebim, ezê bi serxim. Sala dehan ya 15’ê Tebaxê ji bo milletê Kurd tev pîroz dikim. Di sala dehande dijmin bixwaze bi şer, bi şer, dijmin bixwaze bi aşitiyê bi aşitiyê em hazirin. Li ser vê em millet silav dikin. Heta niha tiştê me çêkiriye we tew dît ku em bi soza xwerene, bila milletê Kurd tev bawer bike ku ji vê şûnde bêhtir emê bi soza xwerebin. Heta niha soza me daye pir xurt nemeşiya, jivê şûnde wê xurt bimeşe. Tim bi soza xwerebin û bi silav ûi kelakên xwerebin, gohdar bin, hişyarbin, bi parastinbin. Nizanin dijmin bi çi awahî û li kur mîrov dixe. Ji bo vî awahî hişyar bin û bi parastinbin. Tim xwe di hundurê xwede heta dawiyê avabikin. Mal bi mal, gund bi gund, bajar bi bajar li helekê hişyarbûn, li helekê parastin, li hêlekê şerkirin, bila jiyana we be, jiyana milletê Kurd be. Di sala dehande hûnê hesabekî mezin bikin. Vê salê bêhtir bi sala Kurdistanê, sala milletê Kurd bikin. Di vê salêde tiştên hezar salan ji dest mîrov çûyê mîrov dikare tevan bigre. Vê salê dijmin wê were îmanê. Ji bo vê jî em hazirin. Heqîqeta me ya li derveyê partiyê ya li hundurê partiyê li ser van rastiyane. Siyaseta rast a bi ser dikeve heta niha ev siyaseta me meşandiye. siyaseta gelî, sîyaseta şer, a welatparêzî ya milletê Kurd pê razî, ya niha tevlêbûye ev siyasete. Rast bû bi serket. Ji vê şûnde wê welat bi ya xweke, azadiyê bi ya xweke.

Li ser vê dîsa em we tevan pîroz dikim, hemû milletê Kurd û gelê Kurd û dostên Kurd cejna restî cejna bi şer ji bo xwe çêkiriye têde pîroz dikim. Ji herdem bêhtir di sala dehande şerê wan aşitiya wan silav dikim û li ser vê gavên 15’ê Tebaxê pîroz dikim, dîsa şerê serxwebûnê, azadiyê li hember kedxwariyan hezar salan pîroz dikim, gel tevan silav dikim, serkeftinê dixwazim.

 

Serokatiya Partiyê .

15-tebaxê 1993