Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo3Ji bo Kurdistan û gelê Kurdistanê tiştên roj bi roj çêdibin. Di bin serokatiya PKK’êde siyaseta dimeşe, şerê dibe ne rizgarbûna welat tenêye, hetta ne serxwebûn û azadî tenêye; nuhçêbûna însanîyetêye, rizgariya însan bi xweye. Niha hinek dibên emê wiha welat rizgar bikin, wiha gel azad bikin, meseleya me ne ev tenêyê. Meseleya me, însanê mirî, însanê bê namûs, însanê di her alîde îflas kiriyê em rizgar bikin. Wiha ez li we dinêrim, ev xortên Kurd hêviya we, armanca wan û musteqbela wan tenequzateke mezin di navêde heye. Musteqbel reşe hatiye girtin, di hêviyêde armancêde heta dawiyê jiyaneke bi şeref dixwaze. Nikare. Tabî hûn xortin, hûnê çi bikin? Ne ziman heye, ne nivîsandin heye, ne usûl hedef heye. Tiştek li ber we nexistine. Însanê Kurd di dunyêde yê li paşde mayê, bê ziman, bê çareye, bê her tişte. Dê û bav nikarin xwe bimeşînin, wê çi bidin we. Aaxeyên me, reîsên me xayînên tewra mezinin, wê çi bidin we. Mirov dinere tev direvin, xwe difroşin û wihane, wehane. Ez ji we bê çaretirim lê li ser qedera xwe min mezin lîst. Min got wiha nabe, nikarim wiha li ser lingê xwe mirî dihesibînim. Tê ji bo jiyanê xwe biezibîne, tê ji bo jiyanê xwe biçirîne, qebûl neke. Bîlakîs yek însan ji bê çarebûniyê, ji tunebûniyê wê çawa xwe bi mal ke? Min serê xwe cihê lê xistiye nema. Niha hûn min quwet dihesibînin, serok dihesibînin, lê ji min zeyiftir kes tunebû. Xwe bi xwe min xwe çêkir. Bi tenê xwe. Yek însanî ez gohdar nedikirim. Niha millet tav ji min hez dike.

Bi mirinê û bi manêre bi min reye. Çito çêbû? Ji bo hûn niha tiştne îman bikin, xwe çê bikin, ez li ser vê dibêjim. We di tarîxa partiyêde dît, we xwend, nizanim hûn bi çi awahîne, lê seyifbûniya însanê Kurd didîte, tunebûn, ketin, min hamle dikirin. Berê bi şûr dikirin, min bi zimanê xwe kir, bi tanzîmê bike, bike, bike... Hûn dibînin bê çi dibe, çi nabe. Niha em bi ser dikevin, dunya alem jî me nas dike. Lê vaya bi çi awahî çêbû? Bi çi zahmetiyê çebû? Û hîn li ber çiye?

Meseleya welat çiye? Tê bi pozê derziyê vir bikole, avê derxe. Wekê tu çîyayê Agirî bi lingê felc bimeşe. Tu xwe negihîniyê, wê li stûyê texe. Wekî din çareya te tuneye. Û sûkê kes we nakire jî, dixwazin xwe erzan bidin, ketiye, nakirin. Zarokên ji me şûnde werin wê hîn xerabtir bibin, welat tuneye, tiştek tuneye, hûnê çi bikin? Ji xwe ji niha ve em bûne rezîlê alemê. Çare çiye? Çare vayê karê mine. Xwe bi serdin. Bilezîne. Millet bi çi awahî dixwaze, ji me wiha dixwaze. Hûn niha dibînin, rêka welat vebûye, rêka jiyanê vebûye, rêka şerefa însan, çêbûna insan vebûye. We ji dest me were tabî. A hûn hezar caran bêjin şukur eve. Wekî din ew tiştên din, jiyana din tuke ruyê wê, tu qiymeta xwe tuneye. Ez niha çel û pênc salîme, her roj wihame. Ne karekî mezine û berê digotin dêhne, niha hûn dizanin, bi xwe dîbinin wekê dêhna, lê karekî maqul eve.

Ji bo çi dibêjim, yanî şer, çûna welat, şer kirin zahmete, lê ya tewra xerab jiyana berêye. Hezar caran bêjin şukur rêka welat û hezar caran bêjin pîroz be ji mere em gihiştin şerê çîyan. Bi yek sîlah hûn gihiştin serê çiyê bêjin hezar caran şukur, em gihiştine cejna xwe, gihiştine qedera xwe bi xwe çêbikin, wekî din em tîştekî naxwazin. Niha rastî eve, ji vê bêhtir tu rastî tuneye. Dijmin ji vê bêhtir tu firsendê nade te, Ez bawerim we gelek kîtap xwendin di Dewreya Şehîdên Tolhildanêde, partî çiye, şer çiye we tev ditin. Hûn bi qirarin, dixwazin, di welatde parçek çih bigrin, bi eşq, bi heyf, ev hezar salin careke ev firsend bi dest mîrov dikeve. Yekî Kurd ji vê bêhtir nikare tiştekî bixwaze. Hezar caran rûnên dua bikin, bêjin me ev qiymet girt, ev şer bû şerê me. Tê bira min min digot wexta ez bimrîm bila bêjin ji bo welat miriye bese, ez tiştekî naxwazim. Mirina reş mirina ji tunebûnê ya tewra xerabe. Niha mirin heye tuneye tu giymeta xwe tuneye, em di şerê xwe yê manêdene. Tevlêbûna we ya şer, a partiyê eve.

Dîsa em bêjin pîrozbe, we dewre qedand, hûn nêzîkî welêt dibin. Di sala bîstande bi piranî bi soza xwerebin hûnê di welatde di demeke kinde cîh bigrin. Hûnê bi parastin bin, bi tedbirbin, pir bi dîqat bin, deqqe bi deqqe. Li ser nîzam û dîsîplîna partiyê û gerîlla hûnê bimeşin. Xwe biêşînin. Tî bûn, birçîbûn, tazîbûn ji were ne meseleye. Hûnê ji tûnebûnê tiştan çêbikin. Ku hûn wiha bikin, hûnê di welat de cih bigrin. Mirin ji were ne tişteke. Qirara we li ser vê ye. We gelek soz jî da. Ji bo careke din hûn sozê bidin, berya herin, ez hatim. Soza sala dehan, soza hamleya payizî, soza di vê sala dehande parçek welat bi dest xwexin, soza tam gerîlla bimeşînin, soz tam bi jiyana partiyêrebin. Ev soze, înşallah hûnê xwediyê soza xwebin. Kes çiqwas bi soza xwerebe, ew kes wiqas mezin dibe. Tu dixwazê însan kî nas bike, binêre bê çiqwasî bi soza xwere yeki peyayê soza xwebe, ew kes bi ser dikeve, dibe serokê heta dawiyê. Em sozên we jî wiha dixwazin hûn bidin. Bi mirinê mîrov bi soza xwerebe, bi karê xwe, bi karê serkeftinê bi soza xwerebe. Soza we em wiha qebûl dikin. Ku hûn dixwazin, sozê wiha bidin, ji vê bêhtir jî sozê nedin.

Niha yek bi yek dikarin sozên xwe bidin. Xwe naskirin bide heval. Soza çûna welate.

- Navê min Eşrefe, ji Kubanê me, imrê min 16’ye. Heta sefê 7’an min xwendiye, ji ‘86’an ve partiyê nasdikim. Tevlî dewreya bûm, min fêde jê dît, ez dikarim di welêtde şer bikim.

---.: Wekê ez dixwazim tu dikarê bi soza xwerebê?

- Dikarim Serokê min.

---.: Li ser heval kes dixwaze tiştekî bêje?

- Heval heyecan pêre heye, biçe faaliyetan heta demekê, piştre here şer çêtire.

---.: Na, şer dixwaze. Tu çi dibêje?

- Ezê herim şer Serokê min.

---.: Tu ji bo welate ne? Pekî soza xwe bide.

- Ez soz didim partiyê, Serokatiya Partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê, hevalên zindana, yên serê çiyan, hevalên hazir ku li ser vê rêkê bimeşim heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê soz didim, soz didim, soz didum.

---.: Serkeftin.

- Navê min ê herekî Dîroke, ji mintiqeya Dêrikê me. Ji ‘82’anve mala me welatparêze. Naskirina min ji partiyêre bi temametî di ‘90’îde çêbû. Di ‘93’ande min qirara xwe da. Ji dewreyê ji min gelekî fêde dît. Niha qirara min a dawiyê, welate.

---.: Yanî tu hazirê, pir dixwazê herê welat?

- Hazirim, dixwazim Serokê min.

---.: Heval dikare bike?

- Ez pê bawerim, heta dawiyê Serokê min.

---.: Tu. poşman nabê?

- Na.

---.: Jiyana bi zahmeti tu radikê?

- Belê Serokê min.

---.: Tu xwe navêjê erdê?

- Na Serokê min.

---.: İmrê te çibû, xwendina te çende?

- İmrê min ketiye bîstan, heta sefê I2’an.

---.: Aîle doste?

- Doste û zengîne jî heta dereceya dawiyê.

---.: Hûn çend birane?

- Heft bira.

---.: Kes tevli me heye?

- Birakî min ji min mezintir heye, niha li Cûdî’ye Serokê min.

---.: Tu jî dixwazê herê? Aîle razî dibe.

- Zahf kêfxweşe Serokê min.

---.: Yanî xwe idare dikin, tu dibêjê?

- Belê Serokê min.

---.: Tu dikarê heta dawiyê bi gerîllare bimeşe?

- Belê Serokê min.

---.: Wekî din tu çi dixwazê?

- Dixwazim soza xwe bidim ji bo çûna welat.

---.: Bide.

- Ez soz didim partiyê, Serokatiya Partiyê, berxwedanvanên zîndanan û yên serê çiyan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, heta Kurdistaneke serbixwe û azad çêdibe, heta dilopa xwina min ya dawiyê ez li dijminê hundur û derveyi partiyê şer bikim û girêdayîbim bi hevalên xwe û çeka xwe ve, girêdayî bim bi xeta partiyê ve. Ez soz didim, soz dim, soz didim.

---.: Pekî, serkeftin.

Temam, me sozên we girtin. Yanî ji bo çiye? Rojekê hûnê me bînin bira xwe ku di huzûra Serokiyê’de me sozek dabû, sozeke bi işq ji bo welat şerkirin, bêjin. An welat en mirin, an serxwebûn, an serkeftin, an neman. Soza ve li ser vêye. An vê welatek çêbibe cihê me têde hebe, an em vê jiyanê qebûl nakin. Serokî ji bo vêye. Bu sebep ji çûna we ya welatre. Ez jî panzdeh salin bi soza xwereme. Bi soza welat re, bi soza şerre me. Min soza xwe îspat kir. Hûn jî xurt bin, daimî bi soza xwerebin, di salên 20’ande,’25’ande, ‘18’ande, hûn ji min bêhtir dikarin -hûn di welatdene- tiştên mezin bikin. Ez tim dibêjim ku xwediya soza xwe bin. Mîrov bi her tiştî bileyize, bi soza xwe neleyize. Hûn sozê bi dil didin, bi baweriyê didin, li ser soza xwe bisekinin. Li ser van rastiyan, di sala dehande ya 15’ê Tebaxêde, li ser çûna welat em ji were jî serkeftinê dixwazin, çûna we ya li ser van rastiyan pîroz dikin.

Serokatiya Partiyê

30 Tebax 1993